BÎRANÎNA QADO Û XIDO

BÎRANÎNA QADO Û XIDO

Husên DuZen

 

Sal 1978 bû. Piştî li Tirkiyeyê Bülent Ecevit hat ser desthilatdariyê efûyek ji bo wan xwendekaran derxist ku bibûn qurbaniyên desthilatdariya faşîst î berî wî. Hîngê gelek xwendekar ji dibistanan bi neheqî hatibûn derxistin. Di encama wê efuyê de em xwendevanên dibistanên mamosteyan ku ji gelkek dibistanên Tirkiyê hatibûn bidûrxistin û ji yekê bêtir salên xwendina xwe wenda kiribûn, li navçeya Konyayê Akşehirê komkirin. Bi xwendineke çar mehî yî bi lez ew ji wan polên ku wendakiribûn derbaskirin.

 

Ez jî yek ji wan qurbaniyan bûm. Roja yekemîn tûrik li milê min, min berê xwe da Akşehirê, welatê xerîbiyê. Min qet nizanîbû dê li wî bajarokê nenas çi derkeve pêşber min. Tirsa her kesê mîna min ku ji carekê bêtir hatibû nefîkirin ew bû ku li dibistana Akşehirê jî faşîstên tirkan kom bûbin û di roja yekemîn nehêlan em biçin dibistanê. Hîngê rojên man û nemanê bûn, gelek caran di şerê wan dibistanan de xwendevan dihatin kujtin û ji kîs xwe diçûn.

Kêliya ez gihîştim korîdora dibîstanê ciwanekî rûgurover, çavreş û girs ji ber maseya devê derî slav da min. Bê çawa li navê wî welatê ez jê têm pirsî, min xwe ji bo êrîşa ku kare bê ser min amade kir û min lê mêze kir bê dê ew ciwan çi bike. Piçekî hizirî û pirsî bê ez ji kîjan dibistanê nefî bibûm. Gava min got ji ya Amedê, got bise! Û bi lez ji min dûr ket bi derencê ve berjor çû. Hîngê min ji xwe re got ji sedî sed dê niha komekê bi xwe re bîne û wek salên berê bi hev re bên ser min. Dilekî got bireve, yekî din got jiyan berxwedan e û ez li wir mîna ku li qada şer li hêviya êrîşekê be rawestiyam. Çend xulek derbas nebûn, ew xortê rûgurover tev li xortekî devliken î bejinzirav hat. Ji dûr ve yê bejinzirav milên xwe vekirin û bi lez ber bi min ve hat. Min hew zanîbû bê dixwaze li min bixe an min himêz bike. Min di xwe dernexist, tenê kulmên xwe bi dizî hişk givaştin û li alî wan herdu ciwamêran ku dihatin mêze kir.

Yê bejin zirav xwe çeng min kir, ez himêz kirim, di ber maçîkirinê re got: “Ma te ez nas nekirim!” Min got na, lê min hîngê bi baldarî lê mêze kir. Ew rû bi min ne xerîb bû. Pir neçû hat bîra min ku Hidir Özcanê Dersimî bû ku min û wî bi hev re gelek rojên reş li Amedê derbas kiribûn. Niha ciwanê rûgurover î henûn jî ez himêz kirim û got ez Abdulkadir Karaboğa me, ji Qoserê me, ez ji Erxenê hatibûm nefîkirin.

Bi vî şêweyî rojên bi Abdulqadir û Xidir û gelek kesên ku ji tevahiya Tirkiyê li wir hatibûn komkirin li Akşehirê dest pêkirin. Li wir jî gelek kêliyên dilşadiyê me bi hev re derbas kirin, lê gelek kêliyên bi xeter jî.

Piştî 4 mehên li Akşehirê riyên me dîsa ji hev qetiyan. Ez derketim derveyî welêt. Berî bi sê salan Avdilqadir di ser facebookê re xwe gihand min. Kêfa min mîna çiyan mezin bû. Pir derbas nebû me Xidir Özcan jî dît. Xidir bibû parêzger li Enqerê kar dikir. Du caran ez bûm mêvanê wî me bahsa rojên berê kir, rojên xweş bi hev re derbas kirin. Heyf ku berî bi du salan ji nişkê ve ji nav me çû. Planê min û Hecî Evdilqadir hevdûdîtina li Qoserê bû. Heyf ku ew pêk nehat. Berî bi salekê wî jî ji nişkê ve xatir ji me xwest; li hêviya min nema. Rahma Xwedê lê.

Malî ava mamoste Kerîm ku te ev herdu ciwamêrê gorbuhuşt vê êvarê anîn bîra min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev