ALÎŞAN BEGÊ QOÇGIRÎYÊ: HESPÊ MÎRÊ MIN

ALÎŞAN BEGÊ QOÇGIRÎYÊ: HESPÊ MÎRÊ MIN

 

Ji rûpelên dîroka me 

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Elîşan beg û Heyder beg, herdû lawê Mistefa begê Qoçgirîyê ne (…).

Pîştî şikestina serhildana Qoçgirîyê, Elîşan û Heyder Beg sirgûnî bajarê Stenbolê dibin.

Di sala 1931 de efûya wan dertê, dîsa vedigerin Îmranlina (Maciran) Qocgirîyê. Du sal şûnde, sala 1933 de Elîşan û Heyder beg rastî êrişeke bombeyî tên; di wê sûîqastê de Heyder beg bi giranî birîndar dibe, Elîşan beg jî jiyana xwe ji dest dide…

Li ser vê bûyera bi jan, xwenga Elîşan begê vê stranê bi zar dike.

 

“Hespê Mîrê min qer û hêşîn
Teresê dilîze li ser lingê paşîn
Birînê Mîrê min pir giran e
De dilê min jî ji wî re diêşê.

 

De mîro mîro mîrê mîran
Karê te çi li Sêwasê li nav Mihaciran

De rabe rabe mîro rabe
Xewa sibê pir xirab e
Xewa sibê pir giran e.

 

Hespê mîrê min qer û boz e
De rêva me re rê bi toz e
Birînê mîrê min pir xedar e
Ez jî ji wî re kûr dinalim.

 

De mîro, mîro mîrê mîran
Karê te çi li Sêwasê li nav Mihaciran

De rabe rabe mîro rabe
Xewa sibê pir xirab e
Xewa sibê pir giran e…”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev