Berhemên kurdzanên me -182

Berhemên kurdzanên me -182

Me di 181 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a berhema bi sernavê “Hewildanên gênêral-adyûtant Mûravyêv bona kurdên Wanê û Mûşê bînine alîyê xwe” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Hewildanên gênêral-adyûtant Mûravyêv bona kurdên Wanê û Mûşê bînine alîyê xwe -2 

Serekê desteya Êrîvanê gênêral Sûslov bi raporta xwe ya 14ê îlonê sala 1855a ya hejmara 2684a va nivîseke awa ji gênêral Mûravyêv ra nivîsî:

 

“Ez bi desteya xwe ra tevayî 14ê îlonê hatime senceqa Elaşgirê û şevekê li ber çemê Kurdelîyê hêwirîm, ku 10 kîlomêtra dûrî gundê Zeytkanê bû. Usa xuya ye, ku neyarê min nizanibû, ku ez 11 û 12ê mehê ji wan dera vedikeşim, ji ber wê ne dabû dû min. Lê di berbanga 13ê mehê da, dema me rex çemê Abezrawê, başûrê berpalên Derhem daxê, ku 7 kîlomêtra dûrî buhurê ye, telîmên xwe derbaz dikirin, me texmîn kir, ku başî-bozûk li pey me digerin. Me dît, ku li ser riya Kara-Derbendê berbi Êşek-Elyasê 2 alayên siyarîyan hene, lê ji cî nalivin, berbi buhurê nayên. Dema ez ne li senceqa Elaşgirê bûm, bi malûmatîyên serekên pareskerên ku li wir mabûn, tu ecêb ne qewimîne. Lê êvara 13ê îlonê, dema ez îdî bi desteyê ra tevayî li ber çemê Abezrawê bûm, cerda kurda bi 200 kesî va, ku xwe li piş çiya telandibûn, di navbera çemên Kurdelîyê û Ebazrewê êrîş bire li ser ereba me, ku ji bo desteyê araq dianî. Qumandarê kazakên ji alaya Donê ya 23a Grîgorîy Sûtûlov, ku di wê erebê da bû, hewara xwe li kazakên xwe daxist, ewana hatin, destpê kirin di pevçûna bi cerda kurda ra ber xwe dan, sê kes ji kurda û çend hespên wan kuştin, çend kesan jî birîndar kirin û hespek jî ji wan hildan. Ji nav me sê kazak sivik birîndar bûn. Ji ber ku ew pevçûn 8 kîlomêtra dûrî desteya me qewimîbû, lema jî behs zû gihîşte me. Me sed kazakên ji alaya Donê ya 23a şand, ku bidine pey wan kurda, û hema kazakên me gihîştine ber çemê Kurdelîyê, dîtin, ku ser û beratê kurda tune, lê dîsa jî heta şev jî pêşda diçûn, bi hêvîya ku wê wana zevt bikin û tenê di berbanga 14ê îlonê da texmîn kirin, ku li ser girên Kizil-Gêdûkê qereqolên wan in û dema çev li kazakên me ketin, xwe piş çiya telandin. Ji rêça cerdê xuya bû, ku ew di navçeya Kehsûnê da xwe veşartine û me zanibû, ku ew kurdên bin hukumê van serekeşîran da bûn: Rizgo, Elî, Torin û yên mayîn, ku ketibûne nava desteya Welî paşa û 21ê tîrmehê li ber Kerpî-kyoyê hêwirîbûn û dû ra jî bi eşîrên xwe va çûbûn Kiliç-Gêdûkê, ser riya Melazgirê. Ez hewil didim derheqa vê yekê da malûmatîyên diha hûrgilî pê bihesim.

Çimkî gelek eşîrên kurda dûrî me ne û hukumê eskerên me li ser wan derbaz nabe, wek mînak: Siwedanî, ku li herêma Pasinê, gundê Qerekilîsê, di navbera Erez û Hecî-Gêdûkê da dimînin, herwiha ew eşîrên, ku li bakûra Kiliç-Gêdûkê û Alla daxê dimînin û pêwendîyên me bi wan ra başe jî, timê dizîyê û talana dikin û gelek cara cerdên wan hatine paşalixîya Bayazîdê, pez-dewarên ermenîya dane ber xwe birine. Ji ber wê jî ez ji we destûrê dixwazim, ku em bi zora çekê xwe eşîrekê tenê rind ceza bikin, an jî çevtirsandî bikin, an jî bikaribin qe na pez-dewarên wan ji dest wan bigrin û mal û milkên wan wêran bikin. Ez ser wê bawerîyê me, ku berktîya me ya hindava kurda da wê kareke mezin bide. Hûn hedya didine wan serekeşîran, ku eger bixwezin jî nikarin gema talançîyên eşîrên bin hukumê xwe da bikişînin. Bona cezakirina eşîrekî 1000 siyarî têra me dikin, ji ber ku eskerên peya jî wê alî wan bikin. Belayeke mayîn jî hatîye serê me: nexweşîya xeneqûtkê (kolêra) ketîye nava eskerên me. Ji peydabûna nexweşîyê heta niha ji nav eskerên me yên peya, topavêja û kazaka da 32 merî nexweş ketine, ji wana 18 mirine. Ji nav milîsa jî 3 merî nexweş ketine, hersê jî mirine”.

 

Derheqa wê êrîşa li ser ereba me serhing Bartolomêy di nameya xwe ya 16ê îlonê sala 1855a ya ser navê gênêral Mûravyêv da ha nivîsîye:

 

“Di temamîya dema ku desteya Êrîvanê li rex gundê Delî-babayê û dû ra jî, di dema vegerê li Toprax Kelê hêwirîbû, kurd rehet bûn, tevlihevî çê ne dikirin û gelek cara qencî jî ji me ra dikirin, wek mînak, dewar, mî û savar dianîn bona firotanê û hinek serekeşîr jî teselîya me dikirin (ser me da dihatin). Kurda heywanên xwe gelek erzan difirotine me. Gayê herî kok bi 10 rûbla difirotin, lê pezek – bi 1,5 rûbla. Hinek kurdên, ku beranên xwe biribûn di kampa tirka ya Kyorpî-Kyoyê bifiroşin, poşman bûbûn û ji bo wan baştir bû, ku bifiroşine me. Hemû binecîyên kurd yên ji gundê Delî-babayê bigire hetanî Toprax Kelê usa dikin. Di nav vê dema dirêj da tenê carekê bûyereke dijminayê hindava me da bû, û ew jî, wek ku Cefer axa dibêje, nayê wê manê, ku hemû gelê kurd usan e. Em usa bawer in, ew êrîşa, ku anîne ser me, karê destê kesekî, an hin kesan bû. Ew bûyer şeva 13ê vê mehê, berbanga 14ê mehê bû û di navbera Zeytkanê û Êşek-Elyasê qewimî. Wî çaxî cerda kurda ya ji çend kesan êrîş bire ser 4 erebeyên me. Di cerdê da 30-40 kes hebûn, lê ji alîyê me 10 kazak, 6 kurdên ji alaya 1ê, 10 musulmanên ji alaya 4a û 6 milîsên ji desteya beglera hebûn. Dema erebên me bi rê ketibûn, eskerên me heq-hesabên xwe baş ne kiribûn, bi ciddî karê xwe ne kiribûn, lê dîsa jî baş ber xwe dan û bi ser ketin. Ji cerdbaşîya yek hate kuştinê û çend kes jî birîndar bûn, 2 hesp jî banz dabûn (hatibûne kuştinê) û hespekî wan jî bi zîn va kete destê kazakên me. Ji alîyê me 3 kazak û hespek sivik birîndar bûn û qaçaxa ew hespê me bi xwe ra birin. Cerda qaçaxên kurda ji çend eşîrên kurda bûn û ew ji bo wî karî gihîştibûne hev, ku rûsa û tirka bişêlînin. Piştî vê qewmandinê serhing Xrêşçatîk û çawîş Cefer axa bi çend siyarîyan va çûne hêsîya girekî, ku rex gundê Dîgorê bû û ji wir bala xwe didane kar û barên neyar û xêrnexwazan. Bi emirê serekê desteyê ez û Popko li wir man. Rast e, em ji koma xwe bi dûr ketibûn, lê daxaza dilê me ew bû, ku bikaribin ji wira bi serekeşîrên kurda ra bikevine nava pêwendîyan û dostanîyekê di navbera xwe da saz bikin. Lê serekê desteyê bi dilsarî li vê daxaza me dinihêrî û qîmet ne didayê”.

 

Di nameyeke dinê da, ya 22ê îlonê sala 1855a, serhing Bartolomêy dinivîse:

 

“Hukumê lawê Heyder xanê rehmetî – Huseyn axa li ser eşîra Heyderîya her diçe zêdetir dibe û ev yek qet ne bi dilê apê wî Elî axa ye, ku kursîhizeke, lê ji eşîra Heyderîya tenê ji 300 mala hinekî zêdetir piştgirîya wî dikin, ango dixwazin, ku ew bibe serekê wan. Malên Elî axa li paşalixîya Wanê û Erçîşê da hene, lê mala Huseyn axa li Patnosê ye. Huseyn axa hindava me da xêrxwaz e û ji bo îzbatkirina wê yekê, ewî van roja qasidên xwe şandine bal min. Min ew bi dilgermî qebûl kir, qedirê wan girt, min bangawazîyên Serekqumandarê me yên bi zimanê tirkî û ermenî dane wan, pişt ra min ew verê kirin, ew çûne bal Huseyn axa û min ji wan ra got, ku em dixwazin Huseyn axa bi xwe bê desteya Êrîvanê, seredana me. Mehmed beg hetanî niha jî xwe zêde li Welî paşa digire, lê qedirê wî gelekî ketîye. Kurd naxwazin bin hukumê wî da alaya siyarîya saz bikin, ku gerekê derkeve himberî me. Niha li dora wî weke 30 merî hene, ew jî ne ji bo kar û barê eskerîyê, lê ji bo wê yekê ye, ku xizmetî wî bikin. Niha bin hukumê wî da tenê 200 başî-bozûk jî hene, ku ji kesên Tirkîyê yên beredayîne û ne kurd in. Hêvî heye, ku ewê dest ji tirka bikişîne û wê derbazî alîyê kurdên xwe bibe, ku bi me ra nava pêwendîyên dostîyê da nin”.

 

Gênêral-çawîş Sûslov 30ê îlonê sala 1855a nameyeke awa (ya hejmara 2846) ji gênêral-çawîş Brîmmêr ra nivîsî:

 

“27ê îlonê komikeke kurda bi 200 kesî va li navbera Sûrb-Hovhannêsê û Qerekilîsê, nêzîkî gundê Gîlezorê avîtibû li ser ereba me ya postê, ku bi desteya me ya bi 20 siyarîyan va ya alaya siyarîya-musulamana ya hejmara 4a, ku ez serokatîyê lê dikim, ji Êrîvanê bi rê ketibû û di wan dema da karwana farisa jî derbaz dibû. Kurda posta me bi destî zorê ji me hildan û piştî berxwedaneke demdirêj ji me 4 kes kuştin û 9 kes jî birîndar kirin. Wana karwana farisa jî şêlandin, hemû perên bal wan û hinek eşîya ji dest wan girtin û ji wan du kes jî xedar birîndar kirin. Gorî malûmatîyên, ku hetanî niha ketine destê me, ew kurdên ji eşîra Heyderîya bûn, ku li der û dorê Alla daxê diman. Ez bi vê nameyê dixwazim fikra we derheqa vê yekê da bizanibim û ez ser wê bawerîyê me, ku bona pêşîlêgirtina van destdirêjaya û zordestîya lazime kurda bi awakî berk ceza bikin û ez dixwazim we agahdar bikim, ku min derheqa van hemû tişta da konsûlê me yê sereke li Tewrêzê Xanîkov jî agahdar kirîye”.

 

Derheqa van bûyera da di nameya serhing Bartolomêy ya ser navê gênêral Mûravyêv da jî hene, ku 4ê çirîya pêşin sala 1855a hatîye nivîsar û bi naveroka xwe va hinek cuda dibe:

 

“Dawîya îlona derbazbûyî,- ewî nivîsîye, li ser riya ku ji Tewrêzê berbi Erzurumê diçe, di navbera dêra Sûrb-Hovhannês û gundê Qerekilîsê da, ku bin hukumê desteya Êrîvanê da ne, kurda êrîş birine li ser karwaneke bazirgana, ku ji Farizistanê berbi Erzurumê diçû, perê karwanbaşî jê hildane û di ser da jî ew birîndar kirine. Desteya me ya postê jî, ku ji Êrîvanê derketibû û pêşîya wê karwanê da diçû, û 15 milîs rêberîya wê dikirin, kete ber derbên kurda û ji me gelek kes hatine kuştinê û birîndar bûn. Bi bawerîya min we derheqa vê bûyerê da ji serekê desteyê şirovekirineke fermî sitendîye. Ez wê jî bêjim, ku min hin mecal bi kar anîne bona belûkirina ewê bûyerê û ew evên jêrin in:

1) Cerda qaçaxa ji kurdên eşîra Heyderîya yên bi serokatîya Elî axa bûn, ku dijminaya me dajon. Piranîya siyarîyên wê merivên ji der û dorê Xelk-Hesinî bûn.

2) Di cerdê da weke 30 merî hebûn, an jî nêzîkî 30î, lê ne zêde.

3) Serekê ewê cerdê birayê Elî axa – Betir axa bû.

4) Ew cerd pêşda hazir ne bûbû, ku êrîşî li ser me bike, lê derketibû ser rê bona kê ku rast pê bên, wana talan bike.

5) Ew cerd ne ji alîyê serokatîya tirka ya bajarvanîyê, ne jî ya eskerîyê bi taybetî nehatibû amadekirinê, lê her tenê kesên ji cerdê biryar kiribûn bigihîjine hev bona talanên xelqê xin.

6) Dema berxwedana me, ji cerdê merivek hate kuştinê û 3 jî birîndar bûn.

7) Berî heftêkê hema xût ew cerd ji kesên ji eşîra Heyderîya, ku piştgirên mene û serokê wan jî Huseyn axa ye, û ew li gundê Şêxan-Keîbê dimînin, 15 serî dewarên gir dane ber xwe, birine.

Ji vê lêkolîna min, ku min ji we ra şirovekir, bêlî dibe, ku Heyderîyên piştgirên Elî axa, an tenê ji bo dizîyê karê xwe dimeşînin, an ji wê yekê, ku bi wî awayî derêne himberî kesên ji der û dorên Huseyn axayê dostê me, an jî ji dest wê yekê ye, ku serekekî wan yê xurt tune, ku gema wana bikişîne, lema jî ji hev perçe bûne û bêserî bûne. Lê ji sedî sed ne dîwana Tirkîyê wana pînc dike. Ev lêkolînên min têr nakin û ez hewil didim ew posta, ku ji me hatîye dizîn, li me vegerînim.

Bangawazîyên Serekqumandar di nav kurda da têne belakirinê û milet ew bi dilgermî qebûl dike. Min ji hinek serekeşîran bihîstîye, ku ewê tesîreke diha mezin li ser gel bihîşta, eger ew bi zimanê dayîka wan – bi zimanê kurdî bûya. Ji ber wê yekê jî min bi alîkarîya hin kesan ew bangawazî bi kurdîyeke sade da wergerandinê û careke din di nav gel da bela kir. Di wî karî da Cefer axa û yek jî zabitê ji malbeta Tarîvêrdîya, ku we ji alaya Donê ya 23a şandibû nav alaya Cefer axa bona karê xwe bi hevdu ra bimeşînin, alîkarîyeke mezin dane min.

Ji ber ku Cefer axa serokatîyê li alaya siyarîyan ya xurt dike û casûsên xwe bi kar tîne bona derheqa rewşa neyara û daxazên wan da malûmatîyan bistîne, ku karekî pir zehmet e û bê aqil û sewdayê wî ew kar dikaribû bi ciddî nemeşîya jî, ji ber wê jî min ji perên bal xwe sed çêrvonês dane wî û ez hêvî dikim, ku ew yek bi dilê we be jî”.

 

Piştî çend roja gênêral Mûravyêv ji serhing Bartolomêy nameyeke dinê sitend, ku 10ê çirîya pêşin hatibû nivîsar:

 

“……… Mehmed begê navdar çend cara rastî Cefer axa hatîye û ji wî ra gotîye, ku ew zane jî, ku kurd wê ji bo tirka çekê hilnegirin, ji ber ku dilê wan li ser me germ e,- lê ewê turuş (cesaret) nekin xwe li me bigrin, ji ber ku mal û milkên wan di nav tirka da ne. Lê eger Qers ji dest here, wî çaxî ewê îdî hew ji tirka bitirsin û wê eşkere derbazî alîyê me bin. Hema bêje rast bi wî awayî jî Mehmed beg bi xwe jî, ku niha bi kurdên, ku wextekê bin hukumê wî da bûn, ji nav ordîya tirka derketine, wê turuş nekira derbazî alîyê me be, lema jî çûye Mûşê, nav malbeta xwe. Ez wê jî bêjim, ku ewî ji Cefer axa ra gotîye, ku hema semt bikeve wî (firsend jê ra çê bibe), wê bi mala xwe ra tevayî derbazî alîyê me bibe. Ez ji serkanîyên mayîn pê hesîyam, ku dema Mehmed beg di nav eskerên Deve-boyînê da bû, şik li ser wî hebû, ku mêla wî li ser rûsa ye, û hema ji ber wî sebebî jî Welî paşa ji wî hiz ne dikir û dawî ewî ew şande Mûşê. Ji malûmatîyên derheqa êrîşa cerda tirka li ser posta me, ku piştî çendekê ketine destê me, xuya dibe, ku ew ji kesên tiştpênebûyî hatibû amadekirinê û di nav wan qaçaxa da xênji kurdên ji eşîra Heyderîya, ku bin hukumê Xelq-Hesinî da bûn, çend teter jî hebûn, ku di demên cihê-cihê da ji navçeyên  musulmana yên bin destê me da revîyane Tirkîyê û gelek cara tevî cerda êrîş birine ser binecîyên am û tam. Serekê ewê cerdê ne ku Betir axa bû, wek ku berê ji me ra hatibû gotin, lê Çaûş efendî bû, ku fanatîk bû û dema eskerên me sala par Bayazîd zevt kiribûn, ew ji Bayazîdê revîbû paşalixîya Wanê. Ew cerd avîtîye li ser mentîqên Erçîşê, Wanê, ji wan dera jî ser Alla-daxê ra xwe sînor dixe û davêje ser me”.

 

Gênêral Sûslov jî hindava xwe da di nava nameya xwe ya ser navê serwêrê dîwanxana Serekqumandar serhing Fon-Kawfman da, ku 12ê çirîya paşin nivîsîbû, ha nivîsîbû:

 

“Serhing Bartolomêy û Popko, ku we şandibûn bal min bona bi kurda ra pêwendîyan daynin, her tiştê ji dest wan hat kirin bona wan kurda bînine alîyê me, ku piş Alla-daxê û Kizil-Gêdûkê dimînin, lê dawî hatine bawerkirinê, ku ew pêwendî nikarin daxazên me tam bi cî bînin. Vira du sala ser hev pêwendî bi kurda ra danîn, lê tişt jê derneket. Ez usa bawer im, ku kar û barên serhing Bartolomêy û Popko yên paşdemê jî di vî alî da wê tu encamekê nedin, ji ber wê jî gorî doklada ku wana daye min, ez hîvî ji we dikim, ku derheqa biryara serekqumandar ya derheqa vê yekê da min agahdar bikin: ew li vir bimînin, an vegerine nava desteyê? Ez vê firsenda han dixwezim bi kar bînim û fikrên xwe derheqa kurda da ji we ra bêjim, lê dîsa jî ez di fikrên xwe da ne bawer im. Ji şikberîyê der e, ku hukumê hukumeta Tirkîyê li ser wan kurda heye, ku li ser wê axê dijîn, ku ne bin destê meda ye. Serekeşîrên kurda yên navdar li ser karên bilind in, ku hukumeta tirka daye wan. Qumandarê kurdên di nav alaya Welî paşa da, ku li rex Kerpî-Kyoyê ne, Rizgo axa bû, ku niha welîyê senceqa Melazgirê ye. Dema serokatîya tirka emirî ser kurda dike, ku ji kurda desteyên milîsa amade bikin, an jî ji kurda baca berev bikin, ew nayê wê manê, ku kurda derdixine dijî me, lê ew her tenê emirê hukumetê ye li ser hemwelatîyên xwe. Me gelek cara dîtîye, ku gelek komikên kurda di nav eskerên tirka da şerê me kirine, û heta van demên axirîyê jî – 21ê tîrmehê rex Kerpî-Kyoyê. Cerdên wana hema di destpêka şerê sala 1853a da herêma Êrîvanê da li talanên xelqê dixistin û hema firsend dikete wana, li ser riya êrîş dibirine ser erebeyên me. Lê ev hemû nayê wê manê, ku kurd bi çevekî dijminayê li me dinihêrin, ji ber ku dîndarên fanatîk in, an jî hindava Tirkîyê da amin in. Kurd him hindava me, him jî hindava tirka da bêxem in û ji me kî dikeve ber destê wan, hesab yek e, dişêlînin. Sebebê, ku kurd himberî me dijminayê dajon, ew e (xênji emirê hukumetê, ku kurdên hemwelatîyên wan carna wan jî pêk naynin, eger kara wan tê da tunebe, an jî neyê hesabê wan), ku dizî û talan ji demên buhurî da ji wan ra bûye pêşe (meslek). Em dikarin tenê bi çevtirsandinê û gefxwerinê, lê ne ku bi hedya wana bînine alîyê me, an jî usa bikin, ku zirarê nedine me. Dema em hedya didine wana, ew usa difikirin, ku em ji wana ditirsin û ew dikarin him hedya bistînin, him jî bê cezaxwarin dizîyê bikin. Tirsa, ku dikarin destê xwe ji pez-dewarên xwe bikin, ji bo wan diha buha ye, ne ku ew hedyayên em didine wan. Çi jî hebe, hetanî niha hedya tu kar ji me ra ne anîne. Tenê ew eşîr ketine bin hukumê me, ku me axên wan zevt kirine û usa xuya ye, ku kurdên mayîn jî li bendê ne, çika emê kengê erdên wan zevt bikin. Ew hesabê ku di dema şerê bi tirka ra baştir e navbera xwe û kurda xirab nekin, dikare me mecbûr bike, ku em çevê xwe ber destdirêjayî û zordestîyên wan bigirin. Lê namûsa wê gelê bi hêz tehmûl nake, ku bertîlê ji dest me hildin bona cerdên wan rehet bisekinin. Kurd di şêr da ewqas jî berbiçev nakevin, lê eşîrên koçer, ku talan û qaçaxî ji xwe ra kirine kar, pir nînin. Ez bawer im, ku bona em bi ser kevin, lazime di van herêman da eşîrên, ku nikarin rehet bisekinin, berk ceza bikin, an na ewê di dema şerê me bi tirka ra bi kar û barê xwe va bibine bela serê me û gerekê cezayên usa bidine wana, ku ew di hêla aborî da zeîf bin û ewê ji eşîrên mayîn ra jî bibe ders û tirsa me wê ser demeke dirêj ji dilê wan derneketa. Eger ew berktîya me heq be, emê bi ser kevin”.

 

Serhing Fon Kawfman bi nameya xwe ya 20ê çirîya pêşin sala 1855a bersîveke wa da gênêral Sûslov:

 

“Gorî nameya we ya 12ê çirîya pêşin ya derheqa kurda da, ku we ji me ra şandibû, Serekqumandar emir kir van xala pêk bînin:

1) Derheqa wan fikrên, ku kurd bi çi çevî li me û tirka dinihêrin û hindava wan da çi mecala gerekê bi kar bînin, Nîkolay Nîkolayêvîç got, ku ew di zûda haj ji wê yekê heye û ew jî wek we difikire. Hilbet, ew derheqa wan kurda da nîne, ku li ser axa bin destê me da dimînin û ne jî derheqa wan da ne, ku di nav eskerên me da nin. Serekqumandar tenê bi tiştekî qayîl nebû, ew jî ew bû, ku bi gotina we gerekê kurda usa ceza bikin, ku ew di hêla aborî da zeîf bin. Ji ber ku nabe ew gelê, ku ser 2-3 hezar kîlomêtra pervedaye, di nav demeke kurt da ji hêz bêxin, ew jî bi xercên hindik va. Gerekê em bi moralî wana zeîf bikin.

2) Niha gerekê em berê temamîya hêza xwe bidine neyara, lê kar û barên bi kurda va girêdayî vê demê paş bixin. Gava dem hat, emê ji we ra bêjin, ku bi çi awayî li ser wan tesîr bikin.

3) Serekqumandar qîmetekî baş da wê êrîşa du desteyên me li ser Alla-daxê, ku çawîş Korênîskî bi gotina me pêk anî.

Ji bo Nîkolay Nîkolayêvîç baştir e, ku hûn vê nameyê nîşanî serhing Bartolomêy jî bikin”.

 

Hema di wan dema da serhing Bartolomêy jî derheqa vê yekê da ji gênêral Mûravyêv ra nivîsî (14ê çirîya pêşin sala 1855a):

 

“Weke du meha min di şertên şêr da bala xwe da kar û barên kurda û hatime ser vê bawerîyê:

1) Kurd qet naxwazin ji alîyê tirka himberî me şer bikin. Ez nizanim, ew ji wê ye, ku perê tirka tune maeş bidine kurda, an ji wê ye, ku tirk ne xema kurdan in. Tu şika min tune, ku talaşa kurda nîne, wê çi bê serê tirka, bi kêmanî niha usan e. Ew cerdên, ku çend cara li ser riya Bayazîdê avîtine li ser me, nayê wê manê, ku temamîya gelê kurd usan e.

2) Rast e, di serê kurda da ew yek tune, ku şerê me bikin, lê bi wê ra tevayî jî turuş nakin bêne alîyê me û sebebê wê yekê jî ber çeva ye: mal û milk û neferên wan bin hukumê tirka da nin. Ji ber wê jî ew serekeşîrên kurda, ku dixwezin derbazî alîyê me bibin, mecbûr dibin bi malê va cîguhastî ser axa bin destê me da dibin, an jî tên nêzîkî me. Wek mînak, van axirîya Emir axayê navdar usa kir. Em ne bawer in, ku di zivistana ber me da hinek serekeşîrên mayîn jî wê xwe li wê rê bigirin. Ji vê rewşa sazbûyî ez borcê xwe dihesibînim ji Serekqumandar ra bêjim, ku ew sipartinên, ku we dane min, ku ez bi Popka ra tevayî pêk bînim, vê gavê wê bi ser nekevin. Min derheqa vê yekê da serekê desteya Êrîvanê ra jî gotîye û fikra wî pê hesîyame. Gênêral Sûslov jî ser wê bawerîyê ye, ku tu rê nemane bona em bikaribin kurda bi awakî dostanî bînine alîyê xwe, an jî qe na wana ji tirka dûr bixin. Gênêral Sûslov herwiha got, ku ewê derheqa van bawerîyên xwe da Serekqumandar jî agahdar bike.

Bi vê nivîsê ez hîvî ji we dikim, ku bersîvekê bidine min, çika ez û Popko emê virhada jî li desteya Êrîvanê bimînin, an na”.

 

Wek bersîva vê pirsê serhing Bartolomêy ji serhing Fon Kawfman nameyeke awa sitend, ku 20ê çirîya pêşin hatibû nivîsar:

 

“Piştî Serekqumandar nameya we ya 14ê çirîya pêşin xwend, emirî ser min kir, ku ji we ra bêjim, ku hûn heta wî çaxî gerekê di desteya gênêral Sûslov da bimînin, heta biryareke nû nestînin. Alêksandr Alêksandrovîç (gênêral Sûslov) di nameya ji min ra şandî da (derheqa fikrên di wê nameyê da Serekqumandar jî agahdar kiribû), bîr û bawerîyên xwe raber kiribû derheqa wê yekê da, ku çawa gerekê berbirî kurda bibin. Nîkolay Nîkolayêvîç siparte min, ku dema ez bersîva nameya Sûslov bidim, wî jî agahdar bikim. Ew ne dirêje û lazime ku serekqumandar jî wê bixûne”:

 

Piştî mehekê gênêral Sûslov bi raporta 18ê çirîya paşin sala 1855a ya hejmara 3236a va ji gênêral Mûravyêv ra nivîsî:

 

“Di navbera eşîrên kurda yên Heyderî û Hesinî da pevçûn çê bûye, ku bi xwînrêtinê va xilas bûye. Sebebê dilmayîna wan ew bûye, ku Heyderî ji tirsa me ser çend mehên zivistanê ji Alla-daxê berê xwe dane Patnosê û gundên der û dorê wê û ji ber ku li wira cî li wan teng kirine, wana hîvî ji paşayê Wanê kirine ku destûrê bide wan derbazî Melazgirê bibin. Paşayê Wanê destûra wan dabû, lê welîyê Melazgirê û serekê eşîra Hesinîya Rizgo axa ne hîştine, ku eşîra Heyderîya bê nav wana. Di pevçûna di navbera wan da lawê Rizgo axa hatibû kuştinê û gorî heyfhildana xwînê, ku di nav kurda da heye, ji herdu alîya çend kesên dinê jî hatibûne kuştinê. Niha ev herdu eşîr bûne dijminên hev û gelek cara dibezine hev û gorî edetên kurda, ew dijberîya di navbera wan da hela wê gelek sala bikişîne”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev