Bi Xalid Celalî re li ser Ilm çend galegal

Bi Xalid Celalî re li ser Ilm çend galegal

Mela Mihyedîn, lêkolîner

 

Xalid Celalî li ser hesabê xwe yê medya civakî rêya zanîn û zanînên nû bi zimanê gelê xwe ji gelê xwe re dide eşkerekirin. Bi saya wî kurdên kurdîhez bi zimanê xwe hînî ilmê fezayî dibin û dîsa bi saya wî tiştên nûjên yên di derbarê ilmê fezayî de hîn dibin. Car carna li ser meseleyên teknîkî û fezayê hîn nivîsan jî lê dike û di malperên kurdî de diweşîne. Xebatên wî bala min kişandin û li ser navê malpera Ria Taza min xwest bi wî re hevpeyvînekê amade bikim. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bi bersivên xwe yên têr û tije pirsên me bersivand.

 

Tu ji me re dikarî behsa xwe û jîyana xwe bikî? Xalid Celalî kî ye? 

Belê, jîyana min bi kurdî dest pê dike. Ez di nava malbateke kurdewar de hatime dinê; bi çanda kurdî û bi jîyana kurdewarî mezin bûme. Li Şirnexê, di navbera Botan û Behdînan de min çavên xwe li dinê vekirin û li wir mezin bûm. Şivanî, cotkarî û her karê gund di jîyana min de çêbûye. “Ev çaryek e ji sedsalê Xalid li ser vê axê û ‘Celalî’ ji ‘Celal’ tê ew ne eşîr e, ne malbat e û ne jî paşnav e lê war e…” Piştî min li gund dibistan xilas kir ez ketim ser rêya zanîngehê û li bajarekî din du salan beşek teknîkî xwend û niha jî ev sê sal in li beşa endezyarîya makîneyan dixwînim.

Heta salên zanîngehê min her dem bi kurdî xeberdaye lê tenê bi devoka xwe, çawa ez çûm zanîngehê derfet çêbûn ku ez devokên din jî bibînim û niha li qursê dersa kurdî ya bi zaravayê kurmancî dibînim. Her weke din kêfa min ji wênegirî, asîmanan û fezayê, bi giştî jî ji zanist û teknolojîyê re tê di van mijaran de jî biqasî ku bikarim xwe pêş ve dibim. Bêguman her tişt bi zimanê mirov şêrîntir e û ez jî dixwazim jiyana min a mayî bi zimanê xwe bidomînim û hem xwe hem jî zimanê xwe bi pêşve bibim.

 

Ji kengî ve ye tu li pey ilmê fezayê yî? Tişta di fezayê de bala te kişandî çi bû? 

Jîyana min di nava xwezayê de derbas bû, ev jî bû sedem ku ez û asîmên nêzî hev bibin. Dema mirov di nava xwezayê de be her tiştê xwezayê mirov li gor xwe şîrove dike û wateyê dide. Mezinên me jî wisa bûne û bi salan stêrkên li asîmanan li gor xwe binav kirine. Mesele li ser gotine û her weke din hinek stêrk ji bo dîtina alîyan hinek jî ji bo hatina demsalan eşkere kirine û li gor vê tevgerîyane. Xweş tê bîra min ji me re digotin va ‘stêrka nêçîrvanan’ vaye ‘bist û peyrû’ û ew jî ‘darbest’ e. Darbest/komika sêwîyan(Big bear constellation) ya herî balkêş bû li gorî min ji ber ku digotin ew çar stêrkên çargoşe darbest/tabût e û ewên li pê jî yek jin e û ewa li rexê wê jî zaroka wê yê û mirîyê wa di darbestê de ye û wisa diçin. Vêca gelek meseleyên stêrkan wisa dihatin gotin yeka din a girîng galaksîya me Kadiz (Milk way) e. Şevekê ez û mamê xwe li ser banê xanî me xwe dirêj kiribû. Mamê min Kadiz nîşa min da û got tu dizanî ew hûre stêrkên tu dibînî rêya kakêşa ye. Xwedanên heywanan bi dewaran ka dibirin lê tûr ên wan qetîya bûn û wisa ka rijiya lewma ewder wisa bûye… Destpêk a mereq a min a fezayê wisa bû û heta îro bi pêşketina teknolojîyê û zanistê hê jî ez mereq dikim û kêfa min jê ra tê. Lê niha tiştek cuda ye Feza ji bo min. Weke derîyekî ku ji dinyayê vebe bo gerdûnê û bêdawî be. Weke ku tiştek li hin deran heye lê em nizanin û nabînin. Ez ketime pêy tiştek dawîya wê nehatî dîtin û ev rewş her dem hêvî û mereq a min zêdetir dike.

 

Insanên berê bawer dikirin ku ev dinya cihekî rast e û kesê herê dawîya dinyayê dê bikeve. Galileo û Kepler bi xebatên xwe yên zanistî şaşîya vê yekê derxistin meydanê. Bi saya xebatên wan niha em dibêjin dinya Geoîd e û li pey rojê dizîvire. Lê hîn jî gelek kes hene di wê bawerîyê de ne ku dinya wek erdê rast e. Tu li ser vê meselê dkarî ji me re çi bêjî?

Li gor min tiştek ji rêzê ye ku mirovên berê gotine dinya rast e. Di wê demê de derfetên niha tunebûn û xebatên zanistî yên dihatin kirin jî nedigiheştin hemû kesan û haya kesî ji van tiştan tunebû. Pîrika min berê ji bo min serpêhatiyek digot:

“Carekê hinek zilam bi rêyeke ve diçûn. Piştî demekê westîyan û gotin em li vê derê ji xwe re hinekî razên. Tivingên xwe jî nêzî xwe bi cihekê vê kirin û razan… Heta ji xew rabûn dîtin ku ew cihê tiving pê ve ne li wê derê ye û tivingên wan çûne. Bi hev şêwirîn û gotin em dîsa razên heta sibe di eynî demê de wê dîsa tivingên me bên. Ew jî razan û heta ji xew rabûn dîtin ku dîsa tivingên wan hatine cihên xwe yên berê.” Ez nizanim ka pîrika min ev mesele ji ku bihîstiye lê em dibînin ku di nav kurdan de jî nêrînên li ser zîvirîna dinyayê çêbûne lê ne wekî dinya di valahiyê de li dora xwe û rojê bizîvire. Ji meselê tê fêhmkirin ku ew cihê ew mirov çûyînê dawîya dinyayê ye û dinya bi cihekê vê weke sînorkirî ye û li wê derê ve dizîvire. Bêguman ji berê de gelek nêrînên wisa hebûn. Ji ber ku wê demê alîyekî dinyayê hay ji alîyê din tunebû û zanyarîyên heyî jî belav nedibûn her kesî li gor xwe şîrove kirîye.

Lê niha êdî her tişt kifş bûye. Ji xeynî teorî û xebatên matematîk, fîzîk û astronomîyê êdî mirovahî wesayîta dişîne fezayê û bi wêne û vîdyoyan dinyayê nîşa me dide. Weke we jî behs kirî li himber van tiştan hîn jî hinek kes hene ku dibêjin ‘na dinya rast e’. Ev kes gelek jê li welatên weke Ewropayê dijîn û hemû jî mirovên ‘zana’, ‘pêşketî’ û ‘modern’ in û weke ‘Flat Earthers’(yanî kesên ku fikra rastbûna dinyayê diparêzin) tên binavkirin. Di vê derê de divê mirov bipirse ka cehalet çi ye û kî cahil e? Yên berê ji ber ku tiştek nedizanîn û nedidîtin digotin dinya rast e an jî ev kesên niha dibêjin dinya rast e; gelo kîjan ji van koman cahil e? Hûn dikarin bêjin ‘em ji kû bizanin belkî ew vîdyo û wêne tev derew bin’. Lê rêbazek hêsan bêjim ji we re: dema dinya dikeve di nava heyîvê û rojê de sîha dinyayê li ser heyîvê rast xuya dike yan weke tiştek giloverî? Belê ev bûyer carinan pêk tê û hûn jî dikarin lê binêrin û giloverîya dinyayê bibînin.

 

Bi te gelo Galileo dema derket li hemberî Engîzîsyonê çima hemû xebatên xwe derewkar derxistin û ji wan re xeyalên fantastîkî got? 

Galileo, sûd ji fikrên Nikolas Kopernikî wergirt û fikra sîstema rojê anî ziman. Ji ber vê yekê jî papayê wê demê nexwest ev xebat bê kirin û xebatên wî qedexe kir. Wî jî çend salan bi veşartî xebatên xwe dewam kir. Di dawîyê de pirtûkek nivîsî ku di vê pirtûkê de hat dîyarkirin ku dinya ne navenda gerdûnê ye û dinya li dora rojê dizîvire û gilover e û li dora xwe jî dizîvire.

“Çavên kor, roja li ser destan jî nabînin”. Papa, vê yek weke êrîş qebûl kir. Galileo, di bin zextan de li Engîzîsyona Romayê hate dadgehkirin. Di şertên wê demê de mixabin kesekî/ê bawerî bi Galileo neanî û Galileo jî ev yek pêşbînî kiribû. Her çiqas di serî de dev ji fikrên xwe berneda. Piştre mecbûr ma û qebûl kir ku dinya rast e. Galileo got: “Eppur si muove”(dîsa jî dizîvire). Yanî Galileo got ji xwe ez bêjim û nebêjim jî dîsa dizîvire. Bi xebatên xwe jî ev yek piştrast kir, di dadgehê de bêje çi ye û nebêje çi ye? Piştî armanca xwe ya bingehîn pêk anî êdî got “na ne wisa ye”. Bi ya min wî baş kir ku di dadgehê de wisa got. Ji ber ku jîyîn berî hemû tiştî tê û ewî bi wê gotina xwe, xwe ji mirinê xilas kir. Di mala xwe de dîsa demekê xebatên xwe domand.

 

Di dîrokê de tu carî ilm û dîn li hev nekirine. Her du jî timî di nav şerî de li gel hev dijminatî kirine. Gelo pêkan e ku rojekê ev şerê di navbera van dijminan de bi awayekî dostanî biqede? 

Bi rastî ez ne di wê baweriyê de me ku dîn û ilm li hev nakin/nekirine. Lê belê gelek caran hin kesên temsîlîyeta dîn wergirtine li himber ilm derketine û di navbera wan de weke gotina te şer çêbûye. Lê divê em gotina xwe ya ‘dîn û ilm ne dijberê hev in’ hinekê vekin û îspat bikin. Ji bo vê yekê jî em ê teorîya di derbarê gerdûnê de ya herî nûjen, guncav û ji alîyê zanyaran ve tê qebûlkirin esas bigirin ku ev teorî Teqîna Mezin (Big Bang) e.

Li gor Teqîna Mezin gerdûn berîya 14 milyar salan bi teqînekê, ji xalekê belav bûye û wisa çêbûye. Dîsa li gor vê yekê her ku diçe gerdûn fireh dibe (ev yek hatiye îspatkirin) û galaksî ji hev dûr dikevin. Bi vê yekê ve girêdayî tê pêşbînîkirin ku piştî demekê hêdî enerjîya gerdûnê namîne û ji ber hêza rakêşê(gravitational) dê hertişt hev bikşîne û dîsa gerdûn li wê dera çêbûyî kom bibe weke xalekê bibe yanî dê xira bibe.

Em binêrin ka dîn li vê yekê çawa dinêre. Li gor Quran, Încîl û Tewratê her tişt ji aliyê Xwedê ve hatîye afirandin û ev yek li gor Teqîna Mezin maqûl û guncav e. Di derbarê afirandina gerdûnê de agahîyên herî berfireh Quran dide me ji ber vê yekê ez ê ji wê çend mînakan bidim.

  • Ewên ku înkar dikin, ma nabînin ku erd û asîman pêkve bûn, me ew ji hev vekirin(ji hev cuda kirin) û her tiştê bi rûh me ji avê afirand/xuliqand. Ma hê jî ew bawer nakin? (Enbîya-30). Di ayetê de bi awayekî eşkere dibêje ku di serî de erd û asîman pêkve bûn, Teqîna Mezin jî vê yekê piştrast dike û li gor wê jî di serî de erd û asîman ango her tişt pêk ve bûn. Weke din dibêje ku me her tiştê bi rûh ji avê afirand. Li gor Teqîna Mezin di serî de heta demekê her tişt şilavî bû û ji sedî 75 ji hîdrojenê û 25 ji helyûmê pêk dihat. Wek tê zanîn av jî ji du molekûlên hîdrojenê û oksîjenekê(H2O) pêk tê.
  • Me asîman bi hêza xwe ava kirin û bêguman em firehker in(fireh dikin).(Zarîyat-47). Dîsa bi Teqîna Mezin ev yek hatiye piştrastkirin û hatiye îspatkirin ku galaksîyên li asîmanan her ku diçe ji hev dûr dikevin û gerdûn fireh dibe.
  • Dema roj li hev tê pêçandin û tê komkirin. (Tekvir-1) Her çiqas ji bo rojê bê gotin jî li gor Teqîna Mezin roj û hemî tişt dê hingê xwe bikşîne nava xwe û her tişt bikşîne xwe(weke tiştê li hev bê pêçandin) û dê hemû kom bibe. Dîsa:

Wê rojê em ê asîmanan weke pelên kitêban bipêçin. Eyn weke dema me afirandî em ê dîsa bînin wê rewşê. Ev yek, li ser me soz e û em ê soza xwe bi cih bînin.(Enbîya-104) Ev jî bi teorîyê tê piştrastkirin û ka çawa hemû tişt hat afirandin dê dîsa hemû tişt bizîvire wê demê.

Wek tê dîtin tenê bi çend ayetên Quranê ji berîya 14 sedsalan hatîye; destpêka çêbûna gerdûnê, firehbûna niha û di dawiyê de vegera destpêkê tê gotin û ev yek bi ilmê niha û bi teknîkên modern tê piştrastkirin an go li gor hev in. Bêguman mînakên wisa zêde ne lê tenê ji bo mesele bê fêhmkirin ev qas bes in û mirov dikare bêje ku ilm û dîn bi zimanên cuda eynî tiştî dibêjin.

 

Di dîroka îroyîn de ilm li kû ye û em gelê rojhilata navîn li kû ne? Em çiqasî nêzî hev in û em çiqasî dûrî hev in?

Em bi qasî rojê ji hev dûr in û em bi qasî tava rojê ewa laşê me û nava me germ dike nêzî hev in. Ji rojhilata navîn gelek mirovên zana derketine lê mixabin di van sedsalên dawî de rojhilata navîn ji kerwanê ilmê paş maye û nekarî xwe li gor şert û mercên demê nûjen bike û di nava xwe de jî heqê hin pêkhateyên xwe xwar û edalet ne parast. Di vê rewşê de jî bi êrîş û dagirkirineke giştî rû bi rû ma. Bi vê yekê ve girêdayî hem di nava xwe de hem li himber derve ket şer û niha jî weke em dibînin bû qada şer. Di van şert û mercan de bêguman derfetên ilmê kêm in û hem ji aliyê perwerdeyê ve hem ji aliyê derfetên teknîkî ve em û ilm ji hev dûr ketin. Lê li beramber vê yekê jî di nava me de qabilîyet heye û kesên jîr û zana zehf in ev yek jî me nêzî hev dike.

 

Kurd li kîjan alîne û ilm li kîjan alî ye?

Kurd û ilm ne ji hev dûr in. Ji bo min kesê favorî di vî warî de Îsmaîlê Cizîrî ye(Ebû’l Îz Îsmaîl El Cizîrî). Îsmaîl, kesek kurdekî misilman bû û di sedsala 12 an de li Cizîrê jîyaye û bi xebatên xwe îro weke bavê ilmê sîbernetîk û robotan tê qebûlkirin û her wiha tê gotin ku Leonardo Da Vîncî îlham ji wî girtiye. Biqasî ku tê bîra min wî hemû xebatên xwe bi fermana mîrê Cizîrê yê wê demê di pirtûkekê de kom kirin û hê jî hîn kopyayên wê pirtûkê li hîn welatan di mûzeyan de tên parastin. Yanî ew di bin sîwan û piştgirîya mîr de bû û ji bo xebatan derfetên baş jê re hebûn. Di vê derê de mirov dibîne ku şert û mercên mirov tê de bandorek mezin li ser perwerde û ilm dike. Lê niha kurd jî li rojhilata navîn dijîn û ew jî di bin şertên herêmê de ne. Lewma rewşa wan jî ne ji yên din cudatir e heta ji ber şertên xirab li ser kurdan girantir in rewşa kurdan xirabtir e. Di nav vê rewşê de jî kurd niha hinekî bi xwe mijûl in. Tişta herî zehmet jî ewe ku em bi zimanê xwe perwerde nabînin û heta bi zimanekî din ew tişt bikeve di hişên mirov de zehmettir e. Lê divê em ne bêhêvî bin. Di demên dawî de çend kesên kurd xelata nobelê standin û di vê rewşê de ev yek serkeftinek pir baş e û dide xuyakirin ku em dikarin bigihên kerwanê ilmê.

 

Kengî dê Koçer Bîrkarên me wê zêde bibin?

Tov, li hemû erda şîn nabe. Divê mirov zevîyekê berhev bike, bikole, av bide û nehêle gîyayên dexl bifetisînin di nav zevî de şîn bibe. Mirov jî wisa ye, dema mirov li şert û mercên îro dinêre çend kes ji me dikarin bi dilekî rehet rûnên û li matematîkê bixebitin? Koçer Bîrkar, zanîngeh li Têhranê xilas kir û ji bo ku bikare xebatên xwe bidomîne serlêdana îltîcaya welatê Brîtanyayê kir. Rêya ew dibir serkeftinê jî di vê derê de derbas bû û li wê derê piştî xebatên li zanîngehê profesorî bi dest xist û xebatên wî layiqê xelata nobelê ya matematîkê hate dîtin. Bêguman ev nayê wê wateyê ku her kesê biçe Ewropa dê pir serkeftî be lê eşkere dibe ku der û dora mirov bandorê li ser mirovî dike. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin divê em zevîyekî ji bo Bîrkaran çêbikin ku bi dilekî rehet û di nav derfetên baş de lê bixebitin; dê hingê Bîrkarên me êdî koçberî derve nebin û li mala xwe xelatan bistînin.

 

Pîr û kalên me li hemberî nûjentîyê û li hemberî teknolojîyê bûn. Ji tiştên nû re digotin alavên şeytên. Bi te kal û pîrên me ji bo teknolojîyê çima peyva “alavên şeytên” digotin? Sedemên vê yekê çi ne?

Ez bingeha peyva “alavên şeytên” weke du beşên cuda ji hev dibînim.

1-) Ya yekemîn di wateya mecazî de tê bikaranîn û wateya weke ku tiştek gelek balkêş, tevlihev be dide. Li herêma me niha jî ji bo kesekî zêde neyê hezkirin, jîr, zana û şûm be jêre dibêjin ‘filan kes weke şeytên e yaw’. Yanî ewqa tiştan dizane û rê û rêbazên wî hene û hwd.

2-) Wateya duyem a ez difikirim ew e ku wateya rasterast ji şeytên tê. Bi rastî ez jî fêhm nakim mezinên me çima ewqas zêde li himber tiştên nûjen derketine lê ez dixwazim vê beşê jî ji du aliyan ve binirxînim.

2.1-)Aliyê yekem ew e ku li welatê me ji berê hinekê têkilîya bi dinyayê re kêm bû û mezinên me demeke dirêj hînî eynî tiştan bibûn û dema tiştek nûjen bihata dibe ku ev bi awayekî psîkolojîk li wan weke êrîşeke bi ser qada wan de bê fêhmkirin û ji bo ku qada xwe biparêzin diketin nava tevgereke wisa. Li himber tiştên wisa jî parastina herî baş îlankirina tiştek ji aliyê her kesî ve xirab tê dîtin e. Di bawerîya me de jî şeytên weke kesê mirovî teşwîqî rêyên xirab dike tê zanîn û divê mirov xwe ji wî û rêyên wî biparêze. Di vê derê de dibe ku pirsgirêk ji xelet fêhmkirina xwe parastina ji ‘şeytên’ be û her tiştê nûjen û ecêp weke rêbazek xapandina şeytanî hatibe dîtin. Dîsa dibe ku ew qada lê hukumdarîya xwe didomînin di bin metirsiyê de bibînin û bi hestên parastinî tevbigerin û wan alavan weke xapînokên şeytên bibînin.

2.2-) Aliyê din ew e ku ev demeke dirêj e welatên misilman û ên dijminê wan dijberê hev in û di nav bera wan de gelek şer çê dibin. Herwiha piştî demekê welatên dijberê misilmanan teknolojî û nûjenî bi dest xistin û pêşengî ket di destê wan de. Di vê derê de dibe ku mezinên me her tiştê teknolojîk ê ji wan welatan hatî, weke xirabî dîtibin û di şexsê wan de weke şeytên bi nav kiribin.

 

Di dîroka ilmî de em dibêjin Einstein mirovê herî zîrek yê cîhanê ye û Hawking jî mirovê herî zîrek yê duduyan e. Ev zîrekbûn li gorî kî û li gorî çi qaîdeyan hatine çêkirin? Sedemên zîrekbûna van kesan çi ne? Tiştên ew dikin û em nakin çi ne gelo?

Einstein, mirov dikare bêje ku bi teorîya xwe ya îzafîyetê tiştê heta wê rojê di derbarê gerdûnê de dihatin zanîn hemû ser û bin kirin. Bi taybetî teorîya Newton ya rakêş ê (gravitational), bi teorîya xwe ji holê rakir û mohra xwe li dîrokê da. Dîsa bi formûla xwe ya  E = mc2 têkiliya gumlat(grav)enerjîyê analîz kir û çêbûna stêrkan da fêhmkirin û pêşî li hêla enerjîya nûkleerî vekir. Dîsa bi vê yekê ve girêdayî teorîya Newton ya ‘dema mutleq’(wext ji bo her kesî li her derê eynî ye û naguhere) rûxand û da îspatkir ku cih, zeman û lez îzafî ne û li gor şertan diguherin. Bi van teorîyan pêşî li fêhmkirina gerdûnê vekir û derî li Teqîna Mezin, firehbûna gerdûnê, çalereş û hwd. hatin vekirin.

Hawking, weke fîzîknasê dawî ê herî mezin tê zanîn. Wî li ser teorîya Einstein xebat kirine û daye zanîn ku teorîya îzafî ya giştî bi Big Bangê(Teqîna Mezin) dest pêdike û bi çalereşan(black hole) dawî dibe. Vê jî da destnîşankirin ku divê teorîya îzafî ya giştî û mekanîka kuantumê bi hev re têkildar bin. Bi vê têkildarîyê di derbarê çalereşan de gelek tiştên nû hatin zanîn û ev pêşketina demên dawî ya herî mezin bû.

Em dibînin ku van mirovan derîyên nû li zanistê vekirine û vê yekê jî ew kirine navdarên zanistê. Cihên ew lê, bingehek demildirêj a zanistê hene û her wiha derfetên wan bêguman ji yên me zêdetir in niha. Ev jî rê li wê çendê vedike ku ew ji me di vê rê de pêşvetir bin.

 

Herî dawî zanyarên NASAyê fotoyê çalareşê kişandin. Ev cara ewil e fotoyê wê tê kişandin. Tu dikarî hinekî ji me re behsa vê mesela dîrokî bikî?

Çalereş, bi esasên teorîya îzafî ya Albert Einstein hat nirxandin û sala 1960 an Karl Schwarzchild hebûna çalereşan bi teorîya Einstein îspat kir. Heta niha tenê weke teorîyek dihat zanîn. Weke din sîmulasyon dihatin amadekirin lê belê heta niha cara yekeme ku wêneyê çalereşê tê girtin an go hebûna çalereşê bi awayekî berbiçav û rastî hat îspatkirin. Çalereş, ji ber ku her tişt dikşîne nava xwe wêneyê wê nayê girtin. Ji bo ku wêne bê girtin divê ronahî hebe lê çalereş ronahîyê jî dikşîne nav xwe û ronahî jê dernakeve heta bê dîtin. Weke din di nava çalereşê de wext/zeman jî hêdîtir diherike an jî disekine. Vêca ji ber van tiştan bi rêbazên ji rêzê wêneyê çalereşê nayê girtin. Ji xwe ew wêneyê hatî girtin ne wêneyê çalereşê bi xwe ye. Ji bo ku em vê yekê fêhm bikin em ê çalereşê weke gerînek (whirlpool) bifikirin. Dema tiştek dikeve nava gerînekê êdî venagere û em nabînin lê dema ber bi gerînekê vê diçe û dikeve di qada hêza wê de leza wî tiştî zêde dibe û bi lezek mezin dizîvire heta ber bi nava gerînekê dikeve. Ew mesafeya bandora gerînekê dest pê dike û heta nava gerînekê bixwe, weke Asoya Bûyerê / Event Horizon tê binavkirin. Tişta me dîtî jî tam evder e. Dema gaz û tozên li valahiya fezayê dikeve dora çalereşê an go ber bi Asoya Bûyerê dikeve dimîne di bin bandora wê de û di rêgeha dora çalereşê de bi lezeke mezin(nêzî leza ronahiyê) dizîvire û germ dibe. Ev germahîya mezin, ji pêla ronahîya bi çav tê dîtin heta pêla radyoyan ronîbûnekê (radiation) belav dike. Ev ronîbûna li dora navenda çalereşê jî bi gelek xebat û rêbazên taybet û bi radyoteleskopan hat girtin û wêne bi wî rengî hat amadekirin.

Çalereş a wêneyê wê hatî girtin di navenda galaksîya Messier 87 de ye û ji me 53 milyon saletîrêjan(light year) dûr e. Yanî ew dîmenên me dîtin yên berîya 53 milyon salan e. Her wiha çalereş ji rojê 6.5 milyar caran girantir e. Tê pêşbînîkirin ku bi pêşketina teknolojîyê zanyarîyên zêdetir ji çalereşan bên girtin û di derbarê têkiliya lez-zeman-ronahiyê de tiştên nû bên zanîn.

 

Homo Sapîens cara pêşî ji Afrîkayê derketin û li dinyê belavbûn. Afrîka destpêka mirovên modern bû lê Avrûpa ji alîyê ilm û teknolojî ve pêş ket û Afrîka li paş ma. Gelo sedemên vê yekê çi ne?

Di vê mijarê de zanyarîyên min kêm in bi rastî û ez li ser dîroka mirovahiyê ya niha ji me re tê gotin bi guman im jî. Li gor lêkolînan mirovên ewil bi nêçîrê jîyana xwe didomandin û demek dirêj bi vî awayî berdewam kirin. Lê piştî dîtin û bikaranîna agir, mirovahî zûtir bi pêş ket êdî. Heta tê gotin ku piştî mirovan agir dît û xwarinên xwe pijandin hestîyê çena mirov û diranên mirov guherîn û piçûktir bûn ji ber ku hêrandina xwarinê bê zehmet bû êdî… Li gor lêkolînan piştî nêçîrvanîyê mirovan dest bi çandinê kir û bi vê yekê ve girêdayî dest bi jîyana xwecîhî kirin. Lê sala 2011 an li Rihayê li Girêmiraza/Xirabreşk ê tiştên nû hatin dîtin. Bi van lêkolînan dîroka mirovahîyê ya heta niha dihat gotin ser û bin bû. Ji ber ku heta niha wisa dihat zanîn ku mirovahî ji nêçîrvanîyê derbasî çandinî û jiyana xwecîhî bûn û piştre dest bi dîn û bawerîyan kirin. Lê tiştên li Xirabreşkê hatin dîtin ji berîya çandinî û xwecîhîyê bûn. Yanî mirovahi ne ji ber çandinîyê, ji ber dîn derbasî jîyana xwecîhî bibû.

Em vegerin meseleya xwe. Pêşketin her dem bi pêşveçûnê dixwaze. Teknîk û rêbazên herî baş di destê te de bin jî tu tiştekî li van zêde nekî dê hinek bên û bikevin pêşîya te. Her çiqas her tişt eynî be jî tiştek heye ku tu caran nasekine û ew jî wext/zeman e. Em di jîyaneke sisê rehend (size) de dijîn, lê Einstein rehendek din li van zêde kir û ew jî wext bû. Belê her tişt eynî ye lê her tişt di bin bandora zemanî de ye û zeman tu caran nasekine û ne eynî ye (ji xeynî cihên leza wan biqasî ronahîyê, mînak: nava çalereşan). Yanî tişta ez dixwazim bêjim, mirov çiqas tiştek baş çêke jî ew dimîne li wê derê û wext bi pêşve diçe heke mirov wê tiştê li gor dema derbas dibe nûjen neke dê ew tişt paşve bimîne û nikare bersivê bide pêdivîyên wê demê.

Mirovahî jî wisa ye carinan hinek tên û tiştên gelek baş û pêşketî çê dikin lê piştî demekê ew tiştek li wan berheman zêde nakin û dema derbas dibe tiştên nû dixwaze û yekî din tê ew tiştên di wê demê de pêwîst çê dike û ew dikeve pêşiya hemû kesî. Mînakek ji demên nêzîk em bidin: Herkes dizane ku Nokia pêşengtîya telefonan dikir û di warê xwe de yekem bû. Lê demek wisa hat ku êdî telefonên bi destdanî (smart phone) xuya kirin. Nokia yê bi telefonên xwe yên bi tûş berdewam kir û li ser guhertin kirin lê tişta ku zemanî jê dixwest ne ev bû, zeman zemanê telefonên destdanî bûn û heta Nokiayê ev yek fêhm kir êdî şîrketên weke Samsungê ji zû ve bersiva pêwîstîyên zemanî dabûn û êdî ew li pêş bûn. Pêşiyên me jî gotinek xweş li ser vê meselê gotine em bi wê gotinê bersiva xwe biqedînin: “Dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye…”

 

Îbn Haldun dibêje: “Erdnîgarî qedera mirovan e”. Gelo sedema paşmayîna me tenê erdnîgarî ye?

Gotinek pir mezin e ev. Me jî di bersivên xwe de gelek caran behsa tesîra cihê mirov lê dijî ya li ser mirovî kir. Belê gotinek rast e lê em nikarin bêjin ji sedî sed wisaye. Me di nivîsên xwe de jî hin mînak dan û em dibînin ku di bin şert û mercên herî zehmet de jî serkeftinên mezin tên bidestxistin.

Bêguman yek ji sedemên girîng ên paşmayîna me erdnîgarîye lê heqê me nîn e em hemû sûcê bavêjin ser milê erdnîgarîya xwe û dilê xwe rehet bikin weke ku qet em bê sûc bin. Pêşiyên me gotine: “Hemû dinya neyarê kewê ye, kew jî neyarê xwe yê.” Ji xwe rewşa em têde dîyar e û zehmetîyên li pêşîya me giran in vêca di nava van de hê jî em bixwe li hev nakin. Ji nava malê bigre heta malbat, gund, bajar, herêm û tevahiya civakê em bi hev mijûl dibin û ji ber nakokîyên navxweyî weke dijmin li hev dinêrin. Weke din dîsa rewşa em tê de dîyar e û ji alîyê perwerdeyê ve derfetên me pir kêm in lê em bi xwe jî ji bo xwe tiştek nakin bi rastî. Êdî teknolojî pêşketîye û dinya di destê mirovan de ye mirov dikare xwe bigihîne hemû zanyarîyan. Lê mixabin em vê jî nakin û bi telefonên xwe hema bi tiştên beredayî ve mijûl dibin. Em bên birîna dilê xwe, zimanê me… Ne hewceye em bi dirêjî bêjin çima wisa bû û çawa bû û nizam çi. Îro rewşa zimanê me dîyar e. Êdî gelek kes di malê de bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û li kolanan û li sûkê jî bi hevre bi kurdî xebernadin mixabin. Evên wisa dikin ne ji ber nezanîna zimên e; li wan zehmet tê yan jî ji zimanê xwe şerm dikin. Ên zimanê xwe ji bîr kirine jî mixabin rewşa wan jî zêde ne baş e û ji halê xwe memnûn in û nîyeta wan qet nîne ku zehmetê bidin xwe û hînî zimanê xwe bibin.

Piştî van tiştan hemûyan em ê çawa bêjin sedema paşvemayîna me tenê erdnîgarî ye. Mezinên me ji bo tiştê wisa dema aciz dibin dibêjin: “Eslê mihê, mih mirar e…”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Sadiq Reşwan

    bijî Xalidê bira. bi rastî bersivên te têr û tijî bûn û bi saya xebatên te li ser fezayê ew jî bi kurdî, ez tiştên nû hîn bûm. tu her bijî birayê min ê ezîz

Şirovekirin hatine girtin.