Hevpeyvîneke taybet li ser ”Rêbera Rastnivîsînê”

Hevpeyvîneke taybet li ser ”Rêbera Rastnivîsînê”

Kerem bikin, berdewama hevpeyvîna me ya duh bixwînin,

ku nivîskarê malpera me bi çend endamên

”Komxebata Kurmancî”yê re kirîye.

 

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi taybetî ji bo Riataza

Komxebata Kurmancîyê, ya ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de hatîye avakirin û bi siponserî û serperştîya wê xebatên xwe hêj didomîne, piştî 7 civînên ku bi dirêjahîya du salan hatin lidarxistin, berhema “Rêbera Rastnivîsînê” amade kir.

Berhema ku ji 229 rûpelan pêk dihê, çapa wê ya ewil di meha kanûna paşîn a 2019an de li Stenbolê hat çapkirin.

Rêbera Rastnivîsînê bi xebateke komî û hevbeş hatîye amadekirin; tê de 18 zimannasên kurd ên ji tevahîya deverên Kurdistanê beşdar bûne, ew jî ev in:

Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Sûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.

Di pêşgotina pirtûkê de hatiye nivîsîn ku berhema Mistefa Aydogan a bi navê “Rêbera Rastnivînê” bûye bingeha berhemê.

Di Rêberê de dirûvê resen ê gelek form û bêje û kêşanan hatîye parastin û tercîhkirin, her wiha termînolojîyeke cuda ji bo hêmanên zimanî hatîye bikaranîn. Ev yeka han, bû sedem ku ji alîyê xwendevan û nivîskarên kurdîyê ve rexne bihêne kirin û derîyên nîqaşine nû yên zimanî vebin.

Bi armanca nasîna rastîya hin xalên nakok û dubend, her wiha ji bo bidestxistina bersiva hin pirsên civata şopînerên kurdîyê, min bi sê endamên Komxebata Kurmancîyê: Bahoz Baran, Samî Tan û Mustefa Aydogan re hevpeyvînek kirîye. Serê pêşîn hevpeyvîna bi Bahoz Baran re hat weşandin , a niha ya bi Samî Tan re li jêrê diweşînim û herî dawî ez ê hevpeyvîna bi Mustefa Aydogan re ya ku ji her duyên berî xwe firehtir û dirêjtir e belav bikim.

-Weku dîyar e, Komxebatê bi temamî xwe spartîye “Rêbera Rastnivîsînê” ya M. Mustefa Aydoganî û tu cudahîyên mezin di navbeyna her du rêberan da tune ne. Ji erêkirina naveroka rêbera Aydoganî biwêdetir, tiştekî din î berbiçav li rêbera Weqfê hatîye kêmkirin û zêdekirin?

Belê komxebatê berhema birêz Mustafa Aydoganî (ku ew jî yek ji beşdarên çalak ê komxebatê bû) ji xwe ra kire bingeh, lê belê hemû mijarên di wê xebatê da ji nîqaş û gotûbêjan ra hatin vekirin, hin guhartinên berbiçav tê da çêbûn. Bo nimûne mijara paşdaçekan, /da/ û /ra/, veqetandeka nenasyar a ji bo kesên mê û hwd. Heçî mijarên ku hatibin erêkirin jî piştî gotûbêj û nîqaş dûvedirêj hatine erêkirin.

-Ji bo rastnivîsîna kurmancîyê, ji rûpela 85an heta rûpela 89an, lîsteyeke dûdirêj bi navên erebî yên ku “deme” (ضمة) di wan de heye hatîye bicihkirin û bi dehan navên ku di kurmancîyê de kêm tên bikaranîn û kurmancîya wan a resen heye, hatine rêzkirin. Heta çi radeyê rast e ku mirov awayê rast ê nivîsîna wan peyv û têgehên erebî di rêbereke rastnivîsînê ya kurmancî de destnîşan bike?

Ne tenê ew mijar, rastnivîsîna gelek peyvên din ên biyanî jî di Rêbera Rastnivîsînê da bûye warê lêhûrbûnê. Ji ber ku ew peyv bi awayekî bûne parçeyekî gencîneya zimanê kurdî û di warê rastnivîsîna wan da serêşî hene. Bi taybetî gelek peyvên erebî derbasî nav zimanê kurdî bûne, hinekan ji wan kirasê kurdî li xwe kirîye, hinek jî wekî xwe mane. Hewldana me ji bo vê yekê bû ku em di warê rastnivîsîna wan peyvan da alozî û nelihevîyên heyî ji holê rakin. Ji ber vê yekê ev lîsteya dirêj a ji van peyvên erebî û çend lîste jî ji peyvên ku ji zimanên ewropî hatine nava kurdî, di vê rêberê da bûne warê vekolan û lêhûrbûnê.

-Gelo tu yê berhema xwe “Rêzimana Kurmancî” li gorî rêgezên “Rêbera Rastnivîsînê” ji nû ve sererast û çap nekî?

Belê, piştî ku çapa wê qedîya, di çapa nû da ez ê van biryarên komxebata me li ber çavan bigirim û li gorî wê hinek guhartinan tê da çêkim, her wiha di warê termînolojîyê da jî ez ê di çapa nû ya xebata xwe da biryarên me yên der barê termînolojîya zimannasîyê da li ber çavan bigirim.

-Ji bo demên bê, çi xebat û projeyên Weqfa Mezopomyayê yên rêzimanî hene û mumkin e ku hejmara zimanzanên Komxebata Kurmancîyê zêdetir an kêmtir bibe?

Weqfa Mezopotamyayê hewl dide ku bi van xebatên xwe bingeha mufredata perwerdehîya zanîngehekê amade bike. Lewma jî xebatên weqfê bi çapkirina rêbera rastnivîsînê dest pê kir, niha jî li ser termên zimannasîyê xebat dihê kirin da ku ew jî wekî ferhenga zimannasîyê were çapkirin. Her wiha xebatek jî li ser termînolojîya hiqûqê (mafnasîyê) hate kirin, niha ew jî ji bo çapkirinê dihê amadekirin. Komxebatekê jî li ser termînolojîya tenduristîyê dest pê kiriye, ew ê piştî du salan encamên xwe bide.

Xebatên Weqfa Mezopotamyayê yên der barê zimanê kurdî da berdewam in, ji bo her mijarê komên cuda dixebitin, komxebat jî ji zimannasên kurd ra vekirî ne. Rêveberên weqfê li gorî hêz û şîyana xwe hewl daye ku hemû kes û sazîyên di warê zimanê kurdî de şareza û pispor, beşdarî van xebatan bikin. Piştî ku xebat bi dawî dibe jî ji gelek kesan û sazîyan ra dihê şandin, rexne û pêşnîyarên wan dihên wergirtin, li gorî wan bîr û ramanan hinek guhartin dihên kirin.

Fermo, beşa pêşin li vira bixwînin: 

Derbarê “Rêbera Rastnivîsînê” de…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *