Nameyên evînî -79

Nameyên evînî -79

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

 

-Xurtbûna min di wê yekê da ne, ku ji evîna te ewqas sist dibim, heta ji hal dikevim…

 

¤¤¤


Cana ezîz, qurbana dilê te bim tu çend kîlo yî, ku giranîya te ewqas pir tesîr li ser ruhê min, mejûyê min, dilê min dike?

 

¤¤¤


Xezaleke min heye, a tu kesî tune, gelekan xeyal kir delala min bibe a wan, lê bû a min. Ango, ez ji wan biaqiltir û xurttir bûm.
Kes tune ji min ra bêje: -Ku Nura ji te hez nekira, aqilê te kêrî çi dihat û xurtbûna te kêrî çi dihat?

 

¤¤¤


Delalê, bira ser evîna me tu tişt di serê te ra derbas nebe, xênî tiştekî: -Jîyana min a piştî naskirina te hezkirina te ye an jî ji te hezkirin e.
– Xweşîya min piştî naskirina te çê bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev