Hevpeyvîneka taybet li ser Rêbera Rastnivîsînê ji bo Ria Taza -3

Hevpeyvîneka taybet li ser Rêbera Rastnivîsînê ji bo Ria Taza -3

Nivîskarê malpera me bi 3 endamên Komxebata Kurmancîyê  ya

Weqfa Mezopotamyayê ra taybet bona malpera me hevpeyvînên balkêş kirîye.

Me hevpeyvînên bi Bahoz Baran û Samî Tan ra duh û duh na pêr çap kirîye.

Îro em beşa pêşin ya hevpeyvîna bi zimanzan

Mustefa Aydogan ra raberî we dikin. Beşa duduyan sibê bixwînin.

 

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

Komxebata Kurmancîyê, ya ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de hatîye avakirin û bi siponserî û serperştîya wê xebatên xwe hêj didomîne, piştî 7 civînên ku bi dirêjahîya du salan hatin lidarxistin, berhema “Rêbera Rastnivîsînê” amade kir.

Berhema ku ji 229 rûpelan pêk dihê, çapa wê ya ewil di meha kanûna paşîn a 2019an de li Stenbolê hat çapkirin.

Rêbera Rastnivîsînê bi xebateke komî û hevbeş hatîye amadekirin; tê de 18 zimannasên kurd ên ji tevahîya deverên Kurdistanê beşdar bûne, ew jî ev in:

Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Sûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.

Di pêşgotina pirtûkê de hatiye nivîsîn ku berhema Mistefa Aydogan a bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” bûye bingeha berhemê.

Di Rêberê de dirûvê resen ê gelek form û bêje û kêşanan hatîye parastin û tercîhkirin, her wiha termînolojîyeke cuda ji bo hêmanên zimanî hatîye bikaranîn. Ev yeka han, bû sedem ku ji alîyê xwendevan û nivîskarên kurdîyê ve rexne bihêne kirin û derîyên nîqaşine nû yên zimanî vebin.

Bi armanca nasîna rastîya hin xalên nakok û dubend, her wiha ji bo bidestxistina bersiva hin pirsên civata şopînerên kurdîyê, min bi sê endamên Komxebata Kurmancîyê: Bahoz Baran, Samî Tan û Mustefa Aydogan re hevpeyvînek kirîye. Serê pêşîn hevpeyvînên bi Bahoz Baran û Samî Tan re hatin weşandin, a aniha û herî dawî ez hevpeyvîna bi Mustefa Aydogan re ya ku ji her duyên berî xwe firehtir û dirêjtir e belav diikim.

 

Ferîd Mîtan: Tu dizanî ku di warê navdêrên zimanê me da minaqeşeyeka pir xurt heye. Çi yên ku reaksîyonên xwe nîşan didin û rexneyên xwe dîyar dikin, çi yên hewil didin ku bersivên van reaksîyon û rexneyan bidin û çi jî yên bi meraqeka mezin dipirsin û dixwazin bizanin bê kîjan qayîde di vî warî da bingeh e… Loma heger destûra te jî hebe, em dikarin bi navdêran û her weha bi minaqeşeyên di vî warî da dest bi sihbeta xwe bikin.

Mistefa Aydogan: Belê, tesbîta te ya di vî warî da tesbîteka rast û girîng e. Haya min ji van minaqeşeyan heye û ez jî van reaksîyon û rexneyan dibihîsim û di deverên cuda da dixwînim. Dibe ku mirov ne neheq be, gava mirov bibêje; ev pirs pirseka weha ye ku di nava hemû beşan da ya herî pir bûye mijara minaqeşeyan. Navdêr yek ji wan beşên axaftinê (parts of speech)ye û wekî giştmendîyeka zimanî ya absolut (absolute universal) di hemû zimanên xwezayî (natural languages) da heye. Lê her çî kurdîya kurmancî ye, ji ber hebûna zayendê (gender), li gor wan zimanan ew çend hêsan xuya nake ku ev taybetmendî li ba wan tune ye. Heger em bala xwe bidinê, em dê bibînin, qayîdeya ku xwe dispêre sîstemekê, di hin devokan da hê jî bi awayekê birêkûpêk dihê bikarînan. Lê ev jî rastîyeka me ye ku ev qayîde di hin devokan da jî ne bi awayekê birêkûpêk maye û her weha di vî warî da proseseka guherînê jî xuya dibe. Di vî warî da tevlihevîyek heye û divê ku mirov vê tevlihevîya bibîne. Loma gava mirov li tevlihevîya di vî warî da difikire, divê mirov pir normal bibîne ku minaqeşeyên li ser vê pirsê hem ji bo axevêrên zimanê me pir girîng in, hem jî ji bo bîyanîyên ku li ser zimanê dixebitin û hwd jî… Divê bihê dîyarkirin ku Komxebata Kurmancîyê komeka weha ye ku ji bo fikir, pêşnîyar û rexneyên cuda pir vekirî ye. Ji ber vê yekê bû, gava ev xebat hat qedandin, ji dever û kesên eleqedar ra hat şandin û piştî ku nirxandina fikir, pêşnîyaz û rexneyên wan kes û deveran gihîştin Komxebatê,wê jî ji bonirxandinê û minaqeşeya fikir, pêşnîyaz û rexneyên hatî civîneka taybetî amade kir ku di wê civînê da li xebata xwe vegerîya, li gor encama minaqeşe û nirxandinên xwe midaxeleyên pêwîst kirin û bi dû wê ra biryara weşandinê da. Komxebata Kurmancîyê bi vî awayê xwe yê danûstendinê û bi wergirtina fikir, pêşnîyaz û rexneyên kes û deverên eleqedar jî rê ji bo beşdarîyeka firehtir vekir û di dîroka me da, di vî warî da bû nimûneya yekem.Loma minaqeşeyên li ser Rêbera Rastnivîsînê dê bi tenê kêfa Komxebatê biîne û ew her weha hewil dide ku civakê di vî warî da bêhtir teşwîq bike. Ez bi xwe jî girîngîyeka pir mezin didim van minaqeşeyan. Lê bi şertê ku ev minaqeşe ji asta xwe ya zanistî danekevin, nebin şerê devokên cuda an şerê devokperestên cuda û xwe ji wan helwêstan biparêze ku ji têgihîştina girîngîya hewildanên standardîzekirina kurmancîyeka welatî bi dûr in. Lewra ev pirs ne pirsa komekê ye an ya grûpekê ye. Ev pirs pirsa neteweyekî ye. Pirsa neteweyekê weha ye ku zimanê wî lê hatiye qedexekirin, ji nivîsîna zimanê xwe hatiye bidûrxistin, bi milyonan zarokên wî –nifş li dû nifşan- hatine asîmîlekirin. Ev pirs pirseka têra xwe cidî ye, têra xwe girîng e û têra xwe mezin e. Loma divê em bi vê têrcidîyet, têrgirîngî û têrmezinahîyê lê binêrin. Ev gavaha ku ji alîyê Komxebata Kurmancîyê ve hatiye avêtin, gaveka dîrokî ye. Ji ber vê yekê, divê em bi hewildan û minaqeşeyên xwe, bi rexne û hizirên xwe bi awayekê erênî bi hevûdin ra berê xwe bidin vê qonaxa dîrokî û bi metodeka rast û bi awayekê xurt mil bidin vê prosesê ku di vî warî da dê xewna me rast bigerîne.

Ferîd Mîtan: Em jî rastgerîna vê xewnê pir girîng dibînin û em bi vê hevpeyvînê, bi rexneyên ku xuya dibin û her weha bi lêgerîna bersivên pirsên xwe yên di vî warî da dixwazin mil bidin prosesa standardîzekirinê. Her çî qayîdeya navdêran e, tu di vî warî da behsa tevlihevîyekê dikî. Gelo di nava vê tevlihevîyê da Komxebata Kurmancîyê qayîdeya di vî warî da çawa tesbît kir û xwe spart çi?

Mistefa Aydogan:Ya rastî, em di civînên xwe da li ser vê pirsê baş hizirîn û me têra xwe minaqeşeyên pirhêl jî kirin. Me hê di destpêkê da dîyar kir ku em dê Rêbera devokekî amade nekin. Em di destpêkê da li ser vê yekê hevfikir bûn: Ev Rêber dê ne xwerû Rêbera kurmancîya filan deverê an bêvan deverê be, lê ew dê Rêbera kurmancîya welatî be ku her kurmancîaxêvek bikare xwe tê da bibîne û lê bi xwedî derkeve. Kurmancîya her deverekê dîsan dê hebe. Bila her kurdek dîsan li mala xwe bi devokê xwe bipeyive. Bila dîsan ji devokê xwe hez bike û kêfa xwe jê ra biîne. Em vê yekê qet wekî problemekê nabînin û armanca me ne ew e ku em devokan, ango van dewlemendîyên xwe ji holê rakin. Ev Rêber ne ji bo herêmeka bisînorkirî ye, lê ji bo tevayîya welatê me ye. Divê bihê zanîn ku ev Rêber ji bo zimanê nivîsînê ye, ji bo kurmancîya me ya nivîskî ye, loma behsa qayîdeyên nivîsînê dikin. Ji xwe, armanca projeyê ew bû û Komxebata Kurmancîyê jî ji bo pêkînana vê projeyê peyda bûye. Heger ez li pirsa te vegerim… Gelo di rewşeka weha da ji bo vê armancê, divîya Rêberê di warê navdêran da xwe bisparta çi? Hemû awayên heyî hatin minaqeşekirin û nirxandin û di encamê da Rêberê xwe spart wê qayîdeyê ku di warê zayenda navdêran û tewandina wan da bi awayekê birêkûpêk û sîstematîk hê jî miteber e û her weha ne bi tenê ji bo hin navdêrên kurmancîyê, lê ji bo hemû navdêrên kurmancîyê dikare bihê bikarînan.

Ferîd Mîtan: Ew awayê birêkûpêk û sîstematîk çi ye?

Mistefa Aydogan:Li gor Rêberê, navdêrên kurmancîyê -çi serenav û çi jî hevenav bin- li gor mêjer û zayendên xwe dihên tewandin. Ev qayîdeya bingehî ye. Ji bo tewandina navdêran jî Rêberê li ser bingehê mêjer û zayendê sê gireyên (affix) -divê bihê dîyarkirin ku ev di grûpa gireyan da jî dikeve bingrûpa paşgiran (suffix)- cuda tesbît kirine. Li gor wê, navdêrên “nêr” yên yekhejmar –hem yên nasyar (definite) hem jî yên nenasyar (indefinite)- ji bo tewangê paşgira<î>yê werdigirin. Nimûne: a- (Ji bo navdêrên nêr yên nasyar): Ez hespî dibînim. Ez bajarî dibînim. b- (Ji bo navdêrên nêr yên nenasyar): Ez hespekî dibînim. Ez bajarekî dibînim.

Dîsan li gor Rêberê, paşgira tewangê ya ji bo navdêrên mê yên yekhejmar -hem yên nasyar hem yên nenasyar) <-ê> ye. Nimûne: a- (Ji bo navdêrên mê yên nasyar): Ez mehînê dibînim. Ez ji Mûşê me. b- (Ji bo navdêrên mê yên nenasyar): Ez mehînekê dibînim. Ez sêvekê dixwim.

Herçî navdêrên pirhejmar in jî –çi nêr çi jî mê- bi paşgira<-an>ê dihên tewandin. Nimûne: Ez bajaran dibînim. Ez mehînan dibînim.

Bala xwe bidê, ev awayê Rêberê awayekê birêkûpêk û sîstematîk e ku ji bo hemû navdêrên kurmancîyê dihê bikarînan.

Ferîd Mîtan: Wekî tu jî dizanî, minaqeşeyên di vî warî da ji navdêrên “mê” bêhtir li ser navdêrên “nêr” in. Di pirsa navdêrên nêr da di hin devokan da meyila guherînê xuya dibe, ne weha? Ma ev ne rastîyek e? Gelo Rêberê li hember vê rastîyê çi helwêst wergirtiye?

Mistefa Aydogan:Ziman ne dîyardeyeka statîk e, dîyardeyeka guherbar e, her di nava guherînê da ye. Formên bêjeyan diguherin, bilêvkirinên cuda peyda dibin, ferhengîbûn (lexicalization) û rêzimanîbûn (grammaticalization) pêk dihên, hin bêje radibin, hin bêjeyên nû xuya dibin, maneya hin bêjeyên kevn teng dibe û hin bêje jî maneyên nû werdigirin, wekî din jî mirov bi lêkolînên zimannasîya dîrokî dibîne ku endamên hin beşên axaftinê ber bi endametîya hin beşên axaftinê yên din ve çûne, di warê qayîdeyên rêzimanî da guherîn çêbûne û hwd. Guherîna zimanan bi serê xwe hunerek e. Bi saya lêkolînên zimannasîya dîrokî haya civakê ji vî hunerîçêdibe. Kurdîya me jî wekî hemû zimanên mirovan yên din ne dîyardeyeka statîk e, ew jî wekî her zimanekê mirovan xwedîya vî hunerê guherînê ye. Divê mirov vê rastîyê bibînê û qebûl bike ku di hin devokan da, di warê navdêrên nêr da meyila guherînekê heye. Lê divê bihê zanîn ku mirov nikare di destpêka guherînekê an jî di nîvîyê proseseka guherînê da bibêje êdî em vê meyilê dibînin ku ew dê bigihêje encamekê, loma hema divê em ji niha ve wê bikin qayîdeya bingehî. Tu kes nikare vê bibêje. Kî dikare misoger bike ku ev guherîn dê di qonaxekê da raneweste? Her weha kî dikare bibêje ku ev guherîn dê negihîje encamekê û sîstematîze jî nebe? Ev pirs ne pirsên weha ne ku bi biryarên mirovan ve girêdayî ne. Prosesên xwezayî vê guherînê tayîn dike. Kengî guherîneka weha bi awayekê sîstematîk di zimanî da bi cih bibe, wê gavê em dê bibêjin ku di vî zimanî da, an jî di vî devokî da taybetmendîya tewanga navdêrên nêr nemaye, ji bedêla wê netewandina navdêrên nêr bi awayekê sîstematîk peyda bûye û loma êdî qayîde ew e ku divê navdêrên nêr nehên tewandin. Gelo ev guherîn gihîştiye encamekê û bi awayekê sîstematîk û wekî qayîdekê rengê xwe li zimanî belav kiriye? Ango gelo mirov dikare bibêje ku ew devok gihîştine encameka weha ku mirov êdî bikare bibêje ku di wan da tewanga navdêrên nêr nemaye?

Ferîd Mîtan: Ez dixwazim heman pirsê ji cenabê te bikim. Ma tewanga navdêrên nêr di wan devokan da maye?

Mistefa Aydogan:Belê, maye. Loma gava ku ez behsa prosesekê dikim, ez di heman demê da balê dikişînim ser nebûna encamekê. Heger mirov bala xwe bide wan devokan, mirov dê bikare tesbît bike ku prosesa guherînê hê negihîştiye asta sîstematîzebûnekê. Heger di hin devokên kurdîya kurmancî da ev taybetmendî sîstematîze bûbe û bi awayekê birêkûpêk bihê bikarînan, êdî em dikarin bibêjin ku ev ji bo wan devokan bûye qayîde. Loma divê em li vê derê rawestin û bipirsin: Ma yên ku li dijî bikarînana dengê [î]ya ji bo tewandina navdêrên nêr derdikevin, di hin rewşên din da navdêrên nêr bi [î]yê natewînin? Heger sîstematîze bûbe, divê dengê [î]yê di tewangê da bi kar neînin. Lê em dibînin, gava ku dibêjin; ”Wî kurî got.”, an “Êzingan biwî bivirî bişikîne.”, gelo çima ji bedêla wan nabêjin;“Wî kurgot.” an “Êzinganbi wî bivir bişîkîne”? An jî gava dibêjin; “Were ji vî dilî bipirse!”, “Heger ez ji vî zikî xelas bibim …”, “Mala wan li vî milî ye.”, “Ez bi vî lingî nikarim bigihêjim malê.”, gelo çima ji bedêla wan nabêjin; “Were ji vî dil bipirse!”, “Heger ez ji vî zik xelas bibim …”, “Mala wan li vî mil e.”, “Ez bi vî ling nikarim bigihêjim malê.”? Çima di van hevokan da navdêrên nêr bi <î>yê ditewînin? Gelo tu kes ji axêverên van devokan ji bedêla “Wî lawikî xwarin xwar.” dibêje; “Wî lawik xwarin xwar.”? An ji bedêla “Wî pûşî bişewitîne.” dibêje; “Wî pûş bişewitîne.”? Heger ev qayîde bi wayekê sîstematîk di zimanî da bi cih bûbe, çima di van nimûneyan da û her weha di gelek nimûneyên din da pêgirîya vê sîstematîzebûnê nahê kirin? Ev nîşana wê ye ku prosesa guherînekê xuya ye, lê ev proses hê negihîştiye encamekê û em nizanin bê dê di paşerojê da çi bibe.

Ferîd Mîtan: Lê hin kes dibêjin ku her çî ew navdêrên nêr in ku dengê [a]yê di wan da heye, di wê rewşê da ku qayîde tewandinê da ferz dike, divêdengê [a]yêbibe [ê] û divê yên din, ango navdêrên din nehên tewandin ku dengê [a]yê di wan da tune ye. Ji bo nimûneyê: Osmên got. Ew ji bajêr hat. Heta, hin kes heman miameleyê bi [e]yê jî dikin û di wê rewşê da dikin [ê] ku tewandinê ferz dike. Ji bo nimûneyê: Ez çêm dibînim.

Mistefa Aydogan:Bi rastî, heger ez li xwe mikur bihêm, divê ez bibêjim ku ev qayîde ji bo min hêsantir e. Lewra ez di jîngeheka zimanî ya weha da mezin bûme ku ev yek hê jî taybetmendîyeka wê ye. Heger hemû kurmancîaxêv devokê Berîya Mêrdînê qebûl bikin, bi her sê navên Xwedayî, mêrdînî dê spasdarên wan bin. Lê ma gelo tiştekê weha rast e ku em Kurdistanê di çarçoveya Mêrdînê da bibînin û nemaze di vê demê da û di van şertan da devokê xwe li ser hemû kurdan ferz bikin? Lê binêre, em behsa rêbereka rastnivîsînê ya devokê Berîya Mêrdînê nakin, em behsa rastnivîsîna devokê Hekarîyê, devokê Dîyarbekirê, devokê Dihokê, devokê Qamişloyê, devokê Urmîyeyê û hwd jî nakin. Em behsa rêbereka rastnivîsînê ya welatî dikin. Ev rastîyeka me ye ku îroj tu desthilata devereka me tune ye ku bikare xwe li ser yên din ferz bike. Dibe ku ji ber vê rewşê be, hin kurmancîaxêv dibêjin ku prosesa standardîzebûna kurdîya me ya kurmancî ji prosesên gelek welatên din “demokratîk”tir bi rê ve diçe. Ji bo nimûneyê; desthilat li Stockholmê bû loma devokê Stockholmê ji bo standardîzebûnê bû bingeh, her weha li Tirkîyeyê jî devokê Stenbolê bû bingehê tirkîya standard. Heger ez vegerim ser pirsa te ya navdêrên nêr yên ku dengê [a]yê di wan da heye… baş e, em weha qebûl bikin ku em dê navdêrên nêr yên ku dengê [a]yê di wan da heye, bi awayê [ê] yê bitewînin. Lê ma di hemû navdêrên kurmancîyê yên nêr da dengê [a]yê heye? Gelo em dê van nimûneyên navdêrên kurmancîyê yên nêr çawa bitewînin? Nimûne:bivir, cot, dil, dîk, dîn, don, gir, gun, hiş, kîsik, kon, ling, mil, nêrî, nikil, piştî, pûş, qiloç, rizq, rûn, sîncoq, strî, şîr, tirî û hwd. Dîyar e ku ev qayîde ji bo hemû navdêrên kurmancîyê nabe, loma Rêberê xwe nespartiye vê qayîdeyê û ji bedêla wê xwe spartiye qayîdeyekê ku di hemû navdêrên nêr –dengê [a]yê di wan da hebe jî tune be jî- da bi awayekê sîstematîk dihê bikarînan. Wekî din jî yên vê qayîdeya nîvçe diparêzin jî di hin bêjeyên din da -tevî ku dengê [a]yê jî di wan da heye- li gor wê natewînin. Nimûne: Ez karî dikim”(Wekî dihê zanîn, “kar” bêjeyeka nêr e û dengê [a]yê tê da heye). Gelo yên ku vê qayîdeyê diajon pêş, ji bedêla hevoka dayî dikarin bibêjin ; “Ez kêr dikim”? Çima vê bêjeya ha jî li gor vê qayîdeyê natewînin? Ma dibe ku dilê mirovî li kî derê bixwaze navdêran bitewîne û li kî derê nexwaze jî wan netewîne?

Ferîd Mîtan: Le pirsa [e]ya hin kes ji bo tewangê dikin [ê]…

Mistefa Aydogan: Ev awa jî ne awayekê birêkûpêk e û mirov nikare di hemû navdêrên nêr da bi kar biîne ku dengê [e]yê da di wan da hebe. Ev awayê ha rêyê ji bo tevlihevbûna maneyan jî xweş dike. Ka em ji bo vê jî çend nimûneyan bidin. Em hemû dizanin ku “şer” bêjeyeka nêr e. Gelo gava mirov bibêje; “Ez di şerî da me”, dikare ji bedêla wê dengê [e]yê bike [ê] û bibêje; “Ez di şêr da me”? Em li vê hevokê jî binêrin; “Ez li kerî siwar bûm” (kerê nêr). Gelo mirov dikare ji bedêla wê bibêje; “Ez li kêr siwar bûm”? Ji alîyê din ve jî wekî min di pirsa dengê [a]yê da jî got û em dê van nimûneyan, ango “rûn”, “şîr”, “tirî” û hwd –yên dengê [e]yê di wan da tune ye- çawa bitewînin? Ev nimûne û gelek nimûneyên din nîşana wê ne ku di hemû navdêrên kurmancîyê yên nêr da dengê [e]yê jî tune ye. Loma mirov nikare xwe bispêre vê û wê ji bo hemû navdêrên kurmancîyê yên nêr wekî qayîdeyekê qebûl bike.

Ferîd Mîtan: Baş e, her çendî minaqeşeya herî zêde li ser navdêrên nêr” be jî gelo di warê navdêrên mê” da jî problem tune ye?

Mistefa Aydogan: Belê, heye. Ev rastîyek e ku ne bi tenê mijara navdêrên “nêr”, her weha mijara navdêrên “mê” jî ji probleman ne safî ye. Em li gelek deveran dibînin ku qayîdeya tewanga navdêrên “mê” jî ne bi awayekê birêkûpêk xuya dibe. Min hem bihîstiye hem jî xwendiye ku gelek kes weha dibêjin û dinivîsin: “Ez çûm Dîyarbekir” (ji bedêla: Ez çûm Dîyarbekirê). “Ez ji Ewropa hatim” (ji bedêla: Ez ji Ewropa hatim). “Ez li Mêrdîn im” (ji bedêla: Ez li Mêrdînê me). Lê heman kes nabêjin “Ez li Mûş im.”, “Ez li Wan im.”, dibêjin; “Ez li Mûşê me.”, “Ez li Wanê me.” Di navdêrên yekkîteyî da nikarin netewînin, lê guh nadin tewanga navdêrên çendkîteyî. Loma Rêberê ji bo kurmancîya nivîskî xwe spartiye wê qayîdeya sîstematîk ku min berê behsa wê kiriye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev