Dersdarê nîv sedsalê

Dersdarê nîv sedsalê

Wezîrê Eşo

 

2’ê Îlona sala 2001’ê li gundekî Kurda li Ermenîstanê yê Sîpanê (berê Pampa kurdan), 84 saliya xwe da wefat kir dersdarê Kurda, kedmezin Cewoyê Emerê Mamo.

Cewoyê Emer sala 1917’a li gundê Pampê li navçeke Ermenîstanê, ku navê wê nava zemîn da her wa hatîye guhastinê (navça Axbaranê, ya Elegezê, ya Aragasê, niha jî qeza Aragasotinê), malbateke Kurdên Êzdî yên nexwendî ji dayka xwe bûyê. Piştî xilazkirina dibistana 7 salê, ew xwendinxana Kurdî ya Pişkavkazîyayê ya Pêdagojîyê da tê qebûlkirinê, ku sala 1931’ê li paytextê Ermenîstanê Êrîvanê ji bona amadekirina dersdarên dibistanên Kurdî û bi giranî dersdarên ziman û edebîyata Kurdî hatibû vekirinê.

Piştî xilazkirina xwendinxanê, ew dibistana gundê bav û kalan da dibe dersdarê ziman û edebîyata Kurdî û Ermenî. Gava sala 1941’ê Hîtler avît ser Yekîtîya Sovêtîyê, Cewoyê Emer berê xwe da şer ji boy parastina azayî û serbixwetîya welêt. Ewî wek lawê Kurd dijî dagirkeran bi qehremanî şer kir û her tenê wê demê ji ber şer vekişîya, gava birînên giran û kûr lê çêbûn. Ew bi sîngê ordên û mêdalên Hukumeta Sovêtîyê va xemilandî vegerîya gundê xwe û dîsa karê xwe yê dersdarîyê berdewam kir. Nava salên cuda cuda ew dibe cîgirê serokê dibistanê yê beşa perwerdê, lê salên 1963-1977’a dibe serokê eynî dibistanê. Piştra jî ew çend sala dersdarîyê dike û her tenê wî çaxê dest ji vî karê xwe yê hizkirî dikşîne gava extîyarî û bêrehetî lê dest didin.

Cewoyê Emer nava hezaran da dersdarekî degme, taybetî û em dikarin bêjin îstîsna bû. Ya yekemîn, bi karkirina zemandirêj deve-devî nîv sedsalê. Eva şedetîya wê yekê ye, ku ewî ji wî pêşê xwe yê dijwar û bi cefa, yê bi berpirsiyarîya mezin hiz dikir û demeke here kin jî weke pir mirovên dinê jê aciz nebû.

Ya duyemîn, ewî dibistana xwe neguhast, eynî avayî, eynî oda da nîv sedsalê ders dan. Cewoyê Emer weke miletevîn, welatevîn, weke pisporê karê pêdagojîyê, zaneyê dersên, ku wî bi cî dianî, wek mirovê bi hîsa berpirsiyarîyê bi giştî û hîsa berpirsiyarîya hindava karê xwe yê pêdagojîyê da bi taybetî.

Û dawîyê em dikarin vî hemûşkî bi vî şiklî bi giştî, bi tam û tomerî bikin: Hizkirina berbi pêşe, karê xwe da, hîsa berpirsiyarîye hindava wî karî da, zanebûnên kûr yên prêdmêtên, ku ewî dersên wan bi cî dianî, serdestîya nava bi karanîna cure û metodên pêdagojîyê da, miletevîntî û welatevîntîya wî bûn sebebên bingehîn yên karkirina bi heyacan, bê westan, bê hêvişandina sehet û hêza xwe. Bi taybetî miletevîntîya wî weka ya hinekan ne ya xwenîşandan û bangdanên vik û vala bû. Ewî bi karê xwe yê piraktîk, yê perwerdekirina şagirtên kurd, amadekirina kadroyên zane bona edebîyat û çanda Kurdî miletevîntiya xwe îzbat kir. Bes e, ku em bêjin, ji nava şagirtên rehmetî pir kadroyên miletîyê çê bûn, nemaze şayîr û nivîskar, zane û rojnamevanên bi nav û deng yên ku kedeke kifş kirin nava karê pêşvebirina edebîyet û çanda kurdî, kurdzanîyê. Lê çiqas ji wana wek wî bûn dersdar! Hinek wek dersdar eynî dibistanê da bûn hevkarên wî, lê weke berê, weke zemanê şagirtiya xwe jêra dîsa digotin: “Dersdar”. Loma jî tiştekî metelmayînê û tesedûfî nîbû, ku sala 1954a hukumeta Komara Ermenîstanê navekî hêja û bi rûmet danî ser wî, navê dersdarê komarê yê emekdar (keddar). Li wira pêwîst e em kifş bikin, ku ji sedan û belkî hezaran dersdaran yek hêjayî vî navê bilind dibû. Û nav û dengê wî lawê gelê kurd ji sînorê gund û navça wî der çû, li temamîya Komara Ermenîstanê û dervayî sînorên wê jî bela bû.

Ez wek şagirtê Cewoyê Mamo û piştra hevkarê wî eynî dibistanê da, gava salên 1958-1961’ê bûm serokê wê dibistana Pampê, dikarim mîsaleke konkirêt û geş ji karkirina rehmetî ya helal û bi heyecan, ya bê hevişandina sehet û hêza xwe bînim. Çawa ku dawîya dersan bi temamiya dibistanê dihat û piştî westandin û birçîbûne hemû dersdar û şagirtan dilezandin malên xwe, pir caran Cewo dibistanê da dima û di dersxaneyekê da ew şagirt dicivandin, yên ku bi sebebên cuda-cuda ji alîyê perwerdebunê va ji hogirên xwe şunda ketibûn. Ewî bi wan ra ders şirovedikir, ew bi pirsiyarkirina ji şagirtan zelal û hel dikir û gava didît ewana, wek ku dibêjin, ders mihandine, hêja bi dilekî rehet û baristan destûra çûyîna malê dida wan. Vê mêtoda wî berên qenc dida. Şagirtên di warê perwerdebûnê da kêm zîrek dersa xwe fêr dibûn, yên zîrek, lê xweranedîtî, tiral jî terka wê fêla xwe ya xirab didan, ku careke dinê dersdar wan bi vî cureyî ceza neke, westiyayî û birçî li dibistanê da bend neke.

Cewoyê Emer eynî mirov bû û mirovê eynî kurd. Ez dikarim bi bawerîya tam şedetîyê bidim, ku ew xwerû kurd bû. Em kurdên Sovêtîyê û rehmetî jî bi me ra li xerîbîyê bûn, dervayî welatê xwe. Lê Cewoyê Emer wek cudatîya ji hinek ronakbîrên me, ku ji bona jiyana xweştir û bi cî anîna hîsen xwe yên kariyêrîzmê zû terka gundê xwe didan û diçûne bajêr, hizreta xwe ya hindava welêt da bi mayîna xwe ya li gundê kurda dişkênand, ku ewî wek Kurdistaneke biçûk didît. Çawa ku dihat Êrîvanê, em rastî hev dihatin her wa dilezand vegere gund, sebira wî li bajêr nedihat.

Cewoyê Emer ne ku tenê terka gundê xwe nekir, lê di gund da jî terke gundîyên xwe nekir. Kurdiya wî ya xwerû di wê yekê da kifş bû, ku weke hinek ronakbîran ew jî kirasê miletîyê, ku bingeha wî gund-gundîtî ye, qet demeke kin jî jê derneket. Ewî bextewarîya xwe nava pêwendî û têkilîyên xwe yên bi gundîyên cotkar û rêncber, gundîyên nîvxwendî û nexwendî da didît. Weke wana mêrg zevîya malê didrûtin, weke wana hirîya pezê malê diqusand, weke wana û bi wan ra hewariyên mirîya û xwendîyên şaya vedixwendin mala xwe û ji boy wan mesrefa giran dikir, erf û edet, deb û rizma miletîyê diparastin û pir aciz dibû gava gilî-gotinên asîmîlebûna hinek kurdan ber guhê wî diket. Lê çiqasî amade bû ji boy alîkarîyê û piştgiriyê. Tu kesek, ku ji boy vê yekê derê mala wî vekirana, wek ku dibêjin, bê tune û dilmayî verê nedikirin, çareyek ji boy wan didît.

Mirovê gelêrî bû. Û loma jî undakirina mirov û ronakbîrê wa, çiqasî jî mirina wî emrê mezin da dest dabû, ne ku tenê derdekî giran e, lê usa jî keder e. Cewoyê Emer piştî mirina xwe valayî çêkir, ku hêsan û zû tije nabe. Lê ji bona me nas û hogirên wî berbînek heye, ku ewî bi xwe daye me. Hela hê zendîtîya xwe da ewî heykelekî bîranînê yê zendî ji xwe ra çêkir û bi serî şagirtên xwe yên ku min derheqa wan da gotin. Û eger heykelekî ji mermer ê xweşik ser tirba wî daneynin jî, ev heykelê zêndî bes e û baştir e.

Yên weke Cewoyê Emerê Mamo her tenê bi fîzîkî dimrin. Ewana bîra gelê xwe û dîrokê da her zêndî dimînin.

Rojnameya “Dema nû”, hejmar: 20, 31 Çileya Pêşin 2001

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev