Nameyên evînî -76

Nameyên evînî -76

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

 

Hinek hene ji hev hez dikin ji ber ku nikarin hez nekin. Hinek hene ji hev hez dikin, ji ber ku hînî hev bûne, elimîne hev. Ez Nura xwe hez dikim, ji ber ku li cihanê a here layiqî hezkirinê Nura min e. Li cihanê ji her tiştî pirtir hez dikim ji Nurayê hez bikim.

 

¤¤¤


Em ji rewşekê derbazî rewşeke din bûne. Rewşa nû xweştir e û bawerî dide me. Eynî tişt di bêrîkirinê û hezkirinê da dikare biqewime. Me berê ji hevdu hez dikir û pir bêrîya hev dikir. Niha kêm bêrîya hev dikin, lê pirtir hez dikin.

Belkî tiştên ez dibêjim ne wisan e, lê texmîn dikim, ku tu bi temamî a min î, wê demê êdî ezê çima bêrîya te bikim, baştir e ji te hez bikim û berhemên xwe bixum.

Lê dîsa jî na, ji kolanê derbaz dibim, tu bi min ra nî, carina bêrîkirina min ewqas kûr dibe, ku ji zû kutana dilê xwe hîs dikim ku ez çiqas ji te hez dikim.

Neyse, xweş e, ku tu heyî û tu a min î.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev