Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 36

Mihemedê kurd û hin çîrokên din – 36

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Feylesof, Mihemed û kalemêr li balonê siwar bûn û wan jî dest bi rêwitiya xwe kirin. Xwendevan jî dizanin Mihemed ew pênc mîyên xwe firotibûn û xewnek ji xwe re kirrîbû, heta hatina wî ciyê xewnê, ew di ser gelek bajar û welatan re derbas bûn. Ji feylesof xwest, ku balonê daxînin û şevekê li wî ciyê xewnê derbas bikin. Li wê derê sekinîn, konên wan hatin vekirin, maseyên wan hatin hazir kirin. Mihemed gote fîlozof:

“Li vê derê min ew xewn kirrî. Wê rojê, wek ewê han, merivek ber bi min dihat, min xewn jê kirrî”.

Lê tu were binhêre, çi tiştekî seyr û ecêb bû, ku ew kêsê niha ber bi wan dihat dîsa heman kes bû. Mihemed hahanka pê derxist, ew nas kir lê tiştek negotê.

Wî zilamî pênc mîh ji Mihemed standibûn, li gundekî din firotibûn, perê miyan xerc kiribû û vegeriyabû welatê xwe. Zilam dest bi peyamberiyê kiribû, pakêtên milet dibir û dianîn û niha jî qût û erzaqê wî nemabû, hat û li ber kon rûnişt.

Mihemed ji wî re jî xwarin xwest, gazî kirê, anî konê xwe û jê pirsî ka kî ye, çi kes e. “Ez peyamberekê nameyan im”, zilam got. “Gelekî baş e”, Mihemed got, “îşev bibe mêvanê min, sibê rêwitiya xwe bidomîne”.

Peyamber bi ser serê xwe heft bavê xwe qebûl kir, ku gelekî westiya bû û ciyekî gelekî rehet û xweş dîtibû. “Divê di van riyan de te gelek tişt dîtibin, tecrube kiribin”, Mihemed gotê. Zilam:

“Na, ev gelek zeman e, ez di van deran re diçim û têm lê tiştekî wisa anormal çênebû. Lê carekê li vê derê tiştekî cuda qewimî. Rojek ji rojên Xwedê ez di vira re derbas dibûm, min kurdekî saf û naşî dît, ku min heya wê rojê kesekî wisa nedîtibû.

Pênc miyên wî hebûn û ji min pirsî ka ez bi ku de diçim û ji ku têm. Ez li sadehî û besîtiya wî keniyam û min jî gotê ez ji welatekî têm û li dû xewnekê diçim. Wî jî xewnek wek tiştekî kirrîn û firotanê texmîn kir û xwest pênc miyên xwe bide, xewnê ji min bikirre. Ji wê rojê vir ve, çavên min li wî evdê Xwedê neketine, nizanim çi hate serê wî. Bi Xwedê, bi Xwedê min heya vî emrê xwe kesekî ewqas safdil nedîtîye”.

Mihemed jê pirsî ka ji wî xortê kurd natirse û domand: “Ger careke din derkeve hemberî te û bêje min xewn mewn nedîtin, wan pênc miyên min bide min an jî bide pêşiya min, min bibe ciyê xewnê, ka tê çi bikî, çawa cawa wî bidê?”

“Weehh malava ev jî gotin e! xapandina kesên bêhiş hêsantir çi heye? Min ê fêl û qîleke din bikira, kinc jî jê bikira û rût û tazî bi dû xewnê xista”. Bi wan gotinên zilam re, Mihemed xwe negirt, keniya: “Tu dizanî ew ê xewn te kirrî kê bû?”

“Na bi Xwedê ez nizanim”.

“Ew ez bûm”, Mihemed got, “erê ew kesê ku xewnek ji te kirrî û qedera wî hate guherandin ez bûm, Xwedê ji te razî be, lo”. Dû re hemû serpêhatiyên xwe jê re got û peyamber rabû erdê pêşiya Mihemed paç kir, got:

“Te ne ez ji bîr kirime, ne xewn ne jî serpêhatiyên xwe, ezbenî tu çi kesekî bi siûd î û pîroz î”.

“Na, ticar ez ê te ji bîr nekim”, Mihemed got. “De ka bêje, niha tu ji ku tê û bi ku de diçî”.

Peyamner bişirî : “Ez ê nameyekê bibim bajarokê han û ji wir jî bersîvekê bînim”.

Mihemed ji feylesof xwest, ku cinekî bo birin û anîna nameyê wezîfedar bike û wan jî hahanka emrê wî bi cîh anîn, yek kirin dilqê peyamnerekî û şandin navçê. Mihemed vegeriya ser peyamber :

“Ez dixwazim te bikim qasidê xwe, were di qesra min de bimîne’’. Zilam got :

‘‘Mîrekî sax be, teklîfeke ji vê çêtir nîn e, lê kozî û kulfetê min heye mîrê min, ez nikarim wan bihêlim werim’’.

‘‘Qet li ber xwe nekeve, ez ê bişînim pey malbata te jî, han ji te re wan nameya bibe belav bike. Dema te îşê xwe xilas kir, here mala xwe bar ke, bîne bajêr”.

Zilam kêfxweş bû, tavilê bi herdu cinan re, dest bi belavkirina nameyan kir û bi qedandina kar re, mal bar kirin, berê xwe dan bajêr.

Bi malbata xwe ve, li bajarê çar qubbeyan bi cîh bû û ji bextewariyê, di rê de şerava serfiraziyê diwexar, stranên kêfxweşiyê distira.

Mîr Mihemed hemû qebîlên kurda zîyaret kiribû û êdî vegeriyabû welêt, ku bi hatina wî re çil roj wek rojên şahî û pîrozbahîyê hatin îlankirin.

Zilam bû serqasidê Mîr Mihemed, kalemêr jî bû dadgêrê dîwana mîr, ku wî zemanekî gelekî alîkariya Mihemed kiribû.

Demek pey re qebîla kurda jî xwe bi kelmelên xwe ve, xwe gîhandin bajêr. Mihemed nêzîkê bajêr erdekî mezin da wan ku tê de bi cîh û war bin.

Xwedê bextekî xweş dabû Mihemed, erê Mihemedê bextçak bû bavê sê kuran, ku yek ji Dûratê, yek ji Bedrê û kurê din jî ji Nuzhetê bû.

Ewê xebera xêrê hemû şêniyên mîrekiyê kêfxweş kiribû, ku wek rojek ji rojên eyd û cejnê bû ji wan re. Dema zarok mezin bûn, ji bo perwerdehiyeke baş, Mihemed ew şandin ber destê Feylesof Ziraccan.

Ew bû çîroka Mihemed ê xortê naşî û nahîv, ku bo xewnekê pênc miyên xwe dabû û sê roja tiştek nedîtibû bixwe û di axiriyê de jî bû mêrê sê dotmîrên herî xweşik û mîrê împaratoriya herî mezin a dinyayê.

Xwedê hemû xwendevanên me wek Mihemed bi bext û amîn û asûde bike.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev