Nîsan meha pîroz a êzidiyan e

Nîsan meha pîroz a êzidiyan e

Beşir Kavak

karmendê Radyoya kurdî a Swedê

 

Nîsan ji bo êzîdiyan meheke pîroz e û ev meh weke ”bûka salê” tê binavkirin. Gelek adet, xêr û gunehên taybet bi vê mehê ve girêdayî ne.

Nîsan ji bo êzîdiyan meheke pîroz e û di vê mehê de îsal em ê wek pişka kurdî a Radyoya Swêdê çendîn bernameyên derbarê êzîdiyên Swêdê de biweşînin.

Lê dibe ku hûn bêjin vaye em gihane dawiya meha nîsanê, hûn ji nû qala mijarên taybet ên ku di vê mehê de biweşînin dikin. Sebeb ew e ku nîsana mîladî û êzidî ne di yek wextî de ne.

Di hesabê êzidî de nîsan 13 rojan piştî salnameya mîladî dest pê dike. Yanî 14ê nîsana mîladî li gor hesabê êzidî dibe 1ê nîsanê. Bi kurdî ji vê salnameya kevin re ”hesabê romî” tê gotin û bi swêdî dibêjin ”julianska kalendern”.

Di vê bernameyê de em ê behsa taybetmendiya meha nîsanê ji bo êzidiyan bikin. Û em bi pîrozkirina roja salê ya herî pîroz, çarşema serê nîsanê, ku herwiha jê re dibêjin Çarşema Sor dest pê bikin.

Li başûrê Swêdê, girêdayî bajarê Helsingborg li bajarokê Staffanstorp em mêvanê malbata Mîrza ne. Ew êzidiyên başûrê Kurdistanê ne û ev çend sal in li Swêdê dijîn.

Bi ketina hundirê malê re koma zarokên bi kincên xweşik li wan bi ”eyda te pîrozî be” bixêrhatina me dikin.

Li ser maseya hundir şekir û şokladên cihêreng, biskewît, kulîçe û hêkên rengkirî  hene. Dîwarê salonê bi tablo û wêneyên teyrê tawis xemilandiye.

Em bi salmezinên malê re dikevin sohbeta derheqê urf û adetên êzîdiyan de, zarokên biçûk bi hêkanî dilîzin û her serê bîstekê mêvanek ji bo pîrozkirina îdê serdana malbatê dike.

Ji bo xatirê vê roja pîroz, li gor adetên bav û bapîran serûpê, ûrik, rovîk û yeprax hatine çêkirin. Em nanê xwe yê şikeva diçênin nav meraqe, ango avgoştê ya bi tama sîrê. Axavtin, cil, rengê derdor û xwarinê, tam û bêhna hundir hesteke wisa bi mirovan re çêdike mîna ku em li welatekî dûrî Swêd, di zemanek û meskenekî kevn de bin.

Behzad Babaşêx kurê serokê olî yê êzîdiyan Babaşêx e û em bi hev re çûne serdana malbata Mîrza ku ew herwiha xizmên hev in.

Behzad Babaşêx dide zanîn ku ne tenê ev çarşem, lê rojên çarşeman bi giştî li cem êzidiyan xwedî qîmeteke taybet in.

Di nava rojê de nas û dostên nêzîkî hev serdana malên hev dikin, xwarin û şîraniyê dixwin. Êvarê jî sersal li salonên mezin bi belavkirina xelatan, muzîk, reqs û dîlanê tê pîroz kirin. Yek ji van pîrozbahiyên li derdora Helsingborg ji aliyê Navenda Rewşenbîrî ya êzidî ve hatiye amade kirin. Tarek Reşo Citu serokê navendê ye.

Îcar gelo çima bi taybetî çarşemê êzidî weke rojeke taybet dinirxînin? Tarek Reşo Citu du sebeban destnîşan dike.

Eger di heftiyê de roja pîroz ji bo êzîdiyan çarşem be, meha pîroz jî nîsan e, ku êzidî wê weke ”bûka salê” bi nav dikin. Û di vê mehê de hin guneh, hin qedexe hene ku divê her kesê êzidî xwe ji wan dûr bigre. Wek dawet, kolandin an cot û nêçîrî di vê mehê de nayêne kirin.

 

https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=7206579&fbclid=IwAR0nlPCWYvxpEMw5dbpje5aEqhfbtkd9v3en775Kj-gLHfRKUigojCHPKgU 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev