Divêtîya Rojhilata Navîn bi tifaqên nû heye!

Divêtîya Rojhilata Navîn bi tifaqên nû heye!

Şeyhmus Özzengin, sîyasetzan

 

Di Rojhilata Navîn de dawî li pirsgirêkan nayê. Mîna werîsekî ku girêkên kor, yek li ser a din bêt girêdan; her girêkek, ku vedibe, yeka din derdikeve ber me.

Li herêmê, divêtî bi çareserîyên radîkal heye. Divê ew siyaseta ku sedsale bi parastina “statukoya li Rojhilata Navîn” dimeşe, neşter lê bikeve û bêt guhertin. Tifaqên nû, dewletên nû bên avakirin, ku aktorên nû di siyaseta herêmê de cîhê xwe bigirin. Pêşî li kevnesiyaseta herêmê û aktorên herêmê bêt girtin.

Sebeba pirsgirêk û şerrê heyî, yek jê jî enerjîya herêmê bi xwe ye. Bi pirsgirêk û tifaqên heyênî, ev enerjî bi hêsanî nikare derbasî bazara cîhanê bibe. Ji ber ku aktorên herêmê (Tirkîye û Îran) li angora berjewendîyên xwe pêşî lê digirin. Ev jî ji hêzên kêmquwet yên herêmê û ji aktorên mezin yên cîhanê re astengin.

Çima neft û gaza İraqê û Başûrê Kurdistanê di ser Başûrê Rojavayê Kurdistan re nagihêje Behra Spî û di ser Yewnanîstanê re nakeve bazara cîhanê?

Çima Başûrê Kurdistanê û İraq mahkûmê Tirkîye ne?

Tirkîye mutacê nefta Îranê ye. Nefta Başûrê Kurdistanê û İraqê di ser Tirkîye re digihêje bazara cîhanê. Ev jî rolekê dide Tirkîye ku li ser dorpêça ser Îranê bibe xwedî gotin. Divê rêyek ji neft û gaza İraqê û Kurdistanê re bêt vekirin, ku Tirkîye li ser dorpêça ser Îranê nebe xwedî rol. Ev rê jî, li ser esasên nû, avakirina tifaqek nû di navbera Îsraîl, Kibris, Yewnanîstan û herdû beşên Kurdistanê de ye.

Ji ber vê rolê Tirkîye, li herêmê li angora pîlanên nû, xwedî hewlên nû xuya dike. Wek kirîna S-400an ji Rusîya, wek kirîna nefta Îranê, wek avakirina “herêmeke ewle” li Sûrîyê.

Emerîka dikare çi bike ku ev qozên di destê Tirkîye de vala derkevin?

Yek ji van rêyan di herêmê de avakirina tifaqên nû ne. Tifaqên Emerîka û YA li herêmê kevin bûne û rolê wan zeîf ketîye û bêbandor mane. Divêtî bi dînamîzmek nû heye. Ev jî bi hewlên radîkal yên guhertinan re têt avakirin. Di herêmê de dînamîzmên nû kî ne?

Îsraîl, divê di sîyaseta Rojhilata Nâvîn de û têkilîyên bi kurdan re aktîf bibe. Hêza dûyem jî Kibris û Yewnanîstan e. Li henber demoralîzekirina Tirkîye, divê Emerîka piştê bide Kibrisê û Yewnanîstanê jî.

Hêza din Kurd in. Di herêmê de Kurd dînamîzmek nû û zînde ne. Ji 2014an û heta niha, têkilîyên Emerîka û hêzên Hevpeymanan bi kurdan re di warekî aktîf de dimeşe. Li henber DAÎŞ Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bi kurdan re kar kirin. Serkevtinên mezin û hevpar tomar kirin. Vê hevkarîyê wek tifaqek nû, dînamîzmek derxist pêşberî me li herêmê. Têkilîyên kurdan bi Îsraîl, Kibris û Yewnanîstanê re jî di astek baş de ne. Emerîka û hêzên Hevpeyman dikarin di vî warî de bibin pêşengên avakirina vê tifaqê li henber kirinên Îranê û Tirkîyê.

Ji ber ku berjewendîyên Îranê û Tirkîyê di parastina statûkoya herêmê de ye. Bê ku ev statûko bêt perçekirin, ne Îran û ne jî Tirkîye bi paş de gavan navêjin û zeîf nakevin.

Di çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye de nezelalîyek heye û ev her berdewam dike. Aktorên Opozîsyona Sûrîye ji taqet ketin û bûn hêzên çekdar yên wekaleta şer. Ji van hêzan, wek opozisyonê, hêzek siyasî, bi bandor ku rola xwe bilîze dernakeve. Ev yek ji astengên pêşîya çareserkirina pirsgirêkan bi xwe ye. Ji ber ku îrada wan hêzên îslamîst ketîye bin îpotekê û destê Tirkîye û Îranê xurt dike ev.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê di destê Emerîka û hêzên Hevpeyman de tenê HSD û YPG maye.

Ji ber piresa aktorên herêmê, Emerîka û Hêzên Hevpeyman bi têkilîyên bi van herdû hêzan re metirsîdar tevdigerin. Ev jî ji ber tinebûna tifaqek nû ye. Eger li henber Îranê û Tirkîyê gavên tifaqek nû li henber berjewendîyên van herdû aktorên herêmê bêt honandin, wê pêşî li Tirkîye û Îranê bêt girtin. Di vir de hin Emerîka û hin jî Hêzên Hevpeyman aktîf tevnagerin û hîn bi “parastina statûkoya Herêmê” tevdigerin. Ev jî çareserkirina pirsgirêkan her taloq dike û hewlên nû dernaxîne holê.

Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo dibêje; “ji bona ku Kurd li ser danûstendinên aşitîyê li masê rûnên emê rola wan garantî bikin.”

Mixabin dema ku li Surîye Tirkîye dibe mudaxîl, Emerîka bi paş de gavê davêje. Eynî pirsgirêk li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di avakirina “Herêmek ewle” de jî derdikeve ber me. Ji bona parastina beşek ji axa Kurdistanê, herêmek ewle di bin parastina Emerîka û Hêzên Hevpeyman de, gavek pir girîng e. Tirkîye û Îran vê gavê asteng dikin. Di virde Emerîka li henber Tirkîye radîkal tevnagere. Ji ber ku hîn jî xwe deyndarê tifaqa bi Tirkîye re û endamtîya Tirkîye a bi NATO re dibîne. Ev jî ji gavên nû re asteng in.

Ji bona ku di herêmê de tifaqek nû bêt avakirin, divêtî bi başkirina têkilîyên bi Başûrê Kurdistanê û Başûrê Rojavayê Kurdistanê ra heye. Bê ku ev têkilî di astek Kurd û Kurdistanî de bên avakirin, Kurd nikarin di tifaqek wilo de cîh bigirin. Ev jî bi du şertan re pêk tê.

Divê yekem; Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê di nav xwe de tifaqek netewî ava bikin û xwe amadeyî têkilîyan bikin.

A duyem jî; ev ênîya Kurd û Kurdistanî divê bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re têkeve nava tifaqeke netewî, ku bikaribe li ser stratejîya nû a herêmê, di nav tifaqên nû de cîh bigire. Eger ev nebe, Kurd perçe perçe bimînin, şertên ku Kurd di nav tifaqên nû de bibin xwedî rol bidest nakeve.

Li ser têkilîyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê Fransa rolekê dilîze. Ji bona ku PYD û ENKS di ênîyek Kurd û netewî de bên cem hev, hinek danûstendinan dimeşîne, rolekê dilîze. Emerîka jî dikare ji bona nêzîkkirina desthilatdarên herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rolekê bilîze.

Him ev rola Fransayê û him jî rola Emerîkayê wê pêşî ji tifaqên nû re veke, ku Kurd jî wek hêzek nû ya herêmê di nav vê tifaqê de cîh bigirin û rola xwe bilîzin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev