Gotara Eskerê Boyîk li Konferansa Navenda Lêkolînên Êzdînasîyê ya 7 an da

Gotara Eskerê Boyîk li Konferansa Navenda Lêkolînên Êzdînasîyê ya 7 an da

Konferanseke kêrhatî derheqa paşeroja civaka êzdîyan da

 

Mijara Konfêransa me ya Navenda lêkolînên Êzdînasîyê „Rewșa Êzdiyên Bakûrê Kurdistanê, koçberî û dîroka wunda“ bû. Eva konfêransa 7 an e. Her carekê Navend pirsgirêkeke dîrok, çand, bawarîya êzdiyatiyê ya here aktûal dike babetê lêkolînan û dawîyê bi konfêranseke zanestî wan lêkolînan tomar dike, wek pirtûkekê diweșîne.

Navendê cêrge lêkolînên wusan yê giranbiha wek «Şêx Fexrê Adiyan Fîlosof ȗ xasê ola Ȇzdiyatiyê» bi tîpê latînî ȗ erebî /kurmancî/, «Mêrxasên Ȇzîdiyan» bi zimanê Almanî, «Cejnên Êzdiyan» /kurmancî/ , lêkolîna «Şîxadî» weşandine. Li ber weșanê ne pirtûkên derheqa komkujîya Şengalê û “Êzdiyatî berbi ku”. Kovara me ya ȆZDȊNAS jî tê weșandin. Hejmara ewil destê xwendevanan da ne.

Salê gelek sêmînarên zanestî tên derbaskirin, rasthatina tev zanyar, nivîskar, oldar, siyasetmedaran tên organîzekirin, malper û belgeyên Navendê ji bo zanyar –lêkolînvanan bȗne çavkaniyên hêja. Xêncî wan Navendê da wusa jî xebatên pêwîst li ser pirsgirêkên rewșa civaka Êzdiyan li welêt û dervayî welêt tê kirin. Jiyana civaka Êzdiyan timê jî aloz, tiragîk û dijwar bûye, lê van 15-20 salên dawîyê bûyarên ecêb li serê êzdiya qewimîn. Îslama tûndkuj bi temamîya hêza xwe ya hov, berê xwe da Êzdiyan. Komkujîya Şengalê ya 03.08.2014 an jiyana êzdiyan tev li hev kir. Êzdiyên Rojava jî ji wê zulmê xilaz nebûn. Çi hovîtî ku DE’ÎŞ ê Şengalê da kir, dewleta Tirke olperest jî Efrînê da șûnda nema. Keç, jin û zarokên Êzdiyan çawa hezar sal berê bazarê dewletên musulmana da hatin firotan, Şengal talan-wêran bû, bû warê gorê kom.

Musulmanî bi wê hovîtiya xwe li ber mirovatiya cihanê rezîl bû, lê tu dewletê, partî, sazî û dezgehên îslamê, lîdêrekî xweyî bandor ew weșîtîya ola xwe șermehzar nekir. Welatê xwe da civaka Êzdî malwêran û penaber bû, demeke pir kin da temamiya cihanê bela bû li ber bi hezara pirsgrêkên hebûn-nebûnê sekinî.

Cihanê da hêzeke xurt nîne ku li vê civakê xweyî derkeve, heqê wê bipirse, biparêze, di nav vê qetil û zulma berdewam da riya xilazbûnê jê ra bibîne…

Destê biyanyaye qirêj, xêrnexwez û neyarên netewî, olî, siyasî bi azadî ketine nava vê civakê û karê xweyî bêtifaqiyê dimeşînin, yekîtiya wanan diteribînin. Kes nizane kîjan dezgehên Êzdiyan peyayê kîjan dewletî ne, kîjan gel-cînar xêrxwez e, kîjan bi “ŞEKIR” binîva mala Êzdiya xirab dike, dihelîne, tune dike. Misyonêr û dîndarên biyanî weke nexweşiya xirab ketine nava êzdiyan. Çavê her kesî lêye pirsgirêk û astengiyên li ber vê civakê bo kara xwe bidine kêranîn û êzdiyan wek pezê bêxweyî li nav xweda tunekin. Heta rastya xas û pîrozên Êzdiya jî kirine babetên gengeșyan û propagandeke xirab ser dimeșînin.

Serokatya Êzdiyan ya civakî û olî berê jî nikaribû xwe li ser piya bigirta, lê ji pey wefata rehmetiyê Tehsîn Begê ra lap dest ber xwe berda ye.

Malên Êzdiyan yê dervayî welêt hinek kar dikin, lê ji bo nav û kara șexsî rêvabirên wan nikarin bi hevra ziman bibînin, yekîtîke xurt çêkin, pêșengiya vê civakê bikin.

Vî halî da berpirsyarî hîmlî dikeve ser milê rewșenbîran. Ew jî yekdeng-aktîv nînin, li pey civakê dikulin. Niha rewșenbîrîke Êzdiyan ya zane heye. Banga min rêwșenbîra ne. Tek ew bi karê xweyî helal, aktîv û bêalî karin civaka xwe ji vî halê kambax derxin, rêya çaresaryê bibînin.

Çawa em dinhêrin pirsgirêkê Êzdiyan ji wan mezintir in û tek Êzdî, bi xwe karin vî halê hebûn-nebûnê da xwera riya berdewaniya heyîtiyê bibînin.

Wede ye Êzdî bifikirin, ji xwera rêkê bibînin, ku carke din rastî komkujiya wa neyên.

Bi hêza xweye simvolîk û biçûk ev Navend di warê Êzdînasyê da dixweze hinek kara bike, lê ew kirin jî çilke av e nav okyanê da.

Navenda me li rex Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê hatiye ava kirin, xebatên me bi cûrê komeletiyê tên meșandin, ji tu ciya, tu alîkarî nayê standin.

Wusa jî gerekê bê gotin ku hê jî êzdîtî tu ciya, tu zankoyê yanê îdara zanestî da ne bûye warê lêkolînên akadêmîk. Tu ciya beșek yan pareke biçûk jî nîne ku li ser pirsgirêkên êzdiyatiyê raweste. Dutîretî û bêtifaqya nava komele û malên Êzdiyan da karê vê Navendê ra jî dibin asteng, rewșenbîrê nêzîkî Mal û komelên din xwe dûrî Navenda me digrin, naxwezin tevî karê wê bibin.


Dibe hinek pirsê bidin, ku Kurdzanî heye êdî Êzdînasî bo çiye?

Ȇzdiyatî bawarîke serbixwe ye, xweyê erf-,edet, eyd- erefatê xwexwetiyê ye. Dîroka wê ji

kûraya dewrananan tê, bi ruh ȗ zimanê kurmancî gihîştiye me. Rêya wêye dîrokî pir dijwer bûye. Heta vê dewrana zaniyarî û rinayê da hinek bawarî rastî û Xwedênasiya wê ya xezayî nas nakin.

 Ji bo xisûsiyên Êzdiyatyê hinek waran da Êzdînasî ji Kurdzaniyê ferq dibe. Rastî ewe ku dîrok, çand, bawariya êzdîyatiyê guhdariya Kurdzaniyê der mane.

Dema em dîroka Ȇzdiyan hema ya van sedsalê dawîyê yên pey hatina Şîxadî dinhêrin, dibînin bi hezara êrîşên hovane, yên kokbiryê, yên ji hev xezebtir, ji hundur û derva va anîne ser Êzdiyan. Di wan êrîşên komkujiyê da, kîjana Ȇzdî nav dikin“Ferman” gelek êl ȗ eşîrên kurdên musulman jî bi hêzên dewleta dagerkir ra bȗne hevkar, hinek komkujî jî ji destê oldar, axa-beg, û serekeşîrên kurdên musulman hatine pêkanîn. Rûyê olperestiya der dora û bêqanûnya dewletê Êzdî hê jî di nav gelê xwe da nikarin bi serbestî jiyana xwe bimeșînin. Kurdzaniyê da ev û gelek deqên dîrokêye reş hê jî guhdariya kurdzaniyê nekișandine ser xwe, nehatine lêkolînkirin, analîzkirin, qîmetê wane dîrokî hê jî nehatiye dayîn. Payê gelê Kurd yê pirê ne rastiya êzdiyatiyê va nasin, ne jî haj dîrok ȗ komkujiyan hene. Nizanin kal-bavê wan ji nezaniyê, olperestiyê destê dagerkira da bûne sîlih û çi zulm bêjî anîne serê hev. Niha ji payê gelî pirê di wan nerastiya û neheqiyan agahdar nîne.

Gelek pirsgirêkên dîrok, çand, bawarî, rastiya êzdiyatiyê bi zanyarî û obyêktîv nehatine ronîkirin.

Edebyeta Êzdiyan ya ruhanî (qewl, beyt, destan, qasîde, xizêkok, heyranok û hivd), ku herî kêm 8-9 sadsal berê ji aliye xwedênas, fîlîsof, helbestvanê Êzdî bi kurmancîya delal û zanyarîke pir bilind hatine efrandin, di warê, cûre û naveroka efrandariyê, ronîkirina pirsgirêkên felsefa efrandina dinê, mirin –jiyanê û hivd, di nav edebyeta cihanê da karin bibin sertacên zêrîn ji guhdariya edebyetzaniya Kurdî û Kurdzaniyê der mane.

Hê hê jî gelek pirsgirêkên pêwehdiyên ol û netewetiyê nava vê civakê da rast nehatine șirovekirin, bûne benîștê devê nezan, geveze û șerletanan, neyarên netewetiyê jî wê pirsgirêkê wek çeka bêtifaqya kêr tînin.

Armanca Navenda me ewe, ku guhdaryê bikșîne li ser pirsgirêkên dîrok, çand bawariya civaka Êzdiyan, rewșa wane îroyîne dijwer, penaberiya malwêran, rêyên çareseriyê destnîșan bike.

Pirsgirêkeke Êzdiyan, ku bûye babetê Konfêransa me rewșa Êzdiyên Bakûr e.

Rêça êzdiyatiyê çawa temamîya Kurdistanê wusa jî Bakûrê welêt da ji kûraya dewrana tê. Êzdî civakeke vê heremê ya bingehîn e. Bi dewr zemana dagerkirên olî û civakî bi șûr û agir, bi qelandin, talankirin û komkujiyan hatine Kurdistanê. Bûyarên dîrükî nîșan didin ku berê șûrê wan hîmlî ber bi bawariyên kevnar bûn. Astengiya here mezin li ser rêya wan Ezdayetî bûye.

Dewr û zeman ji pey hev bihurîn, zulm û xezebê domand, serê xelkê șûștin, kiras û can li hev kirin neyar, bira kirin neyarê birê lê bingeha bawariya Ezdiyatiyê Mêzopotamiyayê da ewqas kûr û xezayî bû, ewqas bi hizkirin dilê bawarmenda da cî girtibû, rehm û xwedenasiya wê bawariyê ewqas zelal û mezin bû ku ji qewata dagerkiran der bû ji dil û mejûyê bawarmendan kokbir bikin, derxin. Xûn weke çem kișiya lê ev bawarî wek heykelekî nealtbûyî, di nava „dîndijminatiya“ xezeb da ma..

Bêyî lêkolînênên dîrokî û zanyarî jî rêça Ezdiyatiyê Kurdistanê da li ber çavan e. Gelek hereman erf û edet, rabûn rûniștandinên kevnar nava êl û êșîrên Kurdên Musulman da mane. Hinek heykel, çêkirinên kevn, ku pașê ser kelefê wan dêr û mizgevt hatine avakirin koka Ezdiyatiyê-Şemsaniyê tînin bîra mirov. Dema berê xwe didin dîroka kevnar, tê texmînkirin ku hinek nav û peyv ku jê mane tek nava êl û êșîrên Êzdiyan da hatine parastin.

Ezdiyên Xaltî dibêjin ku peyva xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê war e, cîye… Eger navê war e, wusane navê welatê wan Xalta bûye. Lê kuye ew welat yan herema bi navê Xaltî?

Eyane, ku dor 1300 sal ji berî zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmiyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin bi navê Xaldî (Ûrartû) hebûye û heta dewiya sedsala şeşan (berî zayînê) dom kiriye. Gelo di navbera navê wê dewletê û navê van eşîrên Êzdiyan yên bi navê Xaltî da girêdanek nîne? Gelo Êzdiyên Xalta paşmayê wê şaristaniyê nînin?.

Hinek dîrokzanên ku dîroka gelên Rojhilata Navîn va mijûl bûne di xebatên xwe da pirî hindikî nêzîkî vê fikirê, pevgirêdana navbera Ûrartûyê û kurdada bûn e.

Bi rastî gelo pevgirêdan di navbera Ûrartû, Xalta, Kurdan(Êzdiyan) da heye? Eva pirsgirêkeke Kurdzaniyê ye. Ev pirsgirêka bi hinek texmînkirin û fikira, wekeheviya hinek peyvan çareser nabe. Çawa niha hinek gotarvanê kurd dixwezin wê fikirê pêşda bibin. Hinek hela gelek pêşda çûne û Ûrartûyê nav dikin dewleta kurdaye pêşin. Çareserkirina vê pirobilêmê gerekê bi xebatên dîrokî, arxîologî, zanyarî yên kûr û bingehîn bê makkirin. Ji bo dest me da delîlên anegor nînin, û ew gotara meva girêdayî nîne, em vê pirsê bihêlin dîrokzaniya paşwextiyê ra.

Dîroka Ocmaniyê dîroka komkujiyan, șer û dewê navxuyî, ciyê neheqiyê, zordestiyê, zulm û zorê, bêqanûniyê bûye. Nerazîbûn, cudatî, dijminatiyê nava gel û civakên wê dewletê da deshilatdarya Osmaniyê bo kara parastina rêjîma xwe kêr anye, ew berî hev dane ku bi șêr, bi hev qirkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Kîjan gel li ser rêya xwe asteng dîtine, her tișt kirine, ku wan bi zorê, qirkirnê, komkujiyan, yekê bi destê yê din ji holê rakirnê li ser rêya xwe derxin. Kurd, wek gelekî wê împêratoryê yê pir reng, nerehet, koçer tim jî Osmanyê ra pirsgirêk bûye, alozî çê kirye. Kurda, wek gelekî ji êl û eșîr, bîr û bawarî, mesheban ji hev cuda, ji hev qetyayî, bê rêk û pêk, bê organîze, bê tifaq, bê serî ji wê sîyasya Osmanyê ji teva pirtir ziyan kișandiye û timê jî wek çeka șer û dewên navxweyî hatye kêranîn.

Împêratoriyê da siyasîke xezebê hindava, gel, civak û olên ne musulman, xazma civakên kêmjimar da hatiye meșandin.

Êzdî ji teva bêtir bûne qurbanyên wê siyasetê û dîrokeke wunda ji pey xwe hîștine, ji bo ew him ji alyê dewletê, him alyê ola deshilatdar, him ji alyê deshilatdarên Kurdên musulman va hatine qirê. Wan hersê aliya, kê kî wedeyî xwestye êlên Êzdiyan hatine xezebê, xelk qir kirin e, cî warê wan talan û wêran kirin e û tu cara bo weșîtyê-neheqyê li ber cawdaryê nesekinîne. Ji ferman û komkujyên li serê Êzdiyan anîn, bawarkî sedî heftê-heyștê dewra Osmaniyê da pêk hatine. Êzdiyên ku ji wan komkujî û fermanên xezeb xilaz bûne cî û war, milk û mal xwe hîștine revyane cîkî din, yên nerevyan e jî ji tirsê bawariya xwe guhestine… Û payê pirê ew komkojî, bûyarên xezeb bêdeng mane, bîranîn jî ji pey xwe nehîștin e. Eger mirov di nav kurdên Bakûr dîroka êl û eșîran lêkolîn dike, ese rastî tișt û bingeheke êzdatiyê tê. Kengê wan bawarî guhestine, çima, çawa bûye kes nizane. Tișt nehatiye nivîsar. Tiștê ku wek bîranîn nava xelkê da mane ew jî demêra girêdayî hatine bîrkirin, namîne.

Sedsala 17-18 da Serhed bawarkî destê Êzdiya da bûye. Binelyê heremên Xalta, Torê, Wêranșeherê, Cizîrê, Heskîfê û gelek heremên din gund û warên Êzdiya bûne.

Hinek belge û bîranîn ji cî û warê Êzdiyan yên wê demê gihîștine me lê kêmin.

Şerê Rûs-Îranêyê salên 1826,1828 an û Rûs Tirka yê 1828,1829 û yên pey ra mora xwe di dîroka Êzdiya da hîștine. Pareke êzdiyên Serhede, ku ji zulm û olperestya Osmanya xezeb xilaz bibin derbasî weletê Rûs bûne.

Ji pey șerê cihanê yê ewlin ra, çawa Kurdistan bi temamî, wûsa jî Êzdîxane nava çar dewleta da hate parkirin, bi sînora ji hev hate qetandin. Serhed ji Êzdiya vala bû. Ji pey demezirandina Cihmûriyatê ra ji welêt da dest bi pêvajoya hebûn-nebûnêye pirr hişk bû. Hukumdarên Tirke nijarperest çi cûreyî hebe helandin, tunekirina gelê Kurd ji xwera kirine armanc û heta niha jî ew zulm û xezeb berdewan e. Ziman, nav, nasneme, dîrok, çi ku Kurd-kurdayetî ye tev têne înkarkirin. Serhildan û daxwezên Kurdan di nav xûnê da dixeniqin. Kurdistana Bakûr hebsa xezeb û zulmê ye. Gelê Kurdistana Bakûr civaka herî bindest, bin zulm û zora hukumdar û dagerkerên nijarperest da bênav, bêdeng û bêmaf bû, lê Êzdî di nav Kurdên musulman da ducare bindest, bêmaf û halê zordariya bawariyê ya hişk da bûn. Dema derheqa helaqetiyên di nav Kurden musulman û êzdî da tê ziman, tenê zulm û zordarî, qir û ferman, rev û bez, hev temûlnekirin, bêbawarî, bêaminatî tê bîranîn.

Heta serhildanên Kurdaye mezin da jî Êzdyan amintiya xwe Kurdên musulman nanîne û ewlekariya xwe ji wan bawar nekirine.

Heta salên heftêyî sedsala borî jî li Bakûrê welêt Êzdiyan hê dest ji cî û werên pêşyê xwe li Torê, Wêranşeherê, Sêrtê-Merdînê, gundên nêzîkî Amedê bernedabûn, çiqas jî zor-zemetî hebûn axa kal bava hemêz kiribûn, mabûn. Hesabê wan digihîşte 30-40 hezarî.

Di salên henftêyî da derê êwropayê vebû, rev li êzdyên Bakûrê Kurdistanê ket ji hebsa xezeb, berê wek karkir, paşê wek penaber berê wan kete Ewropayê û payê pirê Almanyayê da cî bûn. Niha, li Bakûrê Kurdistanê, ji 30-40 hezar Êzdiyan dibe 800-850 evd (ew jî hîmlî kal- pîr) mane. Gund xalî bê evd bûne. Di sebebên reva Êzdiyên Bakûr da, raste hinek motîvên aborî jî hebûn, lê hîmlî ji zordarî, dijwerî, bêqanûnya dewletê, bêtemûlî û dîndijminetya civaka kurd e olperest revyan. Dewletê, ji neheqyên der-doran ne ku Êzdî nediparastin lê her tişt dikir ku helaqetyan û cudatya bawaryê navbera wanda aloztir bike…

Rêça Êzdîtî li Bakûr tê hildan, tê bêjî Êzdî li wur ne jîyane, ne jî hebûne… Zyaret, cîyên wane pîroz jî nemane…

Tek heta niha tiştek maye evd zêndî direvin, mirî vedigerin…

Bi vê konfêransê meremê me ew e, ku karibin wê dîroka wunda hevekî ji nav kelefê dewrana derxin, bîranînên evdê zêndî bikin belge xweyîkin, ji wundabûnê xilaz bikin. Nivșên pêșîrojê ra belgehan bihêlin ku li ser wî erdî wedekî êzdî jiyan e.

 

***

Daxuyanya Konfêransa Navenda Lêkolînên Êzdînasîyê

 

Navenda Lêkolînên Êzdînasyê 30.03.2019 a li salona Mala Êzdiyan ya bajarê Oldêbûrgê da, konfêransa xwe ya 7 an derbas kir, Têma Konfêransê pirsgrêkeke cvaka Ezdiyan ya aktûal bû: „Êzdiyên Kurdistana Bakûr: koçberî, dîroka wunda“.

Eyan e, ku bi dewrana Bakûrê Kurdistanê bingeha Êzdiya bûye. Hatina olên nû û pey ra jî sazîmana Osmanya dagerkir derbine giran gihandin vê cevakê. Zulm û zora musulmankirinê sal bi sal girantir bû. Komkujiyan dane pey hev. Cî û warên Êzdiyan sêrek bûn. Komkujiyên li ser Êzdiyan, bawarkî sedî heftê-heyștê dewra Osmanyê da pêk hatin. Lê dîsa Êzdiyan ber xwe didan. Heta șerrê Rûs- Ecem û Rûs –Tirkan, despêka sedsala hîjdan Serhed destê Êzdiya da bû. Binelyê heremên Xalta, Torê, Wêranșeherê, Cizîrê, Heskîfê û gelek heremên din gund û warên Êzdiyan bûn.

Dema șerê Rûs-îranê û Rûs-tirkan payen Êzdiaên Serhedê yê pirê ku zulm û komkujyên Osmanyê xilazbin derbazî Rûsyaê bûn.

Ji pey demezirandina cihmûriyatê Tirkiyayê da ji bo temamîya gelê Kurd dest pêvajoke hebûn-nebûnê bû. Gelê herî bindest, bin zulm û zora hukumdar û dagerkerên nijarperest da Kurd bûn. Êzdî jî di dorpêça Kurdên musulman da ducare bindest, bêmaf û halê zordariya bawariyê ya hişk da bûn. Dema derheqa helaqetiyên di nav Kurden musulman û Êzdî da tê ziman, tenê zulm û zordarî, qir û ferman, rev û bez, hev temûlnekirin, bêbawarî, bêaminatî tê bîranîn. …

Heta salên heftêyî sedsala borî jî,li Bakûrê Kurdistanê Êzdiyan dest ji cî û werên kal-bavê xwe li Torê, Sêrtê-Merdînê, Wêranşeherê, gundên nêzîkî Amedê bernedabûn, çiqas jî zor-zemetî hebûn axa pêșyê xwe hemêz kiribûn, mabûn. Hesabê wan digihîşte 30-40 hezarî.

Di salên henftêyî da derê êwropayê vebû, rev li Êzdyên Bakûr ket, berê wek karkir, paşê wek penaber ji “hebsa” weletê xwe revyan Ewropayê. Niha, ji 30-40 hezarî 800-850 evd (ew jî hîmlî kal- pîr) gundada mane. Gund xalî bê evd bûne. Di sebebên reva Êzdiyên da raste hinek motîvên aborî hebûn, lê hîmlî ji zordarî, bêqanûnya dewleta Tirk, bêtemûlî û dîndijminetya civaka kurd e olperest revyan. Dewletê, ji neheqya der-doran ne ku Êzdî nediparastin, lê her tişt dikir ku helaqetî û cudatya bawaryê navbera wanda aloztir bike, Êzdiyan ra rê xweș bike ku zû bikșin, welatê xwe derên.

Hinek Êzdî vê dawîyê dixwezin vegerin gund, cî ware kal-bavê xwe. Cînarên wan astengiya vegera wan ra çê dikin, dor milk-mal û gundên wan hezara pirsgirêk çê dibin. Dewlet roleke dirûtyê dilîze.

Êzdîtî li Bakûr berbi tunebûnê diçe, tê bêjî li wur ne jîyane, ne jî hebûne… Zyaret, ciyên wane pîroz jî nemane…

Heta niha tiştek maye, evd zêndî ji welatê xwe direvin, mirî vedigerin…

Bi vê konfêransê meremê me ew e, ku karibin wê dîroka wunda hevekî ji nav kelefê dewrana derxin, bîranînên evdê zêndî belge bikin xweyîkin, ji wundabûnê xilaz bikin. Nivșên pêșîrojê ra belgehan bihêlin ku li ser wî erdî wextekî êzdî jiyan e.

Konfêrans bi qewleke pîroz, alye têolog û oldarê eyan Pîr Dîma va dest pê bû.

Serokê Malê Şahap Dag xêrhatina mêvana kir.

Konfêransê da derheqa rewșa Êzdiyan ya berî koçberyê, pirsgirêk û sedemên koçberyê, astengiyên dijî vegerê bi lêkolînên hewaskar pêșda hatin: Nivîskarê hizkirî Newaf Mîro, Lêkolînvan Orhan Onat , Nedîm Erkîș û Amer Çelîk.

Gotara Dîrokzan û Nivîskarê eyan Mehmet Bayrak derheqa çavkanyên Osmanyê da bû., nivîskar wusa jî ser komkujyên ser Elewyan rawestya û nîșan da ew aliyen hevbeș ku nav olên Êzdîtiyê û Elewîtyê da hene.

Derheqa hinek çavkanyên ewropyan, ku diplomat, rêwî, zanyaran li ser Êzdiyan nivîsîne bi gotareke dagirtî pêșda hat lêkolînvan Cevdet Tûkû.

“Di ware hiqûqî da rewșa ol û netewên ne musulman li Tirkyê” mijara gotara Mafnas û serokê Encîmana Kurdan li Almanyayê Kahraman Evsen bû. Evsen destnîşan kir, ku li Tirkiyê de warê hiqûqî de hinek peyman hatine îmze kirin lê nayêne pêkanîn. Ol jî tenê olên xweyî pirtûkên pîroz weke ol tine nasîkirn.. Bi wê mijarê Konfêransê da gerekê beșdar bibya wusa jî Mafzan, nivîskar û lêkolînerê eyan Osman Aydîn. Ji sedemên teknîkî konfêransê da beşdar nîbû.

Lêkolînvan Sadiq Basî, gotareke hewaskar derheqa rêvabirya olê di nav êl û eșîrên êzdiyên Bakûr da pêșkêș kir, li ser pirsgirêka rewșa ziyaretên êzdiyan rawestya.

Mêvanên Konfêransê, oldarên xirîstyan ji Komara Gurcistanê metranên gurc Lîa Osephashvilî û Malkhaz Songulashvilî bûn. Wan nêhêrînê xweye germ û pismamtyê li ser gera xwe li nav êzdiyên Bakûr û Lalișa Nûranî bi hizkirin anîn ziman.

Em lêborîna xwe ji dîrokzan-lêkolînvan Amîl Gêorgês dixwezin. Bi menyên têxnîkî, wededa hatina wî û xwendina gotara wî nehate pêkanîn.

Belgeyên Konfêransê wê bi pirtûkekê bên weșandin.

Konfêrans ji alyê Sêkrêtarê Navendê Ilyas Yanc û endemê Navendê Selih Evdo va bi serktin hat rêvabirin. Pîrozbahyê li ser nave Konfêransê hatin xwendin.

Razîbûn bi Rudaw û Laliș TV ku xebata Konfêransê ronî kirin.

 

Serokê navendê dr. Eskerê Boyîk.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev