“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -4

“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -4

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan”. Em îro beşa çaran raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 179 

Dîtindarên ji Îraqê û Tirkîyê ji berê da texmîn dikirin, ku di buhara sala 1931ê da tevgera li Kurdistana Tirkîyê wê careke din dest pê bibe. Hemû eşîretên Dîyarbekirê, Mêrdînê, Sîîrtê, Erzurumê, Ezirganê, Bîtlîsê hogirtîya xwe bi ûsyanvanên Araratê ra îlan kirin û gotin, ku amade ne tevî wan bibin. Ew pêşbînîyên desthilata Tirkîyê ya leşkerî û sivîl derheqa wê yekê da, ku ewana ji heq û hesabên kurdan hatine der, berk dihatine înkarkirin136.

Bi rastî jî, di buhara sala 1931ê da kurdên Araratê û cînarên wan yên nêzîk careke din serî hildan. Berî wê mehkemeya Saleheddîn xilaz bûbû, ku 10 sal û nîv ceza danê (ewqas kêm sal dayîn bi wê yekê ra girêdayî bû, ku Saleheddîn hela 21 salên xwe temam ne kiribû)137. Rast e, şer demeke dirêj kişand, lê di navbera tevaya sala 1931ê û beşek ji sala 1932an da tevger her diçû sisttir dibû. Hêzên herdu alîyan ne wekehev bûn. Bi gotina O`Lîrî, emelên bi destê Salih paşa dihatine pêkanînê, tu hêvî nedidane kurdan, ku wê bi ser kevin. Kurd du caran têk dan, gelek serekên xwe yên genc winda kirin. Ew him di hêla moralî da, him jî di hêla madî da qels bûn. Dîplomatê Îngilîs sebebê sereke yê têkçûyîna kurdan tunebûna yekîtîyê di nav tevgerê didît, ew jî ji wê dihat, ku eşîretên cuda tevî serhildanê dibûn. Bi bawerîya wî “xwefemdarîya miletîyê şertê sereke ye bona serkeftinê û serxwebûnê“, her tenê di têorîyê da hebû, ku ji alîyê “Xoybûn“ê û daşnakan da dihate propagandakirinê. Bi bawerîya wî, “kêm pevgirêdan hene di nav wan kesan da, yên ku dinivîsin û yên ku şer dikin“. O`Lîrî destnîşan dikir, ku tirk gerekê li Kurdistanê ser gelek dijwarîyan ra derbaz bibin û dibe xên ji zordestîyê, mecalên milahîmkirinê û di ber dil da hatinê jî bi kar bînin138.

Emelên leşkerî û sosîal-sîyasî, ku ji bo milahîmkirina Kurdistana Tirkîyê ji alîyê Enqereyê da di salên 1931-1932 dihatine pêkanînê, encamên li bendê bûn, ne dan. Kurd mecbûr bûn ber hêza mezin vekişin, lê nehatine rayê. Berxwedana kurdan berdewam bû û carna bi hêzeke nû va dest pê dibûn. Ji bo nimûne, di salên 1930-1932an da şerê kurdên Araratê di navçeya Patnosê da bê navbirî berdewam bû. Ew warê Îhsan Nûrî paşa bû. Di meha hezîranê sala 1931ê Îbrahîm paşa wek serleşkerê sereke kete dewsa wî. Serekê kurdan Elî Yunisê ji Botanê ji sala 1925an heta sala 1935an dijî hukumeta tirkan di nav halê şêr da bû û bi xurtî derdikete dijî bi destî zorê mihacirkirina kurdan139. Di payîza sala 1931ê da wezîrê karên der yê Tirkîyê Şukru Kaya beg û înspêktorê wilayetên rohilatê Îbrahîm Talî beg seredana warên welêt yên rohilatê kirin. Ewana xwesma ji bo rewşa li Dêrsimê sazbûyî xemgîn bûn û hema di wan deman da eşîretên di bin serokatîya Mehmûd beg da şerê hukumetê dikirin. “Milliyet“a rojnameya Tirkîyeyê wê demê Dêrsim bi nav kir wek “beşeke welêt, lê dervayî qanûnê“140.

Hema bêje di wê demê da du karmendên baylozxaneya Brîtanîyayê li Stembolê – sêkrêtarê 1ê Robêrts û sêkrêtarê 3an Rêvênsdêyl seredana Anatolîya Rohilatê kirin. Wana di hesadayîna xwe da bi awayekî ciddî rewşa xirab ya piştî êkspêdîsyonên cezakirinê yên ordîya Tirkîyê dijî kurdan şirove dikirin. Wana xwesma behsa aborîya herêmê ya xirab dikirin, ku dibû sebebê rewşa aloz û tevlihevîyan di nava kurdan da, yên ku mecbûr bûn rêyên neqanûnî bibînin bona bikaribin neferên mala xwe xwedî bikin. Dîtindarên îngilîs hatine ser wê bawerîyê, ku bêy safîkirina pirsgirêkên aborî, nûjenkirina şertên jîyana kurdan ya sosîalî-aborî, milahîmkirina Kurdistana Tirkîyê ne mumkun e. Bi wê ra tevayî jî wana destnîşan dikir, ku pêvajoya tirkkirina kurdan leztir bûye û 60 selefê wan hewil didin bi tirkî fikirên xwe bêjin141.

Înspêksyona sereke ya yekemîn, ku Enqereyê di dawîya salên 20î da saz kiribû û wilayetên Mêrdînê, Ûrfayê, Dîyarbekirê, Elazigê, Hekarîyê, Wanê, Mûşê, Sîîrtê, Bayazîdê kontrol dikir, hewil da di deverên kurdan da hinek rêformên sosîal-aborî bide derbazkirinê û binecîyan “medenî” bike. Pirsdanîna wê strûktûra admînîstratîv, ku bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan hatibû sazkirin, ew bû, ku sîstêma derebegîyê, ku li vir hebû, bidine hilanînê, rêformên agrarîyê bikin, xebatên civakî bidine teşkîlkirin, di nav wan da çêkirina riya ji Enqerê ber bi wilayetên Hekarîyê û Wanê. Lê yek ji pirsdanînên înspêksyona sereke ew bû, ku bi kardarî şerê tevgera ûsyanvanên kurd bikin û bona wê mîlîsîya taybetî hate sazkirinê142.

Ne desthilata sereke ya Tirkîyê, ne jî înspêksyona sereke nikaribûn ev pirsdanînên jorê kivşkirî pêk bînin. Wana nikaribû ew kar bikira, ji ber ku daxwazkarîyên wan di bingehê da yên şovînîstîyê bûn, ku bi cûrê xwe va gelek berk û sext bûn û naveroka wan nasnekirina nasnameya kurdan, ji holê rakirina nasyonalîzma kurdan bû. Kurdên Tirkîyê di hindava xwe da nikaribûn bi van daxwazan ra razî bûbûna, ku di bingehê wê da asîmîlekirina kurdan ya gorî prînsîpên kemalîzmê bûn, ku xudêgiravî bona wê yekê bû, ku kurd bibine hemwelatîyên Tirkîyê yên tam, bêy ku nasnameya wan ya miletîyê bê naskirin.

Bi vî awahî, ji alîkî va bêtaqetîya serokatîya kemalîstan, ku di pirsa kurdan da xwe li rêyeke din bigire, ji alîkî din va jî nexwestina kurdan bi rewşa xwe ra razî bibin û derketina wan dijî her cûre tewlebazî û dijderketinên hukumetê, pirsgirêka kurdan li Tirkîyê asteng dikir û ji van hemûyan herdu alî jî nikaribûn çareyekê bibînin. Em wê jî bêjin, ku Enqere hewildaneke wisa kir – dest avîte mêtodên polîsîyê-admînîstratîv.

14ê hezîranê sala 1931ê yek ji qanûnên dijî kurdan hate qebûlkirin, ku gorî wê hemû mafên eşîretan – him mafên fermî, him jî yên li ser bingehê erf-edetan sazbûyî, ji holê hatine rakirin. Gorî zagûnê gerekê sê war bêne sazkirin bona “binecîyên ne tirk” bişînine wir. Li warê katêgorîya pêşin (Anatolîya Rohilatê) ew eşîret, qebîl û şexsîyet nikaribûn bihatana cîwarkirinê, ku “xwe li kûltûra tirkan ne girtine”; heta ew kesên bi esilê xwe va tirk jî, ku zimanê tirkî ji bîr kirine, gerekê ji wî warî bihatana derxistin an jî wisa bihatana cîwarkirin, “ku li der û dorên wan gerekê ne her tenê kesên bi esilê xwe va tirk bin”. Ji warê katêgorîya sisîyan (Tirkîya Awropayê) kesên ne tirk bi eynî sebebî cîguhastî cîkî din dikirin. Û ya dawî, ew eşîret û kesên bi eslê xwe va ne tirk dikaribûn cîguhastî li warê katêgorîya sisîyan (axa welêt ya mayî) bikin, ku ji warên pêşin û duduyan dihatine mihacirkirin. Xên ji wê, zagûn çend mecalên aborî û admînîstratîv jî dida ber çavan: avîtina riya hesin ji Xarpûtê (Elazig) heta Dêrsimê (Tuncelî), bicîkirina garnîzonên leşkerî yên taybet di navçeyên “xwedî giringîya taybet” yên deverên Kurdistanê, kivşkirina înspêktorên taybet143.

Wek pêşxistina prînsîpên wê zagûnê, ku bi bingehê xwe va bê ser-berate bû, zagûna 5ê gulanê ya sala 1932an hate qebûlkirin derheqa parevekirina welêt li ser çar warên bi prînsîpa, ku kurd gerekê lê bimînin. Sê ji wan li Kurdistanê hatine sazkirin, ya çaran qedexe bû, ku kurd lê bimînin ”bi sebebên sanîtarîyê, kûltûrîyê, sîyasî, stratêgî û parastina nîzam û qanûnan”. Gorî zagûnê, gerekê ew desthilata serekeşîran, axayan, began, şêxan bihata hilanînê, ku bi qanûnê an jî gorî erf-edetan gihîştîye wan. Tevaya milkê di bin destê eşîretan da, ango serekeşîran da, dibû milkê dewletê. Ew didane wan mihaciran, ku hewcê erd bûn. Wezîreta karên hundur malbetên wan serekeşîran ji wan waran yekê da bi cî kir, ku cesûsî kirine an jî, gorî bawerîya desthilatê, karekî dijî qanûnê kirine, bi gotineke din, kesên, ku bawerî bi wan nayê. Li hemûyan qedexe kiribûn warên jîyînê yên nû an jî mehelan li bajaran saz bikin, komên sinetkaran an jî bazirganan damezirînin, ”ku zimanê wan yê zikmakî ne tirkî ye”; herwiha destûra wezîreta karên hundur hebû wana rakin, eger berê hatine çêkirin. Xên ji wê, zagûnê qedexe dikir kesên welatên dereke li gundan bi cî bin, lê li bajaran û navçeyan jimara wan gerekê ji 10 selefan derbaztir nebe144.

Ev zagûn, ku ji bo kurdan ”jîyana riatîyê” saz dikir, ji bo wê bû, ku civaka kurdan ya bi dewrana sazbûyî ji hev bixe, derbeke giran bigihîne nasnameya wê, wê di hêla aborî da sist bike, nehêle tesîra wê di hêla sîyasî da hebe, û bi wê yekê va bawerîyên miletîyê kokbir bike, ji holê rake û bêserî bike. Binecîyên Tirkîyê yên kurd ev zagûn qebûl kirin wek kûrkirina sîyaseta zêrandina miletîyê û çiqas ji dest wê dihat, derdikete dijî wê, ku di jîyanê da pêk neyê, ji ber ku ser wê bawerîyê bû, ku ew ji bo heyetîya miletîyê xeter e. Tirs û xofa kurdan ji bo wê yekê jî zêde dibû, ku serekên tirkan venedişartin, ku ew dijî her daxwazeke kurdan ya di hindava parastina nasnameya wan da nin.

Serekwezîr Îsmet paşa di tebaxa sala 1930î da li Sivasê got: ”Li vî welatî hemû maf her tenê ji bo miletê tirk in. Heqê tu miletên din tune”. Sêkrêtarê sereke yê partîya Gelî-komarî Recep Peker, ku heyetîya miletê kurd kiribû bin şikê, ji ber ku ew xeyalên ”hisî û ruhî” ne, destnîşan dikir, ku ”ew milet nikare de`wa serxwebûnê bike, ku jimara wan çend sed hezar kes in an jî dibe mîlyonek bin”145 (lê di rastîyê da kurd deh caran zêdetir bûn). Wezîrê heqdadîyê Mehmûd Esed di dema rasthatina xwe ya tevî hilbijarvanan li Odêmîşê pir sert peyivî: ”Tirk xwedî-xudanê tekane yê vî welatî ne (herfên îtalîk yên çavkanîyê ne). Ew kesên, ku bi esil û xwîna xwe va ne tirk in, li vî welatî her tenê mafekî wan heye, mafê ku xulam bin, mafê ku qûl bin! Bira ev rastî him dijmin, him dost, him jî çiyayên me bizanibin”146. Çapemenîya nêzîkî hukumetê jî xwe li vê helwêstê girtibû (di Tirkîya kemalîstîyê da çapemenîyeke din tunebû). Lê rojnameya ”Hakimiet-i millie” ya di tebaxa sala 1930î da ji wê jî derbaztir bû (werger û herfên îtalîk yên K. G. Vasîlêvskî ne): ”Kurdên, ku me li Agrîdaxê malik li wan şewitand, wek hovên beyanî ber xwe didin û zanin jî, ku di xeterê da nin. Du cerdên talankaran yên din ji sînorên başûr bi bangawazîyên ”Kurdistana serbixwe” pêşda diçûn. Hilbet, tu kes şikber nîne, ku em daxwazeke wisa wek henekan qebûl dikin. Bona miletekî wisa, ku ferhenga wan serhevdu ji 200 gotinan e, cîyê herî baş ji bo otonomîya wan dikare, wek nimûne, Afrîka Navbendî be an jî berîstaneke wê, ku li wir kesên nîvmerî-nîvmeymûn dijîn. Lê Asîya warê medenîyeta kevinare ye, nikare daxwazkarîyên wisa qebûl bike. Daxwaza ji bo serxwebûnê di encama tevgerên îdêatîyê yên mezin û berfireh da dixuliqin. Aqilmendî û jêhatin merivan ber bi serxwebûnê dibin, lê ji bo kesên hovane, ku bê mejû û bê dil in, serxwebûn ji wan ra her tenê ji bo wê lazim e, ku bi awayekî bînfireh li daristanan û çiyan bigerin; serxwebûna, ku ew dixwezin, dikare her tenê ji bo kesên beredayî be. Kesên wê yekê dixwezin, heqê wan ew e, ku bêne hincirandin û hûrxweşkirin û em hema wisa jî tînine serê wan”147. Gelek rojnameyên tirkan bi argûmêntên ha yên merivxwerîyê, hovane, dijî zanyarîyê ne û bi nuxsankirinê va dagirtî bûn.

Enqereyê, ku bi dijwarîyeke mezin zora serhildana Araratê û tevgerên kurdan yên din bir, hinekî vehesîya, lê ew bêhnvedana wê vê carê demekê dirêj ne kişand. Lê, wek herdem, sertbûna pirsa kurdan li Tirkîyê di salên 20-30î tesîr ne tenê li ser rewşa welêt ya hundurîn kir. Wek îdî hatîye destnîşankirin, kurdên welatên cînarên Tirkîyê jî tevî serhildana li Kurdistana Tirkîyê bûn. Gotarnivîsên kovara Brîtanîyayê ”Nir Ist and India” di dema serhildanê ya herî sincirî da nivîsîn, ku ew serhildan ”pir ciddî” ye hema bi wê sebebê, ku kurdên Farizistanê, Îraqê û Sûrîyê têne hewara ûsyanvanan. Ew yek dibe sebeb, ku di navbera Enqerê û desthilatên mandatîyê yên Îraqê û Sûrîyê da xirab bibe. Eger em behsa Farizistanê bikin,- di kovarê da dihate destnîşankirin,- hukumeta wê dixwest sînorên bi Tirkîyê ra ”rasterê” bike. Tu dewleteke Roavayê piştgirîya damezirandina Kurdistana serbixwe ne dikir jî, lê dîsa jî Enqere ji bo rewşa sazbûyî ketibû xemgînîyê, ji ber ku kurd bi gelên welêt yên ne tirk ra jî di nava hevkarîyê da bûn148.

Di rastîyê da di dema serhildan germ û geş bûbû, Enqere her tenê ji sînorê Farizistanê xeter didît. Û Enqere ne tenê ji kar û emelên kurdên Farizistanê ditirsîya, ku alîkarîya kurdên xwe yên Tirkîyê dikirin, him bi leşkeran, him jî bi çekan û cebirxaneyan va, lê herwiha ji helwêsta ”xêrnexwezîyê” ya hukumeta Farizistanê jî, ku şikyatên Tirkîyê yên di hindava bûyerên li ser axa wê, di herêma Araratê da diqewimîn, înkar dikir û piş guhên xwe va davît149. Leşkerên tirkan, ku bi dû ûsyanvanên kurdan ketibûn û xwe berdabûna nava axa Farizistanê, bi balafiran êrîş dibirine ser axa Bakur-Roavaya Farizistanê150. Ev emel bi rêyên dîplomatîk gelek deng dan û herdu welat hev gunehkar dikirin. Baylozê Tirkîyê li Tehranê Memduh Şevket beg çend caran gazinê xwe ji hukumeta Farizistanê kir, çapemenîya tirkan dikire hewar-gazî, ku cesûsên îngilîs, opozîsyonêrên ermenî û tirk tevî serhildanê dibin151. Femdarî ye, ku dîplomatên Farizistanê jî bê deng ne diman.

Derheqa krîza di nav pêwendîyên Tirkîyê-Farizistanê di dema serhildana kurdan da Yusuf begê hevalbendê Kemal jî got, ku ketibû dewsa Memduh Şewket begê, yê ku di wê yekê da hatibû gunehkarkirin, ku di wextê da nikaribû rewşa aloz aram bike. Yusuf beg ber Tehranê pêşnîyar kir hinek axan hev biguhêrin: ber Farizistanê pêşnîyar hate kirinê dewsa axa rohilata çiyayê Araratê, axa der û dorên Rewandûzê bidinê, ku Kurdistana Başûr û Rohilatê digihîne hev. Tirkîya di hevraxeberdanên tevî nûnerê Farizistanê li Enqereyê ra du altêrnatîv raber kir: an hûnê bi lez sînorên berpalên Araratê yên rovayê qewîn bikin, an tirk wê li ser axa Farizistanê bi dû kurdan kevin. Tirkan heta sitendina bersîvê ew ”maf” bi serî xwe bi kar dianî152.

Hevraxeberdan demdirêj û dijwar bûn. Dîplomatên Brîtanîyayê li Farizistanê bawerî pê ne dianîn, ku hevkarîya di navbera Tirkîyê û Farizistanê di pirsa kurdan da wê berhemdar be. Bi bawerîya wan, tenê piştî dawîanîna serhildana kurdan ew hevraxeberdan dikaribûn encam bidana û herdu alî jî bê sebir li benda wê bûn.

Di destpêka îlona sala 1930î da, ango dema serhildan sist dibû, nûnerê Brîtanîyayê li Tehranê Robêrt Klayv rastî Memduh Şewket û Teymûrtaş hat, ku hazir dibûn ji paytextê Farizistanê derkevin. Di sohbeta tevî baylozê Tirkîyê da ji bo Klayv ya here giring ew bû ka fikira wî derheqa emelên Yekîtîya Sovyet girêdayî serhildana Araratê ra çi ye. Memduh Şewket tam înkar dikir, ku rûs tevî tevgera kurdan dibin û derheqa helwêsta Yekîtîya Sovyet da bi dilxweşî dipeyivî (lê emelên ermenîyan wî hinekî xemgîn dikir)153. Teymûrtaş jî digot, ku di sîyaseta Tirkîyê, Farizistanê û Îraqê di hindava pirsa kurdan da ferqîyetên mezin hene. Bi bawerîya wî, Tirkîya xwe li riya qirkirina kurdan girtîye, ku nabe pişta wê bawerîyê bigirin, ji ber ku nabe tevaya miletekî qir bikin. Sîyaseta Farizistanê ha ye – her tişt wek xwe bihêlin û ”hêrsa” kurdan ranekin. Lê hukumeta Îraqê, ku guh dida şêwrên Îngilîs, sîyaseta ”qedirgirtina” kurdan di hêla zimên, dibistana û h.w.d da derbaz dikir û hewil dida ”standarta jîyanê” ya wan bide bilindkirin û ev yek dikare ”tesîreke hişyarîyê” li ser kurdên Tirkîyê û Farizistanê bihêle. Bi wê yekê ra girêdayî Teymûrtaş got, ku ew bi xemgînî li paşeroja pirsgirêka kurdan dinihêre. Rast e, Bexda dijî yekbûna Kurdistanê ye, lê sîyaseta wê – gava pêşin e ber bi wê154.

Bawerîyên ha yên zaneyê Farizistanê di pirsa kurdan da alî wê yekê ne dikirin, ku bi Enqerê ra hevfemkirin hebe derheqa pirsgirêkên heyî da, di nav wan da yên ser sînor jî.

Di rastîyê da hevraxeberdanên Tirkîyê-Farizistanê yên derheqa pirsên ser sînor da weke sal û nîvekê kişandin (heta destpêka sala 1932an) û gelek caran ew digîhandin sertbûna pêwendîyan û tirsa, ku ew pêwendî wê qut bibin, hebû. Tirkîya de`wa qeydekirina pirsgirêkên ser sînor yên dora çiyayê Agrî daxê dikir û gef dixwar hêzê bi kar bîne, leşkerên xwe berevî dora Bayazîdê dikir. Fariz xwe li riya nerm girtibûn, her tenê derdiketine dijî wê yekê, ku leşkerên tirkan bikevine nava axa wan û dewsa wê pêşnîyar dikirin, ku herdu ordî bira opêrasyonên xwe yên dijî kurdan ser sînorê alîyê xwe bikin. Tirk bi wan ra razî bû, bi şertê, ku wan opêrasyonan bi hev ra bikin.

Di tebaxa sala 1930î da komîsyona Tirkîyê-Farizistanê ya ser sînor li Makûyê berevî civîna xwe ya pêşin bû. Ji alîyê beşa Farizistanê sedir Serdar Êntessor bû155. Di nav demeke kurt da di nav karê komîsyonê da pêşketin xuya bû, ew jî ew bû, ku Farizistan qayîl bû çend pirsên ser sînor yên biçûk rasterê bike. Enqere jî, ku di payîza sala 1930î da zora ûsyanvanên kurd biribû (lê ne tam) di hindava xwe da razî bû helwêsta xwe ya berê ya di hindava kurdan da hinekî nermtir bike. Behs bela bûn, ku Fethî beg, ku sala 1925an ji karê serekwezîrîyê hatibû avîtin, dikaribû careke din paşda gazî wî bikirana bona amadekirina sîyaseteke ”diha pêşverû” di pirsa kurdan da. Di dawîya sala 1930î da Farizistanê di ber Tirkîyê da çend berdaxwerinên nû kir, razî bû beşeke axa dora Araratê bide wê û dewsê axa başûrê zona ser sînor bistîne. Bi wê ra tevayî Tehran ew hewildanên xwe berdewam dikir, ku helwêsta dijî tirkan ya eşîretên kurdên Farizistanê û serekên kurdên Tirkîyê (di nav wan da Îhsan Nûrî jî), ku xwe li ser axa wan veşartibûn, bi kar bîne bona di pirsa ser sînor da zor li Enqerê bike156.

 

Riataza

 

136Dîsa li wir, dexle 365, belge 11. Ji nivîsa zabitê dayîreya cesûsîyê ya Mûsilê, 06.02.1931, kopîya; belge 33, hejmar 2. Ji nivîsa baylozê BrîtanîyaMezin li Enqerê O`Lîrîya 24.03.1931, kopîya.

137 OM. 1931, hejmar 3, rûpel 138-139.

138 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 365, rûpel 33-34. Ji nivîsa roja 23.03.1931.

139 OM. 1930, hejmar 10, rûpel 473; Schmidt D. A. Journey among Brave Men, rûpel 58-59; Correspondanced`Orient. Hejmar 397, janvier 1931, rûpel 36. Mehkemeyên di hindava serekên kurdan yên bi bawerîya desthilata tirkan bi xeter her berdewam bûn. Biro Heso, birayên wî – Eyub, Ferzende û yên din hatine kuştin. Di çileya paşin sala 1931ê da deh tevgelên serhildana Araratê li Edeneyê hatin mehkemekirin. Payîza sala 1932an li Sîîrtê yek ji serekên serhildana sala 1925an – ŞêxEbdurehman hate kuştin (OM. 11931, hejmar 11; hejmar 12).

140 OM. 1931, hejmar 12, rûpel 585.

141 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 1546, belge 100-103. Jêdera ji hesabdayîna derheqa kurdan û serhildanên wan da ya 21.07.1931. Rozita Forbs jî hema bêje hate ser wê bawerîyê, ku di hindava ûsyanvanên kurdan da fikirên wisa bi kar dianî, ku xwesma hinkûfî wan bawerîyan bûn, ku di çapemenîya wê demê yaTirkîyê da hebû, lê ew yek him di çapemenîya Roavayê, him jî ya Sovyet da dihate bikaranînê. Ewê bi xwe bala xwe daye talankirin û şêlandinên ”cerdên” kurdan û hatîye ser wê bawerîyê, ku heta kurd ”medenî nebin”, ango heta rê neyêne çêkirin û bazirganî nekeve nava qamê xwe û eşîyayên kurdan li sûkên Awropayê neyêne firotanê, kurd wê zirarê bidine cihanê û aramîya sê welatan (qesta wê Tirkîya, Farizistan û Îraq in). ”Riya ser Kurdistanê ra wê bibe serdazêdayîyeke giring li ser rêyên Erebistanê û Asîyayê”,-ew destnîşan dike, lê di ser da zêde dike: tenê piştî aramkirina welêt (binhêre: Forbes R. ConflictAngora to Afghanistan, rûpel 291-292, 317).

142Derheqa hûrgilîyên karê wê da binhêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 131-148; OM. 1930, hejmar 9, rûpel 444.

143 AVPRF, fonda 132, 1940, çente 25a, dexle 3, belge 6-7.

144Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 32-33; Schmidt D. A. Journeyamong Brave Men, rûpel 59; herwiha binhêre: Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên Tirkîyê yên bakur-rohilatê, rûpel 7-8.

145Ghassemlou A. R. Kurdistan and the Kurds. Praha, 1965, rûpel 58.

146Rambout L. Les kurdeset le droit, rûpel 31.

147Vasîlêv K. Sebeb û hêzên rêvebiryên serhildanên kurdan, rûpel 101.

148 NEI. Hejmar 1004, 14.08.1930, rûpel 170.

149AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 363, belge 142, 149-152, 154-156.

150 Dîsa li wir, belge 157, 167. Kopîyayên nivîsa baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê ji bo Wezîreta karên der 09.07.1930 û konsûlê Brîtanîyayê li Tebrîzê ji bo nûnerê li Tehranê ya 29.07.1930, hejmar 159. Tirk di şerê dijî kurdan da balafirên Almanîyayê û Fransîyayê bi kar dianîn (dîsa li wir, dexle 364, belge 130. Konsûlê Brîtanîyayê li Helebê ji bo Wezîreta karên der, 20.10.1930, kopîya). Wezîreta karên der ya Farizistanê, gorî malûmatîyên rojnameyên Tehranê, salixên derheqa wê yekê da, ku leşkerên Tirkîyê ketine axa Farizistanê, înkar dikir (dîsa li wir, dexle 363, belge 238. Jêdera ji rojnameya ”Şefagê sorh”).

151 OM. 1930, hejmar 7, rûpel 293-295. Di şiroveya wê kovarê da tê gotin, ku tevgera kurdan li Tirkîyê ya rêaksyonîyê ye, ji ber ku ”binecîyên kurd xirab fêrî rêformên nûjen dikirin” û ku ”daxwaza kurdan, ku dewleta xwe ya otonom an jî serbixwe saz bikin, hemû kurdan digihîne hev”. Bi wê ra tevayî li vir tê gotinê, ku tevgera kurdan bi tevgera gelên Kavkazê yên Yekîtîya Sovyet ra girêdayî ye, lê ji bo wê îzbatîyan nayne. Xudanê wê şiroveyê, ku behsa pêwendîyên Tirkîyê-Farizistanê yên di rûyê serî hildanên kurdan da xirabbûyî dike, ser wê bawerîyê ye, ku 10 hezar kurd derbazî ser axa Farizistanê bûne (OM. 1930, hejmar 8, rûpel 337, 364).

152 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 6-7. Nivîsaji bo nûnerê li Tehranê R. Klayv 25.08.1930, kopîya; belge 19-20. Ji baylozxaneya Brîtanîyayê li Konstantînopolîsê ji bo A. Hêndêrson 06.08.1930, kopîya.

153Lê di çapemenîya tirkan da, bêy ku tu îzbatî hebin, behsa ”Helandayîna Sovyet” dikirin û digotin, ku ew çekan dide kurdan (AVPRF, fonda 132, çente 15, dexle 23, belge 1).

154Dîsa li wir, dexle 294, belge 127-128. Nivîsa ji bo Forin Ofisêya 03.09.1930, hejmar 431, kopîya; dexle 364, belge 14-15; AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 154, belge 110. Konsûlê Brîtanîyayê li Tebrîzê S. Palmêr ji bo baylozê li Tehranê P. Dodd, 23.07.1931, rûpel 110.

155 NEI. Hejmar 1004, 14.08.1930, rûpel 200, 212.

156Dîsa li wir. Hejmar 1006, 28.08.1930, rûpel 226; hejmar 1022, 25.12.1930, rûpel 709.710; AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 154, belge 130, hejmar 46. Jêdera ji malûmatîyên cesûsîyê yên polîsa Îraqê, 13.11.1931.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *