
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend maikên kurdî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 182
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Dorê ave, ortê agire.
(Semewar)
Ew çîye?
Dikeke, dekvaneke
Çar mîne, beraneke.
(Dest û tilî)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Dikolim – dirêj dibe
Datireşînim – ber dibe.
(Çel)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Dikişe – ne mare
Dimike – ne kare
Piştkevane
Sîng dare.
(Kûsî)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Diçe zevîyê, êvarê tê
Ji bûka malê qerqaştire.
(Gîsin)
Ew çîye?
Ez mîyê naxum
Berxê dixum.
(Dendik)
Ew çîye?
Ez hatim hava
Min ecêbek dît bi herdu çeva
Sîtile sare, agir ava.
(Aş)
Ew çîye?
Kap avê dixwe
Golik diwerime
(Zeveş)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Kevir dixim – naşkê
Avê dixim – dişkê.
(Kaxez)
Ew çîye?
Kere kade ser kulînê.
(Hîv)
Ew çîye?
Kidî-kidî mistane
Çil dergûşî ber milane
Bê berî, bê bistane.
(Mirîşk, cûcik)
Ew çîye?
Kaxezek hate dinê
Usa hûre, qe nayê xwendinê.
(Karî)
Ew çîye?
Kofîya Xezalê
Hol bû newalê
(Hîv)
Ew çîye?
Kuncikê tarî
Dû lê barî.
(Tiving)
Ew çîye?
Mûyê kara
Li ser dara
(Kon)
Ew çîye?
Otaxeke şûştî-mûştî
Xatûnek têda rûniştî.
(Ziman)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Pişo, pişo nêrgizo
Ha li ber ava dengizo
Ne gur dixwe, ne dizo.
(Pira)
Ew çîye?
Radibe – digirî
Rûdinê – digirî.
(Zincîr)
Ew çîye?
Radibim serê zinarekî
Lêdixim kore bizmarekî
Deng diçe hezarekî.
(Gurrîna ewira)
Ew çîye?
Tiştekî min heye
Rê diçe, ling tune
Çerm heye, mû tune
(Mer)
Ew çîye?
Royê bûke
Şevê pepûke.
(Sitêr)
Ew çîye?
Rojê dixemile
Şevê ditemire.
(Sitêr)
Ew çîye?
Ser eyare
Ortê are
Binî dare.
(Sinc)
Ew çîye?
Serkurkirî
Dardakirî.
(Derî)
Ew çîye?
Sor dixwe
Sipî davêje
(Aş)
Ew çîye?
Sindirûk ser sindirûkê
Kilît mifte
Destê bûkê.
(Destar)
Ew çîye?
Tendûra zimzimî
Tijî nanê genimî.
(Siteyrk)
Riataza