Çar mijarên giring û aktuel -2

Çar mijarên giring û aktuel -2

Nivîskarê malpera me nivîseke balkêş ya jêhînbûnê, çavdayînê û gelekî kêrhatî nivîsîye. Ji ber ku wî 4 mijarên sereke yên avabûn û pêşxistina welatê me ji gotara xwe ra kirîye bingeh, me du mijar duh çap kirin, du mijarên din jî îro çap dikin.  

 

Suleiman Sulevani

”Eger tu bixwazî xelkê biguhirî, ji xwe dest pê bike.

Ev hem bikêr e û hem bê xeter e”

Dale Canegie (1888 – 1955)

 

Civateke sekuler

Rêz û hurmet ji hemû olan re, lê nabe ol (dîn) serdestî û rêveberiya jiyana siyasî û civakî bike. Di sistemeke sekuler (ilmanî) de nabe ol hîkariyê li ser sistema hukumdariyê bike. Sistema dewletê jibo hemû hemwelatiyan e, lê ol ji bo takekes û civatan e. Gotina ”Ol ji bo Xwedê ye û welat ji bo hemûyan e” rast e û di cihê xwe de ye. Di bin sîwana sistema sekuler de her kes dikare bijî û jiyana xwe bipêş bibe, çi oldar be, çi ateist (ne bawermend) be yan her çi ideolojiyeke din hebe, ji rastê herî rast kapitalismê bigre heya çepê herî çep komunizmê. Di civateke sekuler de rêz ji yasa heye, ji ber ku hemû kes li pêş yasa wekhev in.

Mixabin, medya kurdî di vî warî de roleke ne ewqas pozitiv dilîze. Di hine helkeftinên olî de, ekranên TV:yan tije programên olî dibin ku taybet in ji bo olekê. Karê medyavan, zanyariyan bide hemwelatiyan û çavên wan veke ser dewlemendiya civata xwe, ser kultur, ziman, kelepur û tradisyona xwe, ser pêşketina cihanê û rêyên başkirina jiyana mirovê kurd, azadiya bîr û baweriyê bide xwe û mêvanên xwe, bêyî ku kes bêrêzîya kesê hemberê xwe bike.

Take rêk ji bo pêşketina Kurdistanê û bidestanîna azadiyê û wekheviya siyasî û civakî ew e, ku ol (dîn) ji dewletê cuda be. Ol, ji desalata siyasî û sistema xwendin û fêrkirinê cuda be.

Mirovê azadîxwaz, wekhevîxwaz û mirovhez gereke xebat bo vê erka pîroz bike û hewl bide ew sistem bicih bibe li Kurdistanê. Sistema sekuler parêzvaniyê ji her olekê, çînekê û kesekê re dike, bêyî cudabûn û ne weke hinek propaganda wê dikin û xelkê ditirsînin ku sistema sekuler dijî olê ye û ji bo berelayî, leşfiroşîyê û bêmoraliyê ye. Sistema sekuler hêza xwe ji bo civakeke nûjen, modern û hemdem ji zagonên gerdunî û hemdemî distîne.

 

Zimanê kurdî û alfabeya latînî.

Ziman hebûn e û yê kurdan ji milletên din cuda dike û wan digehîne hev ne ol e, belku ziman e. Zimanê kurdî di gel hemû astengîyên ji bêdewletbûnê tê, pir pêşve çûye û keda gelek intellektuelên kurd di vê pêşveçûnê de heye. Mirov matmayî dimîne dema dibîne ku kurdiya Sovyeta berê, kurdiya bakur û kurdiya rojava ewqas xweş, zelal û paqij e. Lê kurdiya başûr (xemxorên ziman û welat ne têde) kurdiya wan ewqas pêş neketiye, berevajî wê belkû li paş maye û xirab bûye. Ewqas gotinên erebî bikar tînin ku çi xweşiyê di zimanê kurdî de nahêlin, nexasim ger mirov bizane ew dever nêzikê 30 salan azad e. TV û programên wan bi taybetî yên kurmancî (behdînî) tevî programçêker û spîker (çend kes ne tê de) kurdîya wan ne ewqas baş e, jixwe behsa mêvanan nakim, piraniya wan nîvê gotinên wan erebî ne. Bila şaş neyê têgehiştin, ez ne dijî bikaranîna gotinên erebî me û gotinên cihê xwe di zimanê kurdî de girtine, çi gotina min ser wan nîne. Lê ger kurdîya wan gotinan hebe û her kes pê dizane, çima erebî? Gotinên mîna ziman dikin (luxe), pirs dikin (sual), pêkvejiyan dikin (teaîş), pêşeroj dikin (musteqbel), derve dikin (xaric), heval dikin (sedîq), deng dikin (sewt) û hwd ku dibe absurd jibo kurdekî/ê erebî nizane li wan têbigehe yan jî xweşiyê ji naverok û zimanê wan bigre. Ziman bihele, kurd dihelin.

Paradoks li wir e, hine medyavan û hunermendên kurd ji beşên din yên Kurdistanê ku li başur dijîn yan xweş xweş diçin wir û kurdiya wan gelek baş e, ew jî dema diaxivin, bi gotinên erebî kurdîya xwe şêlo mêlo dikin. Di heman demî de kesên Japonî, Korêî, Elmanî, Bengladêşî, Ingilîz, Amerîkî û hwd yên li başûr dijîn, xwe fêrî zimanê kurdî kirine û ew bi zimanekî kurdî yê xweş û zelal diaxivin û hema bêje gotinên erebî bikar naînin. Gelo çima wilo ye û şaşî li ku ye?!

Di warê alfabeya kurdî de çi hatiye kirin û çima desalat û intelektuelên Kurdistanê û bi taybetî yên li başûr, gavên berbiçav neavêtine jibo bikaranîna YEK alfabeyê; cihê pirsyarê ye. Her kes dizane ji bo YEKÎTIYA me kurdan û hev têgehiştinê, gavên herî baş mirov bavêje, di warê ziman de ye, û ji ziman jî mirov ji ALFABEyê dest pê dike. Em behsa zimanê standart û yekgirtî nakin, bila her dialekt û zarava jiyana xwe bike û pêşve here, lê gereke em bi YEK ALFABEyê bixwînin û binvêsin. Ew alfabe jî jiber gelek eger û argumentên maqul û nêzî LATÎNÎ ye. Alfabeya kurdî ya latînî, alfabeyeke fonetîk e, ango her tîpek îşareta dengekî ye û ji alfabeyên din (erebî, kîrîlî) baştir bersiva dengên zimanê kurdî dide. Û loma jî pir hêsan e mirov xwe fêrî xwendin û nivîsandina Latînî bike.

Dagirkerên Kurdistanê, bi taybetî Îraq û Turkiye naxwazin Alfabeya başûr bibe latînî. Latînîkirina alfabeya kurdî li başûr gaveke stratijî û pêwist e ji bo yekitiya miletê kurd. Bo dagirkeran ew gaveke siyasî ye û wê di berjewendiya xwe de nabînin. Tirk naxwazin kurdên başûr nêzîkî kurdên bakur û beşên din bibe û Îraq jî naxwaze kurd xwe cuda bike û ji ereban dûr bikeve. Her wesa hine intelektuelên Soran û oldarên kurd jî naxwazin alfabe bibe latînî, ji ber ku Quran bi erebî ye û goya gelek berhemên klasîk û nûjen bi wê alfabeya erebî hatine nivêsîn. Kurdên başûr gereke û bi taybetî desalata siyasî ya başûr wê gavê bavêje û alfabeyê bike latînî, yan jî bi kêmanî nuha latînî paralel digel alfabeya erebî bê bikaranîn, ew di mekteban de bê xwendin. Ev wê bibe gaveke yekcar mezin ji bo pêşeroja yekitiya milletê kurd û derbeke hemberî nehezên Kurdistanê. Lê heya desalata başûr wê gava wêrek bavêje, gereke intelektuelên kurd, medyakar û hunermend bi giranî serê xwe bi vê pirsê ve biêşînin û gavên pozitiv bavêjin di warê bikaranîna alfabeya LATÎNÎ de.

Ne hewce ye mirov intelektuel be yan siyasetvan be da alfabeya LATÎNÎ bikar bîne. Ev gaveke biçûk e di praktîkê de, lê mezin e di wateya xwe de. Kurdistan, pêwistiya wê heye bi xelkekê ku bikare berpirsiyariyên biçûk û mezin rake, xizmetekê bike, çi biçûk çi mezin, û kevirekê deyne ser dîwarê kurdayetiyê û dewletê.

Hêjayî gotinê ye, li başûr gelek konferans, panel, festivalên kulturî tên lidarxistin û di wan çalakiyan de gelek pispor ji welat, welatên cîran û cihanê beşdar dibin. Xwezî desalata başûr konferansên weha sazkiriba ser stratejiya netewî ya kurd, ser dewletbûnê, ser jenosid û pêşeroja kurdên êzdî, ser diaspora kurd, ser zimanê kurdî û gelek mijarên din yên aktuel ku sirf peywendîdar bin bi pêşeroja kurd û Kurdistanê û bi beşdariya pisporên kurd yên li welat û diasporayê.

Dem ne dema rawistanê ye û da kurd nekeve û dereng nemîne gereke tenê bo pêş here û xwe bi pêşve bibe. Albert Einstein dibêje: ”Jiyan weke ajotina bisiklêtê ye. Da tu balansa xwe rabigrî gereke berdeambo pêş bajoyî”. Erê, balansa kurdan jî tenê di pêşveçûnê de ye, û piştî REFERANDOMA 25/9-2017:an de pêşveçûn tenê di avakirina dewletê de ye. Ji bilî wê armancê her tişt dibe ketin û şikestin!

 

P.S. beşa pêşin li vir bixwînin: 

Çar mijarên giring û aktuel -1

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *