Mamostayê kurdî û zavayê kurdan

Mamostayê kurdî û zavayê kurdan

Çîroka ciwanekî alman – bi taybet bo RIATAZA

Ferîd Mîtan

 

“Zimanê kurdî zimanê hêja û giranbuha ye.” Fabîyanê alman ê ku a niha li wîlayeta Niedersachsenê ya Almanyayê -nêzî 4 hezar kîlomîtreyan ji Kurdistanê dûr- dijî, bi vê hevoka jorîn, zimanê kurdî dinirxîne û qîmetê kurdîyê diîne zimên.

Fabîyanê 25 salî, sala 2015an tev li xebatên alîkarîya penaberan dibe. Di qerebalixa karê xwe yê di nava penaberan de, hînî zimanê erebî dibe û dest bi wergerê dike. Dawîya 2016an û destpêka 2017an li kampên penaberan, Fabîyan rastî malbateke kurdên Tirbespîya Rojavayê Kurdistanê dihê û êdî ew jê re dibe “malbata duyemîn”.

“Malbata Fabîyanî ya duyemîn”, bi zimanê Fabîyanî yê almanî nizane; bi Fabîyanî re bi erebî û di nava xwe de bi kurdî diaxêve. Ji ber vê hindê Fabîyan di sala 2017an de bê dudilî biryara xwe dide: “ez jî dixwazim zimanê kurdî fêr bibim.”

 

Fêrbûn

Malpera Ria Tazayê, bi awayê “online” xwe gihand Fabîyanî û der barê çawanî û qonaxên fêrbûna wî de, çend pirs jê kirin.

Fabîyan, wiha behsa destpêka fêrbûna xwe dike: “Destpêkê hinekî zehmet bû. Min hewil da, lê min nekarî fêrî kurdî bibim. Ji ber vê yekê min têkilî bi mamostayekî zimanê kurdî re kir û wilo min dest bi zimanê kurdî kir. Bê guman ne bê pere.”

Perwedehîya Fabîyanî ya li nik mamosta gelekî dom nake, ji ber ku “piştî heyv û nîvekê mamosteyê min gelekî mijûl bû û êdî dema wî tune bû.”

Perwerdeya Fabîyanî li vir naqede, lê ew xwe bi xwe perwerdeya xwe didomîne û giranîyê dide xwendin û wergerandinê.

 

Mamostayê Zimanê Kurdî

Bi domana demê re civata Fabîyanî ya kurdîyê berfirehtir dibe û li ser vê bipêşveçûnê wiha dibêje: “Dawîya sala 2018an, têkilîyên min bi gelek mamosta, wergêr û nivîskarên kurd re çêbûn.”

Her wiha di heman salê de berê xwe dide Tirkîyeyê û li Stenbolê dibe mêvanê “Komeleya Kurdî”.

Destpêkê ji bo “malbata xwe ya duyemîn” xwe fêrî kurdî kir, lê piştî ku di babetên rêzimana kurdî-kurmancî de kûr çû, êdî dixwaze bibe mamosta û “wergêrê sondxwarî yê zimanê kurdî”.

 

‘Kesê ku zimanê xwe winda bike winda ye’

Der barê jibîrkirin û xwedîderneketina li zimanê kurdî û tevgera asîmîlebûna kurdan de, Fabîyan wiha şîreta xwe dibêje: “Hebûna zimanê we girêdayî we ye. Kesê ku zimanê xwe winda bike winda ye.”

Her wiha rexneyan li kurdên Ewrupayê jî dike û dixwaze ku bav û dayîk bi kurdî bi zarokên xwe re biaxêvin.

Ji ber ku endamên “malbata duyemîn” a Fabîyanî hemî nehatine Ewrupayê, ew a niha amadekarîyên xwe dike ji bo ku di havîna îsal de bihête bajarokê Tirbespîyê seredana “birayê” xwe Merwanî bike, her wiha ji bo ku karibe qada perwerdeya zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve bişopîne.

 

Zavayê kurdan

Bi mebesta ku xwîna wî têkilî ya kurdan bibe û dûndeyeke kurd pê bikeve, Fabîyan dixwaze ku bibe zavayê kurdan û bi keçeke kurd a qamişloyî re bizewice, lê hêj ew keç nedîtîye.

Fabîyanê ku êdî naxwaze kesek jê re bibêje “alman” û ji hemî milan ve hewil dide ku kurdbûna xwe temam û tekûz bike, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bîr nekin; dilsozên zimanê xwe bin. Xwedê emrê we dirêj bike.”

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev