EURIPÎDÊS -1

EURIPÎDÊS -1

Ev nivîsa serokê Komeleya Nivîskarên kurd li Swed Ali Kut,

ku di eynî wextê da bi navê Gird Elî nivîskarê malpera me ye,

pir balkêş e û, wek dibêjin, bi bêhnekê tê xwendin.

Beşa wê a duduyan emê sibê çap bikin.

 

Gird Elî

 

Medea -I-

 

KESÊN DI PÎYESÊ DE


Medea

Jason
Dadok
Destirman
Kreon
Aigeus
Zarokên Medea
Qasid
Koro ya jinên ji Korînt
Pêşkêşkirin 431 bz Atîna
Prologos
Dadok

Xwezîka keştiya Argo qe di nawbêna wan Symplegadên hêşîn re nefirîya û negihişta Kolkhîs!
Xwezîka tu kajên newala Pelîonê neketana û nebana bêrikên keştiyê di dest zilaman de,
da tu kesî nedaba pey postê zêrîn ji key Pelîas re!
Ger ew nehatibana ê xanima min Medea ku bi evîna vî Jasonî sermest bûye,
li gel wan nehatiba keleha Iolkos,
û wê keçên key Pelîas nexapandina ku bavê xwe bikujin
û dê qe bi zarok û merê xwe ve bar nekira, nehata Korînt.
Penaberek ku dixwaze xwe bi xelkê vê derê ve şêrîn bike.
Wê, bi xwe, bi hemî şêweyî bi ya Jason kiriye, ji gotina wî derneketiye der.
Ma ne ya herî baş jî ev e: ku jin bi ya mêrê xwe bike. Lê nuha, bi dû ku Jason bêbextî
bi xanima min û zarokan re kiriye, evîndariyê ji mal bar kir û şûna xwe
ji kîn û nefretê re hiştiye.
Wî, cihê jina xwe bi ya dotmîrekê ve guherî.
Bi keça key Kreon re dizewice.
Û belengaza min Medea maf û rûmeta xwe winda dike.
Bi qêrîn, ”Wî soz dabû min”, dibê, ”bi destê min girtibû û hejandibû!”
Ew nifiran dike, lanetê lê tîne, dueyan ji Xwedayan dike ku bibin şahidê wê,
bê ji bo Jason çi kir û beramberî vê, çi xelat jê wergirt!
Li wir ramedandî ye, nikane tiştekî bixwe, janê bi hemî laşê wê girtiye û dilerizîne.
Ji wê bêhnka fam kir ku Jason bêbextî lê kiriye, bê westan digrî.
Red dike û enîya xwe ji erdê ranake û awirên xwe bilind nake.
Fena hîmekî û pêleke deryayî, ji şîret û teselîyên dostan re kerr e.
Carna, dema ku histuwê xwe yê spîçolkî dizîvirîne,
li ser bavê xwe yê ezîz digrî, bê çawa, dev ji xizm û welatê xwe berda
ji bo xatirê wî, xiyanet li tevan kir, pê re hat vir, yê ku ew bêrûmet kir.
Rebenê, bi şînkêşiyê, qîmetê welatê bavûkalan û buhayê koçberîyê fêr dibe.
Êdî, nema ji zarokên xwe hes dike, naxwaze wan bibîne.
Ez ditirsim ku tiştekî nemayî, ecêbekê, bike!
Gellekî bi hêrs e û heqaretan tehemul nake.
Ez wê nas dikim û jê ditirsim.
[Ew bêdeng dikane biçe ser nivînan û bihiş xencerekê di kezeba meriv de biçikîne]
Ew dikare, key an zilamê xwe bikuje û felaketên hê mezintir bi serê xwe de bîne.
Yeka xofdar e û yê ku dijminatîya wê bike, bi rehetî ji dest wê nafilite.
Va zarok hatin, temrîna beza îro qedîya;
belayên ku bi serê diya wan de hatiye, bala wan nakşîne.
Hîsên ciwan, fêrî êşê nebûne, hayê wan ji bayê felekê nîn e.
DESTIRMAN (ya ku li zarokan dinere)
Dadoka yextyar ya mala xanima min,
ji bo çi tu welê li ber derî rûniştiye û xwe bi xwe gazincan dikî?
Ma qey xanima me, Medea, naxwaze tu li gel wê be?
DADOK
Dosta ezîz, ev demeke tu li zarokên Jason dinerî û dizane ku
belayên bi serê sermîyanan de tên, ji bo xizmetkarên baş ezabên bi êş in.
Dilê min, bi xanima min ewqas êşîya, loma ez hatim vir,
da ji erd û ezman re şîna wê bibêjim.
DESTIRMAN
Ma rebenê hêj, dev ji gilîyên xwe bernedaye ?
DADOK
Tu zêde tiştekî nizane, wê hêj nû destpê kiriye.
DESTIRMAN
Bêhişa bêaqil! eger meriv bikarîba welê ji malxwêyan re bigota,
ger wê bizanîba bê min çi bihîstiye…
DADOK
Çi? Çi ye, ka bêje te çi bihîstiye?
DESTIRMAN
Ne tiştek. Rehme, ji bîr bike. Ez poşman bûm.
DADOK
Xwedê hebîna! Di nawbêna me xizmetkaran de tu sir nîn e!
Ger tu dixwazî ez dê hiş bim.
DESTIRMAN
Min dibihîst lê min di xwe dernedixist, li wir
li ber kanîya Peirenes ya pîroz, tu dizanî,
yextyar bi textikên xwe ên lîstikan li wir dicivin,
yekî got ku ê zarokên wê û diya wanji Korint ê biqewirînin.
Key welê dixwaze. Heqîqet? Qe nizanim.
Hêvî dikim ku ne rast be.
DADOK
Ez bawer nakim ku Jason bi vê yekê razî bibe. Qe qebûl nake! Bi diya wan re ne li hev e. Lê ne bi zarokan re.
DESTIRMAN
Merivantîya nû, tu dizanî. Meriv ya kevn terk dike.
Ev zilam, Jason, ne dostê vê malê ye.
DADOK
Em hêj ji felaketa berê nefilitî ne.
Û yeka din, em çem û çem diçin.
DESTIRMAN
Wê demê hiş be, dengê xwe neke.
Hêj, ne wext e ku ew pê bihise, tiştekî bizanibe.
DADOK
Zarokno, hûn dibînin bê bavê we çi miamelê bi we re dikî!
Ez naxwazim tiştek were serê wî, nifiran lê nakim,
ji ber ku ew sermîyanê min e,
lê ew xirabîyê bi ên herî nêzîkî xwe re dike.
DESTIRMAN
Fena hemî merivan. Piştî ku bav ji bo işqa xwe ya nû
dev ji zarokên xwe berdide tu dibînî,
ma qey tiştekî nû ye?
DADOK
Derbasî hundurû bibin zarokno! Ê her tişt biedile.
Û tu, heta ji te bê wan jê dûr bixe,
nêzîkî wê nebin, ew ne li ser hişê xwe ye.
Ez dibînim, ew fena lawirekî bi mesafe, ziq li wan dinere
û xezaba wê danakeve heta derba xwe lê ne xe.
Hêvî dikim ku zerar bighêje dijminan, ne dostan.
MEDEA
Axx!
Ev çi êş û işkence ne,
ez nema dikarim, dixwazim bimrim!
DADOK
Weke hûn dibihîzin, zarokên delal, ew hêrs bûye,
di ruhê xwe de, di xwîna xwe de ew hêrs bûye.
Ecele bikin, bazdin hundurê malê,
xwe nêzîkî wê nekin û ji awirên wê biparêzin,
ez gumrehî û rikeberîya wê dizanim,
nuha ew ji hemî gavan bêtir dagirtî û kovî ye!
Bi lez derbasî hundurû bibin.
Ewrên reş ên lomeyan li hev dicivin,
û eseh ê li pey vê bahozek dest pê bike.
Xezaba ku wê di ruhê xwe de civandiye tirsdar e.
Heqaret li hestên wê ên bi zor kehîkirî hatiye kirin.
Ka nuha ê çi biqewume, kes nizane.
MEDEA
Axx!
Çima eviya bi serê min de hat! Ezê berê xwe bidim kê,
kî ê li halê min bigrî! Zarokên dayikek jê nefretkirî: nalet li we bê,
xwedê bela xwe bide we, vê malê bi ser we û bavê we de bixîne!
DADOK
Bes e, zêde nebêje, bes e!
Ma çi gunehên zarokan heye, bavê wan xete kiriye, li hember te neheqî kiriye,
tu divê hersa xwe ji serê zarokan dernexî!
Zarokno, ez ditirsim, dilê min bi taswas e ku tiştek biqewume.
Ya ku her tim ferman daye zû bi zû ji ya xwe danakeve.
Baştir e ku meriv jiyaneke asayî bijî, basît û ewle,
Xwedê bike ez jiyaneke welê bê payan û sade derbas bikim.
Mezînahî qe min navê, ji bo fanîyan jî ya herî baş ev e.
Jiyan ji xwe vê piştrast dike, dema ku xwedan hêrs dibin
belayên mezin bi serê merivan de dibarînin.

 

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev