Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 33

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 33

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed, herdem wek Mîr Mihemed dihat binavkirin, hezkirî û peyrew û şopînerên wî gelek bûn. Feylesof Ziraccan kelmelên xwe anî Bajarê Bircan, her weke wî, birayê Bedrê jî çû welatê xwe, wezîrê xwe kire dewsa xwe û jê xwest ku her sal qazanca salane bişîne Bajarê Bircan.

Bi cîh û war bûna wan re, rojekê Mîr Hesen şande pey Feylesof û weha gotê:

“Ziraccanê hêja, ez êdî kalemêrek im, îro nebe sibê êzê ji vê dinê bar bikim. Ji xêncî Dûratê jî tu ewled û tewledê min nîn e. Ez dixwazim dest ji her tiştî bikişînim û ji Mihemedê zava re bihêlim”. Ziraccan got:

“Mîrê min ya baş û çê tu dizanî, çawa dixwazî wisa bike”.

Dû re mîrhem û wezîr, giregir û serleşkerên xwe top kirin û gote wan ku, ew êdî kalemêrek e, dixwaze wextê mayî jî bide ibadet û teatê û bi wan da zanîn êdî zavayê wî wek kurê wî ye û mîrê  nû yê mîrnişînê ye.

Hemû mezinên mîrekîyê bi wê xeberê kêfxweş bûn û mîrê xwe yê nû pîroz û bimbarek kirin.  Mihemed birayê Bedrê kir wezîrê xwe û bi dad û edalet hukumdariya xwe domand û bi wê dadmendiya wî nişteciyên welêt gelek salan bi serfirazî di bin hukmê wî de jiyan.

Rojekê şêniyên welêt hatin xwe avêtin Mîr Mihemed, ditirsiyan û digotin agirperestên Çînê di bin seroktiya Abdennar de ber bi bajêr tên, çi derkeve ber wan rûdixînin û dişewitînin.

Ew êrîş ji aliyê kurapê Dûretê ve dihat kirin, ku xwendevan jî baş dizanin, kurapê Dûratê bo Dûratê birevîne planek çêkiribû, lê barîna şiliyê wek bihane jixwe re dîtibû û wê şevê neçûbû ciyê hevdîtinê.

Sibetirê bihîstibû ku qîzapa wî winda bûye, wisa texmîn dikir, ku keçik bêyî wî bibîne çûye û êdî nexwestiye vegere. Ew jî sê roja li bajêr ma û dixwest bi apê xwe bide zanîn, ku eleqa wî bi çûyina dotmîrê re tune. Dû re li her derê mîrekiyê li qîzapa xwe geriya, lê bêyî ku derheq wê de tu xeberekê bistîne, destvala vegeriya hate malê.

Ji wê şeva çûyina dotmama wî heya hatina wê ya bi me re wê re wek ezeb û îşkence bû. Xebera mêrkirina qîzapê û îlankirina mîritiya Mihemed, ew dîn û har kiribû.

Li hespê xwe siwar bû û berê xwe da Çîn û Maçînê. Çû, xwe avête ber lingê Abdennar, xwe da naskirin û behsa apê xwe, qîza wî û zilamê xerîb, Mihemed, kir. Û got:

“Ez benî, tiştekî weha nabe, mîrekî ji bav û kalên min maye û heqê min e, ez piştî apê xwe bibim mîrê nû, lê wî ez layîqê text nedîtim û mîrnişîn teslîmê zilamekî xerîb kiriye”. Pey re qala bedewî û xweşiya welêt kir û lavayê Abdennar kir, ku mîrekiyê ji Mihemed bistîne û wî jî bike berdestê xwe.

Dû ewqas lava û ricayan, Abdennar ew kire fermandarê artêşa xwe a mezin û emrê êrîşa Bajarê Bircan da artêşê. Ji vê sedemê, welatiyan xwe davêtin Mîr Mihemed û parastin ji wî dixwestin.

Bi hatina wan xeberên nebixêr re, Mihemed bona çareseriyekê bi Feylesof Ziraccan re mişweret kir. Feylesof got:

“Bihêle bila bên û bibin nêçîra me, lê divê em jî di vî midetî de bircan zexm û qayîm bikin”. Mihemed jî emrê parastina bajêr da û xwe bona cengê amade kir.

Çend roj dû re ewrekî tozê xwe gîhand bajêr, rim û mixfer di bin tavê de diteyîsîn û ordîyeke mezin ber bi bajêr dihat. Di axiriyê de hatin xwe gîhandin şeher, bi berxwedana şêniyan ve paşveçûn û hinekî dûrê bajêr konê xwe vedan.

Sê roj beriya konvedana wan, Qral Abdennar nameyekê dabû qasidekî xwe û ji Mîr Hesen re şandibû. Dema qasid xwe digîne deriyê bajêr, dibêje:

“Ez qasidek im, min ji Mîr Hesen re nameyek aniye, derî vekin!”

Dergevan ji Mîr Mihemed re behsa qasid û nameyê dikin, ew jî dibêje derî jê re vekin, bînin cem min. Qasid tînin dîwanê, name didin Mîr Mihemed:

“Ez qiral Abdennar im, ev gotinên min ferman in ji te re. Mihemed bigre û ji min re bişîne. Qîza xwe û mîrekiya xwe jî bide birazîyê xwe û qazanca mîrekiyê jî ji min re bişîne. Ger tu qebûl nekî, mîrekiyê bê rûxandin û hûnê werin qirkirin”.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev