PKK bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê aloz kiriye

PKK bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê aloz kiriye

Bi hemû şêweyekê rêgiriyê li avedankirinê dike

 

Berpirsê Şaxa 17 a PDK li Şingalê Qadir Qaçax ragihand: PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr ku karê xwe û avedaniyê bike. Herwiha dibêje, PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa Şingalê aloz kiriye.

Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr. Ji rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî û heta bi dezgeh û rêxistinên din ên mirovî di bin gefa PKKê de nikarin xizmeta Şingalê bikin. Ji ber ku PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa Şengalê aloz kiriye. Berê tenê li Sinûnê girift û pirsgirêk derdixistin, lê niha pêş ketine û li gelek cihên din bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê têk didin.”

Qaçax wiha got: “Hikûmeta Iraqê berpirsa yekem e ji wê rewşa Şingalê re, ji ber ku wek çawa alîkariya Heşda Şeibî dike, wisa alîkariya PKK jî dike, lewma jî rewşa Şingalê bi temamî aloz bûye û PKK bi hemû şêweyekê rêgiriyê dike li avedankirina Şingalê.

 

PKK bi zanebûn hewl dide başûrê Kurdistanê bike qada şer

 

5ê gulanê çekdarên PKKê ji Kurdistana Başûr bi topên Hawan êrîşê bingehek leşkerî ya artêşa Tirkan kiribû. Di encama vê êrîşê de 3 efserên tirk hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.
Wezereta bergiriya Tirkiye ragihandibû ku piştî vê êrîşê li başûrê Kurdistanê li deverên ser sînor li himber çekdarên PKKê dest operasyonekê kirine.

Li gora agahdariya êdî roja duduyan e ku operasyon berdewam e û sînorê başûrê Kurdistanê li devera Mêrgesorê di navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirk de cih bi cih şer derdikeve û Tirkiye di vê operasyonê de Helikopterên Şer jî bi kar tîne.

Li gora daxûyaniya wezereta Bergiriya Tirkiye heta niha 5 çekdarên PKKê di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dane.

PKK di daxûyaniya xwe de dibêje ku piştî çalakiya wan li himber bingehê leşkeri yê Artêşa Tirkiye, Tirk devera başûrê Kurdistanê berdewamî topbaran dikin û vê topbaranê zererek mezin dayê deverê.

Çalakiyên PKKê yên ku ji başûrê Kurdistanê êrîşê artêşa Tirkiye dike, ji zererê pêve tu feyda wê tuneye. Ev êrîş bi zanebûn ji bo ku Tirk jî êrîşê başûrê Kurdistanê bikin têne kirin. Armanca PKKê ew e ku, berê Tirkiye bide başûrê Kurdistanê. Ji ber ku gundên devera sînor û xelkê sivîl zererek mezin ji van êrîşan dibînin û ev yek ne xema PKKê ye, lê mixabin ji planên wan yên alozkirina rewşa herêma Kurdistanê ye.

Çavkanî: Rojevakurd.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev