Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 32

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 32

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mîr Hesen ji qîza xwe pirsî ka çima tiştekî weha kir; birayê Bedrê jî heman pirs li xûşka xwe kir.

Dûratê dest bi axaftinê kir: “Ez ê ji we re behsa hemû serpêhatiyan bikim û divê ji we re bêjim tiştine seyr û sosret hatin serê me, ku di van rûdan û teşqeleyan de, sergovendî ez bûm” got û bi wî awayî ji bavê xwe re û ji wan kesên li wira hazir re, behsa qedexebûna mêrkirina wê ya bi kurapê wê re, dû qedexekirina zewacê plana revê, barîna şilîyê û nehatina pismamê wê, rasthatina wê û Mihemed û li ber qeşengî û bedewiya Mihemed bi heft dilan dilketina wê û behsa zewaca wan kir.

Bi qedandina Dûratê re, Bedrê dest pê kir; wê jî ji birayê xwe re qala wergirtina nameya Bedrê, bi destxistina şûrê efsûnî, kuştina dêw û zewaca xwe kir.

Di dawiyê de Nûzhetê bona Feylesof Ziraccan dest bi çîroka xwe kir û wê jî behsa hatina Mihemed a bêxçe, xweveşartina wî ya di bin kursî, sêv xwarina wî û daxwaza hersê hevalan a jiyîna di malekê de û li hev anîna qederê kir.

Feylesof Ziraccan, bavê Dûratê û birayê Bedrê bi wan serpêhatiyên ecêb û nedîtî şaş û matel mabûn. Dema ew tevî axaftinan dibûn, Mihemed û Mîr Fîdoûs ne li wir bûn.

Çaxa Mihemed vegeriya hate qesrê, Bedr el Maha bi berda çû, behsa hatina bavê Dûratê, birayê xwe û Feylesof Ziraccan kir û ji wî xwest here hundur, xêrhatin û kêfxweşiyê bide wan.

Ew jî derbasî salonê bû, silav û xêrhatin da wan, mêvan jî rabûn ser xwe, sipasiya wî kirin, hal û hewalê hev pirsîn. Mêvana ji şikl û şimalê wî, ji axaftin û şêwa wî têderxistin ku ew mîrek e, him jî mîrekî tesîrdar û bi bandor e.

Feylesof Ziraccan bala xwe da bejn û bal û çakûçê Mihemed, dû re fikirî ku bo qîzekê tiştê herî baş dîtina mêrekî lewend e, ku wan hersê dotmîran jî dabûn pey qedera xwe, pey lewendê xwe û di dawiyê de bidest xistibûn.

Mîr Hesen, birayê Bedrê û Feylesof gelekî ji Mihemed hez kirin, sê rojan bûn mêvanê Mihemed, ku ew hersê roj, rojên herî xweş ên jiyana wan bûn.

Dema wextê birêketinê hat, Feylesof got, ku ger Nûzhet nêzîkê wî be, wê gelekî baş be, ku nikaribû ji Nuzhetê dûr bisekine. Bavê Dûratê û birayê Bedrê jî heman tişt xwestin, lê prênsesan gotin tiştekî wisa bêîmkan e, ku nikarin ji hev cihê û dûrî hev bijîn.

Dûra Feylesof Ziraccan xeber da û got:

Çareseriyek heye û dê derdê me hemûyan re bibe derman. Ger hersê dotmîr bi zilamê xwe ve herin qesra Mîr Hesen, li wê derê jiyana xwe bidomînin, em ê jî herin li wira bimînin. Ew teglîfa maqûl ji aliyê hemûyan ve hat qebûl kirin û bo derketina rê dest bi haziriya xwe kirin.

Mihemed çû ba Mîr Fîdoûs, jê re behsa hatina mêvanên xwe û wergirtina hinek biryaran kir. Mîr Fîdoûs şande pey mêvana, ew teglîfê qesra xwe kirin, bêqisûr bi ezet û qulix çend roja malovaniya wan kir.

Dema bihîst ku planeke wan a çûyinê heye, got: “Ez li ber biryara kesî ranabim, nikarim bêjim herin an jî neçin, lê bo min çûyina Mihemed zor e, dijwar e”. Mihemed got:

“Cihêbûn zor e, çûyin dijwar e, ez jî naxwazim herim, lêbelê nikarim Dûratê xemgîn bikim, ku wê gelek tişt sewa min kir”. Mîr Fîdoûs:

“Tu çawa dixwazî wisa bike kurê min, tu bi dilê xwe yî. Mîrekî mîrekîya te ye, welat welatê te ye û ji xeynî te jî tu mîratgirê min tune”.

Xatir ji hev xwestin, li balona xwe siwar bûn û bi hewa ketin. Dema wê derketina rê, xeber ji Wezîr Muşîr re jî şandin, bo were Bajarê Bircan, ku Mihemed dixwest Muşîr di rêvebiriya mîrekiyê de bi erk û wezîfe bike.

Siyariyan xwe gîhandin qesra Mîr Hesen, ji efendimê xwe re bêjim, mîr bo hatina mêvanên xwe şahî û cejneke mezin îlan kir. Qesreke rewneqdar da Mihemed û dotmîran, feylesof Ziraccan jî ji xwe re ciyek hilbijart û ji bo avakirina qesreke pir delal emir da cinekî.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *