Zûgotinok û têderxistinok

Zûgotinok û têderxistinok

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend zûgotinokan û têderxistinokan raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 178

 

ZÛGOTINOK

 

Baso, Naso, Reso

Sê-sê şema

Sê şo sabûn

Şabaş dan.

 

Malê, kanê

Mera mala

Melle Resûl.

 

Silq sil, sêva kêvçî

Min sêv xor, silq bir

Sil ma li cî.

 

Rûvî li rê livî

Rê li rûvî livî.

 

Tivir-tivir kêvçîda

Min tivir xwar

Yek ma cîda.

 

Şemo, Şemo

Sê, sê şema

Sê şo sabûn

Şabaş daye.

 

Şîv kundir

Paşîv kundir

Eza rindtir

Naxum kundir.

 

Şîv kêran

Paşîv kêran

Eza dêran

Naxum kêran.

 

Şîv tirşo

Paşîv tirşo

Eza xirşo

Naxum tirşo.

 

Şîv qeysî

Paşîv qeysî

Eze şemsî

Naxum qeysî.

 

 

TÊDERXISTINOK

 

Av dinyayê têr dike

Çi avê têr dike?

 

(Tava êvarê)

 

Ew çîye?

Avê dixim – naşkê

Kevir dixim – dişkê?

 

(Hêk)

 

Ew çîye?

Apikê minî lingekî

Çû ber garana gundekî.

 

(Mêkut)

 

Ew çîye?

Apikê minî rûkurkirî

Dardakirî.

 

(Derî)

 

Ew çîye?

Apekî min heye aplerî

Şaşik li sêrî fenerî

Tûka xwe avîte ber derî?

 

(Tîrênca tevê)

 

Ew çîye?

Aşe, aşe

Çar feraşe

Dudu pêşe

Dudu paşe.

 

(Gihanê çêleka)

 

Ew çîye?

Binî qul

Serî qul

Ortêda av û agir.

 

(Semewar)

 

Ew çîye?

Bazarek heye

Husinî qezaye

Fatê ristîye

Eyşo badaye

Celo navda paldaye

Ez diçim, tu dimînî

Bigerî, negerî

Min nabînî.

 

(Kûsî)

 

Ew çîye?

Bêjingeke min heye

Tijî kapin, deqek ortêye.

 

(Siteyr û hîv)

 

Ew çîye?

Tiştekî min heye

Bera sore, çermê şîn

Kilîta hesin.

 

(Zeveş, kêr)

 

Ew çîye?

Behrê fûr da

Misîn çiv da

Hûtek derket

Nûrek dêvda.

 

(Lemp)

 

Ew çîye?

Tiştekî min heye:

Vî alî dîwar

Wî alî dîwar

Navda tiştekî har.

 

(Şûr)

 

Ew çîye?

Tiştekî min heye

Ga diçe

Boçik naçe.

 

(Kevçî)

 

Ew çîye?

Ga dibim ser avê

Ga avê venaxwe

Boçik avê vedixwe.

 

(Pilta çirê)

 

Ew çîye?

Tiştekî min heye

Girê goştî

Pêpelînga hesinî.

 

(Hesp û zîn)

 

Ew çîye?

Daranok, çermanok

Teqledîzo, zirçanok.

 

(Meşk)

 

Ew çîye?

Dare

Li ser darê hinare

Li ser hinarê biste

Li ser bistê riste.

 

(Teşî)

 

Ew çîye?

Dare

Serê darê gopale

Belgê darê heft hezare.

 

(Dêl û bijîyê hespê)

 

Ew çîye?

Dareke min heye dara dere

Teyrekî sipî li jorda sere

Nukulê wî teyrî zêrê zere

 

(Pêçira)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev