Gelkujîya ermenîyan, huruman, asûrîyan û êzdîyan

Gelkujîya ermenîyan, huruman, asûrîyan û êzdîyan

Bêwijdanîya tirkan û helwêsta kurdan

 

Berî 104 salan, sala 1915an, 24ê nîsanê dewleta tirkan a devbixwîn

bi sedan hezaran ermenî, hurum (yûnanî), asûrî û êzdî qir kirin.

Ev gelkujî bi navê ”Gelkujîya ermenîyan” ketîye nava dîrokê,

ji ber ku armanca Împêratorîya Osmanîyê ji holê rakirina tevaya gelê ermenî bû.

Lê di esilê xwe da ew komkujîya gelên ne musulman bû.

 

Têmûrê Xelîl

 

Ez rind zanim, ku dewleta tirkan di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye. Û bingeha zanebûnên min jî bi dehan pirtûk, belge, fîlmên dokûmêntal, gotarên bi zimanên ermenî, kurdî û rûsî ne, ku bêwijdanî û fesadîya tirkan îzbat dikin. Bi eynî cûreyî jî tirk qebûl nakin, ku di hindava ermenîyan û miletên din da çend caran gelkujî pêk anîne, ji ber ku rastî ji wan hatîye veşartin, tu pirtûkek, gotarek, fîlmek, belgeyeke bi tirkî tune, ku ew wê rastîyê bizanibin. Hela di ser da jî, gelek ”nivîsên” tirkî hene, ku tirkan rûsipî derdixin. Di vê rewşê da kesên ne ermenî û ne tirk, ku dixwezin rastîyê bizanibin û bawerîya xwe ne bi ermenîyan tînin, ne jî bi tirkan, berê xwe didine nivîs, pirtûk, belge û fîlmên biyanîyan, di nav wan da yên konsûl û baylozên, ku bi salan li Tirkîyê kar kirine, rêwî û zanyarên biyanî, ku ew gelkujî li ber çavên xwe dîtine û derheqa wan da nivîsîne, û derdikeve holê, ku tirkan ser dereceya dewletê biryar kiribû ermenîyan kokbir bike û kir: ji dawîya sedsala 19an destpêkirî heta sala 1915an ya sedsala 20an weke mîlyon û nîv ermenî qir kirin.

Tirkan xên ji ermenîyan, herwiha kesên xaçparêz yên din jî qir kirine, wek aşûrî, sûryanî, gurcî û yên din. Lema jî di gelek nivîsan da ew qira dijî xaçparêzan tê hesibandin. Lê di rastîyê da, ew qira dijî kesên ne musulman bû, ji ber ku bi eynî biryara dewleta tirkan, gelek êzdî jî hatine qirê. Û ji êzdîyan yek ji ziyankêşê tirkan jî ez im. Derheqa qira êzdîyan da ezê li jêrê behs bikim.

 

Tirk çawa hovîtîyên xwe dikine situyê miletên din

Berî weke 30 salan ez çûme Qersê, min seredana bajarê Anîyê kir, ku tirkan di wextê da binecîyên wê qir kiribûn, bajar ji binî va hilweşandibûn û wisa wek kelefe hîştibûn. Ez wê jî bêjim, ku ew yek ji paytextên Ermenîstanê bûye. Ji wan kelefeyan bîna ermenîyan dihat, li ser gelek kevirên xanîyên hedimandî xaç û herfên bi zimanê ermenî hebûn. Dû ra, dema ez bi rêberê xwe yê kurd, ku xelkê Qersê bû, ji wir derketine ser rê, çavê min li nivîseke bi tirkî ya li ser kevirê mermer ket, ku li ser rê danîbûn. Min ji rêberê hevalê xwe pirsî, ka li ser vî kevirî çi hatîye nivîsar, ewî ew nivîs ji bo min wergerand û got: li vir tê gotinê, ku ”me ev bajarê xwe wisa hilşîyayî hîştîye, ku çûyî-hatî bibînin ka çawa ermenîyan ev bajarê me hilweşandine û revîne, çûne”.

A bi vî awahî jî tirk cihanê wisa didine bawerkirin, ku dagîrkarîya perçekî Kurdistanê (herwiha Ermenîstanê û Qibrisê jî) karekî heq e, lê gava kurd hewil didin axa xwe li xwe vegerînin, ew jî neheqî ye, sêparatîzm e, têror e.

 

Gelo kurdan jî ermenî qir kirine?

Mixabin, hinek kurd vê yekê dibêjin, wek Ehmed Turk, Nacî Kutlay û yên din û di gotarên xwe da ji navê kurdan lêborînê ji ermenîyan dixwezin. Bêy ku destnîşan bikin, ku gelkujîya ermenîyan bi fermana dewleta Tirkîyê bûye û hinek kurd di destê wê da wek alet hatine bikaranîn. Di hêlekê va dilê wan ji bo ermenîyan diêşe û dilê yekî ji wan jî ji bo êzdîyan naêşe, ku ew jî di wê Gelkujîya sedsala 20î a here mezin da hatine qirkirin û tu kesî jî îzbat ne kirîye ka gorî jimara binecîyan ermenî zêde hatine qirkirin, an êzdî.

Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da gelek rûpelên geş hene û hinek rûpelên reş jî hene. Çend begên kurdan yên serserî, ku musulmanên radîkal bûn, tevî qira ermenîyan bûn. Lê begên kurdan yên usa jî hebûne, ku ermenî parastine.

Derheqa pêwendîyên ermenîyan û kurdan da nivîskarê ermenîyayî mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gelek xweş gotîye: ”Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da çi tiştên baş bûne, bi destê van herdu miletan bûye û çi tiştên xirab bûne, bi destê dijmin bûye”.

 

Gelo kurdên musulman jî kurdên êzdî qir kirine?

Belê! Tilîya hinek kurdên musulman di vî karî da hebûye. Ew jî zêde ji dînê musulmanîyê tê. Wî dînî wisa kirîye, ku tirk û kurd di hêla dîn da ji malbetekê ne, lê kurdên musulman û kurdên êzdî di hêla dîn da neyarên hev in.

Eger wan deman jî, gava tirkan ermenî qir dikir û êzdî jî dabûne ber şûrên xwe û hinek kurdên musulman jî tevî qira êzdîyan bûn, kurdên musulman piştgirîya birayên xwe yên êzdî bikirana, nehîştana ew xwe li riya mihacirîyê bigirin, îro meyê behsa vê problêmê nekira. Çiqasî ez zanim, xênji Ebdilmecît begê û Murtule begê, tu kesî êzdî ne parastin.

Nimûneyeke wê malbeta me ye, ku di salên 1820an da bi mecbûrî ji eşîra xwe – Rojkîyan, ji warê xwe – Bîtlîsê qetîyan, hatine navçeya Dîgorê, li qeza Qersê, xwe avîtine ber bexşa Rûsîyayê, ku wî çaxî ew war di destê rûsan da bû. Heta sala 1915an jî li Dîgorê bi dehan gundên êzdîyan hebûn û niha li wir ne gundên êzdîyan mane, ne jî êzdî. Ma ew war ne Kurdistan bû, ne kurd lê diman? Em ji wir jî revîne Ermenîstanê, lê ji pêşîyên me gelek îdî hatibûne qirkirin. Ew jî têr ne kir, kurdekî musulmanî qafseqet bi navê Teyar beg, bi sedan çeteyên xwe va da dû me, hate Ermenîstana niha, kete gundên êzdîyan yên dora çiyayê Elegezê, ew jî dane ber şûrê Muhemmed.

 

Ermenî çawa lingê tirkan kirine soleke teng

Çend sed hezar ermenîyên cihanê wisa kirin, ku qedirê Tirkîyê li cihanê gelek ket. Welatên cihanê pey hev qebûl dikin, ku tirkan di destpêka sedsalê da biryara qirkirina miletekî daye û pêk anîye. Û di vî karî da hevgirtin û aqilmendîya ermenîyan nimûneyên jêhînbûnê û çavdayînê ne. Wana bi belgeyan îzbat kir, ku hatine qirkirin.

Ermenî çawa bi ser ketin? Îro hema bêje li cihanê ermenîyekî dilsoz nabînî, ku bêje em û tirk bira ne. Lema jî di ser da tirk ber ermenîyan pêşnîyara biratîyê bikin. Lê bi mîlyonan kurd dane dû tirkan, lavayî û ricaya biratîyê ji wan dikin, lema jî tirk pihînan li wan dixin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev