Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -1

Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -1

Ev hevpeyvîna delal birêz Selîm Zencîrî sala 2007an bi doktorê bizîşkîyê û aborîzanê navdar

birêz Yekta Uzunoglu ra kirîye. Lê ew cara pêşin di malpera me da çap dibe.

Di vê hevpeyvîna balkêş da behsa bûyerên her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên Sovyet,

kesayetîyên navdar yên biyanî, ku dostên kurdan in, hevdîtin û bûyerên nû ji

jîyana dr. Qasimloyê Mezin û gelek bûyerên din tê kirinê,

ku we heta niha li tu cîya ne xwendîye û rast pê nehatine.

 

Ji ber ku hevpeyvîn dirêj e, em wê dikin 3 beşan û 3 rojan dû hev raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa pêşin bixwînin.

 

Aborînasê navdar yê Kurd û hevalê nêzîk yê Dr. Qasimlo di 18’emîn salvegera terora Viyenayê de

(bi taybetî ji bo malpera RIATAZA)

Dr. Qasimlo ji gellek Demokratên navdar ên Ewropî zêdetir demokrat bû. Demokrasî perçekî ji kesayetiya wî bû.

Dr. Yekta Uzunoglu (Geylanî) di sala 1953’an de li Farqîna Kurdistana Bakur ji dayîk dibe. Di sala 1970’an de ji bo xwendinê tê Fransayê. Ji 1973 ta 1979’an li zanîngeha Bijîşkîya Universal (giştî) dixwîne û dibe doktorê tendurustiyê. Piştî destpêbûna şerê rejîma Îslamî ya Îranê li dijî Kurdan, tevî komek bijîşkên Rêxistina Doktorên Bê Sînor ji bo alîkariya dermanî diçe Kurdistana Îranê û Pêşmergan derman dike, dikeve nava şer jî. Ji bilî doktorî di warê tibê de, zanista aborî jî xwendiye. Xelata herî girîng ya welatê Çek (Frantisek Kriegle) ê wergirt. Dostê qedîm, dehsalan û nêzîk yê Dr. Qasimlo û malbata wî ye. Niha li Komara Çekê dijî. Dr. Yekta zewicî ye û bavê 3 zarokan e. Wekî aborînasekî pirspor û serkevtî li gellek welatên cîhanê beşdarî konferansên navneteweyî yê aboriyê dibe.

Bi boneya 18’hemîn salroja terorkirina hovane ya Dr. Qasimloyê nemir, min xwast ku li ser çend aliyên kesayetî, xebat û ramanên şehîd Dr. Qasimlo, raman û nêrînên vî kesayetiyê Kurd yê navdar ji bo we xwendevanên hêja bidim xuyakirin.

Dr. Yekta! Berî her tiştî ez vê yekê dipirsim, gelo heta niha Dr. Yektayê navdar li ku bû? Serbarê vê çendê ku we demên gellek dirêj ji bo doza Kurd xebat jî kiriye, çima we xwe ji rojeva Kurdan dabû alî û kêm basa te wekî kesayetiyekî mezin yê akademîk hebûye?

Ez, wek tê zanîn heta sala 1988’an, berpirsiyarê Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê bûm. Ev Enistîtu min ava kiribû. Sala 1988’an de min û hevalên min ên Alman, Fransî, Beljîkî xwe ji berpirsiyariya Enistîtuyê paşve kişand. Sedem ev bû: di wan salan de piraniya sazî, partiyên Kurdistana Bakûr li dû Partiya Komunîst a Turkiyê, yan jî li dû îdolojiya komunîst de bûn: wek Komunîzma Sovyetî, Maoîzm, Troçkîzm û hwd… Ez ne komunîst bûm. Komunîstbûn bo min ji xwe mimkin nebû, ji ber ku ez salan li nav rejîma komunîst de mabûm, komunîzm çi bela ye, çi rejîmekî antîdemokratîk e, baş dizanibûm. Ev partî – komele – saziyên ku navê wan Kurd bûn, ji Kurdayetî zêdetir xizmeta Partiyên Komunîstên gelên serdest dikirin. Ji ber vê jî dev ji şerê dijî rejîma leşkerî ya dîktator ya Turkiyê yan Sûriyê berdabûn, giraniya xwe dabûn şerê dijî saziyên Kurd wek Enistîtuya Kurdî ûwd. Êrîş û zirara ku wan didan xebata me, sefareta Tirkan û ya Sûriyê, Îraqê yan jî Îranê li bajêrekî piçûk wek Bonn’ê nedida me. 5 sal min Enistîtuya Kurdî parast ku nekeve nav vî şerî, bersiva êrîşa wan nede, mecal nede şerê Kurd û Kurd. Lê ku name gilî yan jî îxbarê kesekê ku bi salan me bi hev re bo gelê xwe kar kiribû ku şandîye hinek sazîyên alman wek Xaça Sora Alman ku enstîtûya kurdî ya Bonnê ji alî diravî de piştgirî dikir, min fahm kir ku doza wan ne doza Kurd û Kurdistan e, lê menfaatên şexsî ne û girêdanên wan ên nezelal bi welatên ku ew têde diman heye û ewê nehêlin ku em xebatekê ne tenê bo Kurdên diaspora lê bo gelê xwe li Kurdîstanê bikin wek Radîyoya Monte Carlo şaxa kurdî…

Lê dawî min dît ku yan emê bersiva wan bidin û bikevin nav vê şerê bêbext yan jî emê xwe dûrxin. Min û sedan kesayetiyên navdar ên Alman, Beljîkî û Fransî xwe ji Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê xwe kişand. Piştre ev partî -komele- saziyên çep û “komunîst” û berpirsîyarê Enstîtûya Kurdîya Parîsê ketin Enistîtuyê cîvînê xwe çêkirin, lê piştî demeke kûrt ew jî ketin hev û din û Enistîtu piştê 8-9 mehan hate girtin. Tiştên ku hikûmeta Tirk, Sûrî, Îraq yan Îran nikaribû bikira wan kirin.

Ji Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê min û hevalên min ên Almanî ku parlamenterên tevekên partîyên almanan bûn, nîvîskar (wek Günther Grass, Prof. Ingeborg Drewitz, Heinrich Böll, Hans Bender, Alfred Grosser, Volker Schlöndorf, Alfred Kastler û dehan fîlozof û ulmdarên ewrûpî) bûn, sako xwe stand û derketin. Tu car ez venegeriyam li dû xwe ne nehert, bersiva êrîşa wan neda, bi wan re muxatab nebûm. Vegeriyam ser mesleka xwe – ku tendurustî ye – û lêkolina pirsên aborî. Piştî 1990 – piştî hilweşandina Komunîzmê – ez li ser daxwaza hevalên xwe yên Çekî vegeriyam Çekoslovakyayê. Ketim navenda reformên aborî yên vî welatî. Lê tu car min dev ji şerê xwe bo gelê me yê bindest, mezlûm, lê pir mezbût berneda. Piştî ku ketim nav aboriyê îmkanên min ên xebatê bo gelê Kurd jî zêdetir bûn. Û timî min nasnama xwe ya Kurdî dida û dibim pêş. Ji kovara “Playboy” ya navnetewî ta mezintirîn rojnama Swîsê – Neue Zurcher Zeitung – gava ku bi min re hevpevîn çê kirin, berî her tiştî min wek “Doktor, aborînasê Kurd” dane nasînê. Wek sermeyedar ji enstîtûya kurdî ya Bonnê zêdetir û bê minet bi diravên xwe xizmeta gelê xwe dikir, pîrtoka “Metelokên Kurdî” ku min wergerandibû zimanê çekî min li ser çermê xezalan da çapkirinê û wek dîyarîya Noelê şand hezaran kesayetên çek ku bibînin pîrtokekî ji çanda kurdî dikare li ser çermê xezalan were weşandin…

Sala berê gava ku mezintirîn Xelata vî welatî ji min re hat dayîn, min ev xelate bi şertê nasnama xwe ya Kurdî stand. Gava ku di sala 1991’an de bo ziyareteke resmî çûm Îsraîlê, Şîmon Peres – ku wê demê Serokê Hikûmetê û Serokê Partiyê bû – ji berk û hesasiyeta min dizanîbu – yan jêra aqilmendên wî gotibûn – got: “Doktorê Kurd tu xêr hatî Îsraîlê”. Îro Şîmon Peres Serok Komar e… .

Yanî xebateke bo gelê Kurd belê, lê bê Kurdên diasporayê, bê şerê birakujî, bê şerê bêbextiyê, malxerabîyê.

Hevpeyvîna me taybet li ser kesayetiya Dr. Qasimloyê nemir e. 13’ê Tîrmeha 2007’an, 18 sal bi ser şehîdkirina nemirovane ya Dr. Qasimlo ji aliyê terorîstên Komara Îslamî re derbas dibe. Hûn yek ji dostên nêzîk yên Dr. Qasimlo bûn. We çawa ew nas kir? pêwendiyên we bi wî re çawa bûn?

Di sala 1972’an de ku ez bo xwendinê hatim Çekoslovakya, min xwendekarên Kurd ên Rojhilatê jî nas kirin. Wek Mihemed Muhtedî, Hacî Ehmedî, Selîm Babanzade, Hesen Qazî û hwd. Min wisa dizanî ku rehmetiyê şehîd Dr. Qasimlo jî li Pragê ye. Lê ew wê demê li Îraqê bû. Carna diçû û dihat Pragê. Ez li xaniyê xwendekaran de li Prag 6 dimam. Di destpêkê sala 1973’an de rojekê di zanîngehê de hevalekî min ê Çek – xwendekarê Tendûrûstiyê – hat ba min û got: “Tu Kurd î?”. Min berisv da: “Dewleta me tûne be jî, ez Kurd im”. Got: ”Ez Kurdan baş nas dikim, min pirtûka Dr. Qasimlo, Kurd û Kurdistan xwendiye û bavê min hevalê Dr. Qasimlo ye, ew bi hev re zanîngeh xwendine û hêj bi hev re ne. Tu naxwazî îşev werî mala me, mala me ji Xaniyê xwendekaran ku tu dimînî 150 m dûr e û mala Dr. Qasimlo jî li kêleka me de ye. ”Navê wî hevalê min Dr. Vladîmîr Vaclavu bu. Lê ew tişt bi dengekî nizm û wek tiştekî dizî ji min re got. Wê şevê ez çûm mala wî. Li wir hîn bûm ku bavê wî aborînasekî gellek navdar e di warê aboriya ziraatê de, piraniya reformên ziraatê li Çekoslovakyayê, li Polonyayê, li Kubayê wî çê kirine. Li wir çend xanî hebûn. Di wan çend xaniyan de tenê -gor rêza welatên komunîst- aborînas û malbata wan diman û tevde hevalê rehmetiyê şehîd Dr. Qasimlo bûn, bi hev re zanîngeh xwendibûn, bûbûn pirspor, di zanîngehên herî navdar ên aboriyê de bibûn dersdar heta sala 1968’an û tevde bi hev re dijî ketina leşkerên Sovyetê sekinîbûn, serî hildabûn. Wan ez bi malbata şehîd Dr. Qasimlo re dam naskirin ku cîranê wan, îdî cîranê min jî bûn. Ta ku Dr. Qasimlo ji Îraqê vegeriya û me hevdu nas kir. Êdî bi malbata wî re em baş bibûn dost. Ez bi carekê de ketibûm nav civaka aborînasên herî navdarên sosîyalîst, lê dijî Sovyet, dijî dîktatoriyê.

Qedr û qîmeta Dr. Qasimlo li ber çavên hevalên wî yên aborînas ên Çek bêhempa bû, ji ber ku ew wek biyaniyekî di dagirkirina Çekoslovakyayê ji aliyê leşkerên Sovyetê de li dijî vê dagirkirinê serê xwe rakiribû û di kêleka hevalên xwe de ketibû nav şerê dijî dagirkeriyê.

Lê Îraniyên din – ku endamên Partiya “TUDEH” bûn – li ber çavê ilumdarên Çek de wek îxanetkar dihatin dîtin, ji ber ku dijî dagirkirinê leşkerên Sovyet derneketibûn.

Bi giştî we çi pênase û nirxandinek li ser kesayetiya rêberê leheng yê Kurd, Dr. Ebdulrehman Qasimlo heye? (Bi taybet li ser felsefeya fikr û ramanên Dr. Qasimlo bipeyive)

Di sibata sala 1975’an de, ez û Hecî Ehmedî, Memo Calî û çend xwendekarên Kurd çûn sefareta Swêdê li Pragê û me dest bi girevgirtina rojiyê kir. Bi vê gireva rojiyê me xwest em hevkariya welatên Sosyalîst bi Sedam Husên re protesto bikin. Piştî vê protestoyê ku wê demê rastî di dinê de deng dabû – ji ber ku cara yekemîn di welatekî sosyalîst û dîktator de tiştekî wisa pêk hatibû – ez ji berê zêdetir ketim nava grûb û saziyên ku dijî komunîzma Sovyetî şer dikirin. Ji ber ku ez xwendekar bûm, di nav civakê de zû dikaribûm winda bibim. Lê rewşa Dr. Qasimlo cuda bû. Gava ku dihat Çekoslovakyayê, îstixbarata komunîst 24 seet dû wî de bû. Wê demê min çapxaneke surrî – illegal – bi navê Çapxana Ararat yanî Çapxana Agirî ku yekemîn çapxana kurdî li ewrêpa bû, vekiribû. Min pirtûkên Kurdî, Çekî li ser Kurdan, Fransizî li ser Kurdan û hwd… bi dizî çap dikir. Rehmetiyê Dr. Qasimlo ecêbgirtî û heyrî dima ku xwendekarekî ciwan van tiştan di nav welatekî Komunîst de çawa dikare bike. Ji min xwest ku ez belevok, beyanname, broşûran, dazanînên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê jî çap bikim – ji ber ku ew tim di bin kontrolê de bû û mecala wî ya çapê tune bû. Min çap dikir û tim bi awayekî dizî xwe digihand mala wî. Bi vê minasebetê em gellek nêzîkê hevdu bûbûn û ev bûyeran şansê naskirina wî li nav xebata illegal li bin zordestîya rejîmê dabû min. Ji van karên me haya tu kurdekî li Çekoslovakya tinebû.

Dr. Qasimlo berî her tiştî kesayetekî demokrat bû. Bi her tiştê xwe û li her cihekê demokrat bû. Di nav civakê de, di nav hevalên xwe de, di nav malbata xwe de, bi hebûna xwe demokrat bû. Wî wek demokratekî bêhempa di nav derya îdeolojiyên dîktator de pir caran tek û tenê şer dikir. Wî ku di welatekî dîktator /rast, rejîma Şah/ de mezin bûbû, di welatekî dîktatorî /çep, komunîst – Çekoslovakya/ de salan xwendibû, lê dîsa jî ji gellek demokratên navdar ên Ewropî zêdetir demokrat bû. Demokrasî perçeyek ji kesayetiya wî bû.

Ya hêşta girîng ew e ku Dr. Qasimlo nîşana mirovayetîya nûjen bû. Bo wî ji her tiştê bilindtir, Mirovayetî bû. Ne nîjad, ne ol, ne îdeolojî jê re wek mirovayetiyê girîng nebû. Tiştê herî bilind bo wî mirovayetî bû. Ji ber vê yekê jî heval û hogirên wî ji her nîjad, ol û îdeolojiyan hebûn.

Wî îdeolojî, ol û nîjad wek sedek di nav danûstandinên mirovan de nedîtiye. Wî ji mirovan re li gor van etîketan yan nîşanan qîmetekî zêde yan kêm nedaye. Naxêr, bo wî girîngtirîn tişt kalîta mirovatiya şexsan bû, ne ku ol, îdeolojî yan jî nîjadê/a wan.

Bê guman ji ber van aliyên kesayetiya şehîd Dr. Qasimlo ta îro jî çendîn hevalên wî yên Çek ne tenê di roja şehîdkirina wî de, lê herdem wî tînin bîra xwe. Li ser masa “Prof. Karel JECH” de hêjî wêneyê şehîd Dr. Qasimlo dalaqandî ye! Di dema Komunîzmê de çendîn karbidestên Partiya “TUDEH” li Çekoslovakyayê dijiyan. Îro navê tu kesekî ji wan, gelê Çekê ne dizane ne jî wan tîne bîra xwe. Lê Dr. Qasimlo hêj çend neslên din di dilê hezaran Çekiyan de dê hebe, ji ber ku ew wî perçeyek ji xwe dizanin.

Di wêne da: Dr. Yekta Uzunoglu û serekwezîrê Îsraêlê Şîmon Peres

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev