Berhemên kurdzanên me -181

Berhemên kurdzanên me -181

Me di 180 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa pêşin a berhema bi sernavê “Hewildanên gênêral-adyûtant Mûravyêv bona kurdên Wanê û Mûşê bînine alîyê xwe” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Hewildanên gênêral-adyûtant Mûravyêv bona kurdên Wanê û Mûşê bînine alîyê xwe -1

 

Gênêral Mûravyêv bi vê nameya 18ê tebaxê sala 1855a, ya hejmara 36a, berbirî serekê desteya Êrîvanê gênêral Sûslov bû:

 

“Maqûl Alêksandr Alêksêyêvîç! Lênihêrandinên me dane xuyakirin, ku kurdên li paşalixîyên Wanê û Mûşê hêwirîne, destpê kirine dijminaya me dikin, ji ber wê jî ez hîvî ji we dikim guhdarîke taybetî daynine li ser vê pirsê. Em gerekê wan sebeban bizanibin, ku ji bo çi kurda destpê kirîye bi çevê dijminayê li me dinihêrin û ji bo çi hinek kes di wî karî da helana didine wan, ew kîne, ku nahêlin navbera me û eşîrên kurda xweş bibe. Hêvîya min ji we ew e, ku em bi hev ra bikaribin wan sebeba bibînin û gorî wê jî karê xwe bimeşînin, bona bikaribin milet bînine alîyê xwe û em çiqas zû destpê bikin, emê ewqas zû bi ser kevin. Ez hîvîdar im, ku hûnê wan behsên, ku xwedêgiravî em di karê xwe da zehmetîyan dibînin, derew derxin û bidine bêrîyê û bi wê yekê va emê bikaribin hukumeta Tirkîyê û eskerên tirka di herêmê da bixine nava rewşeke dijwar. Hûn dikarin wî karî bi alîkarîya çawîş Ceferov pêk bînin, ji ber ku ew di wî karî da pêcirîyayî ye û cêribandina wî heye. Xênji wê, bi bawerîya min wê baştir be, ku serhing Bartolomêy û Popko jî bikine nava wî karî. Ez usa bawer im, ku baştir dibe em wan zabitên tirka dîl bigirin, ku niha di nav kurda da nin, û kurd dikarin wana bi pera bifroşine me. Wekî mayîn, hûn bi xwe zanin, ku îdî çi dikarin bikin bona serketinê. Ez hîvî dikim, ku derheqa rewşê da hertim min agahdar bikî”.

 

Gênêral-adyûtant Mûravyêv di nama xwe ya ser navê Cefer axa da herwiha nivîsî, ku ew serhing Bartolomêy û Popko jî dişîne hewara wî û dawî ev fikir jî zêde kir:

 

“Min sipartîye wan camêra, ku ew bi we ra bikevine nava pêwendîyên kîp û bi hev ra usa kar bikin, ku gorî rewşa sazbûyî be û hesabê xwe jî bikin, ku di wî karê nazik da hûn gerekê pir hişyar, fesal û ciddî bin. Ez van zabita ser we da dişînim û usa bawer im, ku ew tiştên baş, ku hetanî niha min derheqa we da bihîstine, hûnê bikaribin bi serketina wî karî va careke mayîn zîrekî û zanebûnên xwe îzbat bikin”.

 

Gênêral Mûravyêv di nameya xwe ya 13ê tebaxê sala 1855a ya hejmara 35a da, ku ser navê serhing Bartolomêy nivîsîye, ha dibêje:

 

“Hema, ku gênêral Sûslov hate bal we, hûn dikarin destxweda bi çawîş Cefer axa û serhing Xrêşçatîskî ra bikevine nava pêwendîyan û ew dikarin we bi rewşê ra bidin naskirin, pişt ra ewê ji we ra bibine şêwrdarên baş. Paşê hûn bi her awayî hewil bidin, ku bi serekên eşîra Heyderîya – Heyder xan û Elî axa ra bikevine nava pêwendîyan, dilê wana bikirin û gorî rewşê jî karê xwe bimeşînin”.

 

Bona pêkanîna van armanca 3 hezar çêrvonês û hedya dabûne serhing Bartolomêy, di nav wan da: du sehetên zêr bi buhayê 430 rûbla, pênc sehetên zîv bi buhayê 181 rûbla, sê gustîlên bi qaşên ji kevirê cewahir, serhevdu 14 heb, ku dikire 2014 rûbl.

 

Piştî ku gênêral-çawîş Sûslov ev nameya gênêral Mûravyêv sitend, ya me li jor raberî we kir, 24ê tebaxê sala 1855a bi raporta hejmara 2565 va bersîveke awa da:

 

“Maqûlê birêz, ez dixwezim we agahdar bikim, ku min hertim jî hewil daye deng û behsên vir û derew, ku di nav binecîyên vira da belav bûne, pûç derxim. Hema kar û barên me bi xwe ev derew înkar dikin û ez ser wê bawerîyê me, ku heta kurdên ku wî berî çiyayê Alla-daxê dimînin jî rastîyê zanin. Ez di nav binecîyên, ku hemwelatîyên Tirkîyê ne, bangawazîyê bela dikim û hewil didim, ku ewê bigihînime paşalixîya Wanê jî. Gihîştîye guhê min, ku di nav kurdên Wanê da casûsên tirka hene. Ez her tiştî dikim bona wana bidime girtinê, lê şika min heye, ku ezê di wî karî da bi ser kevim. Ez wê jî bêjim, ku du tişt tesîr li ser kurda dikin: yek, ku eskerên me nêzîkî warên wan in, yek jî tirsa ku wê ceza bixun. Piranîya kurda, hema bêje hemû, di şerê buhurî da ji ber wê yekê ketine bin bandûra desteya Êrîvanê, ku eskerên me bi serketin pêşda diçûn û riya hilbijartinê, ku xwe bidine ser kîjan alîyî, li ber wan ne hîştibûn. Ji wira jî serekeşîrên wan şandine bal Serekqumandarê me. Meriv gerekê bi çevê xwe bidîta, ku ew çawa dihatine alîyê me. Pêwendîyên me bi wan kurda ra, ku dûrî sînorên me diman û ew pêwendî hela di sala 1853a da destpê bûbûn, tu mefa ne dan, bergê tiştekî ne girtin. Ew kurdên, ku di dema pêşketina eskerên tirka yên ji desteya Bayazîdê sala 1853a ketine herêma Êrîvanê, bi tirka ra tevayî ew herêm talan û wêran kirin. Hukumê Cefer axa tu cara ji sînorên eskerên me der nehatîye belakirinê, û kara me ji pêwendîyên wî bi kurda ra tenê ew bû, ku ewî malûmatîyên baş didan derheqa erf-edetên wan da û yek jî ew, ku rola serekeşîrên kurda di serketinên me da pir e. Dema me sala 1854a senceqên Bayazîdê, Dîyadînê û perçekî axa Elaşgirê zevt kir, eşîrên ku li wan deran diman, destxweda hatine pişta me. Lê kurdên paşalixîya Wanê û yên nêzîkî Toprax Kelê nehatine rayê, ew jî dema ku me çend cara bi wan ra pêwendî danîn û me nameyek jî ji Elî axa ra nivîsî. Dema ku desteya Êrîvanê sala ku em têdanin (sala 1855a) êrîş bire ser senceqa Elaşgirê û berbi Toprax Kelê va çû, ev serekeşîr, ku li van deran diman, destxweda teslîmî me bûn: Şemdîn axa (birayê Qasim xan), Şêx Ebdal, Şêx Beglek, Şêx Huseyn, Salih axa û yên mayîn. Me sala 1854a jî bi van hemûyan ra pêwendî danîbûn, lê ew bi ser ne ketibûn. Kurd bi xwe dibêjin, ku ew ne bawer in, ku eskerên me wê hertim li vê herêmê bin, ji ber wê jî naxwezin cîyê badilhewa navbera xwe û tirka xirab bikin. Em ji pêşda zanin, ku pêwendîyên me bi wan kurda ra, ku li der û dorên behra Wanê dimînin û firsenda wan heye diha pir ji me dûr bikevin û ew niha bin hukumê serekên tirka da nin, nikarin bi ser kevin. Ew tirsa, ku dikare usa biqewime, ku pez-dewar û mal û milkên wan ji dest wan here, ji bo wana diha buhagiran in, ne ku hedyayên me.

Niha kurd wek berê şerbaz nînin. Mêla eşîrên kurdên, ku di navbera Alla-daxê û behra Wanê da dimînin, li ser dizîyê û talana ye û casûsên tirka dikarin ji wan (lê ne ji kurdên riat yên Kurdistana Mezin) desteyên biçûk çê bikin û ewê nikaribin zirareke mezin bidine me, eger eskerên ordîyê alîkarîya wan nekin. Ewana ji 1000 siyarîyan zêdetir nikarin derxine meydanê. Sebebê wê yekê, ku ew desteyên kurda li ser riya Erzurumê, nêzîkî Sûrb-Hovhannêsê peyda bûn, wek xuya ye ew bû, ku desteya ku min serokatî lê dikir, ji senceqa Elaşgirê bi dûr ketibû û yek jî helandayîna dîwana tirka bû, ku wana derxe himberî me, û kurd jî ne ji bo wê yekê piştgirîya tirka dikirin, ku bi hukumetê ra amin in, an jî ji alîyê dînî va fanatîk in, lê bona wê yekê, ku ji wan ra firsend çê dibû bê cezaxwarin dizîyê û qaçaxîyê bikin.

Dawî usa derket, ku 150 siyarîyên me bi alîkarîya eskerên me yên peya berî cerdên wan dan, ji wan deran raqetandin. Pişt ra siyarîyên me berê koçerên wan dane navbendê, lê tu zirar ne didane wan, û usa xuya ye, ku ewê tesîra xwe li ser wana bike. Niha derheqa sazbûna desteyên wan da tu behs tune. Lê ez nikarim bêjim, ku dîwana tirka dest ji wan kişandîye. Dibe cerdên ne mezin dîsa li ser riya Erzurumê peyda bibin. Lê bona dijderketina me eskerên, ku li rex Sûrb-Hovhannêsê hatine bicîwarkirinê, têr dikin. Xeter dikare wî çaxî hebe, dema tirk jimara eskerên xwe yên li Wanê bidine zêdekirinê, û bin destê me da îzbatî hene, ku niyêta tirka da tiştekî usa heye. Ez bawer nakim, ku desteya tirka ya li Wanê eger mezin bibe û jimara eskerên wê yên peya bigihîje 6 hezarî jî, wê turuş neke derbazî vî berê Alla-daxê bibe. Ez ser wê bawerîyê me, ku bona tesîra me li ser kurda hebe, em gerekê ji Sûrb-Hovhannêsê berê xwe bidine besta Dîyadînê û berpalên Alla-daxê, ji ber ku cerdên qaçaxa, taxbûrên peya, bêlûkên siyarîyan wê ji wan deran ra derbaz bibin. Em nikarin hêvîya xwe daynine li ser pêwendîyên xwe bi serekên kurda û girgirên wan, ji ber ku hukumê wana niha li ser eşîrên wan kêmtir bûye. Sala par û îsal gelek eşîr aminaya xwe hindava me da dîyar kirine û derbazî alîyê me bûne, hinek ji wan heta hatine herêma Êrîvanê jî, û di hatina xwe da ne serekên xwe pirs kirine, ne jî ew bendî tiştekî hesibandine. Pişt ra serekên wan jî hatine bal me û ji me hîvî kirine, ku em destûrê bidine wan hukumê li ser eşîrên wan careke din li wan bê vegerandin.

Ew serekeşîrên, ku bîna wan bi me ra teng e, kurda dixine nava cerdên xwe, ew jî ne bi saya serê hukumê xwe, lê bi sozdayînên, ku wê bê cezaxwarin talana bikin. Ew daxaza ku dikarin bê ceza xelqê bişêlînin, ji cûrê jîyana wan û ji mêlgirtina berbi dizîyê tê”.

 

Serhing Bartolomêy bi nameya xwe ya 6ê îlonê sala 1855a ji gênêral Mûravyêv ra ha nivîsî:

 

“Dema ku ez çûme desteya Êrîvanê, min texmîn kir, ku serhing Lîxûtîn, ku serokatîyê li barêgehê dike û gotina wî di desteyê da derbaz dibe, bi çevekî dijminayê li kurda û serokê wan Cefer axa dinihêre. Serhing Lîxûtîn û serekê desteyê dema rastî min hatin, bi awakî xwebawer ji min ra gotin, ku himberî kurda gerekê ne ku zarê şîrin bi kar bînin, lê gerekê bi destên hesinî (bi darê zorê) ji heq û hesabên wan bêne der û hukumê me li ser wî miletî wê wî çaxî kardar be, eger şûrê rûsa bigihîje gewrîya wan û eger hetanî niha perçekî kurda xwe li me digire, ew tenê bi saya serê serketinên di şêr da yên desteya Êrîvanê bûye û h.w.d. Min bi hûrgilî guh da gênêral Sûslov û serhing Lîxûtîn û dû ra min ji wan ra got, ku gerekê bi awayên din bi kurda ra kar bikin û min ber wan pêşnîyar kir, ku ne tenê bi bawerîyên xwe yên şexsî va hukumî li ser kurda bikin. Pişt ra gênêral Sûslov û serhing Lîxûtîn îdî hew peyivîn û usa xuya bû, ku bi min ra qayîl bûn. Lênihêrandinên min yên hindava fikir û karkirina wan yên di paşdemê da ez anîme ser wê bawerîyê, ku ew ji bawerîyên xwe paşda nesekinîne (dev jê bernedane), hela di ser da jî, şika wana li ser Cefer axa heye (ew gerekê bi destî wî kurd banîna alîyê me) û pêwendîyên wî bi neyarên me ra hene. Ez usa fikirîm, ku hin kesan di vî karî da buxdan avîtine serekê kurda û min hewil da bi her awayî wan şikberîya li ser Cefer axa hilînim û usa bikim, ku pêwendîyên serokatîya me bi Cefer axa ra wek berê baş bin û min bi Popko ra tevayî hewil da rê û dirba bigerin bona şikberîyên li ser Cefer axa bêne rakirinê, ji ber ku di alîyê me da li ser Cefer axa tu şikberî tunebû. Piştî ew bawerî bi min ra çê bû, min xwest ji gênêral Sûslov bizanibim çika ser çi bingehî şika wan li ser kar û barên Cefer axa heye. Lê gênêral tu îzbatîyek nikaribû banîya. Dawî min ev nivîs jê ra şand: “Ji ber ku Serekqumandar hetanî niha jî bawerîya xwe bi Cefer axa tîne, ji kerema xwe derheqa şikberîyên xwe yên hindava wî axê kurda da jê ra binivîse”. Li ser vê daxaza min gênêral Sûslov bersîv da min, ku bin destê wî da sebebên ji sedî sed tunene, ku ew ji Serekqumandar ra binivîse. Ev şirovekirina wî ez diha dame bawerkirinê, ku xêrnexwazên Cefer axa hene, ku ji hevsûdîyê dixwezin wê aminayê hêç û pûç derxin, ku di navbera Cefer axa û serokatîya me da heye. Ez nizanim qestbende an ji kulzikîyê ji Cefer axa ra hatîye gotinê, ku serokatîya me hindava wî da bi şik e, ji ber ku pêwendîyên wî yên surî bi tirka ra hene.

Ew behs dilê wî hingavt. Ew hema di eynî deqê da çû bal serekê Barêgehê – serhing Lîxûtîn bona bizanibe mesele çîye. Di nav sohbeta wan da hêrsa Lîxûtîn usa rabû, ku ewî kese jê ra got, ku qulixkirina kurda di nav desteyê da bê feyde ye û hukumet badilhewa li ser wan pera xerc dike. Piştî wê yekê Cefer axa bi hêrs û tevlihevbûyî hate bal min û hema bêje bi awakî kelogirî derheqa qisa xwe bi Lîxûtîn ra ji min ra got û di ser da zêde kir: “Ezê alayê bihêlim, sê-çar kurda bi xwe ra hildim, herim bal Serekqumandar û ji bo van şerletanîya wî bidime mehkemê”. Ez ber dilê wî da hatim, min ji wî ra got, ku cîyê xwe da wek berê kar bike û bira bi bawer be, ku ew buxdanên ku avîtine wî, wê nikaribin fikra qumandarîyê hindava wî da biguhêrin. Heta niha min ji serekqumandar ra tu tişt ne gotîye, ji ber ku min digot qey ew buxdanên hûr in, lê ez dibînim, ku buxdanbêj û şerletan ji sînora derbaz dibin û bi karê xwe va dikarin zirareke mezin bidine ordîya me û ji ber wê jî ezê wek berê bêdeng nemînim. Usa xuya ye, ku Lîxûtîn şer dixweze, lê eger em bi kurda ra dostanîyê bikin, dibe şer dernekeve. Ev tiştên min vira dît û bihîst, min tînine ser wê bawerîyê, ku ev derewên ku ji çapê der hatine werimandinê, lê hinek ji wan jî hema bêje ji ber xwe va derxistine, ji bo wê yekê ne, ku serekê desteya Êrîvanê dixweze usa nîşan bide, ku xudêgiravî kurd himberî me serî hildidin, ku ji serekqumandar destûrê bistîne hindava wan da çeka bi kar bîne. Cefer axa ev şerletanîyên hindava wî û desteya wî da  qebûl nake, derdikeve dijî gunehkarîyên ku li situyê wî alandine, ji ber wê jî di çevê serokatîya me ya li wira da reş bûye.

Min dixwest hewil bidim, ku qe na hinekî wan buxdanên li ser Cefer axa bidime bêrîyê û wek berê pêwendîyên xwe yên dostîyê berdewam bikin, ji ber wê jî min berê xwe da berbi serhing Xrêşçatîk, ku zûda Cefer axa nas dikir û di navbera wan gelekî xweş bû. Lê ewî jî got, ku ewî heta niha di nav kar û barên Cefer axa da tu kêmasî ne dîtîye û tu sebebên bona şikberîyê jî tunene. Ewî paşê di ser da zêde kir, ku gênêral Sûslov berê sipartibû min, ku em li ser kar û barên Cefer axa lêkolînên kûr û dûr bikin, bona rûyê wî yê rast derxine meydanê, lê ew lêkolînên me jî tu tişt ne dan. Xênji wê, me çend ermenîyên, ku îdî hema bêje bûbûne rûs, ji alaya Donê ya bi serokatîya serhing Xrêşçatîk şande nav alaya kurda, û me sipartibû wan, ku bi awakî xewle (ne dîyar, ne eşkere, bi surî) li kar û barên kurda binihêrin û eger we tiştekî usa texmîn kir, ku dikare zirarê bide ordîya me, destxweda ji serhing Xrêşçatîk ra bêjin, lê wan meriva jî tu tiştê şikberîyê li ser Cefer axa û kurdên bin hukumê wî da texmîn ne kirin. Û ez ji gotinên Xrêşçatîk tam bawer dikim, bawerîya xwe pê tînim, ji ber ku ew merivekî rastgo û helal e. Piştî van lêkolînên dûr û dirêj, ez dikarim bi bawer ji we – qumandarîyê ra bêjim, ku ew kesên ji desteya Êrîvanê, ku eva demeke dirêj e hewil didin serekên kurda xayîn derxin, gişk jî buxdan in û ezê virhada jî bi Popko ra tevayî çevê xwe ji kar û barên kurda dûr nexim û sipartinên we biqedînim. Derheqa A.S.Karasyêv da min Elî xanê Makûyê ra nivîsî, û min bersîvek sitend. Ji wê bersîvê xuya dibe, ku Korsakov ne çûye Xoyê, ne jî çûye Makûyê, lê Elî xan soz da, ku qasidekî xwe bişîne û paşê wê derheqa A.S.Korsakov da malûmatîyan elamî min bike”.

 

Bi sipartina gênêral Mûravyêv serekê Barêgehê gênêral Bronêvskî bi vê nameya 12ê îlonê sala 1855a, ya hejmara 1179a va bersîva Bartolomêy da:

 

“Serekqumandar fikrên di nameya we ya 6ê îlonê ya îsalin da xwend, û dispêre we, ku hûn karê we destpê kirîye bi sebir berdewam bikin û usa bawer e, ku dem û karên we wê mefayên (rêzûltat) baş bidin. Pişt ra dema serekqumandar pê hesîya, ku hûn hewcê kazakekî ne, emir kir, ku ji we ra bêjim heqê we û yê Popko heye, ku her yek ji we kazakekî wî hebe û ji bo wê pirsê hûn dikarin berê xwe bidine serekê desteya Êrîvanê”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev