Komara Tirkiyeyê tesadufeke tarîxî ye, ne berdewama tarîxeke xwezayî ye

Komara Tirkiyeyê tesadufeke tarîxî ye, ne berdewama tarîxeke xwezayî ye

Fuat Önen, sîyasetmedar

 

Ez ê di sê-çar xalan de jî qala Sîstema Serwerîya Tirkan bikim. Dîroka Tirkan ya fermî, avakirina vê dewletê bi herbeke mîlî îzah dike. Dibêjin ku ji Gulana 1919an heta sala 1923yan me şerekî mîlî daye, di netîceya vî şerê mîlî de jî, me ev cumhûrîyet ava kiriye.

 

Ji xêndî Tirkan, tu gelên ku ji împaratorîyê mane, ne xwedîyê tezeke wisa ne. Wek nimûne; di herba cîhanê ya yekem de, împaratorîya Almanî jî belav bû, di şer de têk çû û bi Peymana Versayê ku dibêjin ji bo Almanan ev sedema herba cîhanê ya duyem e, gelek zordestî li Almanan hat kirin.

 

Feqet nehat bîra tu Almanî ku vê herba ku tê de têk çûne wek herbeke mîlî biparêzin. Împaratorîya Awûstûrya-Macarîstan jî di herba cîhanê ya yekem de têk çû, nehat bîra wan jî ku vê xisara xwe, vê têkçûn û biçûkbûna împaratorîya xwe wek herbeke mîlî tarîf bikin.

Tenha hat bîra îdeolog û sîyasetmedarên Tirkan ku wek împaratorîyekê ketine herbekê, di wê herbê de têk çûne, kîjan împaratorî di kîjan şerî de têk here ew ê hin xisaran bibîne; ax, aborî, hêza leşkerî û gelek tiştên din yên împaratorîyê wê kêm bibin.

 

Ev tiştekî xwezayî ye, lê Tirkan ev berovajî kiriye; mayina xwe ya li ser lingan, tiştên ji împaratorîyê di dest wan de mane, wek herbeke mîlî tarîf kirine.

 

Yek jê, divê ev bê redkirin, tiştekî wenî li holê tuneye. Hun împaratorî bûn, hun ketin herbekê û we wenda kir, hun têk çûn. Ji ber ku we wenda kir, hun ê bedela wendakirinê jî bibînin. We şer kiriye ku hun sînorê xwe biçûktir nekin, temama hedefa şerê ji 1919an heta 1923yan ev e û Mîsaki Mîlîya wan jî ev e. Mîsaki Mîlî dibêje ku, gava peymana mutarekê hat îmzekirin, çi axa di bin serwerîya dewleta Osmanî de maye, em ji wê tawîz nadin.

 

Ev peymana mutarekê, peymaneke kolonyalîst e, ew peyman ji xwe re kiriye referans û dibêje ku ez ji wir şûn ve gavê navêjim.

 

Çi eleqeya vê helwestê bi herba mîlî re heye? Te xwestiye ku tiştên ku tu wenda dikî li derekê bisekinîne, temama wateya herba ji 1919an heta 1923yan ev e.

 

Jixwe ev dewama herba yekem e, herba yekem di 1918an de bi derbekê naqede, erê Konferansa Parîsê ya Aşitîyê çêdibe, nîzama piştî herbê li wir tê tayînkirin, lê wek depremên ku li pê deprema sereke pêk tên, herba cîhanê ya yekem hîn didome, pirtir jî li herêma me ev şer didome, li Rojhilata Nêzîk ev şer didome.

 

Ev sîstem perçeyekî sîstema cîhanê hatiye qebûlkirin, serdestên herba cîhanê ya yekem, nîzameke dewletê li ser dinyayê ferz kirine û bingeha vê nîzamê jî li Konferansa Aşitiyê ya Parîsê hatiye danîn, hin dezgehên navdewletî ava kirine; Cemîyetî Akwam (bi Kurmancî em dikarin bibêjin Koma Miletan), yek ji wan dezgehan e.

 

Bi destê vê dezgehê sîstemeke dewletê li herêma me ava kirine. Komara Tirkiyê, perçeyekî vê sîstemê ye, avakerên vê sîstemê xwestine ku, wek dewama Osmanî dewletek bibe perçeyekî vê sîstemê, ne ku bi hêz û şerê îtîhatçiyan an beşê wan yê mînîmalîst ku ji wan re dibêjin Kemalîst, ev dewlet ava bûye, ev dewlet perçeyekî vê sîstemê ava bûye.

 

http://bazekurdistan.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev