“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -5

“Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan“: (Serhildana Araratê) -5

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê duduyan”. Em îro beşa pêncan raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 180 

Ser çareserkirina gazin û şikyatên hevdu, girêdayî bûyerên li ser sînor, tevaya sala 1931ê çû. Dawî, hukumeta Tirkîyê ber Farizistanê pêşnîyar kir beşeke axa navçeya Kotûrê bide wê û jê devera, ku 13 mîlan dûrî başûrê Araratê Biçûk e, bistîne. Çapemenîya Tirkîyê nivîsî, ku piştî qebûlkirina ewê pêşnîyarê pirsa ser sînor ya di navbera Tirkîyê û Farizistanê da îdî ne dima157.

Hevraxeberdanên dîplomatîyê derheqa pirsên axê da di navbera Tirkîyê û Farizistanê da wî wextî derbaz dibûn, dema rê digerîyan bona bi tevayî zora serhildana kurdan bibin. Ji Tehranê ra hate gotin, ku tirk dixwezin di dawîya sala 1931ê da dawî li opêrasyonên dijî kurdan bînin û hîvî ji farizan dikin rê bidin mihacirên kurd bêne Farizistanê, ji ber ku li wir çiyayên bilind tunene û lema jî wê hêsa be dor li wan bigirin û zora wan bibin. Tirk soz dan, ku wê nehêlin kurd careke din vegerin. Bi vî awahî, lihevkirina Enqereyê ûTehranê ya dijî kurdan îzbatîyek bû: hevkarîya ji bo şikandina berxwedana kurdan, ji hev dûrxistina kurdên Tirkîyê û Farizistanê û bi hev guhastina axan, ku ew bûyer didane sivikkirinê, peymaneke surî ya di navbera wan da bû158.

Di dawîya sala 1931ê an jî destpêka sala 1932an da peyman hate girêdanê, ku gorî wê Farizistanê axa li rex Araratê Biçûk û çiyayê Aybey da Tirkîyê û dewsê axa başûr ya li rex newala Becirgê (wilayeta Hekarîyê), ku li ser riya Çûlemêrgê ye, ku ber bi Ûrmîyê (Rizayê) diçe, da Tirkîyê. Herdu alîyan li hev kirin şertên bazirganîyê yên ji Tebrîzê ber bi Erzurumê û Trabzonê bidine sivikkirinê159. Xên ji wê, Tirkîya axa li navçeya Kotûrê jî da Tirkîyê, ku di zû da şer li ser wê axê hebû (li wir gêdûkeke bi stratêgî gelek giring heye, ku meriv dikare zivistanan jê derbaz bibe), û hate biryarkirinê komîsyoneke bona kivşkirina sînor saz bikin160.

Ew peyman hatibû girêdan jî, lê dijwarîyên di navbera Tirkîyê û Farizistanê da yên bi pirsên sînor û bi wan va girêdayî, wisa xuya ye, tam nehatibûne çareserkirin û îzbata wê ew e, ku peymana formal ya derheqa wê yekê da her tenê 5ê çirîya paşin sala 1932an hate îmzekirinê, ango salekê piştî girêdana peymanên din. Gorî xala 5an ya ”peymana derheqa dostîyê da”, qedexe bû li ser axên dewletên lihevkirî ”rêxistin û komikên” wisa saz bikin, ku dikarin zirarê bidine ”aştî û aramîya” alîyê din, herwiha emelên wan kesan jî, ku propaganda alîyê din dikin. Gorî xalên din gerekê prînsîpa êrîşî ser hev nekirinê, nêytralîtêtê û hevkarîya aborîyê bêne parastin161.

Girêdana peymana Tirkîyê-Farizistanê ya sala 1932an zêde bala Roavayê ne kişand û ev îzbata wê yekê ye, ku ne di berjewendîyên wê da ne li Kurdistanê şer tevrake162. Lê wisa xuya bû, ku Moskva ji wê peymanê memnûn e. Cîgirê komîsarê Gelî yê karên der L.M. Karahan ji baylozê Yekîtîya Sovyet li Tirkîyê Ya. Z. Sûrîs ra derheqa wê yekê da nivîsî, ku serokatîya Sovyet bi hevraxeberdanên Tirkîyê-Farizistanê derheqa pirsgirêkên ser sînor da û bi wê yekê va girêdayî seredana wezîrê karên der Ruştu li Tehranê ”gelekî memnûn” e. Paşê Karahan dinivîse, ku ji hemûyan çêtir e pirsên aloz bêy tevbûna me çareser bikin, bona bahane tunebe berê xwe bidine Koma Miletan163. Lê, wek ku ji belgenameyan xuya dibe, bêy tevbûna dîplomatîya Sovyet kar ne meşîya. Ruştu di sibata sala 1932an da di sohbeta bi Karahan ra got, ku peymana bi Farizistanê ra ya derheqa pirsên ser sînor da, ”ne serketina wê tenê ye, lê serketina tomerî ye, ji ber ku amadekarîya ji alîyê me da alî wê serketinê kir”. Bi gotina Ruştu, ew ”bi her awahî hewil da daxwaza farizan pêk bîne”. Bona wê yekê di pirsa Kotûrê da berdaxwerin hate kirinê, ”ku xala tek-tenê ye, ku di hêla leşkerî da pir giring e”164. Bi vî awahî, helwêsta Yekîtîya Sovyet di hindava bûyerên Kurdistana Tirkîyê û Farizistanê da, ku ser sînorên komarên Pişkavkazê bûn, û bûbûne sebebê xirabbûna pêwendîyên Tirkîyê-Farizistanê, bi wê yekê va girêdayî bû, ku Sovyet dixwest li ser sînorên başûr yên welatê wî aramî û aştî hebe. Hemû fikirên ji ber xwe derxistî yên derheqa helwêsta Yekîtîya Sovyet di wê pirsê da, ku sîyasetmedarên Roavayê û yên welatê me dinivîsin, her tenê ji bo propagandayê bû.

Bûyerên li Kurdistana Tirkîyê di salên 1927-1932an da yekser tesîr li ser cînarên ereb yên Tirkîyê – Îraqê û Sûrîyê, berî gişkî jî ser binecîyên wan welatan yên kurd kirin. Kurdên Îraqê û Sûrîyê hewil didan herine hewara kurdên birayên xwe yên Tirkîyê û di nav demeke kurt da gelek eşîretên kerdên wan welatan tevî serhildana li Kurdistana Tirkîyê bûn û eva yeka bû sebeb, ku di pêwendîyên Enqereyê bi Bexdayê û Demişqê ra, ku di bin bandûra hukumdarîya Brîtanîyayê û Fransîyayê da bûn, dilsarî û serttî peyda bûn.

Behsa pêşin ya derheqa dilsarîya di navbera Tirkîyê û Îraqê da, girêdayî pirsa kurdan ra, di çirîya paşin sala 1927an bela bû, dema nivîseke hukumeta Tirkîyê gihîşte ber destê Wezîreta karên der ya Brîtanîyayê derheqa emelên kurdan yên bi xeter da ji ser axa Îraqê. Di wê nivîsê da gazin hebûn, ku ji Amedîyê, Zaxo, Akrayê, Zîbarê, Dihokê propagandayeke berfireh tê kirinê bona sazkirina ”yekîtîya” bona hişyarkirina nasyonalîzma kurdan û destdirêjayên wan yên ber bi bakur, herwiha derheqa wê yekê da jî, ku di hindava emelên ermenîyan û aşûrîyan yên dijî tirkan da helandayîn tê texmînkirin. O. Çemberlen bersîva baylozê Tirkîyê da, ku desthilatên xwedî mandat her tiştî dikin, ku kurdên Îraqê gorî biryarên Koma Miletan otonomîyê bistînin (ev fikir gelek hatîye zêdekirin), lê bi wê ra tevayî jî wê nehêlin, ku di hindava Tirkîyê da emelên dijminatîyê bêne bikaranînê165.

Di dawîya sala tê – sala 1928an da li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê bûyerek qewimî: desteyên kurdên Sûrîyê êrîş kirin. Piştî hevraxeberdanan ew mesele hel bû, lê serttîya li ser sînor wek berê ma. Em bêjin, ku di navbera tirkan û firansizan da ser pirsên sînor va girêdayî tu gazin tunebûn û ev yek di peymana di navbera wan da ya derheqa sînorên Tirkîyê-Sûrîyê da xuya bû, ku 29ê hezîranê sala 1929an da hate îmzekirinê. Gorî wê gerekê li ser ”gelên koçer”, ku xwe li hidûd dixin, derbaz dibin, kontrol bihata mîyaserkirinê166. Lê şikyatê Enqereyê gîhandine wê yekê, ku kurdên Sûrîyê dîsa li ser sînor tevlihevî saz kirin û rewş li Kurdistana Tirkîyê çiqas xirab dibû, ew tevlihevî jî ewqas zêde dibûn. Xwesma serekê kurdan – Haco (Osman axa Zade Haco) zirareke mezin da tirkan. Bi wê yekê ra girêdayî çapemenîya tirkan di rûpelên xwe da gunehkarî barande ser Fransîyayê, ku ew helana dide ”cerdên” kurdan bona wana di navbera herdu welatan da bi kar bîne (kurdên Sûrîyê himberî kurdên Tirkîyê di rewşeke baştir da bûn)167.

Wisa xuya ye, ku ev gunehkarkirin yên ji ber xwe derxistî bûn. Ji Parîsê ra dest ne dida ne tenê pirsa kurdan geş bike, lê herwiha (London ne wek wê bû) ne dixwest wê ji bo sîyaseta xwe ya li Rohilata Nêzîk bi kar bîne. Hukumeta Sûrîyê ya lêpok bi banga serokatîya Fransîya dagîrkar çend kurdên bi esilê xwe va kurd kir serekên navçeyên kurdan, destûr da dibistanên kurdî vekin (piranî yên dînî-ruhanî). Kurdên Cizîrê (ku bi gelek hatibûn asîmîlekirin) ”hêvîya xwe danîbûne” li ser otonomîyê. Lema jî Sûrîya bû yek ji ocaxên tevgera kurdan ya miletîyê û sitara bona serekên kurdan, ku ji Tirkîyê hatibûne raqetandin û piranîya wan li Demişqê û Bêyrûtê bi cî bûbûn. Sûrîya heta bi nav dikirin wek navbenda nasyonalîzma kurdan168.

Femdarî ye, ku pêwendîyên di navbera serokatîya Fransîyayê û nasyonalîstên kurdan da ne gelekî baş bûn. Ruhê tevgera kurdan ya azadarîyê her diçû li Sûrîyê zêde dibû. Ew herwiha di salên 20-30î zêde xuya dibû. Hinek serekên kurdên Sûrîyê (Bozan begê ji Ereb-Pînarê, Şahîn begê ji Trîpolîyê û yên din), herwiha serekên kurdan yên din, ku li Sûrîyê û Libnanê diman – Celal û Sureya Bedirxanên bira dest pê kirin di hindava Fransîyayê da dilsar bûn; Celal Bedirxan bi daxwaza desthilata Fransîyayê ji hemwelatîyê hate avêtin. Agîtasyona dijî Tirkîyê berfireh bû, xwesma di nava eşîretên Tirkîyê yên ser sînor da. Bedirxanî desteyeke ji 200 şervanan saz kirin û çûne hewara ûsyanvanên kurd yên Tirkîyê û eva bû sebeb, ku navbera wan û desthilata Tirkîyê da careke din xirab be. Lê nasyonalîstên kurd yên Sûrîyê berbihêrî dîyar dikirin û de`wa serxwebûnê ne dikirin, lê her tenê dixwestin, ku eger Kurdistan perçe bibe, ew otonomîyê bistînin169.

Bi wê ra tevayî serekên kurdan yên bi nav û deng yên ser sînorên Tirkîyê-Sûrîyê, berî gişkî jî yê herî navdar Haco, plan datanîn bona alîkarîya birayên xwe yên Tirkîyê bikin, û ew plan ji yên welatparêzîyê zêdetir, yên şexsî bûn. Haco, ku dixwest bibe xwedî-xudanê tek-tenê yê Cizîra Jorin, di bin zordarîya komîsarê sereke yê Fransîyayê li Sûrîyê soz da tevî vî karî nebe. Tirkîya û Fransîya dixwestin xwe nêzîkî hevdu bikin bona ne tenê derkevine dijî kurdan, lê herwiha dijî daxwazkarîyên Îngilîs jî, ku dixwest li tevaya herêmê hukum bike. Wek ku îdî me gotîye, ji herdu alîyan ra li hev hat di komîsyona alîyê xebata jihevdûrxistinê da, ku hela di payîza sala 1927an da dest pê bûbû, hevkarîyê bikin û wê xebatê bi serketî dawî bînin170.

Em wê jî bêjin, ku Haco ne bû xweyê sozê xwe û car din êrîş bire ser sînorên başûr yên Tirkîyê. Di tebaxa sala 1930î da ew çend caran bi desteyên xwe yên siyarî va kete axa Tirkîyê û manîfêstek derxist, ku tê da xwe îlan kir wek şervanê ji bo serxwebûna Kurdistanê. Di Sûrîyê bi xwe da (Helebê) komikeke miltecîyên sîyasî yên tirk û kurd hate sazkirin, ku tevgelên tevgera xelîfatîyê bûne (Hesen Riza paşa, Riza Tewfîq, xwedîyê kovara ”Dogru yol” Celal Qadrî, şêxê Mewlewî Bekir Çelebî û yên din), ku agîtasyona piştgirîkirina serhildana Araratê dikirin171. Lê tu malûmatî derheqa wê yekê da tune, ku desthilatên Fransîyayê li Sûrîyê û Libnanê tevî wî karî bûbin, ku dijî sîyaseta Fransîyayê ya dostanîyê ya piştî Vêrsalê û Lozanê di hindava Tirkîyê da bû172.

Warê herî bi xeter li başûrê sînorê Tirkîyê yê nêzîkî sînorê Îraqê bû. Hema li vir kurdên Tirkîyê û Îranê yên serîhildayî bi hev ra diketine nava pêwendîyan û eva yeka him Enqereyê, him jî brîtanîyên xwedîyên Bexdayê kiribû nava xemgînîyê. Havîna sala 1930î li wê herêmê ”xeta sincirî” xuliqî.

Kurdên di tîrmeha sala 1930î da li başûr-rohilata Tirkîyê, li devera Başqelayê serî hildabûn, zora leşkerên desteyeke tirkan birin û riya di navbera wilayetên Başqelayê û Wanê birîn. Di rastîyê da sînorê di navbera Tirkîyê û Îraqê da vekirî bû. Eşîretên kurdan, yên ser sînor, him yên Tirkîyê, him jî yên Îraqê, ji vê yekê karê ketin. Ji alîyê Tirkîyê berî gişkan Osman axa bi desteya xwe ya 2 hezar siyarîyan va êrîş kir. Ew û serekên kurdan yên din bi Şêx Ahmed Barzanî ra peyman girêdan derheqa emelên tevayî dijî hukumeta Tirkîyê da. Desteyên kurdên Tirkîyê û Îraqê bi awayekî serketî êrîş birine ser Oremarê, gelek polîs û karmendên dewletê yên Tirkîyê kuştin173. Binecîyên gundên der û dorê û gelek terefdarên Şêx Sehîd yên berê jî gihîştine ûsyanvanan, dor li Başqelê girtin û qaymeqaymê wira kuştin. Desthilata Brîtanîyayê û ya ereban ya Bakurê Îraqê hewil dan wî şerî ji holê rakin, serekên Zîbarê, Amedîyê û Zaxo mecbûr dikirin ku gema eşîretên xwe bikişînin, nehêlin ew tevî karê Tirkîyê bibin, lê bê feyde bû174. Desteyên kurdên Îraqê hertim êrîş dibirine ser axa Tirkîyê. Ji bo nimûne, di dawîya tîrmeha sala 1930î da zêdeyî 500 siyarîyên Şêx Hesen ketine wilayeta Hekarîyê175.

Ji bo Îraqa, ku nû serxwebûn sitendibû, dijwarîyên ser dereceya navnetewî peyda bûn. Mîsyona Îraqê li Enqereyê notayeke berk ji hukumeta Tirkîyê sitend girêdayî êrîşên eşîretên kurdan yên Xerkî û yên din ser sînorê Tirkîyê. Di notayê da dihate gotin, ku hukumeta Îraqê rê li ber êrîşên kurdan nagire. Balkêş e, ku tirkan pêşî şikyatên xwe li baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê kirin, lê ewê jî di hindava xwe da ew gunehkarî kire situyê Îraqê176. Komîsarê Brîtanîyayê yê sereke li Bexdayê yekser ji serokatîya Îraqê ya nû ra got, ku lazim e ha bersîva tirkan bê dayîn: hukumeta Îraqê “tu piştgirî nedaye tevgerên kurdan, ku dijî hukumeta Tirkîyê ne”; mecal hatine qebûlkirin bona eşîretên ser sînor bikine bin kontrolê, lê ew ne hêsa ye pêk bînin; pêşî li her cûre hewildanên sêparatîstîyê yên nasyonalîzma kurdan li Îraqê tê girtin177.

Û rastîyê jî, kontrola li ser eşîretên ser sînor ji bo desthilata Îngilîs-Îraqê karekî hêsa nîbû. Pevçûnên di navbera leşkerên kurdan û tirkan da qet ne disekinîn. Xênji pevçûnên di mehên tîrmeh-tebaxê sala 1930î da, di navbera kurên Sîdo axa û desteyên tirkan da şer derket. Du caran, her carê 100 şervan, şandine hewara kurdên Şêx Ahmed Barzanî. Leşkerên Tirkîyê yên sînorparêz mecbûr bûn paşda vekişine kûraya axa welatê xwe178.

Bona çareserkirina rewşa aloz li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê di nîveka meha îlonê sala 1930î da serekê hukumeta Îraqê, gênêral Nûrî Sehîd hate Enqereyê. Di dema hevraxeberdanên wî tevî serekwezîrê Tirkîyê Îsmet paşa û wezîrê karên der Tewfîq Rûşdî wana xemgînîya xwe ya ciddî dîyar kirin girêdayî kar û emelên Şêx Ahmed Barzanî ra. Nûrî Sehîd hewil da tirkan wek gunehkar derxe, ku nikarin pêşî li pêwendîyên di navbera serekên kurdan yên Tirkîyê û Îraqê da bigirin. Wek bersîva wê yekê, tirkan pêşnîyar kirin êkspêdîsyona cezakirinê ya ji leşkerên tirkan û îraqîyan saz bikin bona bi tevayî li ser axa Îraqê derkevine dijî Şêx Ahmed Barzanî. Serekwezîrê Îraqê hewil da çareserkirina wê pirsê paşda bêxe, lê paşê poşman bû, bona tu dudilî tunebe179. Wisa xuya ye, ku ewê rasthatinê xênji wê yekê, ku herdu alî jî dijî tevgera kurdan derketin, tu encameke din neda.

Lê pevçûn li ser sînor berdewam bûn. Desthilata Îraqê hewil dida Şêx Ahmed Barzanî qane bike, ku tevî karên Tirkîyê nebe û digot, ku ew dixweze bi Tirkîyê ra di nav pêwendîyên baş da be. Tirk gef li Barzanî dixwerin, ku dijîtîya wî wê bê bersîv nemîne180. Şêx Ahmed, ku ketibû orta du agiran, hewil dida ber dilê herduyan da jî bê, dixwest wisa bide xuyakirin, ku ew ketîye belaya çend serekên kurdan, ku dijî Tirkîyê ne. Ji bo nimûne, 22ê tebaxê sala 1930î 330 terefdarên wî êrîş birine ser gundekî Tirkîyê. Problêma mihacirên kurd xuliqî, ku hewil didan derbazî ser axa Îraqê bibin, zêde jî li ser axa devera Barzan, û ev yek ne bi dilê îngilîsan bû181.

Wisa dihate xuyakirin, ku Şêx Ahmed ne bawer bû, ku wê bikaribe himber Bexdayê û Enqereyê ber xwe bide, lema jî ew her xwe efû dikir û di wî karî da zêde bi ser ne diket, ji ber ku xweefûkirinên wî dûrî aqilan bûn. Bi gotina wî, tirk dixwezin ji sînor derbaz bin û kurdên Îraqê bizêrînin, lema jî ew ji îngilîsan alîkarîyê dixweze. Ewî soz da kurdên Îraqê, ku wê wana ji êrîşên tirkan biparêze. Muteserîfê Mûsilê hewil da wî bend bike, dida bawerkirinê, ku parastina sînor her tenê karê hukumetê ye. Lê dîsa jî hewildanên leşkerên tirkan, ku derbazî ser axa Îraqê bibin û hewildanên Barzanî, ku kurdên xwe biparêze, berdewam bûn182.

Desthilata Tirkîyê bi riya Şêx Ahmed ber serekên mihacirên kurd pêşnîyar kir vegerine Tirkîyê, bi şertê, ku ewê tam bêne efûkirin. Lê kurdên mihacir îdî ketibûne nava şerê kurdên Îraqê yê dijî hukumetê û hukumeta Îraqê bi cidî dû wan ketibû, de`w ji Şêx Ahmed Barzanî dikir wana teslêm bike. Barzanî bêçare ma û ji mihacirên kurd (ewana serhevdu 1500 malbet bûn) hîvî kir ji axa wî derkevin183.

Em bêjin, ku ew bi lez nediketin daxwaza Ahmed Barzanî bi cî bînin, hela di ser da jî, ji tirkan ra li hev hat bi kurdan ra bikevine nava pêwendîyan, çek û cebirxane û pere didane wan û daxwaza wan ew bû, ku wana ji bo berjewendîyên xwe yên li Îraqê bi kar bînin, xwesma bona zor li ser Ahmed Barzanî bikin û ev yek hêrsa wî radikir184.

Bi vî awahî, rewşa tevayî ser demekê aram bû jî, lê rewşa li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê wek berê sincirî bû. Ew rewş demeke dirêj wisa ma, ji ber ku kurd li ser axên Tirkîyê û Îraqê serî hildabûn, şerê dijminên xwe dikirin û lema jî ew der herdem nerehet bû.

 

Riataza

 

157 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 175. C. Klêrkji bo A. Hêndêrson 03.12.1930, kopîya.

158Dîsa li wir, dexle 252, belge 18, hejmar 46. NivîsabaylozêBrîtanîyayê li Tehranêji bo Wezîretakarênder 17.03.1931; hejmar 41. KonsûlêBrîtanîyayê li Tebrîzêji bo nûnerê li Tehranê 20.05.1931, kopîya; belge 61-66. HevpeyvînaserekêkomîsyonaalîyêpirsênaramîyêyakomîsyonaTirkîyê-FarizistanêserhingKazimXanSeyahji bo rojnameya ”Îran”, 10.07.1931. Di dîroknivîsîyaTirkîyê da merivnikaremalûmatîyanbibînederheqahelwêstêndijîkurdanyavêpeymanê da. Ahmed ŞukruEsmer di berhemaxweya bi sernavê ”Dîrokasîyasî (1919-1939)” beşaderheqahevraxeberdanênTirkîyê-Farizistanêyênderheqapirsên ser sînor da qetkurdan bi bîrjînayne (rûpel 219-220), û herwiha di beşaderheqaserhildanaAraratê da jî. Gotinên ”kurd” û ”Kurdistan” di pirtûkawî da hewtunene (Esmer A. S. SiasiTarih (1919-1939). Ankara, 1953).

159 NEI. Hejmar 1077, 07.01.1932, rûpel 3; Correspondanced`Orient. Hejmar 410, fêbrier 1932, rûpel 80-81.

160 OM. 1932, hejmar 2, rûpel 59; Arfa H. Under Five Shahs, rûpel 230-231.

161 OM. 1933, hejmar 1, rûpel 22-24. HûrgilîyênderheqapêwendîyênTirkîyê-Îranê di destpêkasalên 30î da binhêre: Agaêv S. L. Îran: sîyasetader û pirsgirêkênserxwebûnê. 1925-1941. M., 1971, rûpel 217-221.

162Lênçovskîdestnîşan dike, kupirsgirêkakurdan li ser riyalihevhatinaTehranê û Enqereyê da astengbû, serhildana sala 1930î ”ewdijwarîderxistinemeydanê”. Peymana di navberaherduwelatanyaderheqapirsên ser sînor da bûbingeh bona pêwendîyênbaş di navberawan da (Lenczowski G. The MiddleEast in World Affairs. Ithaca. 1952, rûpel 171).

163 DVP. Cild 14. M. 1968, hejmar 395, rûpel 740. L. M. Karahanji bo Ya. Z. Sûrîs 27.12.1931.

164Dîsa li wir. Cild 15. M., 1969, hejmar 71, rûpel 94-95. Qeydasohbeta L. M. Karahan bi TewfîqRuştura 07.02.1932.

165 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 300, belge 80-81. Nivîsa O. Çemberlenji bo C.Klêrk 16.11.1927, kopîya.

166Elphinston W. G. The Kurdish Question, rûpel 100. Xetasînorpiranî bi riyahesinyaBexdayêraderbazdibû.

167 BPSV. 1929, hejmar 3 (11), rûpel 80-82; Correspondanced`Orient. Hejmar 361, decembre 1928, rûpel 267-268; AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 19-22. NivîsaA. Hêlmji bo A. Hêndêrson 06.08.1930, kopîya; NEI. Hejmar 916, 06.12.1928, rûpel 666.

168Hourani A. H. Minorities in the Arab World, L., 1947, rûpel 38; Elphinston W. G. The Kurdish Question, rûpel 100. Li Demişqêweke 15 hezarkurddiman, li Bêyrûtê – 7 hezar, li Helebê 4 hezar; Tambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 113.

169Arfa H. The Kurds, rûpel 42.

170Correspondanced`Orient. Hejmar 379, juilett 1929, rûpel 4-5; OM. 1930, hejmar 9, rûpel 445, 446.

171 OM. 1930, hejmar 8, rûpel 365-366; Navnîş-kalêndaraTirkîyêya 7an yamehahezîranê sala 1930î.

172 Di berhemênSovyetyênderheqaRohilataNêzîkyênwêdemê da, ku bi sîyasetadewletêvagirêdayîbûn, tevayasûcêbûyerên li ser sînorênSûrîyê-Tirkîyê bi situyê ”ÎmpêrîyalîzmaFransîyayê” va dialandin, kuxudêgiravîxeyal dike bi alîkarîya ”Daşnaksûtyûn”ê û eynatîTirkîyê û Îngilîs, dewletekekurdan-ermenîyansaz bike. JiçapemenîyaTirkîyê bi hewasekemezinçîrokêndûrîaqilanyênderheqaserhingLowrêns da, ku ”bal kurdanwekXwedêye”, çapdikirin. Femdarîye, kutuîzbatînedianîn. Emênavêçendgotaranbidinerêzê, kutê da nivîsên ha hene: ”Derheqadesîsîyênîmpêrîyalîstîyê, wêrankarênkemalîstan û qederamiletênkêmjimar da”, ”Derheqaserhildanarêaksyon li Kurdistanê, çapemenîyaTirkîyê û Lowrêns” (BPSV. 1930, hejmar 8-9 (16-17), rûpel 37, 67-68).

173 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 363, belge 122-123. Mêmorandûmahejmara 3590 ya 26.07.1930, nivîsaqaymeqaymêAmedîyêji bo muteserîfêMûsilê; OM. 1930, hejmar 8, rûpel 365.

174 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 363, belge 125. Mêmorandûmahejmara 8 (489) ya 28.07.1930, nivîsamuteserîfêMûsilêji bo WezîretakarênderyaÎraqê.

175 AVPRF, fonda132, 1930, çente 15, dexle 32, belge 9. Navnîş-kalêndarahejmara 7an, yatîrmeha sala 1930î.

176 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 363, belge 131. MîsyonaÎraqê li Enqereyêji bo WezîretakarênderyaÎraqê 02.08.1930, kopîyatêlêgramê.

177Dîsa li wir, belge 133. JisêkrêtarîatakomîsarêserekeyêBrîtanîyaMezinyê li Îraqêji bo cîgirêserekwezîrêÎraqêCefer el-Eskerî 06.08.1930, kopîya.

178Dîsa li wir, belge 171, 179. HesabdayînajibarêgehaHêzênLeşkerî-Hewayîji bo komîsarêserekeyêBrîtanîyaMezinya 12.08.1930; hejmar 112. NameyaqaymeqaymêZîbarêji bo înspêktorê li Mûsilê 06.08.1930; Arfa H. The Kurds, rûpel 42.

179 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 364, belge 38-39, 49. JinameyaWezîretakarênderyaÎraqê, hejmar 3032, 20.09.1930, kopîya. TêlêgramajiKonstantînopolîsê ser navêwezîretakolonîyayênÎngilîs 27.09.1930.

180Dîsa li wir, belge 1. NameyamuteserîfêMûsilêji bo Şêx Ahmed Barzanî 26.08.1930, kopîya.

181Dîsa li wir, belge 58, 59, 73, 89. NameyaŞêx Ahmed, nameyênmuteserîfêherêmaMûsilêjidayîreyênhukumetêyênBexdayêra.

182Dîsa li wir, belge 100, 109, 110, 112-113. Banga Şêx Ahmed ber bi serokatîyaherêmaMûsilêya 08.10.1930î, banga serokatîyaherêmaMûsilê ber bi şêwirmendêWezîretakarênderyaÎraqêya 10.10.1930î, nameyacîgirêmuteserîfêMûsilêji bo Şêx Ahmed 09.10.1930 û ji bo Wezîretakarênderya 09.10.1930î.

183Dîsa li wir, dexle 365, belge 11. JinivîsazabitêdayîreyarêçgerîyêyaMûsilê, 06.02.1931, kopîya, kopîya.

184Dîsa li wir, belge 88. NivîsazabitêdayîreyarêçgerîyêyaMûsilêji bo F Harrîson, ku li barêgeh-odeyaHêzênLeşkerî-Hewayîya li Bexdayêbû. 09.07.1931, kopîya.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev