Şerê qral û kulîlkan

Şerê qral û kulîlkan

Çîrokeke gelêrî

 

Şeyhmus Özzengin

 

Hebû tinebû, dem ji deman, qralek hebû. Zalim bû, zalim.

Rojekê bi giregirên xwe û komek leşkerên xwe re derdikeve seyd û seyranê. Li mêrgekê rast tê. Mêrg, bi bilûra şivanan û dengê şahlûl û bilbilan, bi gul û kulîlkan xemilandî.

Cîhekî pir xweş bû. Warê gul û kulîlkan bû, gulistan bû, mêrga evîn û evîndarîya şahlûl û bilbilan, dengê awaza bilûra şivanan bû.

Qral li mêrgê mêze kir; mêrg di nav cûre cûre û reng rengî gul û kulîlkan de, bi bêhna nêrgiz û beybûnan, bi dengê şahlûl û bilbilan xwe xemilandî bû.

Qiral pir ji mêrgê hezkir. Emir da şêwirmendên xwe û got:

-Ez dixwazim vir ji xwe re bikim war û li ser vê mêrgê qesrekê ava bikim. Zû hazirîyên xwe bikin û qesra ku ez dixwazim ji min re ava bikin.

Şêwirmend li hev civîyan, civîn li dar xistin. Xeber şandin hoste û necaran. Hoste û necarên navdar li hev kom bûn, plana qesrê derxistin û dest bi avakirina qesra Qral kirin.

Bi das, bivir û xilçan ketin nav gul û kulîlkan. Ew xistin bin lingan, tar û mar kirin. Ji rehan de rakirin û esasê Qesra Qral kolan. Di demek pir nêzîk de qesrek pir bedew derket holê. Şêwirmendên Qral, xeber ji qral re şandin û gotin:

– Vaye me qesir qedand. Keremke were qesrê bibîne.

Qral bi şêwirmend, hoste û necaran re li hev kom bûn, qurban serjêkirin, xwarin çêkirin û şahî li dar xistin..

Mala Qral kişandin qesrê. Qral pir bi kêf bû. Qesrek bê qûsûr jê re hatibû avakirin.

Roj di navberê re derbas bûn. Rojekê şêwirmendan xeber ji qral re anî…

-Gul û kulîlkan der dorê qesrê pêçaye, em çi bikin?

Qral got:

-Derhal emir bidin leşkeran, bila wan ji kokê de rakin. Ta li ser tayê nehêlin. Tovê wan biqelînin!

Qral li wan mêze dikir.

Leşker dîsa bi das, kêr, xilç û biviran ketin kokên gul û kulîlkan. Bi newqa wan digirtin, ji rehan de radikirin, şax li ser kokan nehiştin..

Çend roj şûnde dîsa gul û kulîlkan derdorê qesrê girtin. Di ber derî û şibakan re, di navbera kevir û qorzîbirên qesrê re, reh berdan û şax avêtin.

Dîsa xeber çû ji Qral re. Qral dîsa emir da leşkerê xwe. Leşkeran pişta kulîlkan şikenandin û ew ji rehan de rakirin.

Di navbera Leşkerê Qral û kulîlkan de şerekî dijwar despê kir.

Leşkerên Qral yek ji kokê de radikir, dehan şax davêt û êrîşî dîwarên qesra Qral dikirin, kulîlk û gul şîn dibûn, zorî didan dîwarên qesra Qral.

Nema leşkerên Qral di ber rakirin û qirkirina gul û kulîlkan re derdiketin.

Rojek serê sibê mêze kirin ku qesir xwar bûye û dîwarên qesrê hildiweşin.

Qral zû bi zû ji qesrê derket û bi leşkerên xwe re reviya û mêrga Gulîstanê terk kir..

Dîsa ew mêrga xweşik û delal bû warê gul û kulîlkan…

Gul û kulîlkan dîsa mîna zemanê berê kok berdan erdê, bejin dan û renga reng mêrg xemilandin. Mêrg di nav bîhna beybûn û nêrgizan de xemilî, bi dengê bilûra şivanan û awaza şahlûl û bilbilan govend gerand.

War dîsa bû Gulistan ji wan re û her der bu cîhê kêf û seyranê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev