Pirsa we û bersîva me – 129

Pirsa we û bersîva me – 129

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: – Gelo hûn dikarin hinekî behsa KESANDINA LÊKERAN bikin?

 

Bersîv: –Di kurmancî de, di demên borî de lêkerên gerguhêz ne li gor kirdeyê (kesê yan jî tiştê karekî dike) lê li gor bireserê (tiştê yan jî kesê bandor lê tê kirin) paşqertafa kesandinê digire.

 

Mînak:

Te EZ kuştIM.

Min TU kuştÎ.

We EW kuşt. (Di dema borî ya sade de ji kesê yekhejmar ê sêyan re qertafa kesandinê nîn e.)

Wê EM kuştIN.

Wan HÛN kuştIN.

Me EW kuştIN.

 

Ya kin, kesandina lêkerên kişandî li gorî cihnav an jî navdêrên sade ye ne li gorî yên tewandî ye, vêca heskî bila bireser be an heskî bila kirde be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev