Navên hespên kihêl yên navdarên kurdan

Navên hespên kihêl yên navdarên kurdan

Mêze bikin, navên hespên me hemû bi kurdî ne, him jî bi kurdîyeke xweş in.

Her wisa navên masîyan, kulîlkan, hêşinahîyan, teyrede û terewilên me jî bi kurdî ne.

Xuya ye destê dijminan gihîştîye me, navên me bi zorê guhastine,

lê destê wan negihîştîye heywanên me, xwezaya me. An jî fikirîne:

-Ruhber û xwezayîya bê zar û ziman nikarin zirarê bidine me, bira wek xwe bimînin.

 

Mihemed Erzurum

 

Navê hespê Memê Alan, Bozê Rewan e.

Navê hespê Siyabendê Silîvî, Daybelqiran e.

Navê hespê Evdalê Zeynikê, Gogerçîn e.

Navê hespê Dewrêşê Evdî, Hedwan e.

Navê hespê Bavê Fexriya, Gêjo e.

Navê hespê Ristemê Zal, Rexşê Belek e.

Navên hespên Kerr û Kulik, Sosik û Nijdî ye.

Navê hespê Bavê Lalo, Kovê ye.

Navê hespê Emer Axa Bozê (Destana Memê Alan), Şemlê ye.

Navê hespê Keyxusrew, Şevdiz e.

Navê hespê Cembeliyê Hekarî, Xemrevîn e.

Navê hespê Yadoyê Dimilî, Nîgar e.

Navê hespê Ûsvê Xido (Ûsiv-Axa), Kûvî ye.

Navê hespê Elîyê Ûsiv, Derwêş e.

Navê hespê Ûsiv Beg, ‘Ereb e.

Navê hespê Changîr Axa, Hirço ye.

Navê hespê Andranîk Paşayê Ermenî, Eslan e.

Navê hespê Rizayé Xelit, Gejo ye.

Navê hespê Hemîd Begê toriné mala Kosa, Gulî ye.

Navê hespê Koroxlî û Keŕoxlî, Torat û Qirat e.

Navê hespê Elî Şêr, Dundul e.

Navê hespê Emînê Ahmed bavê Şikrî, Sîqal e.

Navê hespê Ferzende Beg, ‘Eznewir e.

Navê hespê Se’îdê Nado (berxê mala Elî Axa bavê Dilşayê), Gêjo ye.

Navê hespê Memê Alan, Bor e (!).

Navê hespê Cemîlê Ceto (li herêma Xerzan axayê ‘eşîra Pencînaran), Çalo ye.

Navê hespê Xalit Begê Cibirî, Yekta ye.

Navê hespê Evdulqadiré Zeynelé ‘Evdî yé Înaqa, Gilor e.

Navê hespê Rizayé Xelit, Gêjo ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev