Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 35

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 35

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed bi ya feylesof kir, walîyek kir cîgirê xwe û li balonê siwar bûn û ketin pey şopa qebîlên kurda. Dema qebîleke kurd didîtin, balon dadixistin erdê, sed cin dikirin dilqê sed eskerên siyarî, dişandin ba serokê qebîlê û ji serok re digotin “Mîrê me ji nêçîrê vedigere û dixwaze were serîkî bide we”.

Mezinên kurda dihatin dîtina Mihemed, bo rûmet û maqûliya wî ziyafet dihatin dayîn, rojên şahiyê dihatin îlankirin. Bi wî awayî Mihemed dest bi sertêdana hemû qebîle û eşîrên kurda kir û wan jî camêrî û comerdiya Mihemedê kurd dîtin.

Mîr Mihemed gelek eşîrên kurda zîyaret kir û di dawiyê de xwe gîhand qebîla xwe. Di nav wan konên vegirtî de çavên wî li wê mîrata ji bavê wî mabû û tiştên ji aliyê wî ve hatibûn firotan ket.

Hê jî piraniya kon, hesp û hêştirên qebîlê di bin milkiyeta bavê wî, Kerr Xan, de bûn. Belê hezkirina welêt tiştekî xwezayî ye û Mihemed jî ji welatê xwe hez dikir ku zaroktiya wî li wirê derbas bûbû, ji tunebûnê terkeser bûbû û niha jî wek mîrekî vedigeriya warê bav û kalan.

Bi dîtina wê mîrat û paşmaya bavê xwe re, hêsir ji çavên Mihemed hatin xwarê. Feylesof Ziraccan zanibû, ku êdî ew der welatê wî ye, got:

“Dibe ku tu ji bo mal û milk digirî! Ev tiştên li vê derê nabin yek ji mîlyonek hebûna te, Mîr Mihemed got:

“Giriyê min ne bona kel û mel, mal û milk e, hêsir ji çavên min tên, lewma dê û bavê min tên bîra min, zaroktiya min tê ber çavên min. Ez nikarim xwe bigrim, ku ciwaniya min wek xewnekê derbas bû û qîmeta wan rojan dûre tê fêhmkirin.

Fîlozofê vî zemanî, ez ji te re bi sê sondê qesemê sond dixwim, li ber çavê min, rojek ji rojên ciwaniya min, ji hemû mal û milkê min hêjatir e”. “Tu mafdarî”, feylesof got, “ew rastiyek e, ku hemû zana û aqilmed li ser wê rastiyê hemfikir in”.

Dikirin ku axaftina xwe biqedînin, serokê qebîlê xwe gîhand wan. Serok mêvanên xwe vexwendin konê xwe ê rewneqdar, ku maseyeke luks û mirêsdar di kon de hatibû hazirkirin.

Dema xwarin û vexwarinê, Mihemed ew kalemêra dît, erê ew kalemêrê zemanekî bi zorê pênc mîh dabûne Mihemed. Bi dîtina Mîr re, xwestin rabin ser xwe, Mihemed bi destê xwe işaret kir, ku ranebin û dest pê kir bi zimanê wan axivî, derheq welatê wan û nijadê wan de çend pirs pirsî.

Kurda dîtin, waye Mîr bi zimanê wan xeber dide, pêbaweriya wan hêj zêde bû û gotin hebe tunebe Mîr hemû zimanan zane. Dû re bi eşkere dest bi axaftinê kirin, gotin em ji aliyê Helebê ne, lêbelê ji zû ve ye em li Çînê dimînin. Mihemed ji wan pirsî ka di bin seroktiya kê de ji Helebê rabûn hatin vê derê, ku wan jî navê Kerr Xan dan.

Pey re Mihemed got: “Gelo kesek ji Kerr Xan ma, zuriyeta wî hebû yan tunebû?” Bi wê pirsa Mihemed re, wî kalemêrî hêsirên xwe paqij kir û got:

“Mîrê min, kurekî wî ê bi navê Mihemed hebû, lê mixabin xortanî û cahiltiyê hemû mîrata bavê wî ji dest derxist, ku wek feqîr û belengazekî terka welêt kir û kes nizane çi hate serê wî. Ger neçûya û bi ya min bikira, min ê ji xwe re bikira ewladek û ça jî hebûya min ê alîkariya wî bikira”. Bi qedandina axaftinê re, dîsa hêsir ji çavên kalemêr hatin xwarê, ku gelekî ji Mihemed û ji bavê wî hez dikir.

Dû wan gotinên kalemêr, Mihemed jî nikaribû xwe bigre. Rabû, serê xwe da ser sermila kalemêr, giriya: “Ez Mihemedê Kerr Xanim” got û hemû kurdên li wê derê şaş û matel hîşt.

Mihemed ji wan re qala serpêhatiyên xwe kir, lome û gazin ji wan kesên, ku dema belengaziya wî de jê dûr sekinîbûn, kir lê dîsa jî ew bi xelat û hediye şandin. Vegeriya ser kalemêr û got: “Min herdem tu wek bavekî dîtî, niha jî dixwazim te bi xwe re bibim û di dîwana xwe de wezîfekê bidim te”.

Mîr Mihemed ji qebîla kurda jî xwest, ku werin û di bajarê wî de jiyana xwe bidomînin, lê wan got: “Tu jî baş dizanî em nikarin jiyaneke bajarî bijîn, em kurd zozanî ne, nikarin ciyên girtî de bimînin. Lê qe nebe, em ê werin welatê te, konê xwe li wê derê vegirin û di bin hukumdariya te de bimînin”.

“Ser çavê min, ser serê min”, Mihemed got. Sibetirê konê xwe dane hev, avêtin ser pişta hêştiran û derketin rê, lê wan rê nizanibûn, feylesof siyariyek bo rêberiya wan erkdar kir.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev