NIRXANDINA KITÊBA KOMXEBATÊ – 1

NIRXANDINA KITÊBA KOMXEBATÊ – 1

Malpera me giringîyeke mezin dide karên Komxebata Kurmancî

ya Weqfa Mesopotamiyayê û hetanî niha çend nivîsên ser vê meselê çap kirine.

Îro em fikirên birêz HALÎL AKTUĞ raberî we dikin.

Ji ber ku gotar dirêj e, em wê dikin du beşan. Beşa duduyan sibê bixwînin.

 

HALÎL AKTUĞ

 

Hêmana herî girîng ji bo zimanan, rastznivîs e. Standartkirina nivîsandina zimanan, bi saya rastnivîsê tê saz kirin. Bê guman amadekirina rastnivîsa zimanekî bi xebata sazîyan tê zelalkirin, bi biryara dewletê tê safîkirin.

Mixabin îro di rastnıvisa kurdi de tevlîhevîyeka mezin heye. Ku di ziman û perwerdeyê de yekêtî çênebe. Ji kesên xweyîyê wî zimanî jî milletek (neteweyek) pêk nayê. Çimku ihtîyacê neteweyekê bi li hev kirinê heye. Hem ji bo perwerdeyê û hem ji bo danûstandinê. (Pirsgirêkên zaraveyan, pirsgirêkên giranin ne mijara vê gotarê ne.)

Bingeha rastnivîsa zaravayê kurmancî ji teref zimanzan Celadet Alî Bedîrxan û Roger Lescot ve hatine danîn. Em minetdarê van kesa ne.

Piştî van kesan, xebatên li ser rastnivîsa kurmancî dewam kirine. Heta îro xebatekê ku çavê mirov jê têr bibe nehatîye amade kirin. Ji ber ku kesên xwe li ziman dikin xweyî wan bi xwe jî perwerdeya ziman bi awayekê zanyarî nedîtîye. Bi imkanên xwe li ser vê mijarê xwe westandine. Kesên di vî warî de keda wan heyî jî mala hemûyan ava.

Di derheqê rastnivîsê de çend mijar hene ez dixwazim di derheqê van mijaran de fikra xwe peşkeş bikim.

Berî niha jî me got; rastnivîs li hev kirine. Mîr Celadet Alî Bedîrxan, Roger Lescot û kesên di wê deme de bi wan re di kovaran de xebitîn, li ser daçekên (edat)ên “de, ve, re”yê li hev kirine. Wan jî dizanî ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran” di qilasîkê kurmancî de ji ber wezna “aruz”ê daçekên “da, va, ra”yê bi kar anîne. Lê ji ber ku bi karanîna daçekên “de, ve, re”yê sivikin, tercîha wan bûye ev daçek. Îro hinek kes dixwazin vê biryarê bi guherin, bikin “da, ve, ra

Gelo ma ne lazim e ev kes; di derheqê zerera “de, ve, re”yê de fikra xwe beyan bikin, ka çi xwisara van daçekan ji zimanê me re heta îro çêbûye. An jî karê daçekên “da, ve, ra” yê ji zimanê me re çîye. Divê kesê zimanzan di bin tesîra devoka xwe de nemine.

 

Mijara nekifşîyê

Îro ziman zanên zaravayê kurmancî, bi piranî di “Komxebata Kurmancîyê”de berhev bûne. Ji ber wê çendê, bi piranî ezê li ser tespîtên wan rawestim. Û fikren xwe jî peşkeş bikim.

Mejîyê ziman zanên kurd di derheqê nekifşîyê de tevlîhev e. Ez dixwazim di vê derheqê de fikren xwe peşkeş bikim.

Di kurmancî de nekifşî çîye?

Di kurmancî de nekifşî ew e ku hijmara tiştan ne dîyar e. Ev jî bi sê awaya tê damezrandin.

 

1.Bi rengdêrên nekifşîyê tê damezrandin.

2.Bi cînavkên nekifşîyê tê damezrandin.

3.Bi hijmara “yek”ê tê damezrandin.

 

1.Nekifşî bi rengdêran tê damezrandin.

Minak:

Hin zarok hatin. An jî ( Zarok-in hatin.)

Goştê hemû cûkan nayê xwarin.

Hinek zarok li dersên xwe naxebitin.

Ji her malê yek xwestin.

Çend xwendekaran îtîraz kir.

Piçek nan jî nema.

 

2.Nekifşî bi cînavkan tê damezrandin.

Minak:

Kesnehat.

 

Herkes çû

Gişkan xwe xeyîdand.

Hemûwanxwar.

Hinekan xwe nerazî kir.

 

3.Bi hijmara “yek”ê tê damezrandin.

Peyva “yek”ê carna rengdêra nekifşîyê ye. Carna jî cînavka nekifşîyê ye. Ev rewş ji hevokê tê fêhmê.

Mînak:

Emê êvar-ek-ê werin mêhvandarîya we.

Di vê hevokê de “y-ek” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de “yek” rengdêra nekifşîyê ye.

Mînak:

Roj-ek-ê qedera me jî yê bê guhertin.

Di vê hevokê de “y-ek” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de “yek” rengdêra nekifşîyê ye.

Mînak:

Yekî ji min re got.

Di vê hevokê de “yek-î” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de “yek-î” cînavka nekifşîyê ye.

Di van her sê hevokan de jî em ji mana hevokê dizanin ku nekifşî heye.

 

“Komxebata kurmancîyê” di derheqê “yek”ê de waha gotîye:

“Navdêrên nêr yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.”[1]

Komxebatê wek îfadeyeka mutlaq bi kar anîye. Di vê îzahatê de kêmayî heye.

 

Ezê di derheqê “yek”ê de fikra xwe berfereh peşkeş bikim.

 

Di kurmancî de bi karanîna “yek”ê

Hejmara “yek”ê mê ye.

Divê em vê bizanin, ku “yek” hijmara nesneyekê bi tenê dîyar bike, nekifşî di wî navdêrî de nîne.

Ezê li ser vê mijarê berfereh rawestim.

 

  1. Di îzafeya rengdêra hejmarî de ku lêker negerguhêz be, navdêra piştî hejmarê ne bireser be û ne diyarkirî be,wî çaxî ne “yek”ne jî navdêr qertafê nastînin û nekifşî çênabe.

Mînak:

yek zarok kenî. (zarok-ek kenî)

 

  1. Di raveka rengdêra hejmarî de ku lêker gerguhêz be, navdêrê piştî hejmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî ne hejmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Min yek zarok anî. (Min zarok-ek anî.)

  1. Ku hejmar, di peywira têrkerê de be, wê demê hejmara “yek”ê qertafa “-ê”yê distîne.

Mînak:

ji yekê heta bi bîstan bihejmêre. Di eslê xwe de ev hevok wiha ye. (ji yek hejmarê heta bi bîst hejmaran bihejmêre.)

  1. Ku berî “yek”ê daçekên “bi, ji, li,di”bên bi karanîn, wê demê “yek” qertafa “ê”yê distîne. Ev “” ne tewanga “yek”ê ye. Tewanga wan navdêrên ketîye.

Mînak:

Bi yekê bileyîze                  (Bi yek xarê bileyîze)

Li yekê gerîyan                   (Li yek malê gerîyan)

Di yekê de zarok hene.        (Di yek sınfê de zarok hene.)

5.Ku “yek” îzafeya hijmara rêzê be, wî çaxî navdêr berî hijmarê tê nivîsandin. Hijmar jî qertafa hijmara rêzê “-ê”yê distîne.

Mînak:

Ez di sinfa yekê de me.

  1. Ku hijmar îzafeya rengdêra rêzê be, wî çaxî hejmarayek-ê” qertafa hejmara rêzê distîne. Navdêrê pêşî qertafa îzafeyê dîstîne. Navdêrê piştî rengdêra rêzê tewanga zayendê distîne.

Mînak:

Îro yekê hezîranê ye. Ev hevok bi eslê xwe waha ye:

Îro roj-a yek-ê hezîran-ê ye.

Di vê hevokê de qertafa “-a”yê qertafa îzafeya mêyîtîyê ye. Qertafa “-ê”ya li dawîya “yek-ê” jî qertafa hejmara rêzê ye. Qertafa “-ê”ya li dawîya “hezîran-ê” jî qertafa zayenda mêyîtîyê ye.

7.Di hevoka “Ez yek zilamî dibînim.”Ez zilam-ek-î dibînim.” de“zilam-î” qertafa nêrîtîyê standîye û bireserê nedîyarkirî ye.

Di hevoka “Ez yekî dibînim.” de “yekî” qertafa nêrîtîyê standîye. Di vê hevokê de peyva “yekî” ji rengdêrî ketîye. Di peywira cinavka nekifşiyê de ye. Peyva “yekî”di şûna “zilam-ek-î” de bûye cînavk di peywira bireserê dîyarkirî de ye.

 

  1. Di hevoka “yekê gulanê” de peyva “yekê” qertafa tewanga mêyîtîyê standîye. Ev hevok bi eslê xwe waha ye.

Roja Yekê gulanê” ye. Ji hevokê peyva “roja” ketîye.

Komxebatê ev mînak dane:

“Ez mehînekê dibinim.”    (Ez yek mehînê dibinim.)

“Ez sêvekê dixwim.”         (Ez yek sêvê dixwim.)

Di van herdu hevokan de jî mexsed ew e ku hijmara mehînê yek e.Û hijmara sêvê jî yek e.

Lêkerên “dibînim û dixwim” gerguhêz in. Peyvên “mehîn û sêvê” bireserê nedîyarkirî ne. Di van mînakan de nekifşî tune ye.

Komxebat; nekifşîyê û bireserê nedîyarkirî tevlîhev dike. Me li jorê jî îzah kiribû. Nekifşî: Ew e ku di derheqê hijmara wê tiştê de ne xweyîyê agahîyan e. Halbukî em ji van her du hevokan jî fêhm dikin ku hijmara sêv û mehînê yek e.

Bireserê ne dîyarkirî ewe ku hijmara nesneyê kifş e, lê mirov di derheqê wê de ne xweyîyê agahîyan e.

Di van hevokan de peyvên “ mehînê û sêvê” bireserê nedîyarkirî ye. Di derheqê hijmara wan de agahîya me heye, lê di derheqê “sêv û mehînê” de agahîyên zede nînin.

Nexwe divê bê zanîn ku peyva “yek”ê tim û daîm nekifşîyê ”nenasyar”îyê nadamezrîne.

 

Nekifşî bi rengdêra “hin”ê

Ku peyva “hin”ê di peywira (wezîfeya) rengdêra nekifşîyê de be, wî çaxî “hin” di pêşîya navdêr de û cuda tê nivîsandin.

Mînak:

“Hin zarok kenîn.”

Ev hevok bi vî awayî jî tê bi kar anîn:

Zarok-in kenîn.

Di vê hevokê de “h”ya “hin” ê, ketîye.“-in” hatîye dawîya “zarok”ê. Ji ber ku hijmara zarokan ne kifşe di vê hevokê de nekifşî heye.

“Hin zebeşên biçûk kal in.” Di vê hevokê de peyva “hin” di peywira rengdêrê de ye.”zebeşên biçûk”raveka rengdêrî ye. Ev hevok bi vî awayî jî tê bi kar anîn:

Zebeş-in-ên biçûk kal in.”

Di vê hevokê de”h”ya “hin”ê ketîye.Büwe“-in” ”-ên” jî qertafa îzafeya pirhijmarîyê ye. Qertafên “-in” û ”-ên” hatine dawîya peyva “zebeş”an.

Ku peyva “hin”ê di şûna cînavka nekifşîyê de be. wê demê hevok waha tê bi kar anîn. “Nêrgiz, hinan bikire.” Eslê vê hevokê waha ye: “Nergîz, hin sêvan bikire.” ji hevokê peyva “sêvan” ketîye.”-an” hatîye dawîya rengdêra “hin”a û peyva “hinan”ê bûye cînavka nekifşîyê.

Mîr Alî Celadet di kitêba xwe ya rêzimanî de ji bo pirhijmarîya nekifşîyê “-ine” bi kar anîye.

Mînak:

Sêv-in-e sor.

Bizin-in-e qelew.

Di vê derheqê de jî ezê fikra xwe peşkeş bikim. Divê ev bê zanîn ku qertafa îzafeya pirhijmarîyê ji bo her du zayendan jî “-ên” e.

Nexwe em li eslê van hevokan binerin nûka emê kêmayîyên wan şirove bikin.

 

Sêv-in-e sor. Ev hevok bi vî awayî ye.

(Hin sêv-ên sor.)e

 

Bizin-in-e qelew.Ev hevok bi vî awayî ye

(Hin bizin-ên qelew)e.

Di van mînakan de “-e” ne qertafa îzafeyê ye. Qertafa “-in”ê jî qertafa rengdêra nekifşîyê ye. “-ên” jî qertafa îzafeyê ye. Gelo di kurdî de wezîfeya “-e”yê çîye? Emê di şûna çi de bi kar bînin?

Sêv-in-ên sor.

Bizin-in-ên qelew.

Di nav gel de bi vî awayî ji tên bi kar anîn.

Sêv-in-ê sor.

Bizin-in-ê qelew.

 

Di derheqê îzafeyê de

Di derheqê îzafeya navdêrên mê û yekhijmar de Di vê derheqê de jî mejîyê ziman zanên kurd tevlîhev e. De ka em li îzahata “Komxebata Kurmancîyê” binerin, paşê jî fikra xwe peşkeş bikin.

Celadet Alî Bedîrxan, ji bo îzafeya navdêrên mê û yekhijmar “-ek-e” bi kar anîye.

Di vê derheqê de “Komxebata Kurmancîyê” waha dibêje: “Her çî her du awayên din in (-ek-a, -ek-e), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê Komxebata Kurmancîyê ji ber sedema li jorê dîyar kirî bi piranî awayê yekem tercih dike.” (rûpel 135)

Berî her tiştî Komxebatê, nekarîye biryarekê bide ka “-ek-a” an jî “-ek-e” yê bê bi kar anîn. Komxebatê gotîye: “Em her du awayan “-ek-a” û “-ek-e” jî ji bo nivîsînê rast dibînin.”

Ku “-ek-a” û “-ek-e” her du jî rast bin. Divê Komxebat wezîfeya qertafa îzafeya meyîtîyê “-a” û wezîfeya “-e” yê dane berhalê. Ka bi çi awayî her duyan jî rast dibine. Da ev mijar zelal bibe.

Mejîyê Komxebatê hewqasî tevlîhev e. Dibeje em bi piranî “-ek-a”yê bi kar tînin. Yanî di derheqa biryara xwe de jî bipiranî bi kar tînin. Bi karanîna Komxebatê jî ne daîmî ye. Biryareka waha, mejîyê nivîskaran tevilhev dike. Ji xizmetê bêhtir, zererê dide ziman.

 

Di vê derheqê de jî ezê fikra xwe peşkeş bikim.

 Nivîsandina qertafên tên dawîya navdêran.

Di hevokê de lêker negerguhêz be û kirde jî mê be, kirde qertafê nastîne.

Mînak:

Fatim hate malê.

Bizin çû ser darê.

Çêlek hate ga.

Di hevokê de lêker gerguhêz be û kirde mê be, kirde qertafa “ê” distîne.

Mînak:

Keçik-ê nan peht.

Bizin-ê nan xwar.

Çêlek-ê rît bi destîyê bivir ve.

Ku hevok îzafeya rengdêran û nedîyarkirî be û lêker gerguhêz be, kirde jî mê be, kirde peyva “yek-ê” distîne. Di pevedanînê de “y” dikeve “ek-ê” tê dawîya peyvê.

Mînak:

Yek bizin-ê nan xwar.

Bizin-ek-ê nan xwar.

Yek keçik-ê nan peht.

Keçik-ek-ê nan peht

Ku lêkera hevokê gerguhêz be û kirde jî nêr be, lazim bû kirde qertafa zayenda nêrîtîyê “î”yê distîne. Lê bi gelemperî qertafa “-î” yê nayê bi kar anîn..

Di vê mijarê de jî hewceyî bi li hev kirine heye.

Mînak:

Adar, nan peht.                                         (Adarî nan peht.)

Nêrî, nan xwar.                                        (Nêrîyî nan xwar.)

Hesen, rez kezaxt.                                    (Hesenî rez kezaxt.)

Mustefa, komele ava kir. (Mustefayî komele ava kir.)

Ji bo piranîya her du cinsan

Ku lêker negerguhêz be, di piranîya herdu cinsan de, navdêrê nêr û mê her du jî qertafê nastînin. Lê lêker qertafa piranîyê kesayetîyê “in”ê distîne.

Mînak:

Îro zarok çûn gund.

Duh keçik ji wanê hatin.

Li nav firazê bizin çêrîn.

Ku lêker gerguhêz be, di piranîya herdu cinsan de navdêrê nêr û mê qertafa “-an”ê distînin.

Mînak:

Zaroka/an nan xwar.

Keçika/an nan peht.

Zilaman govent girt.

Jinan bêhna xwe vekir.

Ku lêker gerguhêz be û peyva îşarkî îzafeya rengdêra îşarkî be, navdêra “mê” qertafa “ê” distînin.

Mînak:

Vê bizinê bikire.

Vê jinikê bibe

Ku lêker gerguhêz be û navdêrê bireser îzafeya rengdêra îşarkî be, navdêrê “nêr” qertafa “-î”yê distîne.

Mînak:

Vî hesp-î bikire.

Vî kevir-î bavêje.

 Ji bo îzafeya rengdêran

Ku navdêr “nêr” û îzafeya rengdêrê be navdêr qertafa “-ê” distîne.

Mînak:

Yek hespê boz revî.

Hesp-ek-ê boz revî.

Ku navdêr “” û îzafeya rengdêrî be navdêr qertafa “-a” distîne.

Mînak:

Yek mehîna sor revî.

Mehîn-ek-a sor revî.

 Ji bo raveka navdêran

Ku navdêr “nêr” û îzafeya navdêran be navdêr qertafa “-ê” distîne.

Mînak:

Bi kefçî-y-ê dar bixwe.      (Bi kefçî-y-êdarî bixwe.)

Nan-ê garis nekire.                                  (Nan-ê garisî nekire.)

 

Ku navdêr “” û îzafeya navdêran be, navdêrê pêşî (raveker) qertafa “-a”, navdêrê paşî (raveber) qertafa “-ê”ya zayendê distîne.

Mînak:

Zelal-a Fatim-ê hat.

Dar-a sêv-ê nebire.

Av-a cizîr-ê nayê vexwarin.

 

Li gorî mînakên jorî, qaîdeyê qertafa îzafeya mêyîtîyê ya yekhijmar “-a” ye. “-ek-a” ji bona rastnivîsa kurmancî rast e.

-e” ne qertafa îzafê ye. Divê “-ek-e” neye bi kar anîn.

Divê Komxebat jî ji vê weswesê xilas bibe. Da mejîyê nivîskaran jî di derheqê rastnivîsê de zelal bibe.

 

Di derheqê îzafeya navdêrên nêr û yekhijmar de

Mejîyê Komxebatê di derheqê îzafeya nêr û yek hijmar de jî tevlîhev e.

De ka em li îzaha komxebatê binêrin:

“Herçî her du awayên din in (-ek-ê, -ek-î), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-î),Komxebat bi piranî vî awayî tercih dike.”(rûpel 135)

Komxebat, biryarê dide ku “” ya tewangê di şîna “ê” ya îzafeyê de bi kar bîne.

Komxebat weha dibêje:

“Her çî awayê duyem e (-ek-î), di îzafeya navdêrên nêr yên yekhijmar û nenasyar da tewang û îzafeyê tev li hevûdin dike û loma <î>ya gireya tewangê ji bedêla <ê>ya morfema îzafeya navdêrên nêr bi kar diîne.”³ (rûpel 133)

Komxebatê nekarîye qertafa tewangê “-î”yê û qertafa îzafeyê “-ê”yê bi cih bike. Gotîye emê di şuna qertafa îzafeyê “ê”yê de jî qertafa tewangê “-î”yê bi kar bînîn. Sedem jî ne îlmî û ne zanyarî ye. Sedem têrbelavbûn e.

Divê Komxebat biryarekê bide. Ka çawe di şuna “-ê”ya îzafeyê de “-î”ya tewangê bi kar tîne. Qey wezîfeya îzafe û tewangê yek e?

Na. Qertafa îzafeyê aîdîyetê temsil dike. Qertafa “-î”yê zayenda nêrîtîyê temsil dike.

Divê Komxebat dev ji vê tevîlhevîyê ber de. Pêşîya nivîskaran zelal bike.

 

Di vê derheqê de ezê fikra xwe bi çend mînakan pêşkêş bikim.

Ji bo îzafeya rengdêra ku navdêr yekhijmar be

Di îzafeya navdêrê ner û yekhijmar de navdêr qertafa îzafeya nêrîtîyê””yê distîne.

Mînak:

Yek beran-ê hogic bikire.

Beran-ek-ê hogic bikire.    (îzafeya rengdêran)

Yek kevir-ê spî bîne.

kevir-ek-ê spî bîne.                                 (îzafeya rengdêran)

 

Di van hevokan de “Beran-ek-ê ” û “kevir-ek-ê” bireserê nedîyarkirî ne. Ji ber wê çendê di van hevokan de nekifşî çênabe. Qertava îzafeyê “-ê” hatîye bi kar anîn.

 

Ji bo îzafeya navdêrên yekhijmar,

Di îzafeya navdêrê ner û yekhijmar de navdêr qertafa îzafeya nêrîtîyê”-ê”yê distîne.

Mînak:

Yek nan-ê tenûr-ê bide min.

Nan-ek-ê tenûr-ê bide min. (îzafeya navdêran nêr)

Yek bar-ê hêstir-ê dar bikire.

Bar-ek-ê hêstir-ê dar bikire (îzafeya navdêran nêr)

 

Di van hevokan de “Nan-ek-ê tenûr-ê” û “Bar-ek-ê hêstir-ê” bireserê dîyarkirî ne. Ji ber wê çendê di van hevokan de nekifşî çênabe. Qertava “-ê“ya yekemîn qertafa îzafeyê ye. “”ya duwan qertafa zayenda mêyîtîyê ye.

 

Ku qerafa îzafeyê tune be, wê deme qertafa tewangannêrîtîyê “-î” tê dawîya navdêrên nêr.

Mînak:

Yek beran-î bikire. (Beran-ek-î bikire.)

Yek zebeş-î bikire (Zebeş-ek-î bikire.)

 

Dî van mînekan de qertafa îzafeyê tune ye.“-î” qertafa tewanga nêrîtîyê ye. Em dikarin di her du hevokan de jî “yek-î” bi kar bînin. Di van hevokan de nekifşî tune ye. Peyvên “beran-î û zebeş-î” bireserê nedîyarkirî ne. Peyva “yek”ê jî li vê derê rengdêrê esil yê hijmarî ye.

Nexwe em dikarin vê bibêjin: “” ya tewangê di şûna “-ê”ya îzafeyê de neyê bi kar anîn. Divê Komxebat dev ji vê tevlîhevîyê jî ber de.

Qertafa “-an”ê

Emê pêşî di kurmancî de wezîfeya qertafa “-an”ê danin berhalê û paşê jî di derheqê nîrxandina Komxebatê de fikra xwe peşkeş bikin.

1.”-an”a pirhijmarîyê.

Ku qertafa “-an”ê werê dawîya navdêran, Ji alîyê hijmarê ve navdêran ji yekî zêdetir dide dîyarkirn.

Mînak:

Qelem- qeleman

Defter – defteran

Jêbir – jêbiran

 

2.”-an”a di şûna qertafa zayendê de.

Di îzafeya navdêrên nêr de ku navdêrê diduwê (raveker) di şûna navdêreka mê de navdêrekê nêr hatibe bi kar anîn. Qertafa “-an” tê bi kar anîn.

Mînak:

Genmê Xerz-an

Genmê Behdîn-an

Genmê Şikak-an

Genmê Bot-an

Sala hezar û neh sed û not û pênc-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Peyvên “Xerzan, Behdînan, Şikakan û Botan” peyvên zayenda nêrîtîyê ne. Di kurmancî de navê deveran mê ne. Ev navdêrên li jorê, di wezîfeya navên mê de hatine bikaranîn. Ji ber wê çendê qertafa tewanga“-an”ê standine.

Ku di şûna wan de wekî li jêr peyveka mê bi hata bi kar anîn. Wî çaxî qertafa zayenda mêyîtîyê tê bi kar anîn.

Mînak:

Genmê Cizîr

Genmê Tor-ê

Genmê Serhed-ê

Genmê Anedol-ê

Sala hezar û neh sed û not û yek-ê

3.”-an”a di şûna qertaf çêkerê de.

Durîyan –du- rê-y-an (“-an” li vê derê qertaf çeker e.)

Sêrîyan –Sê- rê-y-an (Dî çêrokan de tê gotin: “Kalkê sêrîyanê”)

Pîr-an

Gul-an

Şêx-an

Jîy-an

Cîh-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Qertafa “-an”ê ji navan, navên nû damezrandine. Ji ber wê çendê li vê derê “-an”qertaf çêker e. Jı navdêran, navdêr damezrandine.

4.”-an”a di şûna qertafa mensubîyetê de.

Kurd-an

Tirk-an

Ereb-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Qertafa “-an”ê maneya mensubîyetê dide navdêran.

  1. “-an”a di şûna qertafa herdem de

Havîn-an diçe zozanan.

Êvar-an nên naxwe.

Sibeh-an diçe sporê.

Di van hevokan de pirhijmarî nîn e. Wateya herdemê didin hevokê.

 

  1. “-an”a ji rengdêra navdêran didamezrîne.

Çar zarok-an bîne.———–Çar-an bîne.

Deh zebeş-an bikire.———Deh-an bikire.

Di van hevokan de navê “zarok-an” û “zebeş-an” ketîye. Qertafa “-an”ê hatîye dawîya hijmara “çar û deh”ê. Peyva “çar û deh” ê rengdêrên hijmarî bûn. Bi qertafa “-an”ê di şûna “zarokan û zebeşan” de hatine bi kar anîn. Û “çar û deh” bûne navdêr.

 

Emê piştî ve îzahatê li ser nîrxandina Komxebatê rawestin.

Komxebat dibêje:

“Bêjeya “Banot”ê di eslê xwe da pirhijmar e.”(rûpel 125)

Bila Komxebat li qusurê nenêre, Komxebat nizane pirhijmarî çîye. Ku Botan pirhijmar be gelo çend Botan hene?

Daka em li koka “Botan, Xerzan, Şikakan, Behdînan û Batuwan, Heyderan” binerin. Koka van peyvan: “Boht, xerz, şikak, behdîn, Batu û Heyder” e. Ev peyvên he di eslê xwe de nêrin.

Emê li bikaranîna van peyvan binerin.

Ku me bivê em bibêjin em ehlê van herêman e. Emê waha bi kar bînin.

Mînak:

Ez Bot-î me

Ez Xerz-Î me

Ez Şikak me

Ez Behdîn-î me

Ez Batuw-î me

Ez Heyder-î me

Ku em li gorî tespîta Komxebatê van peyvan bi karbînin. Dîvê em bibêjin:

Mînak:

Ez Botan-î me

Ez Xerzan-î me

Ez Şikakan me

Ez Behdînan me

Ez Batuwan-î me

Ez Heyderan-î me.

Ku em li gorî tespîta Komxebatê îzafeya van peyvan bi kar bînin. Divê em van peyvan waha bi kar bînin.

Mînak:

Ez genimê Botan-ê dikirim.

Ez li Çemê Xerzan-ê derbas bûm.

Ez genimê Şikakan-ê dikirim.

Ez genimê Behdînan-ê dikirim.

Ez genime Batuwan-ê dikirm.

Ez genime Heydera-ê dikirm.

Ez xelk-ê Soran-ê me.

Ez helbestên Feqîy-ê Teyran-ê diecibînim.

 

Komxebat vê mînakê dide.

Mînak:

“Ez dê biçim Botanê.”       (Ez ji Cizîr-a Botan-ê me.)

Ez dê biçim Şikakanê         (Ez ehlê Şikakan-ê me.)

Ez dê biçim Behdînanê      (Ez ehlê Behdînanme.)

Di kurdî de navê cih û waran mê ne. Bi tewanga mêyîtîyê “ê” tên dîyar kirin.

Mînak:

Ez çûm Cizîrê.

Ez li Torê dirûnim.

Ez ji Serhedê hatim.

Lê ku navê cih û waran bi peyveka nêr hatibe bi nav kirin, ji ber ku ew nav, peyvên nêrin, qertafa mêyîtîyê nastînin. Wê demê navê cih û waran bi qertafa “-an”ê tê dîyarkirin.

Mînak:

Ez ji Botan têm.

Ez ji Xerzan têm.

Ez ji Behdînan têm.

Ez çûm nav Batûwan.

Ku navê cih û waran ravek(izafe) be, wê demê qertafa zayenda mêyîtîyê “- ê” distîne.

Mînak:

Çemê Pesurê

Şetê Cizîrê

Genmê Serhedê

Ku navê cîh û waran nêr be û ravek (îzafe) be, wê demê qertafa raveka mê “-ê” û ji bo navdêrên nêr qertafa “-an” tê bi kar anîn. Qertafa “-an”ê ne pirhijmarî ye. Di şûna qertafa tewanga nêrîtîyê dehatîye bi kar anîn.

Mînak:

Çemê Botan

Çemê Xerzan

Genmê Behdînan

Xelkê Soran

Feqîyê Teyran

Dî van mînakan li jêr de îzafe heye. “-î” ya aîdîyetê ye. Ne hewceye qertafa zayenda“-ê” bê bi kar anîn. Kurdan wekî li jêr bi kar neanîye.

Mînak:

Ehmedê Xanîyê

Remezanê Xerzîyê

Nezîrê Torîyê

Xelîlê Botîyê

zimanê kurdîyê

zaravayê kurmancîyê

Komxebatê di heman mijarê de peyva “Gundik” mînak daye û waha bi kar anîye.

“Ez diçim Gundikê”

Ez pezê Gundik-ê-yan dikirim.

 

Ji ber ku peyva “gundik” navê gûndekî ye. Komxebatê qertava mêyîtîyê bi kar anîye. Komxebat dizane ku peyva “Gundik” nêr e. Ji ber wê çendê qertafa mêyîtîyê nastîne.

Rastîya vê hevokê waha ye.

Ez pezê Gundik-î-yan dikirim.

 

Ku em wekî Komxebatê bikin divê îzafeya peyva “Gundikê bi “-a”yê be.

Ku gotina Komxebatê rast be, Divê em navê“gundik” bi vî awayî bi kar bînîn.

Mînak:

Ez ji Gundik-a melê têm.

Esker Gundik-amelê şewitand.

 

Lê rastîya van hevokan waha ye:

Ez ji Gundik-ê melê têm.

Esker Gundik-ê melê şewitand.

 

Me berî niha jî îzah kiribû. Peyvên nêr bibin navê cih û deveran jî qertafa zayenda mêyîtîyê nastînin. Bi qertafa tewanga “– î” an jî “-an“ê tên dîyar kirin.                 

                                                                                      

[1]1. Komxebata Kurmancîyê Rêbera Rastnivîsînê, Weqfa Mezopotamya, Îstanbul, 2019, r. 120

 Riataza     

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Raif Yaman

    meriv orthographia zimanê xwe li ser edebîyata xwe a classic pêk dihîne, ne li ser siviktî û grantîya bi dilê çend kesan, ya jî zarê herêmek piçûk. bê guman divêt di şûna de, re, ve ên celadet bedirxan da “da, ra ve” were bikaranîn. pirranîya kurmancan jî wusa dibêjin. her çiqas li herêmek piçûk a kurmancan “de, re, ve” were gotin jî ev herêmî ye, ne rast e. ne celadet bedirxan ne jî kesekî din nikane qeydên melaê cizîrî, feqîê teyran û ehmedê xanî pê nivîsîne ji kurmancî bihavêje. helsegandina halil aktug a li ser kitêba komxebata kurmancîyê a bi navê rêbera rastnivîsînê hêjayî xwendinê ye. nemaze ramanên wî ên li ser navên geographic ên merdane ên wekî botan, xerzan, behdînan û etc. hêvî dikim jê sûd were girtin…

Şirovekirin hatine girtin.