
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Gelo hûn dikarin behsa HIN TAYBETMENDÎYÊN DEVOKA TORÊ bikin?
Bersîv: -Di devoka Torê (derdora Kerboran, Hezex, Midyad, Kercews, Nisêbîn heta em dikarin bibêjin derdora Qamişlo jî…) de paşgirên cihnav ên kesane weha ne:
Ez …. -im
Tu ….. -ê (Di kurdiya standard bûyî de bêhtir ev -Î ye.)
Ew …. -ê (Di kurdiya standard bûyî de bêhtir ev -E ye.)
Em …. -in
Hûn … -in
Ew … -in
mînak:
Ez dixwim
Tu dixwê (Nabêjin: “Tu dixwî.”)
Ew dixwê (Nabêjin: “Ew dixwe.”)
Em dixwin
Hûn dixwin
Ew dixwin
Ji ber, di kesê yekhijmar ê sêyan de paşgira “-Ê dibe -E gelek kes dibêjin qey çi paşgira bi -Ê biqede dibe -E û ji nezaniyê diçin di nivîsên xwe de paşgira kesê yekhijmar ê duyan jî dikine -E.
mînak:
Tu xwe çi dihesibîne?
Tu çi dixwe?
Tu dizane.
Tu dê bibêje.
Ger tu şekir be ez jî hunguvîn im.
Riataza