Nameyên evînî -77

Nameyên evînî -77

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Nasekî minî gelekî dewlemend hebû. Ji xwe pir razî bû. Difikirî, ku pereyên wî hene, dikare her tiştî bikire. Min herdem di dilê xwe da jê ra digot:

-Tu feqîrek î, ji ber ku xên ji pereyên te tu tiştekî te tune. Tu bi wan pereyan dikarî kincan, erebeyê, zêran, mal û milk bikirî. Ango, tiştên wisa, ku dikarî destê xwe bidêyî û gorî xwe lezetê jê bibînî. Lê tu nikarî bi wan pereyan tiştên wisa bikirî, ku mirov nikare bi destan wana hîs bike, wek: bextewarî, hîs, hezkirin.

Ango, ji bo wî kesê dostê min, ku tenê tiştekî wî (pere) hebû, bo bextewarîyê lazim bû gelek tiştên wî hebin.

Niha, dema ez ketime rewşeke wisa, ku dibe evîndara min û evîna min ji dest min here, ez hêvî ji Xwedê dikim, ku wek ku tiştek tenê daye wî nasê min û wî ji her tiştên din mehrûm kirîye, bira a min jî wisa bike: Ango tiştekî tenê bide min, hemû tiştên din ji dest min bigire:

Bira evîna min, ango evîndara min, tenê bide min.

Eger neda jî, ezê nemirim, ezê wek wî nasê xwe bijîm. Ferq tenê ew e, ku ew nizane ew najî, lê ezê bizanibim ku ez najîm.

 

¤¤¤


Zewqa pir wek şerava pir e. Te dî, hinek vexwî zewq digirî. Straneke ermenîyan heye, dibêje: Mêki lav ê, yêrkûsi bav ê, yêrêk`i tsav ê. Ango, yek baş e, dudu bes e, sisê êş e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev