Du berhemên zanyarî ji zanyarê kurd

Du berhemên zanyarî ji zanyarê kurd

”Farisîzm û erebîzm di kurmancî da” û ”Êzdî û dînê wan”

 

Sala 2019an du berhemên Rohilatzan, doktorê aborîzanîyê, profêsor Kerîm Amoêv bi zimanê rûsî çap bûn bi sernivîsa ”Farisîzm û erebîzm di kurmancî da” (weşanxaneya “Hekeri”) û ”Êzdî û dînê wan” (çapa duduyan ya zanyarî bi serdazêdekirinan va; weşanxaneya “Hekerî”).

Di berhema pêşin da cara yekê di nava Rohilatzanîyê da hewildaneke zanyarî tê kirinê bona azirûkirina pirsa derheqa tesîra zimanên farisî û erebî li ser kurmancîya zimanê kurdî. Bona vê armancê xudanê berhemê weke 1,5 hezar gotin hilbijartîye, li ser wan lêkolînên zanyarî yên zimanzanîyê kirîye.

Ji lêkolînê derketîye hole, ku ji gotinên jihevhildayî 51,1 % gotin ji farisî hatine ketine zimanê me, 46,2% ji erebî hatine û tenê 2,3 % ji tirkî û 0,4 % jî ji zimanên din (piranî ji hurumî, ango yûnanî).

Bi bawerîya zanyar, bi tevayî di kurmancî da weke 8-10 % gotinan ji zimanên din hatine deynkirin (piranî ji farisî û erebî).

Berhema duduyan derheqa dîroka kêmlêkolînkirî ya xuliqîna dînê êzdîyan da ne. Di wê da xalên bingehîn yên dînê êzdîtîyê hatine lêkolînkirinê. Guhdarîya sereke hatîye danînê ser sêgoşeya wî dînî – Tawisî Melek, Êzdîd û Şêx Adî. Di wê da wergera rûsî ya kitêbên ruhanî yên êzdîyan û kurmancîya wan ya îroyîn hatine raberkirinê.

Xudanê berhemê dema nivîsara wan berhemên dîrokî, pirsên girêdayî xudantîya wan û bi ziman va girêdayî dîhar kirîye; bi hûrgilî pirsên lêkolînkirina êtnogênêza êzdîyan û nasnameya wan hatine azirûkirinê.

Di berhema zanyarî da analîzeke kûr ya himberîhevkirinê hatîye kirinê derheqa pirsên cihanzanîya berhemên ruhanî yên êzdîyan û yên Încîlê da.

Herdu berhem dikarin kêrî pêşekzanan – rohilatzanan, dîrokzanan, kurdzanan, dînzanîyê û herwiha gelek xwendevanan bên.

Kê ku bixweze van berheman peyda bike, dikare bi vê navnîşanê bi me ra bê girêdan: kerimamoev@mail.ru

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *