“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -3

“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan”. Em îro beşa sisîyan raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 178

 

Şer gihîşte heta sînorên Yekîtîya Sovyet û Farizistanê jî. Serokatîya ûsyanvanan, ku ji destpêkê jimara wan ji 3 heta 5 hezar bû, kesekî bi navê Xalis dikir, ku kurê Şêx Ebdul Mecîd bû, ku di sala 1927an mihacirî Brûsê (Bûrsa) kiribûn. Ûsyanvanan bi hêsanî ber leşkerên tirkan ber xwe dan. Tirkan ji Erzurumê, Baybûrtê û Erzîncanê heta 15 hezar (wek ku çavkanî destnîşan dike, ”ew hêzên bi jimareke pir mezin bû bona bikaribin ji heq û hesabên çend sed kurdan bêne der”), leşker şandin bona ji holê rakirina serhildanê, lê ew têr ne kirin112.

Berî serhildanê nasyonalîstên kurd hewil dan bi sîyasî zor li hukumeta Tirkîyê bikin û ew hewildan him ji hundur, him jî ji der va dihate kirin. Rêxistinên kurdan yên li welatên dereke di rojnameyan da, piranî jî yên Misirê, çend bangawazî çap kirin ber bi hukumeta Tirkîyê, ku tê da de`w dikirin mafên sîyasî bidine kurdan. ”Şorişgerên kurd” jî, ku li Tirkîyê karê xwe dimeşandin, de`wekarîyên ha ber desthilatê raber dikirin. Enqere wisa dida xuyakirin, ku ew li ser wan pêşnîyara disekine, bala xwe dide wan, lê di rastîyê da hazirîya têkbirina serhildanê didît û mecal qebûl dikir bona nehêle kurdên Tirkîyê bi kurdên Îraqê û Farizistanê ra bibin yek û bi tevayî şerê wan bikin113.

Bahaneya bona ji alîyê hukumetê da derbazkirina destdirêjayên berfireh di hindava wan kurdan da, ku şerê çekdarî dikirin, ew bû, ku di gulana sala 1930î da li Enqerê mehkemeya kurê Şêx Sehîd – Saleheddîn dikirin, ku di sazkirina ”Yekîtîya Kurdistana Bakur” (an jî ”Lîga kurdan ya bakur”) da dihate gunehkarkirinê. Wî di pevgirêdanên bi nûnerên îngilîsan yên li Îraqê da (ji bo nimûne, bi komêndantê Brîtanîyayê li Bexdayê L. Hamîlton ra, yê ku wek dihate gotin, 3 hezar lîrayên tirkî dabû wî), bi rêxistinên dijî Tirkîyê yên li Helebê û Demişqê (beşeke wê li Hesikê jî hebû), di cesûsîyê da sûcdar dikirin. Gelek kes hatine girtin (heta 90 kes)114. Li mehkemeyê ”Yekîtîya Kurdistana Bakur” hate raberkirin wek teşkîldarê sereke yê tevlihevîyên kurdan li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê, lê ”Xoybûn” – her tenê di wê yekê da, ku ew beşeke wê ye û navbenda wê li Erzurumê ye û serekê wê Telhîoxli Sadî ye. ”Yekîtîya Kurdistana Bakur” di pevgirêdanên bi opozîsyona dijî kemalîstan û rêxistinên musulmanîyê yên êkstrêmîstîyê (”birayên musulman” û yên din) da dihate gunehkarkirin115.

Lê argûmênta here giran ya propaganda dijî kurdan wê demê, wek berê, ew gunehkarî bûn, ku kurd bi îngilîsan va girêdayîne, û çapemenîya Tirkîyê bi van nivîsan va dagirtî bû. Şik li ser Îngilîs hebû, ku ew dixweze di bin bandûra xwe da li Îraqa Bakur dewleta kurdan ya serbixwe saz bike (hema wê demê, 30ê hezîranê sala 1930î bi Îraqê ra peyman hate girêdan derheqa hilanîna desthilata mandatê li welêt), ku xudêgiravî bû ”nimûneya xirab” bona kurdên Tirkîyê116. London, ku helan dida tevgera kurdan li Tirkîyê, bi fikirandina propagandîstên tirkan, dixwest pêşî li tevbûna tirkan di nav karên Îraqê da bigire.

Di nav gunehkarîyên di hindava Îngilîs da, ku li Tirkîyê ser dereceyên cuda-cuda dihate elamkirin, wek berê têma serhingê netebitî Lowrêns wek xeteke sor derbaz dibû, ku wê sûcdar dikirin bona ew serokatîya serhildana kurdan ya hemtomerî dike. Xudêgiravî wî li Qerekosê (Agirîyê) dîtine, û ferman dane polîsên Erzurumê li dû wî bigerin. Înformatorê konsûlê Brîtanîyayê li Trabzonê W. Mêtyûz bi wê bawerîya wî ra razî bû, ku ew behseke pêkenînê ye, lê got, ku tirk bawer in, ku Lowrêns eger ne li Kurdistanê be jî, bi kêmanî nêzîkî wê ye117. Rojnameya tirkan ya bi zimanê almanî ”Turkish post” nivîsî, ku Lowrêns li Rewandûzê (Îraq) dîtine û ewî ji wir serokatî li serhildana Araratê dikir. Rojnameya ”Akşam” bi bawerî dinivîsî, ku tevgera kurdan di bin hukumê Intelligence Service da ye û barêgeha wê nêzîkî Mûsilê ye. Li wir ”xayînên tirkan” kar dikin – yekî bi navê Kîraz Hemdî, doktor Şukrî ji Bêyrûtê û yên din118. Çapemenîya Sovyet malûmatîyên ha bi dil û can çap dikir, tu firsend ji dest xwe bernedida bona împêrîyalîzma Brîtanîyayê di karê pîre-pîrekirinê da gunehkar bike. Ji bo nimûne, meriv dikaribû li wir bixwenda, ku serhing Lowrêns bin navê Hecî Mehmed tê Bexdayê û li wir karê bizîşkîyê va mijûl bû û pêşdadîtinên derheqa wê yekê da dikir, ku zûtirekê ”wê tiştek biqewime”; paşê, ku ew çûye Makûyê (Li Kurdistana Bakur-Rohilatê, ku li ser axa Îranê ye) û h.w.d.119

Hilbet, ev hemû malûmatî, ku piranîya wan di çapemenîya tirkan da bûn, bê bingeh bûn. Balkêş e, ku çapemenîya ciddî ya Roavayê ew înkar dikirin, an jî, ku kêm caran dibû, wek ”behs” bela dikirin. Wek îdî hatîye gotinê, ji îngilîsan ra dest ne dida piştgirîya tevgera kurdan ya li Tirkîyê bike, bi kêmanî jî bona wê yekê, ku ewê destxweda (derheqa wê da emê li jêr behs bikin) pêwendîyên wan bi kurdên Îraqê ra bide xirabkirinê, ku ji bo wan problêmeke ji zû da bû û dikaribû ew problêm zindî bihîşta, him di dema rakirina mandata Brîtanîyayê li ser Îraqê û him jî li welêt testîqkirina desthilata bi cûrê xwe ya ”miletîyê”, lê di rastîyê da ya di bin hukumê Londonê da. Xên ji wê, Brîtanîya Mezin, ku nikaribû hêza xwe ya împêrîyê wek berê li Tirkîyê û Farizistanê biparêze, dixwest pêwendîyên xwe bi komên serkarîkir yên wan dewletan ra bide aramkirinê û mehkemkirinê, ku xwe li riya pêşketina serbest girtibûn û sêparatîzma êtnîkîyê ji xwe ra xeter didîtin. Em wê jî bêjin, ku di belgenameya dayîreya rêçgerîyê ya Yekîtîya Sovyet ya derheqa pirsa kurdan ya derbarê serhildana Araratê da dihate gotinê: ”Tu malûmatîyên kêm-zêde rast, ku îzbat bikin ew karê destê Îngilîs e, heta vê gavê tunene”120.

Tiştên gotî nayê wê maneyê, ku tevgera kurdan li van welatan ji bo Londonê ne xem bû, di nav wan da ew serhildana kurdan jî, ku li berpalên çiyayê Araratê xuliqî bû. Îngilîs (herwiha çend dewletên Roavayê yên din, ku berjewendîyên wan li Rohilata Nêzîk hebûn) dest pê kir di tevgera kurdan ya miletîyê li Tirkîyê û Farizistanê hêzeke sîyasî ya xurt didît, ku her diçû zêde dibû, û lema jî ne dixwest, ku helwêsta wê di hindava serhildanê da ya bêxemîyê be an jî, hela di ser da, ya dijminayê be. Lê di navbera çavgirtina di hindava serhildana kurdan û kar û emelên sîyasî yên aktîv di hindava wê da, wek pînckirin û helandayîn û ji wê jî zêdetir alîkarîya çekdarî ji bo serhildanê û h.w.d. – rêyeke pir dirêj hebû, ku Îngilîs hewil dida wê rêyê bi fesal û aqilane bi kar bîne. Wek ku wê paşê bê xuyakirin, helwêsta Londonê di hindava tevgerên kurdên Îraqê da, bi sebebên femdar, ne pir aloz bû.

Em wê jî bêjin, ku heta propagandîstên kemalîstan gunehkar digerîyan, serhildana kurdan li rohilata Tirkîyê bi hêzeke xurt va pêş diket, kurdan axeke mezin zevt kiribû û gihîştibûne heta sînorên Yekîtîya Sovyet û Farizistanê. Kovara ”Nir Ist and India” di gotareke xwe da, ku derheqa wê bûyerê da bû, eşaretî dida Enqereyê, ku rewşa sazbûyî pir ciddî ye. Ew êrîşên cerdên hinek kurdan nîbûn, ku çapemenîya Tirkîyê hewil dida wê wisa nîşan bide, lê serhildana berfireh bû, ku ji Araratê Biçûk bigire heta Behra Wanê û dû ra jî heta sînorê Farizistanê bela bûbû,- di gotarê da tê gotinê. Gunehkarkirinên, ku hukumeta Farizistanê piştgirîya kurdan dike û çekan dide wan, bê bingeh bûn. Eger serhildan firehtir bibe, Tirkîye dikare bi ciddî bi Farizistanê ra bikeve nava qal û cengê, û evê firsend bida Yekîtîya Sovyet ”di ava şêlû da masîyan bigire”. ”Bingehê kulê”, bi bawerîya kovarê, di wê desthilatê da ne, ku li Kurdistana Tirkîyê da testîq bûye. Hêvî danîna li ser ”dîssîplîna berk” himberî sîyaseta ”laissez faire”, ku li Kurdistana Farizistanê dihate derbazkirin, û riya bona hevkarîya di navbera ereban û kurdan da, ku li deverên Îraqê yên bakur dihate derbazkirinê, dadixwer. Tirk li ber hilbijartinekê sekinîbûn: an gerekê serhildanên kurdan (ku çapemenîya tirkan ”bi awayekî neaqilane” îngilîsan an jî farisan di wê da gunehkar dikir), ku her diçûn zêde dibûn, çareser bikin, an jî problêma kurdan hal bikin121.

Em sadekirin û îdêalîzekirina rewşa li Kurdistana Farizistanê û Îraqê li ser wijdana xudanê gotarê bihêlin, lê gerekê li xwe mukur bên, ku li vir sebebê sereke yê tevlihevîyên herdemî li Kurdistana Tirkîyê, ku di salên 20-30î yên sedsala 20î pir pêş ket, rast hatîye binavkirinê. Lê li Enqerê ne amade bûn guh bidine wan bawerîyan û wek berê di pirsa kurdan da di riya xwe da diçûn: tu mafên kurdan nas nekin û serhildanên wan yên çekdarî bi hovîtî ji holê rakin.

Di dawîya gulanê – destpêka hezîranê sala 1930î da serhildana Araratê gihîşte serketina xwe ya here bilind. Pêşî eşîreta Celalîyan ya 150 hezarê rabû, ku herdu alîyên sînorê Tirkîyê-Farizistanê diman. Behs bela bû derheqa wê yekê da, ku li ser bingehê Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Farizistanê (axên Îraqa Bakur û Sûrîya Bakur, ku kurd lê diman, ne di nav da) dewleta kurdan ya hevgirtî saz bikin, lê xeberdanên derheqa wê yekê da zûtirekê ji holê rabûn, ji ber ku him serekên kurdan, him jî yên daşnakan rind zanibûn, ku Îngilîs û Fransîya dijî wê îdêayê ne. Serhildan bêy bangawazîyeke sîyasî ya ferih dest pê bû, ew, wek gelek caran, bê ser û berate bû û lema jî çapemenîya tirkan û karmendên dewletê yên sereke ew bi nav kirin wek ya rêaksyon122.

Bergeha serhildanê her diçû fire dibû. Li Tirkîyê ew li ser herêmên Ararata Mezin û Biçûk, herwiha Bayazîdê jî, lê li Farizistanê – Makûyê û der û dorên wê bela bûbû. Eşîretên din jî xwe gîhandine ûsyanvanên Celalî û di nav wan da yên wisa mezin hebûn, wek Heyderan, Zîlan û Xelikan. Di nav serekên ûsyanvanan da kesên wisa hebûn, wek Kor Huseyn paşa, Demir paşa, Ebdil Qadir Ebdal; serekê hemûyan Îhsan Nûrî bû. Gelek kurdên Farizistanê jî xwe gîhandine serhildanê. Milahîmkirê serhildanên kurdan li Farizistanê gênêral Hesen Arfa digot, ku ûsyanvanên kurd yên Tirkîyê bi alîkarîya kurdên Farizistanê dixwestin axeke mezin ya Kurdistanê zevt bikin, bona paşê serxwebûna xwe îlan bikin û piştgirîya çend dewletên di Koma Miletan da bistînin. Di tîrmeha sala 1930î da qumandarîya kurdan bangawazîyek bela kir, ku tê da bang dikir axa di navbera Îranê û Îraqê da ji dest tirkan rizgar bikin, ku ”sozê wê dabûne me”. Lê di bangawazîyê da behsa Kurdistana serbixwe nedihate kirin, ango gotinên Arfa derheqa îlankirina serxwebûna Kurdistanê meriv dikare bêje, ku her tenê behs bûn, an jî tiştekî ji ber xwe derxistî bû. Eger em behsa hukumeta şah bikin, em dikarin bêjin, ku Enqere di şikyatên xwe yên di hindava Tehranê da yên derheqa ji alîyê kurdên Farizistanê da teribandina sînoran da çi jî bigota, rewş nermtir ne dikir, eksî wê, Celalîyên xwe nêzîkî Ararata Biçûk dikir, ango nêzîkî sînorên Tirkîyê123. Ji bo wê yekê serleşkerîya Farizistanê eşîreta tirkan ya Şehsewan, ku dijminê kurdan bûn, bi kar dianîn124.

Bingeh hene bêne ser wê bawerîyê, ku di destpêka serhildana Araratê da di navbera Tehranê û Enqereyê da eger peymaneke dijî kurdan tunebûbe jî, lê ew dihate amadekirin. Hela di îlona sala 1929an da Riza şah di dema seredana xwe ya li Tebrîzê gênêral Zefer-î Dowle şande ser axa Tirkîyê, navçeya çiyayê Araratê, û li wir rastî nûnerê Mustefa Kemal hat. Peymanek derheqa wê yekê da hate girêdan, ku di nîsana sala 1930î da wê komîsyona ser sînor berev bibe bona çareserkirina pirsên hucet li ser wan hene û derheqa kêmkirina tevlihevîyên li ser sînor. Lê serhildana kurdan ya di meha adarê sala 1930î da li Tirkîyê ew peyman ji hev xist. Tirkîya ji bo berjewendîyên xwe yên stratêgî de`w kir di pirsa axên li der û dorên çiyayê Araratê, ku di nav axa Farizistanê da bûn, berdaxwerinan bikin. Ji bo tirkan giring bû, ku wisa bike pêwendîyên di navbera kurdên Tirkîyê û kurdên Farizistanê da bide dijwarkirinê û ji bo xwe rê veke ber bi sînorên Yekîtîya Sovyet125.

Hela encama serhildanê ne zelal bû, Tehran derkete dijî dawekarîyên tirkan. Farizan, ku dixwestin kurdan bend bikin, bi wê ra tevayî jî hewil didan ji binketinên leşkerên tirkan yên ser demekê karê kevin û di ser da jî hinek çek û cebirxane û h.w.d. bidine ûsyanvanên kurd. Bi wê yekê va Farizistanê ji xwe ra bingeh saz dikir bona çareserkirina nelihevîyên bi Tirkîyê ra yên bi dehan salan yên derbarê pirsên sînoran da. Lê sîyaseta Tehranê di hindava kurdan da ji sîyaseta Enqerê û Bexdayê bi tu tiştî va ne dihate cudakirin: ew jî ya dijî kurdan û ya şovînîstîyê bû. Ew yek tam wê demê dîyar bû, gava serhildana Araratê germ û gurr dibû û dikaribû tevaya kurdan hilgirta nav xwe.

Di nîveka hezîrana sala 1930î da li warê, ku serhildan tê da bû, şerên giran qewimîn. Du taxbûrên bi serokatîya Salih paşa şandin bona têkbirina serhildana kurdan. Kurd pêşî bi xurtî ber xwe dan. Di şerê roja 21ê hezîranê da desteya cezakaran ya bi serokatîya Subhî paşa kete nava hesarê, dor lê hate girtin û windayîyên mezin dan. Kurdan 1700 dîl girtin, 60 gullereş, 24 top zevt kirin, 12 balafir ji jor anîne xwarê. Wana çalakîyên xwe gîhandine heta başûrê wî warî, ku serhildan lê dest pê bûbû. Ne tenê kurdên Farizistanê alî wan kirin, lê herwiha binecîyên ne kurd yên Anatolîya Rohilatê jî, di nav wan da ew ermenîyên kêmjimar, ku li wir mabûn126.

Lê egîtî û mêrxasîya ûsyanvanan nikaribûn newekehevîya hêzan ya di navbera du alîyên dijberî hev da bidine hilanînê. Kurd bi jimara xwe va hinekî zêdetir bûn jî, lê tirk zêde çekdar bûn û baştir fêrî çalakîyên şêr bûbûn. Di bin destê Salih paşa da ji 12 heta 15 hezar leşker (bi cendirmeyan ra tevayî) û balafir hebûn, ku ji bo kurdan dijwar bû himberî wan ber xwe bidin. Cebirxaneya wan ne zêde pir bû, alîkarîya ji Farizistanê sînorkirî bû. Lê dîsa jî hêsa nîbû kurdan bînine rayê.

Bi bawerîya çapemenîya tirkan, serhildana Araratê bi xurtbûn û dirêjbûna xwe ya di hêla wext da gelekî ser serhildana Şêx Sehîd ya sala 1925an ra bû127. Meriv dikare bi vê bawerîyê ra qayîl bibe, lê çapemenîya serhildana Araratê biçûk dixist, rola wê kêmtir dikir, ji bo nimûne, jimara leşkerên tirk yên cezakar bi deh caran kêmtir dikir. Rojnameyên tirkan teşkîldarên serhildanê îngilîs dihesibandin, ku xudêgiravî bi destê serokatîya Îraqê emel dikirin, lê tu malûmatîyên bi îzbat, ku tilîya îngilîsan di serhildana kurdên Tirkîyê da, wek herdem, tunebûn128. Wek me îdî gotîye, di berjewendîyên Londonê da bû, ku pirsa kurdan Farizistanê û Tirkîyê perçe bike, ku wê nehêle ev dewletên Rohilata Nêzîk li ser bingehê dijberîya di hindava Roavayê da bigihîjine hev, lê ne wê derecê, ku dikaribû wisa bibûya, ku tevgera kurdan ya miletîyê li yek ji van welatan, an jî di herdu welatan da bi ser keta, ji ber ku ew ji bo wan xeter bû. Di vê pirsê da London û Tehran tam wek hev difikirîn. Wek ku Teymûrtaş digot, îdêya hevgirtina Kurdistanê ji bi hukumeta Farizistanê xetera here mezin e”129.

Wek ku li bendê bûn, ew alîkarîya ne mezin û ya bi heq û hesaban, ku Farizistanê dida, kêm alî ûsyanvanên kurd yên bi cezakarên tirkan ra ketibûne qal û cengê, anî130. Hêz ne wekehev bûn û di payîza sala 1930î da ocaxên sereke yên serhildana kurdan ji holê hatine rakirin. Ji kurdan 3 hezar kes şehîd ketin. Em bêjin, ku leşkerên tirkan li ser axa Farizistanê jî bi dû ûsyanvanên kurd ketibûn. Lê tirk ji bo wê serketinê windayîyên mezin dan. 12 alayên dîvîzyonên ordîyê yên hejmarên 7, 8 û 9an, leşkerên sînorparêz û 70 balafir şandine dijî ûsyanvanan. Rast e, ew parleşker ne hatibûne tundurustkirin, di alayan da ji 700 leşkeran zêdetir tunebû, lê dîsa jî serdestîya tirkan li ser ûsyanvanên kurd yên pirjimar, lê kêm çekdar, ne telîmkirî û xwedî gelek kêmasîyên din ber çavan bûn. Wek herdem, tirkan karê xwe bi hovîtî pêk dianîn. Hate îzbatkirin, ku çeka kîmyewî hatîye bikaranîn, ku wan deman gorî peymanên navnetewî hatibû qedexekirin. Gorî malûmatîyên ”Xoybûnê di dema emelên cezakarîyê heta 660 gund hatine wêrankirin, zêdeyî 15 hezar mal hatine şewitandin, weke 9 hezar kesên am û tam (sivîl) hatine kuştin131. Eger em bidine ber çavan, ku êrîş birine ser zozanan jî, heywan qir kirin û h.w.d. kurd zêde zirar kişandin. Çavkanîya ji ”Xoybûn”ê bi bawerî dibêje, ku kurdan 40 hezar şehîd da (xuya ye, ev reqem hatîye zêdekirin). Wek berê gelek kurdên ji herêma Araratê bi destî zorê mihacir dikirin. Ji bo nimûne, eşîreta Xalikan (400 mal, bi 2 hezar neferan, bi 40 hezar serî heywan va) mihacirî Bûrsayê kirin. W. Mêtyûz ji Trabzonê dinivîsî, ku bi bawerîya wî, opêrasyonên bona hincirandina serî hildanên kurdên Dêrsimê emelên dijî ermenîyan yên di sala 1915an da dianîn bîra merivan132.

Çapemenîya Tirkîyê dikir hewar û gazî, ku di hindava kurdan da tam bi ser ketîye, lê wana ji demê zûtir li defa şabûnê dixist. Tirk ocaxa serhildanê ya sereke ji holê rakir jî, lê nikaribûn pêşî li “warên sincirî” yên dora sînorên Yekîtîya Sovyet û Farizistanê bigirtana, herwiha li başûr jî, nêzîkî sînorên bi Îraqê û Sûrîyê ra. Dîtindaran destnîşan dikir, ku ruhê moralîyê yê leşkerên cezakar ne zêde bilind bû û zûtirekê li Kurdistanê wê pevçûnên nû serî hildin, eger berî hatina zivistanê li hev neyê ûsyanvanan bînine rayê ango zora wan bibin (di rûyê şertên hewayê da zivistanê opêrasyonên çekdarî li warên çiyayî didane sekinandin)133. Lema jî tirk hewil didan berî destpêbûna zivistanê û sur-seqemê ji heq û hesabên kurdan bêne der. Lê kurd bi xurtî ber xwe dan, xwesma li devera Başqeleyê (başûr-rohilata Wanê). Tenê di nîveka meha çirîya paşin sala 1930î da opêrasyonên li devera Agrî daxê hatine sekinandin, di rastîyê da, di rûyê qewilên hewayî da. Lê li Dêrsimê opêrasyonên ”hûrxweşkirinê” (suppression) berdewam bûn134. Dîplomatên li Enqerê elam dikirin, ku tirk beşeke ûsyanvanan mecbûr kirin teslîm bibin jî, lê ji qewata wan der bû ji heq û hesabên hêza kurdan ya sereke bêne der û plan kiribûn opêrasyonên xwe di buhara sala tê da careke din dest pê bikin. Ji serekên serhildanê tu kes nehate girtin. Îhsan Nûrî xwe li Tehranê veşart, û hukumeta Farizistanê ew teslîmî tirkan ne kir135.

 

Riataza

 

112 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 114. KonsûlêBrîtanîyayê li Trabzonê W. Mêtyûzji bo C. Klêrk 21.05.1930; Safrastian A. Kurds and Kurdistan, rûpel 13, 84-85.

113 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 114. K. C. Êdmondsji bo A. Hêndêrson, 17.03.1930.

114 OM. 1930, hejmar 6, rûpel 237-238.

115 OM. 1930, hejmar 7, rûpel 293. Saleheddîn li mehkemeyê li xwemukur hat, kukomeleya ”DostênKurdistanê” teşkîlkirîye (”Berliner tageblatt”, 27.05.1930.Ji AVPRF hatîyehildan, fonda 132, 1930, dexle 31, defter 84, belge 141).

116 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 114. Têlêgrama C. KlêrkjiKonstantînopolê 07.07.1930.

117 Dîsa li wir, W. Mêtyûzji bo C. Klêrk 12.05.1930. li vir û di çendbelgenameyên din yênderheqavîkarî da lîstenehatinedanîn.

118 OM. 1930, hejmar 7, rûpel 295; hejmar 8, rûpel 365.

119 Serhildana li Kurdistanê, rûpel 14; AVPRF, fonda 132, 1932, çente 15, dexle 30. Di wê da malûmatîyên dijberî hev çap bûne derheqa çûyîn-hatina Lowrêns ya ji ber xwe derxistî, ku ji çapemenîya tirkan û farizan hildane û ji wir jî ketine nav rûpelên çend rojnameyên Awropayê yên ne sereke. Herwiha salixên fantastîk jî derdikevin, wek: ”qiral Alêksêy” (ne zureta qiralîyeta Rûsîyayê be, ku hema bêje bi awayekî ecêb ji dest xezakirina Yêkatêrînbûrgê filitîye?) ji Farizistanê hatîye Suleymanîyê, li vir hatîye girtin û mehekê di hebisê da maye (belge 5, 6). Gotinên rojnameya farisîya ”Şefagesorh” tînin, ku li ser bingehê gotara rojnameya tirkan ya bi navê ”Serhing Lowrêns li Mêsopotamîyayê” hatîye hildan. 10ê çirîya paşin sala 1929an Lowrêns bi naznavê Êdward Tomson hateBêyrûtê. Paşê ew çû Demişqê, Helebê û Dêyr-ez-zorê. 29ê çirîya paşin sala 1929an ew îdî li Qamişloyê bû û di dest wî da vîzaya tirkan hebû. 2ê çileya pêşin wî li Merdînê dîtine, lê wisa xuyaye, ew revîye, çûye Rewandûzê (belge 103-104). Rast e, çend rojnameyên tirkan ev xeber derew derxistin (belge 56).

120 Dîsa li wir, dexle 23, belge 6-7. Lê li vir herwiha tê gotinê: ”Xoybûn”… tu dibêjî qey mêla Îngilîs digire”, lê îzbatîyan naynin.

121 NEI. Hejmar 1000, 17.07.1930, rûpel 57.

122 Correspondanced`Orient. Hejmar 392, août 1930, rûpel 65-66; hejmar 393, rûpel 166.

123 Arfa H. The Kurds, rûpel 41, 49-50; OM. 1930, hejmar 9, rûpel 444.

124Forbes R. Conflict Angora to Afghanistan. N. Y., 1931, rûpel 217.

125 Dîsa li wir, rûpel 289-290.

126 Rambout L. Les Kurdeset le droit, rûpel 31; Forbes R. Conflict Angora to Afghanistan, rûpel 290-291. Li Îraqê behs belabûn, ku 50 hezar kurd û ermenî êrîş birine ser leşkerên tirkan yên li Mûşê û ew mecbûr kirin paşda vekişin (AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 363, belge 211. Ji muteserrîfê Mûsilê ji bo Wezîreta karên der ya Îraqê, hejmar C/570/5/6, 17.08.1930, kopîya wergerê). Wisa xuya ye, ku ev behs gelek hatibû zêdekirin.

127  OM. 1930, hejmar 7, rûpel 27-30, 292-295; hejmar 8, rûpel 365.

128 Tenê hinek caran di çapemenîyê da malûmatî derdiketin derheqa tevbûna îngilîsan di nav serhildana kurdên Tirkîyê da, wek nivîsên di rojnameya Sûrîyê ”At-Teqedûmî” ya 9ê çileya paşin sala 1931ê da, ku tê da dihate gotinê, ku gorî behsên brîtanîyan, tirkan şeş zabitên welatên dereke dîl girtine; ew hatine gullekirin, lê ew bûyer vedişêrin (AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 166-169. Elametîya ji konsûlxaneya Brîtanîyayê li Helebê 12.01.1931).

129 Dîsa li wir, dexle 363, belge 70-72, 75, 76, 78. Nivîsa konsûlê Brîtanîyayê li Tebrîzê S. Palmêr ji bo nûnerê Brîtanîya Mezin li Tehranê (hejmar 108, 18.06.1930, kopîya), karmendê leşkerî yê Brîtanîyayê li Tehranê (hejmar 290, 28, 30.06.1930), ji Stembolê, 07.07.1930; AVPRF, fonda 132, çente 15, dexle 23, belge 5, 6. Îngilîs û pirsa kurdan (salixname).

130 Çapemenîya Tirkîyê û Farizistanê bi hevdu gunehkarinana di nava karên hev yên hundur û bi zanebûn navtêdana kurdan va dagirtîbûn. Enqerê di wê yekê da sûcdar kirin, ku ew destdirêjayîya axên Farizistanê dike. Lê Tehran jî di wê yekê da sûcdar dikirin, ku rê li ber kurdan vedike û deng ji wan ra ne dikir. Çapemenîya tirkan Îngilîs jî gunehkar dikir, ku ew helanan dide kurdan. Lê ev hemû hev gunehkarkirin ji alîyê îzbatîyan da xwedî bingehên sistbûn (AVPRF, fonda 132, çente 15, dexle 23, belge 1-2. Beşa Rohilatêya 1ê. Rêfêrêntûra derheqa Tirkîyê da, 1930 s.).

131 BPSV. 1931, hejmar 12, rûpel 14; 1932, hejmar 13-14, rûpel 73. Wana gundên wêrankirî, malên şewitî û kurdên kuştî yên wilayet û qezayên Anatolîya Rohilatê jimart (Gavan S. S. Kurdistan: Divided Nation, rûpel 25). Lyûsên Rambû lîsteyeke din ya ji lêkolînên xwe tîne (Rambout L. Les kurde set le droit, rûpel 28). Herdu lîste (di wan da warên erdnîgarî yên cuda-cuda hene) ne tam in.

132 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 112. ÇawîşO`Lîrîji bo C. Klêrk. Enqere, 20.10.1930, kopîya; dîsa li wir, dexle 154, belge 133. Cîgirê konsûlê Brîtanîya Mezin li Trabzonê  Falanga ji bo C. Klêrk, 20.10.1931, kopîya; dîsa li wir, nameya 15.11.1930, kopîya.

133 Dîsa li wir, dexle 364, belge 5-8. Konsûlê Brîtanîyayê li Tebrîzê ji bo nûnerê li Tehranê R. Klayv 25.08.1930, kopîya; NEI. Hejmar 1004, 14.08.1930, rûpel 212.

134 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 166. O`Lîrîji bo C. Klêrk 23.10.1930; dîsa li wir, W. Mêtyûzji bo C. Klêrk 15.11.1930, kopîya.

135 Dîsa li wir, belge 175. C. Klêrk ji bo wezîrê karên der yê Brîtanîya Mezin A. Hêndêrson, 03.12.1930, kopîya. Di nîveka sala 1930î da 500 kurdên, ku leşkerên tirkan bi dû wan ketibûn, ji Tirkîyê derbazî Farizistan bûn.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev