Cewaziyên Felsefeya Yewnana Antîk û Serdema Navîn

Cewaziyên Felsefeya Yewnana Antîk û Serdema Navîn

Ali Gurdilî 

Di çanda antîk de Xwedayên grekiyan, dişibiyan mirovan û grekî jî, di pergaleke wiha de dijiyan. Li gorî nêrîna wan, ew Xwedan bêmirin bûn. Pişta, di navbera ramanên xwe yên daringî (madî) û arişî (manewî) yan olî de, cudatiyekê ava kirine û piştî vê cihêkirinê (cudakirinê) jî, çanda felsefî dest pê kiriye. Vê niqteyê jî, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re aniye. Lewra, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de li dinyayê <Caos> ango, sehm hebûye û dinyaya me, herdem di nava tevlîheviyekê de xwe dida der. Ji vê tevlîheviyê gerdûnekê birêzik (rêkûpêk) dertê û jêre <Cosmos> tê gotin.

Li gorî nêrîna grekiyan; hêza îlahî, gerdûnê ji vê <caosê> rizgar kiriye û piştra jî, gerdûn bûye avahiyekê birêzik û ji wê hêza îlahî re <Demîurgas> hatiye gotin. Li gorî vê felsefeyê made, bêdestpêk/ezelî ye û ne hatiye afirandin. Lewra, ew her hebû û wê hebûya jî. Dîsa wekî mînak: Dema ku mirovî li felsefeya Thales (B.Z.625-545) dinehêre, mirov dibîne ku e wî bi awayekî xwezayî (naturalîst) çêbûna gerdûnê şirove kiriye û bi vî awayî, li ser pirsgirêkan rawestiyaye. Li gorî Thalesî, dêmade av e û okyanûs, cosmîka herî girîng û bingeha hemû tiştî ye. Bi vê dîtina xwe re jî, wekî damezranerê felsefeya ewilîn hatiye hesibandin. Li gorî Anaksîmandros (B.Z.610-545) jî; cosmîk made, ango <arche> aperîon e. Aperîon, bêsînor û bêgewşîn e û ji madeyên din jî cihê nebûye.  Herweha, dinyayê jî, di nava beranberiyekê de nîşan daye û gotiye ku, berçewtên (dijberên) bingeh; germ û serma, ziwa û tar in. Mirovî dibine ku di felsefeya wî de pirs hene û lêgerîna bersivên xwezayî, derketine pêş. Di felsefeya Arîsto (B.Z.384-322) de jî; xweza hêmanekê tevgerîn û guherînek e û xweza, xwediyê bandêrekê ye. Di xwezayê de tu guherînên bêrêzik (serberdayî) tune nin û hemû guherîn bi rêz, bêrawestan û xwedîarmanc in. Lewra, ev guherîn teleolojîk in. Ango, di pêşiyê de ew encamê tiştekî ne, ku ew jî di xwezayê de hebûne. Lewra, xweza dewr û dewranên din, ji nav xwe derdixe.


Li gorî vê felsefeyê, xweza xwediyê du hêmanên bingehîn e.

1- Guherînên ku di xwezayê de çêdibin bi rêz, bêrawestan û xwedîarmanc in. Lewra, ev guherîn bi awayekî teleolojîk çêdibin. Bi gotineka din: Ev guherîn ji tiştekî xwezayî çêdibin û piştra, xweza domeneke/heyameke din ji nav xwe derdixe holê û ev guherîn, guherînên hûndirî ne.

2- Guherînên xwezayî, bi hêlaka qenc ve ne. Lewra, xweza bêrawestan xwe dikemilîne. Ev nêrînên Arîstoteles, ramana rojavaya Ewropayê xistiyê bin bandûra xwe û ramana Ewropayê, gellekî jê ketumet bûye. Xwiya ye ku Arîsto xwezayê, mîna tiştekî zindî ditiye û wisa jî şirove kiriye.

Lê dema ku mirov li nivîskarên fileh mêze dike, mirov dibîne ku e wan bi nêrîneka olî li xwezayê nihêrtine û wisa jî şirove kirine. Li gorî Arîstotelesguherînên ku çêdibin, hemû ji aliyê xwezayê ve û bi rêz têne destnîşankirin. Belam li gorî nivîskarên fileh, guherîn bi fermana Xwedê û bi xwesteka Xwedê çêdibin. Di dema hilweşîna împaratoriya Romayê de yek rêxistinek tenê hilneweşiya bû, ku ew jî dêra fileh bû. Di wê dewrê de û di pergalek wiha de, dêra filehan bi hêsanî bîr û baweriyên xwe di nava civakê de belav kiriye. Di heyama navîn de, rêyeka dijberê antîk yewnan derketiye holê û ev rê, hatiye şopandin. Wek me li jorê jî vegot; di yewnana antîk de nêrînên wan, çêtir ji ol cihê bûn û ji bo destpêkirina zanayiyê, xebateka xurt hebû. Wisa jî, dest bi felsefeyê kiribûn. Lê ev nêrîna wan, piştra hêdî hêdî dikeve bin bandûra berbiçûneke ehlaqî. Ango, rewiştî.

Cewaziyên Felsefeya Antîk Yewnan û Felsefeya Serdema Navîn

1- Hilika felsefeya navîn, bêminaqeşe naguhere û bîrdoza ola filehtiyê ye, ku ev bîrdozî jî, koka xwe ji Hz. Îsa werdigre. Helwesta serdema/heyama navîn, ji bo fêrbûnê jî fêrbûn e û ev pêşveçûn; piştra, ol û zanistê ji hevdu vediqetîne. Ango bingeha felsefeya serdema navîn, danezanîna dêrê ye û piştra, ber bi rêya zanistê ve qesidî ye. Ji hêla ferasetê ve jî, felsefeya serdema navîn statîk e. Belam, ya antîk yewnanî dînamîk e.

2- Li gorî felsefeya serdema navîn, rastî herdem yek e û nayê guhertin. Rêya birêveçûna vê rastiyê jî diyar e, ku ew jî rêya Xwedê ye. Bi vê ramanê ve girêdayî: Tevgerên mirovan li gorî vê destnîşankirin, yan armancê dimeşin. Lê di felsefeya antîk de rêya birêveçûna rastiyê, ne yek tenê ye. Rê, pirr in.

3- Di serdema navîn de ol, bi nêrîneka bawerhişk/fanatic tê bikaranîn. Lewra, ev felsefeke doxmatîk e.

4- Felsefeya antîk yewnan, ji aliyê felsefeya serdema navîn ve hatiye bikaranîn. Lê ev felsefe, ku felsefeyeka sekinî û qemirî bû, ji aliyê felsefeya antîk yewnanî ve hatiye zindîkirin û tevgerandin.

5- Her çiqas nêrînên antîk yewnanî, li gorî dîtinên filehtiyê hatibin bikar anîn jî, felsefeya antîk yewnanî wê zîndetiya xwe winda nekiriye û ji bo felsefeya serdema navîn, rêya lêrabûnan/antîtezan vekiriye.

6- Felsefeya serdema navîn, felsefeyeke skolastîk e û danezanîna xwendegeha dêrê ye. Belam, Platonîaya nû (Neo- Platonîzm) danezanineke şexsî ye. Lewra, felsefeya serdema berê mistîsîzm bû.

7- Di navbera felsefeya antîk û navîn de, cihêtiyek jî di babeta ol de xwiya dike. Piştî vê cihêtiyê, rêyaka reel û zanistî vebûye û zanayiyên rasteqîn, bi alikariya felsefeya antîk derketinê holê. Belam di vê hilpişkinê de, ji bilî bandûra felsefeya antîk, bandûra felsefeya ereb jî xwiya dike. Hasilê mirov dikare bibêje ku felsefeya serdema navîn, li gorî nêrînên filehtiyê berfirehbûna/vebûna felsefeya antîk e.

Rûbirûkirina / Berhevdana Têgeha Xwedê

Têgeha Xwedê mîna feraseteka filehtiyê xwiya dike. Hêza afirandinê ye û ev hêz, ji tinebûnê heyberan diafirîne hebûnê. Herweha, ev têgeh hevrazanekî jî dixe navbera Xwedê û ebdên wî. Belam, li gorî dîtinên serdema antîk; Xwedê ne afirander e. Ew, bi tenê mîmarê gerdûnê ye. Made jî, wek Xwedê ezelî ye. Bi gotinekê din: Made, heyîn û xweza qet ne hatine afirandin. Lewra, ew her hebûn.

Li Gorî Felsefeya Antîk: Li gerdûnê <caos> heye û di vê <caosê> de tevlîheviyeke xwiya dikir. Paşê, Xweda yan jî Xwedayan, wê tevlîheviyê ji holê rakirine û xistine rêzekî. Belam, dûvre di danezanîna ola filehtiyê de angaşteka din xwiya dike û li gorî vê angaştê jî Xweda, gerdûnê di şeş (6) rojan de afirandî ye. Felsefeya Platonîanû jî; li gorî danûstandina afiraner û aferînê, nêrîneka heyama antîk e.

Li gorî vê felsefeyê:  Xwedê, heyîn bi xwe ye û bi vî awayî, tiştên din para xwe jê distînin û xwe dikin heyîn. Belam, di felsefeya filehtiyê de nêrîneka wiha tune û qet, peyda jî nabe. Di vê mijarê de niqteyeka giranbiha: Bi bandûra Platonîanû, mistîsîzm bûye dijberê filehtiya ortodoksê û piştra, bûye pêşengê tevgera reformê.

Têkiliya [Danûsitandina] Xwedê û Mirov

Dijberiya afiraner û afirînê û têkiliya Xwedê û mirov, ne tenê encamên teorîk; çend encamên pratîk jî derxistine holê.

1- Mirov bi hebûna xwe, hewcedarê Xwedê ye. Herweha divê her tişt li gorî fermanên Xwedê bête avakirin, dê wê demê berxwîdarî peyda bibe.

2- Xwedê, navenda her tiştî ye. Bi vê nêrînê, filehtî dibe dilêrîneka <Thosentrîk> û gerdûn jî dibe vebûneka Xwedê. Bi vê yekê re, fermanên filehtiyê li hemberî Xwedê, herdem sitûxwarkirinek e.

3- Li gorî felsefeya filehtiyê, li vê dinyayê desthilatdar hêza xwe ji Xwedê digrin û ji bona ebdên wî, veguhastinê dikin. Ango, fermanên Xwedê bi alîkariya wan cîhgiran digihêje ebdan. Li gorî vê feslefeyê, tiştê girîng îteeta dê, bav û dewletê ye.

4- Li gorî felsefeya filehtiyê, Xwedê heyîneke xwedîkesayetî ye. Li hember wî Xwedayî jî; giyaneka xwedîkesayetî heye û herdu jî, ji derve re dadayî ne. Belam li yewnana antîk, Xwedayê <Stoa> logos bû û ew jî, ne li derveyê gerdûnê bû. Di nava gerdûnê de, belawela bû û ji hevdu dabeş bibû. Ji ber vê yekê: Mîstîk, li hemberî rûçikên Xwedê rabûne (ku ew jî; yekîtî, neşikandin û nedabaşbûna murweta wî bû) û xwestine ku vê yekê ji holê rakin. 

Murweta giyan heye! 

Ramana ku di vê pêşniyarê de heye, ne antîk yewnanî ye. Lewra di felsefeya yewnana antîk de, giyan (rih) bûyereke xwezayî ye. Li hember vê yekê: Ramana tenêtiya giyan, bûyereka xirîstiyaniyê ye. Mîstîsîzm, li hemberî vê yekê lêrabûnek e û mîstîkan xwestine ku di dewsa tenêtiya giyan de, yekîtiyeke ava bikin.

Niqteyekê din: Riya yekbûna Xwedê û mirov û bi alîkariya vê yekê, ramana xilasbûna gunehên mirovî. Ramana yekbûna Xwedê û mirov, ji bilî împaratoriya Romayê di çanda Helenîstîk de jî xwiya dike, ku ew jî ji hewcedariyên şexsî dihat.

Di Xirîstîyaniyê de Naguheriya Rizgariyê

Di filehtiyê de, Xwedê dibe mirov. Ango, Hz. Îsa. Hz. Îsa pîroz e û divê ku mirov xwe bi ve pîroziyê re bikin yek. Dema ku çarenûs, çarenûsa mirovî bigihêje çarenûsa Hz. Îsa û pêre bibe yek; wê demê mirin hêsantir dibe. Di vê dîtina rewiştî de, mirov gunehkar tê dinyayê û mehkûmê mirinê ye. Herweha di bingeha vê nêrîna rewiştî (ehlaqî) de ji gunehan rizgarbûn heye û mirov, encax bi alîkariya Xwedê dikare bigihêje vê yekê. Lewra di dînî xiristiyaniyê de, mirov ji zayenda xwe ve weke gunehkaran têne dinyayê. Sebebê gunehkariya wan jî, Adem pêxember bi xwe ye, ku li ber fermana Xwedê rabûye û ji bihuştê hatiye qewirandin. Dîsa li gor vê dilerîna xiristiyaniyê, hêzeka ji derve herdem mirovan ezmûn dike û mirov, li hemberî xirabiyan şer dike. Ev şer jî, pîvanên rewiştî diafirînin û tînin hola civakî. Belam, li gorî felsefeya antîk yewnanî; hêza mirov besî mirov e. Lê li gorî filehtiyê, bi serê xwe û bi hêza xwe, mirov nikare xwe rizgar bike.

Di Felsefeya Antîk de Sokrat

Cewher

1- Bi alîkarî û zêdebûna zanayiyê, mirov dikare ji şaşiyan dûr bibe û xwe bigihîne cewherê.

2- Mirov, bi hêza xwe jî dikare bigihêje xweşbextekê herî mezin û raser. Belam di filehtiyê de, ramana tiştekî wiha jî guneheke mezin e. Lewra li gorî vê felsefeyê, mirov bi tenê bi aqilên xwe nikarin bigihêjin encamê, yan vê armancê. Lewra, sînora hêza mirov bi naguheriya filehtiyê tê sînorkirin. Tevgera mirovan jî, li gorî wan sînoran dimeşe.

3- Li gorî dîtinên Sokrat: Divê mirov li ser hest û xwestekên xwe, bi rêyeka eqlî serwer be. Di Epîkûrîzmê de yekîtiya giyan heye û mirov bi alîkariya aqil û dildariya xwe, dikare bigihêje xweşbextiyê. Belam, di filehtiyê de guneh bi serê xwe nikare şer bike.

Tirsa Mirinê û Serdestiya Mirinê

Di felsefeya antîk de mirov dikare bi alîkariya aqlê xwe, ji tirsa mirinê xwe rizgar bike û bi ser bikeve. Di Epîkûrîzmê de jî; mirovî dikare bi alîkariya aqlê xwe, xwe ji tirsa mirinê rizgar bike. Lewra, mirin weke perçeyekê xwezayê tê dîtin. Mirov bimre jî, ku li pişt xwe çend tiştên baş bihêle ev tiştekî baş û girîng e. Belam di filehtiyê de, mirin tirseka mezin tê hesibandin. Mirin, rewşeka bitirs e û mirov, nikare xwe ji mirinê rizgar bike, yan jê bireve. Ev rewş, tiştekî xapînok e û xwe xapandinek e. Tirsa mirinê, tiştekî beşerî ye û bi hilika mirovî ve girêdayî ye. Lewra, guneh û mirin, ji hevdu naqetin û dabeş nabin. Mirov, encax bi mirinê dikare xwe ji mirinê rizgar bike ku rêya vê yekê jî tune. Lewra, ev tişt encax bi fermana Xwedê dikare pêk were.

 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Weşanên Soran – 2015  

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev