EURIPÎDÊS -2

EURIPÎDÊS -2

Ev nivîsa serokê Komeleya Nivîskarên kurd li Swed Ali Kut,

ku di eynî wextê da bi navê Gird Elî nivîskarê malpera me ye,

pir balkêş e û, wek dibêjin, bi bêhnekê tê xwendin.

Beşa wê a pêşin med uh çap kir.

Fermo, beşa duduyan bixwînin û wek me lezetê jê bibînin!

 

Gird Elî

 

MEDEA -II-

 

(destpêka vê wergerê me duh çap kiribû)

Parodos

KORO (ji jinên Korînt)
Wexta li ber derî bûm, min qêrînek bihîst,
dengek bêhêvî û dilşikestî bû.
Gelo ev qêrînên wê ne, ew jina mahcir ji Kolkhîs? Ka bêje bê
çi qewumîye, ez dixwazim fêr bibim: ez nikarim şa bim, dema
cîranên min bi êş bin. Jinik û malbata wê dostên min in.
DADOK
Ew malbat. Êdî nema ye. Qelîya!
Sermiyanê malê li xwazgîniya dotmîrekê ye,
lewra, ew wexta xwe bi ezabkêşiyê li hundurû dibuhurîne.
Şîret û gotinên tu dostekî nikanin xanima min aşt û teselî bikin.
MEDEA
Axx!
Çima ji asîman birûzkek venade, li nava serê min nakeve,
da min ji vî ezabî xelas ke! Jiyana min veguherî, bû çol û qir,
ez tika dikim ji mirinê da zû were min ji vî ezabî azad bike!
KORO
Ey xwedayan! Zeus, ê Tavê û ê Erdê,
hingê guh bidine gilîyên vê jina ciwan.
Tu mirinê dixwazî, lewra, tu dizanî:
himêza wê sar e û taritîyeke abadin
dibe para merivan.
Mirinê nexwaze!
Zilam ji yeka din hes dike, tu şerê wî neke.
Wî bispêre xwedê. Bilasebeb hêsiran li pey wî nebarîne,
êdî bes e!
MEDEA
Ho Themisa dadmendîyê û tu Artemis, ew gunehkarê Jason
sozdarê min e, ewçend sûnd xwarin û nuha çi bi serê min dike?
Ew û ya din heqaretê li min dikin,
ji ber wê, ez dixwazim ew mehû bibin, keleh û seraya
mîritîyê bi ser wan de hilweşê. Ho bavê min ê ezîz, bajarê min ê şêrîn,
min xiyanet li we kir û paşê birayê xwe kuşt, ji ber vê ez şermdar im!
DADOK
Hûn bi xwe dibihîzin ku ew çawa dilovanî û alîkarîyê ji
nobedara sozmendîyê Themis û Zeûs ê ku
çavdêrê sûndxwarinên me ye, tika dike.
Û xişma wê ya hêrsok,
Zû bi zû aşt nabe.
KORO
Ez dê çawa wê derxim der ba xwe
da min bibîne, guhdarîya min bike
gotinonên min bibihîze.
Bawerim ez dikarim alîkarîya wê bikim
bihêlim ku ji qehr û hêrsa xwe dakeve.
Xezeb ne li fêda tu kesî ye.
Dostanî pêwist e.
Biçe wê bîne,
Jê re bêje ku ji kûraya dilê xwe
ez dixwazim alîkarîya wê bikim.
Ez dibihîzim bê ew şîn bi çi hêrsê vedide,
ew dikane zerare bighîne zarokan ku tu neçe hundurû!
DADOK
Ez dê biceribînim, lê bawer nakim ku xanima min
Medea zû bi zû aşt bibe.
Tişta ku ji destê min bê ez dê bikim, lê ne hêsan e.
Fena şepalekê bi cewrên xwe re, dema ku em xizmetkarên wê
li ser tilîkan jî xwe nêzîkî wê dikin, awîrên kovî di me vedide.
Ewên berê, ku ji dîwan û dawetan re qesîde û stran çê dikirin
belkî xeşîm bûn, diva bû zanîba na ku bi musîk û dengên xweş
meriv çawa barê êşê û şînkêşiya fanîyan sivik dike.
Lewra, evîya dibin sedemê mirin, qederên bedbext û
mehûkirina malbatan. Eger bi stran û muzîkê
meriv bikarîba ev birîn derman bikirana ê
qezencek pirr dewlemend ba, lê na!
Li ser wan sufreyên ji teamên cûr be cûr tiştên welê nafikirin.
Tenê mey û xwarin zewq û çêjê dide merivan û
strana pîroz ji bîr dikin.
KORO
Ev qêrîna
ji keser, girînê û bêhêviyê
agir bi kezeba min xist, ez bi bez hatim vir:
Gilîyek ji mêrekî neheq ku bêbextî li zewaca bi
wê re kiriye,
dueyek ji Themis, pîreka Zeus, ya ku sûndên hatine kirin
diparêze, dikim. Sûndekê tenê hişt ku Medea
di ser ava reş re were Yewnanê, ev kilîda ji xwê ya derya fereh.
Epeisodion
MEDEA
Ho jinên Korint, ez derdikevim der, ji ber tirsa ku hûn min nedin
ber şermê û nebêjin ev pozbilind e. Ez gellek kesên welê nas dikim
ku di ruwên wan de quretiyek xuya ye û xwe ji ber xelkê vedişêrin.
Kesên welê nayên heskirin.
Çavên merivan ne dadmendekî rasteqîn e:
Di gel ku tu xirabîyek ne kiribe jî, carnan,
meriv bi awireke firolek dikane cîranê xwe gunehkar bike.
Biyanîyeke fena min, divê xwe fêrî derdorê bike
da di çavê xelkê de beloq nebe. Lê ez lê warqilîm
ku merivên li vir çê dibin, hevedin diêşînin.
Aha wusa ye: min tu tişt nizanî bû, ji nişka ve
bi serê min de hat, giyanê min perçe bû,
xwesteka min ya jiyînê firî çû û nuha ez dixwazim bimrim!
Ji ber ku ew ê ku hemî tiştê min bû, ew baş dizane,
welê diyar kir ku mêrê min, zilamê herî xirab e.
Ji wan hemî jîndarên li ser ruwê erdê
ên ku jîn û hişmendî wergirtiye, jin ya herî naçar û heyf lê ye.
Pêşin em divê buhayê mêrekî bidin û paşê jî laşê xwe bikin koleyê wî.
Ezab zêdetir dibe, dema meriv xwe bi xwe dipirse ka, gelo ew zalim e,
pêbawer e, an mizawir e. Cihêbûn, şermeke mezin e ji bo jinê
û jin mecbûr e ku dilê zilêm xweş bike. Û ji bo kesên biyanî
ku urf û adetên welatê nû nizanin, evîya kambaxîyek mezin e:
Ya ku meriv li malê dizanîbû li vir derbas nabe, meriv divê mîna remildarekî
pêşbîn be da bikaribe ê biyanî di nav nivînan de razî bike.
Eger tu bi ser bikevî, û mêrê te gilî neke, ji te razî be, wê demê jiyan xweş e.
Eger na be, wê demê mirin baştir e.
Dema zilamek ji jiyana bi malbatî aciz dibe diçe der,
çavê xwe berdide yar û dostikan, ji rêzê derdikeve
lê em her nerehet in û dilê me ji bo giyanekî tenê bi taswas e
û ew jî yê wî bi xwe ye.
Tê gotin ku jiyana jinê ji ya zilam ewletir e,
lewre, zilam her tim, divê rima wî dest de û ji şerî re amade be.
Evîya xelet e! Bi dilxweşî, sê caran bi şûr û mertal diçim cengê
li şûna ku yek zarokî biwelidînim!
Ezîzan, ez dizanim hûn welê nafikirin, hûn xwedî welatekî ne,
bajarekî we heye, cih û warê bavûkalên we ye, we xwedî dike,
meriv û dostên we hene, lê ez tenê me,
bê welat û ji teref zilamekî ve bêrûmetkirî, weke malê talanê ji warekî
biyanî ez anîm vê derê. Ez ji dê, bira û merivên xwe bêrî me, ku dema tofanek raba
min dê lengera xwe li ba wan bihavêta.
Ez tenê tiştekî ji we tika dikim, tenê yek: dema ku min rêyek dît û heyfa xwe
Ji zilamê xwe hilanî, [ji wê û bavê wê î key jî] ez dixwazim ku hûn hiş bin.
Jin gellekî tirsonek in, ji şer û çekan ditirsin, lê dema ku di zewacê de
heqaretek li wan hat, zalim dibin, hestê wan tî yî xwînê dibe.
KORO
Ez soz didim. Heyfa xwe ji mêrê xwe hilîne û wî ceza bike.
Ya rast jî ev e. Medea heyfa xwe hilîne. Wa key tê, Kreon bi xwe
belkî jî ji bo ku biryarên xwe ên nuh ragihîne.
KREON
Tu, ya ku bi awirên har li min dinêre,
jina ku li hember mêrê xwe derketiye, Medea,
ez fermanê didim te ku berya demekê ji vî welatî derkeve,
li gel her du zarokên xwe biçe. Ez li vir dipêm, ta ku ev fermana min pêk were.
Ez paşde venagerim seraya xwe heta ku te dersînor nekim.
MEDEA
Waxx! Mala min nuha xirab bû, ez dimrim.
Dijminên min bi ser ketin, rêyek, çareyeke min nema.
Di gel ku min diêşîne dîsan jî dixwazim pirsekê ji te bikim, Kreon,
Çima tu min nefî dikî?
KREON
Rasterast ji te re dibêjim, ji ber tirsa min ya ji te ye.
Ez ditirsim ku tu xirabîyekê bi keça min bikî. Gellek sebebê vê
ên rasteqîn hene: Tu yeka ku xirabî ji te tê û di vî karî de jêhati ye.
Nuha jî tu birîndar î, te cihê xwe li ber dilê zilamê xwe winda kir,
li min ku destê keça xwe dirêjî zilamê te kiriye, li keça min û zilamê xwe
bi hêrs î –min bihîstiye ku te gef jî li me xwarine-. Ez xwe diparêzim.
Ji dêlva ku paşê li çogê xwe xim, baştir e ku kîn û nefreta te ji nuha de werbigrim.
MEDEA
Ho!
Kreon, ev ne cara pêşin e ku vî navûdengê min
zerar daye min. Kesên aqilmend divê zarokên xwe
bi zêdekarî perwerde nekin, piçek zanist bes e,
an dê bikevin çavê xelkê û dê ji wan çavnebarî û hesûdîyan bikin.
Dema tu ji cahilan re fikrên nû bilêv bikî
tu dê fena cahilekî bi nav bibî û dê te bê fêde û teral bihesibînin.
Û ku tu ji begên aqilmend jî bi aqiltir be
ê ji te biqeherin.
Aha ya min jî, welê bi serê min de hat.
Aqilmendîya min, bû belaya serê min û hişt ku hinek hifza xwe ji min bikin.
Lê şîyana min ewçend ne zêde ye. Tu ditirsî. Ji ber çi?
Xirabîya min. Ne, wele nericife Kreon.
Ma ez li hember keyan çi dikarim bikim?
Ma te tu xirabî bi min kiriye? Te tenê destê keça xwe
daye yekî ku te jê hes kiriye. Ez vê biryara te aqilmend
dibînim û tiştekî din di vê derbarê de nabêjim.
Ez ji mêrê xwe aciz bûme, ne ji te.
Daweta xwe bikin. Ser xêrê be. Lê bihêle ez li cihekî rûnêm!
Belê li min neheqî hat kirin,
lê ez dizanim ku min winda kiriye û ji ber vê jî hiş im.
KREON
Gotinên te gellekî pak û nerm in. Lê ez dizanim bê tu dikanî çi
bi serê meriv de bînî û ji ber wê jî ez diricifim.
Û bawerîya xwe, nuha, ji berê bêtir, qe bi te naynim.
Ez dikarim şerê jineke dirdirok û bi hêrs an zilamekî welê bi rehetî bikim,
lê ya yeka fêlbaz û bêdeng zehmet e. Ji ber vê bilez ji vir biçe, axaftin xêr nake.
Fermana min nayê guhertin. Tu ji min nefret dikî.
Li tu rêyên ku tu li vir bimînî negere.
MEDEA
Ez ji te rica dikim, ji bo xatirê keça te, ew bûka ciwan!
KREON
Bilasebeb gotinan serf neke, tu kes min elaqedar nake.
MEDEA
Bê yî ku tu guh bidî ricayên min tu min nefî dikî?
KREON
Xwîn û goştê min qimetir e ji bo min.
MEDEA
Welatê bavûkalên min, nuha ez çiqasî qîmetê te dizanim!
KREON
Heskiryên min ê herî nêz zarokên min in.
MEDEA
Heskirin! Ji bo merivan çi lahneteke bi êş e.
KREON
Evîya li gor merc û cî tê guherîn.
MEDEA
Zeus! Yê ku ev felaket bi serê min de hanî ye nehêle ji xezeba te biflite!
KREON
Dînikê, biceheme! Û min ji vî derdî xelas ke.
MEDEA
Ya dertkêş ez im, Kreon.
KREON
Zû biçe an dê bihêlim bi çeplên te bigrin û bi dû xwe de kaş bikin.
MEDEA
Ne, ne welê, ez ji te rica dikim, ne welê…
KREON
Ez dibînim ku tu bi rehetî ji vir naçî.
MEDEA
Ez dê ji vir biçim, rica min ne ev e.
KREON
Na lê, nexwe tu li benda çi ye?
MEDEA
Tenê rojekê. Rojek bi tenê. Pêwistiya min pê heye.
Ez divê bifikirim bê ez dê bi kû ve biçim,
û cihekî ewle ji bo zarokên min li kû heye,
lewra, ku bav dev ji wan berda ye,
ji bo debara wan divê ez hin hazirîyan bikim.
Bila hinekî dilê te bi wan bişewite, tu bi xwe jî bav e!
Endîşa min ne ji ber min e, seba zarokan e
ku kambaxîyek welê bi serê wan de hat.
KREON
Bawerke, ez ne yekî zalim im.
Lê ev dilpakiya min, li ser min buha rûniştiye.
Yek roj. Ez dê rojekê mohlet bidime te, jinikê
ez dizanim ev xelet e. Ez ji nuha de dibêjim:
eger sibê, li vî welatî, tirêjên berbangê li te û zarokên te veda,
tu ya mirinê ye! Van gotinên min bike guhar di guhên xwe de.
Û ji xwe ku di hişê te de xirabiyek hebe tu dê negihê di rojekê de pêk bîne,
rojek ji te re mohlet.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev