Hevpeyvîn di gel rêvebirê kampa Şariya ya parêzgeha Duhokê birêz Hekar Tenahî re

Hevpeyvîn di gel rêvebirê kampa Şariya ya parêzgeha Duhokê birêz Hekar Tenahî re

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 54

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 54an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên delal! Îsal meha tebaxê 5 sal bi ser Komkujiya hemberî Êzdîyan ji aliyê rêxistina têrorî DAIŞ ve li devera Şingalê de derbaz be. Tê zanin di êrîşa DAIŞê ya 3ê tebaxê de zêdetirî 6 hezar û 400 keç û jin û zarokên Kurdên Êzdî hatine revandin. Têrorîstên DAIŞê 2 hezar û 500 sivîl kuştin. Ji bilî wê heta niha 62 gorên bi kom jî hatine dîtin. 68 cihên ayînî yên êzdiyan hatine teqandin. 2 hezar û 800 zarok ji dayik û bavên wan hatine cihêkirin. Zêdetirî 360 hezar kes jî koçber û derbider bûn, ku niha jî di kampan de di şert û mercên zehmet de dijîn. Zêdetirî 100 hezar kes wek penaber çûn derveyî welat.

_

_

Heta niha 3 hezar û 311 Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û ji wan 2 hezar û 11 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ve hatine rizgarkirin. Lê hê jî 3 hezar û 102 kes jî wenda ne. Kesên hatine revandin bi darê zorê ol û baweriya wan hate guhertin. Destdirêjî li ser keç û jinan kirin, hatine kirîn û firotin. Dest danîne ser mal û milkên Êzdîyan û sivikatî bi wan, bi bîr û baweriya wan hate kirin. Mejiyên zarokan hatine şûştin û zarok ji bo karên têrorîstî hatine perwerdekirin. Êzdîyên cihanê daxwazê dikin; civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê û rêxistinên mirovî zêdetir bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî ya li hember Êzdîyan rabin. Şingal wek herêmeke şer û leşkerî nemîne, ji mayînan were paqijkirin. Ew kesên ku destên wan di kuştina Êzdîyan de hebin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin cezakirin. Tê zanîn ji bo jenosayd nasandina komkûjiyên Kurdên Êzdî belgeyên zêde di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye. Iro di 5emîn salvegera Jenosayda Kurdên Êzdî de hîn devera Şingalê nehatiye avedankirin. Xelqê di vê kampan de di rewşeke zor dijwar de diji. Pêwîst e kar ji bo vegera koçberan bê kirin, û kar ji bo jenosayd nasandina komkûjiya Êzdîyan bê kirin. Divê bê gotin bi dehan hezaran Êzdîyên Şingalê demeke pir kin da temamiya cihanê bela bûn, li ber bi hezara pirsgrêkên hebûn-nebûnê rû bi rû mane.

Guhdarên hêja, mijara bernameya “Civak û sîyaset” ya îro di derbarê rewşa koçber û penaberên ezdî da ne, ku li kampa Şariya ya parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê de dijîn, derbarê pirsgirêk û pêwîstyên wan, pêvajoya siyasî li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, jibo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û mirovî ya penaberan, ku ji aliyê rêxistina terorî DAIŞ komkujî li ser wan hatîye kirin û pirsên din.

Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya birêz Hekar Tenahi, rêvebirê kampa Şariya ya parêzgeha Duhokê kir.

Birêz Hekar Tenahî re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên rêvebirê kampa Şariya ya parêzgeha Duhokê birez Hekar Tenahî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev