Folklora me ji zanyarê mezin Emînê Evdal

Folklora me ji zanyarê mezin Emînê Evdal

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûsisîyan me ji pirtûka Emînê Evdal a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Emê vê carê ji wê berhema zanyarî çend berhemên folklorî raberî we bikin:

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê da li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 181

 

Ehro

 

Ehro serekê çar ruhan bû. Ewî bi destî ruhên xwe ji nav milet keçên kezî peyda dikirin, 9-10 rojan serê xwe bi wan ra dikir yek (ew dişuhurandin, bi wan ra radiza), paşê ew dikuştin û davîtine behrê. Rojekê jî ew emirî li ser ruhê bi navê Cin Tosin dike, ku here keça şahê Îranê bîne, bona ew pê ra bikeve nava henek û laqirdîyan. Cin Tosin diçe bal Perî xatûnê. Bavê wê ne li mal bûye. Ew cin dibe merî, dikeve odeya Perî xatûnê û dibêje:

-Selam xatûn!

-Selam xortê tûre, tu ser serê min û ser çavên min ra hatî.

Xort rex Perî xatûnê rûnişt. Ewana demeke dirêj bi hev ra qise kirin. Perî xatûn ser xort bengî dibe. Xort ji xatûnê ra dibêje, ku navê wî Elo ye. Perî xatûn ji nişkêva Elo hemêz dike. Derheqa vê yekê da Ehro pê dihese.

Elo dibêje:

-Ezê te bibim.

Perî bersîvê dide:

-Ezê bi te ra mêr bikim.

Bi hev ra pev dikevin, ku nîvro li bereka çiyê hevdu bibînin û ji hev diqetin.

Haya Ehro ji nêta Tosin hebû û li benda hatina wî bû. Tosin kete odeya Ehro, destekî xwe danî ser destê dinê û got:

-Xwedayê min, min gotina te bi cîh anî.

Ehro got:

-Nêzîk were.

Tosin xwe nêzîkî Ehro kir, ewî Tosin kuta kir[1], lê Ehro zanibû, ku keçik wê here ber bereka çiyê û wê li wir benda Tosin be.

Perî xatûn şebeqê diçe bereka çiyê, hinekî disekine û dengek lê tesele dibe, sawek lê digire û dibêje:

-Melekê Taûs, were hewara min,- û ber xwe xortekî dibîne, diha zef ditirse.- Ew xort Cin Ehro bû. Ew ji keçikê ra dibêje:

-Ez ruh im, hatime ku te bibim ji xwe ra.

Perî xatûn îdî nikaribû bipeyîvîya, ji tirsan zimanê wê dikeve hev. Melekê Taûs tê hewara wê, ew ber wî cinî disekine û dibêje:

-Ne bes e, ku tu keç û jinan dikujî?

-Tu Xweda yî,- Ehro got,- ez jî Xwedayekî mînanî te me. Tu çi dixwezî?

-Ez zirarê nadime merivan, ez alîkarîya wan dikim, nan didime wana, lê tu ziyankar î,- Melekê Taûs dibêje.

Melekê Taûs û Ehro şerê hev dikin, li hevdu dixin.

Ji nişkêva zimanê Perîyê vedibe, ew bi Melekê Taûs ra dipeyîve û dibêje:

-Bi ruh ra nekeve nava qal û cengê, bihêle bira ew here, lê min ji dest wî xilaz bike.

Melekê Taûs destên Ehro digire, dialîne û dişkêne, wî ji bereka çiyê gilol dike, davêje, lê tişt bi wî nayê, ji ber ku ew cin bû. Ew radibe û direve, diçe.

Melekê Taûs keçikê xilaz dike û bi xwe ra dibe[2].

 

 

Ocaxa Şîxadî bi hêz e

 

Eskerên tirkan êrîşî ser Şengalê dikin. Fêrîk paşa dixweze êzdîyan bike musulman, lema jî dixweze êrîşî li ser ocaxa Şîxadî bike û ew hilweşîne, yên ku dij derkevin, wana bikuje.

Di ocaxa Şîxadî da koçekekî bi navê Birîm hebûye, ew heftê carekê dikete mehikê bona bizanibûya ka li wê dinê çi heye, çi diqewime an jî wê çi bê serê êzdîyan.

Rojekê koçek Birîm carek din dikeve mehikê, di xewnê da dibîne, ku dema tirk êrîşî li ser Berrê bikin, wê çi bê serê wî warî. Ew xewna xwe ji Mîrê êzdîyan ra şirove dike. Mîr biryarê dide bi riya koçek Birîm behsekê bişîne gundê Beedrê, bona ew bêne hewara wan.

Koçek Birîm razî dibe ewê behsê bigihîne Beedrê, bona ew bêne komeka wan. Koçek êvarê warguhêzî teyrekî dibe û digihîje Beedrê, carek din dibe merî û diçe odeya Bişar axa. Wê demê di odeyê da tije meriv bûn, wana qise dikir û distiran. Gava koçek Birîm der da diçe, gişk wî nas dikin û radibine şipîya. Piştî silav û kilavê nan dixun, paşê sifre berev dikin.

-Koçek Birîm,- Bişar axa dibêje,- cîyê te ser serê me û ser çavên me heye, ka bêje tu çawan î, di ziyaretê da çi heye, çi tune?

Koçek di dengekî melûl bersîva wî dide:

-Malavao, min di xewnê da dîtîye, ku Fêrîk axa wê êrîşî li ser ziyareta Şîxadî bike û ew hilweşîne. Mîr ez şandime bona tu merivên çekdar bişînî, seba em bikaribin ber xwe bidin û ocaxê biparêzin.

-Tu çi dibêjî koçek?

-Axayê min, ez rast dibêjim.

-De tu here, ezê piştî 3-4 rojan bi merivên xwe va bêm û emê himberî Fêrîk paşa şer bikin, lê eger ez derengî kevim, netirsin, şer bikin heta ez bi we ra digihîjim, ji ber ku niha çekên me hindik in, ez nikarim xortan bê çek bînim, ezê çend rojên din şûnda çek peyda bikim.

-Baş e, ezê wisa ji Mîr ra bêjim,- koçek dibêje.

Bişar axa ji bona koçek hewle hazir dike, sê derdan hewle jê ra datîne.

Koçek radibe, oxirê jê ra dixweze, hemû merivên rûniştî radibine şipîya. Koçek betavedibe û dibe teyr, difire.

Wê şevê ew digihîje dîwana Mîr û hewle datîne ber wî. Mîr destê xwe dide hewlê, texmîn dike, ku germ e û ji koçek ra dibêje:

-Eferim ji te ra.

-Mîrê min,- koçek dibêje,- Bişar axa wê piştî 3-4 rojan esker bişîne, ewê bi xwe jî bi wan ra bê.

Piştî du rojan Fêrîk axa davêje ser ocaxê, ew topbaran dike, lê ocax ewqas xurt bû, ku ber xwe da û derbên dijmin li wan vedigerîyan. Ji eskerên tirkan gelek hatine qirê, melekên ocaxê berî wan dan, ew xwe li riya revê girtin. Alîkarîya Bişar axa jî hat, lê lazimaya wê nemabû. Êzdî bi ser ketin[3].

 

Dar

 

Mîrmih lawê Bakulî bû. Gava bavê wî mir, Mîrmih sond xwer ku here welatekî wisa, li ku mirin tunebe. Mîrmih li hespê xwe siyar bû û dest pê kir li dinyayê bigere. Zef çû, an hindik çû, rastî maleke bedew hat, ku di nav bax û baxçan da xemilî bû. Di wê malê da sê xûşkên kaw û kubar dijîtin. Mîrmih bi wan ra bû nas û bû birayê wan. Hersê xûşk di hindava birayê xwe da gelek guhdar bûn. Ewana sibê heta êvara dereng di baxçê bi ava avilheyatê va nixamtî da roja xwe derbaz dikirin û hewcedarîya wan bi tu tiştî tunebû.

Carekê hersê xûşkên Mîrmih hazirîya xwe didîtin herin seyranê. Ewana ber Mîrmih pêşnîyar dikin hilnekişine ser dara avilheyatê, ku zirarê nedinê. Piştî çûyîna xûşkan Mîrmih hildikişe ser darê û dora xwe dinihêre, welatê wî dikeve bîrê. Gava xûşk ji seyranê vegerîyan, Mîrmih berbirî wan bû û got:

-Xûşkên mine delal, ezê herime mala xwe, ez îdî bal we namînim, welat şîrin e.

Xûşkan got:

-Were bi a me bike, neçe, tuyê poşman bî.

Yek ji xûşkan ji darê çend sêv çinî û da Mîrmih û jê ra got eger di rê da rastî rêwîyan tê, wan sêvan nede wan.

-Bira bi gotina we be,- Mîrmih got.

Ewî nizanibû çiqas wext derbaz bûbû, ew wisa zanibû, ku ser hev du-sê sal derbaz bûne. Ewî sêv hildan, li hespê xwe siyar bû û ber bi welatê xwe çû. Çû gihîşte gundê xwe, dît ku di mala wî da merivên din dijîn, navê xwedîyê malê jî Mîrmih e û navê xwe jê ra negot.

-Ji neferên mala we tu kes winda nebûye?- xort jê pirsî.

-Ez nizanim,- kalê got,- lê neferekî mala me ji min ra gotîye, ku yekî bi navê Mîrmih winda bûye.

Mîrmih hêja fêm kir, ku ji çûyîna wî çendik-çend sal derbaz bûne û ji mala wî tu kes sax nemaye. Ew rabû li hespê xwe siyar bû, da ser rê, ku here bal xûşkên xwe. Di rê da jineke kesîb rastî wî hat û ji keça xwe ya nexweş ra sêvek xwest û got, ku eger keça wê sêvê bibîne, wê çavên xwe veke.

Mîrmih sêvek da wê jina belengaz, lê paşê poşman bû, ji ber ku ew kaltir bû. Ne di bîra wî da bû, ku ew sêva dara rex ava avilheyatê bû û xwe şaş kiribû, lema sêv da jinikê. Mîrnih riya xwe dûmayî kir, pir çû, hindik çû, rastî keçeke feqîr hat, ku hema bêje tazî bû. Keçikê ji Mîrmih hîvî kir, gotê: ”Xwedê hebînî, ji sêvên bal xwe yekê bide min, dilê min dikizire”. Xort ji berîka xwe sêvek derxist, da keçikê. Keçik ji wan deran betavebû, winda bû.

Mîrmih çû gihîşte baxçê û kete hundur. Xûşk pê hesiyan ku ew vegerîyaye, çûne balê, hema nêzîkî wî bûn, ew can da, mir[4].

 

[1]Li virgotinênkuta kirtêmaneyakuşt.

[2]BinecîyêgundêKarvanserayêElîyêEvdalgotîye, xudanêvêpirtûkê sala 1950î jizarêwînivîsîye.

[3]BinecîyêgundêKarvanserayêMiçogotîye, xudanêvêpirtûkê sala 1949anjizarêwînivîsîye.

[4]BinecîyêgundêElegezêTîkoyê Mikogotîye, xudanêvêpirtûkê sala 1950îjizarêwînivîsîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev