Xizmetkarê muzîka Kurdî: Selman Omeryanî

Xizmetkarê muzîka Kurdî: Selman Omeryanî

Mela Mihyedîn, lêkolîner

 

Cara pêşî bi performansa xwe ya zindî li ser qenala Sîbera Dengî derketibû pêşberî min. Min vekir û li hemû stranên wî guhdarî kir. Performansek gelekî serkeftî îcra kiribû. Bi dengê xwe û bi terza xwe, te digot qey ji salên berê hatîye dewra îroyîn; wisa lezzetek xweş meriv ji awaza wî werdigirt. Muzîkên klasîk bi saya dengê wî ji nû ve zindî dibûn û gîyan bi ser wan de dihat. Ew xwelîya li ser wan stranên klasîk danî bi saya dengê wî vedigerîyan wan salên xwe yên geş û xweş.

Li ser navê malpera Ria Taza me pirsên xwe ji canebê wî kir û wî jî bersiv dan pirsên me.

 

Tu ji me re dikarî qala jîyana xwe bikî. Selman Omeryanî kî ye?

Ez ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê Merdînê me. Wekî ji paşnavê min jî diyar e ez ji herêma Omeriya me. Di sala 1999an de bi malbatî me koçkir Stenbolê. Di sala 2015an de ez zewicîm, xanima min ji Êlihê (Batman) ye. Keçeke me heye navê wê jî Arya ye. Ez li Stenbolê Xizmeta Muzîka Kurdî dikim. Her wiha karekî min ê din jî heye ez di warê aşpêjîyê de jî pispor im.

 

Cara pêşi bi saya Sîbera Deng min li dengê te yî xweş guhdarîkir. We bi hev re xebatek gelekî hêja çêkiribû. Gelo ji bo pêşerojê xebatên bi vî rengî wê bidomin û em ê li performansên te yên akustîkî guhdarî bikin?

Rast e bi Sîbera Deng re me karekî pir hêja çêkir. Kekê Aram Dildar û koma wî projeyekî pir baş çêkirin. Divê mirov heqê wan nexwe, karekî pir serkeftî derxistin holê. Bi rastî wek wan projeyên hêja dîsa çêbibin û me jî beşdarî wan projeyan bikin helbet ez ê jî bi dilxweşî beşdar bibim, divê kesên van projeyên profesyonelî çêdikin derkevin ji civaka me da ku em jî akustîkan çêkin.

 

Meraqa muzîkê kengî li te peyda bû û ev ji kengî ve ye te dest bi muzîkê kirîye?

Bavê min Mamostê min e. Ez zarok bûm tembûrek li mala me daleqandî bû; bavê min carna lêdixist û distira.  Enstrûmana min a yekemîn bilûr bû. Dema ez diçûm  mektebê min bilûr dixist bêrîka xwe, di dersên matematîk û kimyayê de min ji hevalên xwe yên di polê de li bilûrê dixist û distira.

Tê bîra min ez bi Mamostê muzîkê re diketim reqabetê, mamosteyê min ê muzîkê ji min re digo guhê te yî muzîkê pir baş e. Wî stran amade dikir heta notayên stranê li ser textê dinivîsî min bi bilûrê lêdixist jî

Hevalên di pola me de bi vê rewşê gelekî dikenîyan.

 

Terza te û ya Rizgar Akanî pir naşibin hev lê we bi hev re duetek çêkiribû. Min lê guhdarî kir û kêfa min pir jêre hat. Hêvî dikim xebatên te yên bi bî rengî zêde bibin. Tu bêhtir dixwazî bi kîjan hunermendan re duetan çêbikî?

Di civatekê de ez û kekê Rizgar me bi hev re stran gotin, ez bawer dikim tu behsa wê dikî, bi rastî ez şêwaza kekê Rizgar diecibînim serkeftî ye. Ez qet nefikirîme ku bi kêre duetê bikim. Di Demek nêz de ez û Mirov Desmond emê stranekê bi hev re bêjin. Wekîdin min dixwest bi Xêro Ebbas re duetek çêbikira.

 

Bi saya Rojbîn Kizil Mashupa Kurdî (Kurdish Mashup) li ser malperên medyaya civakî deng veda. Gellek muzîkjenên me jî dest bi xebatên Mashupê kirin. Li ser vê yekê tu çi difikirî?

Ez baş difikirim, helbet  miletê kurd jî  50-60 milyon in û hewceye di her warî de trendên nû bişopînin û ew jî beşdarî vê mode yê bibin. Her çi qas netewek me tune jî be, divê em tiştên li dinyayê çêdibin wek netewekê bişopînin û bikarbînin.

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Bi rastî terzeke ku ez jê hezdikim tune ye. Ez ji hemû terzên muzîkê hezdikim û li gorî min gerek mirov Ii hemû stîlên muzîkê guhdarî bikê û hez bikê. Ez ji qaliban hez nakim wek mînak ez ji rock û pop muzîkê  pir hez dikim lê ez ji muzîka qlasîk  jî pir hez dikim. Ez ji Kerem Gerdenzerî( Koma Wetan) pir hez dikim û ji Mihemed Şêxo û Ciwan Haco jî. Divê di van tiştan de sînor tune bin.

 

Tu kîjan muzîkjana wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî?

Ev pirs li gorî demê digûhere…

Li gor min Eyşe Şan sertaca muzîka kurdî ye.

 

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bêje lê hunermendîtî tiştekî din e, nan firoş û yê ku nan çêdike ne wek hev in.

 

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Ev niqaş di civata me de pir tê kirin, muzîka kurdî ne di asteke xerab de ye. Li gor ku derfetên kesên bi muzîka kurdî eleqedar in pir kêm in jî dîsa ciwanên kurd pir karên baş derdixin holê. Helbet di muzîka kurdî de du kom hene, koma yekemin strana dibêjin koma din stran diafirînin û hizmetê dikin. Ji alîye afirînerê de divê em li meselê binerin, heger kesên ji muzîkê hez dikin bal bidin van kesan wê bibînin ku muzîka kurdî di asteke baş de ye.

 

Çi cudahî di navbera “stranbêj” û “hunermênd” de heye?

Ez dikarim ji bo vê pirsê mînakek wisa bidim.

Stranbêj Mêr in û Hunermend Jin in. Ji ber ku jin dayik e û kedkar e û ruhek tîne jiyanê, yanî diafirîne.

Jin xwedawend e. Di navbera hostayê nan çêdike û nan difroşe de çi cudahî hebe di navbera hunermend û stranbêjî  de ew cudahî heye.

 

Li ser muzîkjenên kolanê yên Kurd çi difikirî?

Bi rastî li ser vê mijarê jî hin fikrên min hene, Carna ez li stenbolê li ser kolana taksîmê ya bi navê Îstiklalê dimeşim. Ez ji her miletî mirovan dibînim ku hunera xwe û çanda gelê xwe pêşkêş dikin. Rojekê ez li komek ereb rast hatim bi rastî jî gelek jêhatî bûn û gelek kes li dor wan kom bûbûn û bi eşq li wan guhdarî dikirin. Em gelek baş dizanin  ku ew kes di warê muzîkê de ne baş bin kes li dor wan kom nabe û kes wan guhdar nake. Mixabin muzîkjenên me yên ku bi zimanê kurdî distirên karên xwe pir baş nakin. Îstîklal qadeke girîng e, kolan qadeke girîng e, divê kesen profesyonel ji me derkevin wê qadê û muzîka kurdî pêşkeşî hemû miletan bikin.

 

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka bi qalîte bi enstrumanîstên baş û hêja pir baş dîyar dibe û ya xirab jî wisa. Muzîk û enstruman xwişk û birayên hev in mirov nikare wan ji hev veqetîne. Kesên pir populîst jî dema  li pişt wan muzîkjenên jêhatî tune bin, muzîka wan jî xirab dibe lê jêhatî bin muzîka wan jî biqalîte dibe.

 

Têkilîyek çawa di navbera muzîk û helbestê de heye? Her helbest bi rehetî dikare bibe stran?

Helbest mecrayeke pir cuda ye. Stran di çanda me de ji dengbêjiyê tê lê helbest mecrayeke wêjeyî ye. Stranên me ji alîyê dengbêjan we wek forma çîrokan hatîye haya vir lê helbest tiştekî din. Helbest ji çîrok û stranan cudatir e. Di wêjeya me de, helbest ji bin sîwana medreseyan belav bûye lê îro gelek wêjeperestên me yên jêhatî hene û gelek pirtûkên baş derdixin. Her helbest dibe stran lê bi zorê nabe. Gerek di navbera hunermend û helbestê de evînek çêbibe ku ew helbest bibe stran.

 

Hunermendê ne evîndar dikare straneke evîndarîyê bi xweşî û bi serkeftî îcra bike?

Evîna Huner û muzîkê ger di dilê wan de hebe dikarin serkeftî îcra bikin. Ev yek carna girêdayî derûnîyê ye jî, evîna welat, evîna ziman, evîna xwezayê, her tişt dikare çirûskekê têxe dilê mirovan.

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Ev pirs, pirseke girîng e, mixabin ji ber ku zimanê me nebûye zimenê aborîyê û bazirganîyê ev tişt tesîrî her qadê dike, her wiha bandor li kesên ku muzîka kurdî jî  dikin dike, li hember vê divê em girîngîya zimên zanibin. Asîmîlasyona li ser zimanê kurdî biserkeve wê ev rewş xerabtir bibe, ji ber vê yekê divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.

Ji bo ku te jî bi vî zimanê me yê şêrîn hevpeyvînek bi min re çêkir ez spas dikim. Tu jî hizmetkarê hunera kurdî yî.

 

Ji bo ku te ev derfet da me, em jî li ser navê malpera Ria Taza spasîyên xwe dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev