
Berwar Berwarî
Dema lingekî maseyekî mirov bişkî, mirov an bi xwe temîr dike an jî mirov mase û bi lingê maseyî ve dibe cem hostayekî xîzarê (merengoz). Aqilê baş û bi mantiq çareserî digerî bi awayekî…
Belê di nav civak û siyaseta me Kurdan jî gelek kesên aqil, rewşenbîr, zana, rêber hene, derketine û ê derkevin jî. Ji xwe beriya her tiştê her Kurdek divê wiha bêjî ji xwe ra “ em Kurd Milet û netewek in “ dema Kurdek bi vê rengê xwe nas bike hingav ew Kurd dibe welatperwer, dibe xebatkarê maf û nasnama netewa xwe, siyaseta wê/wî her çibe ne girîng e ya esas raman û rêbaza ramana jiyana wê/wî Kurdê ye.
Gelê welatparêzan, di civaka me da gelek partiyên siyasî, komele û dezgehên ji bo netewa Kurd xizmet bikin hene. Hemî jî li gor derfet û fêm kirina xwe tişta ji milê wan tê dikin. Mala wan ava. Lê ne têr e!
Çima ne têr e ?
- Gelo her xebat digehe armanca xwe ?
- Ma her xebatkar û siyaset bi welatparêzî rê digirî ?
- Ma her karê li ser navê “ miletê Kurd “ tê kirin ma bi aqil û stratejîk e ?
- Gelo aqil, mantiq, stratejî û felsefe çi ye ?
Wekê Zerdeştê Kal jî dibêjî “ baş bifikire, rast çêke û spehî bêje “ ma her siyasetmedar û nûnerê Kurd vê felsefa baş esas digirî an jî beriya proje û tevgera xwe vê rêbazê ji xwe ra wek rêbaz û rêgezekî girîng dibînin û didin ber pêşiya xwe ?
Bi fikira min na!
Ku her hewildanekî me, stratejîk bûya û bingehiya xwe ve kûr bûya ê encama rêbazên baş ti civaka me ya îro da jî ti bixwiya, an jî me jî bigota “ hêviyê me hene û yê zêdetir be jî “ .
Helbet divê em her dem xweyî hêvî û xeyalan bin. Lê bi ya rastî ev tenê ne bes e.
Rêbaza rastiya miletê Kurd û wekê erkekî jî, ji welatparêzan van tişt û xalên girîng dixwazî.
Xebat, çareserî, ava kirin, moral, baş bûn, baş fikir, aqilekî bi mantiq û xêrxwaziya civak û miletê Kurd. Gav û xebatên demdirêj û herdem di civaka Kurdan da jî xebatên çareserî û yekitiya dûr û kûr.
Gelo bi van fikiran em dikarin çi bikin ?
Her Kurdekî welat û milet perwer dika vê pirsê ji xwe bike û li gora vê rastiyê jî dika xebatan bike. Tenê axaftin, nivîs, çîrok, stran, bang, qîr û govend têrê nake!
Kî çi dikarî bike bila bi wijdana xwe nêzik bibe û bila hema çi ji milan tê bila bike!
Mînak piskologek dikare li ser derûniya kes û civaka me lêkolînan bike. Kesekî erdnîgar dikare xak û nexşeya Kurdistanê gund, cih, tax, bajêr, navçe û hw… lêkolîn û pirtûkan amade bike. Bazirganeên Kurd dikarin komeleyên ji bo xizmeta feqîr û belengazan ava bikin an jî yekitiya karsaz û bazîrganan ava bikin. Mamosteyekî matmatîkê dikare peyvên matmatîkî bi Kurdî amade bike. Tor nivîskarek dikare peyvên teknolojiya îro, internet, computer û hw.. bi peyvên Kurdî amade û bernameyên bi Kurdî xizmetê miletê Kurd bike. Hw…
Mirov dikare bi sedan zêdetir bi mînakên curbecur xizmetê Milet û netewa xwe bike.
Piştê bi van hişyarî û pêşniyaran dixwazim bi çîrokekî Kurdî nivîsa xwe biqedînim.
“Go cotkarek li dema payîzê deştê şov dikir, piştê şovê jî tov diavêt. Zelamek ber cotkar diboriya û silav da cotkar û jê pirs kir.
Go: Quwet bî ji te ra, tu çi datînî ?
Cotkar jî got: Dema ez biçînim tiyê bibînî“
Ferqa gotin û çandinîyê heye! Xebat çandek e, bîr nekin!
Bixebitin ji bo xwe û ji bo welat.
Riataza