Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -2

Hevpeyvîneke bi kurd û Kurdistanê va dagirtî bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -2

Ev hevpeyvîna delal birêz Selîm Zencîrî sala 2007an bi doktorê bizîşkîyê

û aborîzanê navdar birêz Yekta Uzunoglu ra kirîye. Lê ew cara pêşin di malpera me da çap dibe.

Di vê hevpeyvîna balkêş da behsa bûyerên her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên Sovyet,

kesayetîyên navdar yên biyanî, ku dostên kurdan in, hevdîtin û bûyerên nû

ji jîyana dr. Qasimloyê Mezin û gelek bûyerên din tê kirinê,

ku we heta niha li tu cîya ne xwendîye û rast pê nehatine.

Ji ber ku hevpeyvîn dirêj e, em wê dikin 3 beşan û 3 rojan dû hev raberî we dikin. Beşa pêşin me duh çap kir. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin.

 

Aborînasê navdar yê Kurd û hevalê nêzîk yê Dr. Qasimlo di 18’emîn salvegera terora Viyenayê de

(bi taybetî ji bo malpera RIATAZA)

 

“ÇEKÎ DR. QASIMLO PERÇEYEK JI XWE DIZANIN”

Dema mirov, mirovên din jî – bi bawerên olî, nîjadî yan îdeolojî – wek xwe mirov bihesibîne, wê demê gellek pirs bi xwe ji holê radibin.

Ji ber vê yekê jî Dr. Qasimlo di vî warî de kesayetekî bêhempa bû. Dihat nav kîjan civakekê, di nav demeke kurt de dibû yek ji wan bê ku ji raman yan dîtinên xwe fedekarî bike. Ew hertim wek xwe dima, lê hergav jî bi her kesekî/ê re zimanekî hevbeş peyda dikir; çi jin, çi mêr, xort yan pîr, Kurd yan Faris, Ereb, Tirk çi Fransî yan Çek, kafir yan misilman, komunîst yan royalîst – Qiralperest-.

Dr. Qasimlo li dinyaya derve çawa dihat û tê naskirin?

Weka ku min got, pir dostên wî, ew wekî kesayetekî mirovhez, demokrat, adil nas dikin. Kesê/a ku ew nas kiribe – carekê tenê jî dîtibe – piştî ewqas salan jî ew ji bîr nekiriye. Ev jî nîşana mezinahiya kesayetiya şehîd Dr. Qasimlo ye. Ew serok dewletekî mezin nebû, şah, şahinşah yan Qiral jî nebû. Lê wî xwe bi kesayetiya xwe ji yên dîtir dabû qebûlkirin, hezkirin.

Hêviyek mezin ya Dr. Qasimlo, navneteweyîkirina doza Kurd bû. Ji bo vê yekê çawa difikirî û xebatên wî çi bûn?

Dr. Qasimlo ji aliyekê mirovekî bêhempa bû, lê ji aliyê din siyasetvan û stratejekî gellek realîst bû. Dizanibû ku qawet û hêza gelê Kurd dest nade ku hember 4 welatên dîktator û antîdemokrat di eynî demê de şer bike. Di sala 1979-1980’an de, tenê konjukturê Îranê dest dida şerekî, bi vî şerî bala gelê dinê dikişand ser doza gelê Kurd. Bo wî tu perçeyên Kurdistanê ji yên din girîngtir nebû. Ji dil bawer dikim ku, ger Konjukturê Kurdên Bakur dest bida, Dr. Qasimlo dikaribû bi rehetî here li wir bo gelê xwe têkoşînê bike.

“DR. QASIMLO ROJHILAT NAVÎNTÎ DIFIKIRÎYA”

Dr. Qasimlo dizanibû ku Kurd mecbûr in bi cîranên xwe re di nav aşitiyê de bijîn. Heke Kurdistaneke mezin ava jî bibe, cîrantî bê aşitî mumkin nîne. Zehmetiya şerekî li hember 4 welatên dîktaror jî jê re nas bû. Ji ber vê yekê jî ew rojhilatnavîntî difikiriya! Yanî wî ji bo gelên Rojhilata Navîn di nav saziyekî aborî wek Yekîtiya Ewropayê difikiriya û timî digot: “heke welatên Rojhilata Navîn hinek demokrat bin, karbidestên wan hinek bi aqil werin ser hukum û bi hev re yekîtiyeke aborî – Îsraîl jî daxil – saz bikin, dê di deh salî de, ji Ewropa di warê dewlemendiyê de pêştir bin. Îsraîl xizîneya mejî, tacir û zanistê ye. Gelên welatên Rojhilata Navîn dikarin ji wî gelî tiştan hîn bibin, nas bikin. Îraq, Îran, Kuweyt, Seûdî ji welaten dewlemend yên petrolê ne. Kurdistan welatê ziraet, petrolê û avê ye. Tevde bibin yek, dê gelên vê herêmê jî îdî bikarin wek mirovan bijîn”.

Gava ku ez di sala 1991’an de çûm Îsraîlê û min di guftûgoyekê de dema ev yeka hanê ji devê Şîmon Peres bihîst, heyrî mam û mezinahiya Dr. Qasimlo careki din ji bo min geş bû.

Kêm kes îro dizane ku di sala 1958’an de rehmetiyê Mele Mistefa Barzanî gava ku ji Sovyetê vedigere Îraqê, berê tê Pragê dîtina Dr. Qasimlo û je re dibêje were tu jî bi min re vegere Îraqê û bibe Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê. -Ne ya Îraq û Îran, Turkiye û Sûriyê. Dr. Qasimlo jê re dibêje ku avakirina Kurdistanê di vê demê de wek welatekî gelêrî ne mumkin e. Ev dîtina wî rast derket. Konjuktura salên 60’î ne tenê bo avakirina Kurdistaneke mezin, ne misait bû, lê misaitê otonomiyekê jî nebû wek dîrok xwe nîşan da.

Piştî şehîdbûna wî, bona wê hêvî û xweziyên wî me çi kiriye? Kurdan çiqas dostên biyanî hene?

Malesef me çi nekiriye. Ev nîşana bêbextiya birêvebirên Kurd e. Tu car ji qîmetên xwe re xwedî derneketine. Ev kêmasiya gelêrî ya Kurdan e. Ji tu tiştê xwe re xwedî dernakevin. Îro li Ewropa PEN’a Kurd heye. Endamên wê tevde nivîskar in û di dehan welaten Ewropî de dijîn, tu dizanî dehan zimanan dizanin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandine çend zimanan?

Enstîtuya Kurd a Brukselê beriya salan pirtûkek bi zimanê Filamanî derxist li ser Dr. Qasimlo û hwd.

Li Parîsê nikaribûn navê kolana ku mala Dr. Qasimlo têde bû, bikin “Kolana Dr. Qasimlo” yan li Diyarbekirê, Hewlerê, Pragê û hwd. Ew kesayetekî Kurdistanî bû, ne tenê yê Rojhilatê.

Nikarin di Enstîtuya Parîsê, Berlînê, Stenbolê û Hewlêrê li ser raman, jiyana vî şexsiyetê navdar yê gelê Kurd xebatê bikin, jîyana wî bikin pîrtok, semînara çê bikin û biweşînin?

Dost, heval û hogirên Dr. Qasimlo ku wek nîviya wî jêhatî nebûn, piştî hilweşandina komunîzmê bûn serok hikûmet, wezîr, Serokê Senato, Rektorên zanîngehan û serokên şîrketan. Çima tu kurdek nehat ew ziyaret nekirin, dostaniya wî bo gelê me yê blindest berdewam nekirin?

Dr. Qasimlo kesek bû ku di dehan welatên cîhanê de hezaran dostê wî hebû, wê demê de, dema ku telefona destan tune bû, fax tune bû. Lê îro ku li Ewropa bi sed hezaran Kurd dijîn, çend dostê wan yê mezin, navdar ji dil û can heye?

– Dr. Yekta, Li ser Bihara Pragê bo me biaxive û çi bû ku Dr. Qasimlo û hevalên wî li wir derkirin?

Li jor bersiva vê pirsê jî hat dayîn.

Berhemeke Dr. Qasimlo teza Sosyalîzma Demokratîk e, ku weke dirûşma Stratejîk ya PDK Îranê bo îdarekirina pêşeroja Kurdistana Îranê hatiye pejirandin. Hûn wekî Aborînasekê vê tezê li gor dema niha çawa dinirxînin?

Kesayetiyekî wek Dr. Qasimlo zû bi zû û di nav çend salan de pêk nayê. Berî her tiştî ew ji malbateke dewlemed dihat, yanî arîşe û pirsgirêkên wan yên jiyanê tune bû, lê wî doza jiyana kesên bindest dikir. Her wiha ew ji herêmek pirnîjadî, pirolî û pirmeshebî dihat. Li dora gola Urmiyê de Kurd, Azerî, qismên Faris, Cihû, Mesîhî (Ermenî) bi hev re dijîn. Dîsa wisa Şîe, Sunî, Cihû, Mesîhî (Ermenî). Ji ber vê yekê her di zarokiya xwe de, Dr. Qasimlo hînî jiyaneke pirçandeyî dibe. Piştre tê Çekoslovakya Komunîzma real dibîne, nas dike û hîn dibe.

Dîsa şansê wî yê herî mezin ev e, ku wek xwendekar dikeve zanîngeha herî navdar ya Ewropaya Navîn a aboriyê. Mamosteyên wî pisporên herî navdar in û ew in ku Bihara Pragê dest pê dikin. Pisporên ewqa zana ne ku teoriyên nû li ser aboriya sosyalîzmê pêk tînin û dibêjin ku teoriya “Karl Marx” îdî kevn bûye, pêwîstiyê nûjenkirina wê didin ber çavan û dîsa wisa dibêjin ku eger ev pêk neyên, dê welatên sosyalîst hilweşin. Yanî ev pispor ewqas zane ne ku ji zanista sosyalîzmê re rêyeke nû vedikin, dixwazin vekin, ta ketina leşkerên Sovyet. Ku leşkerên Sovyet li sala 1968 de neketina Çekoslovakyayê û prosesa reforma aborîya sosîalîzmê nedana sekinandinê, bawer im wê welatên sosîyalîst li sala 1989 de hilneweşîyana. Sedema dawîya trajîk a welatên sosîyalîst berî her tiştî pirsên aborî bû! Ev kesên ku ji wan re dibêjin pisporên prognostîk (dîtînawêbeyê) ji Rûsya, ji Polonya yan Bulgaristanê dernakevin, ji Pragê derdikevin û tev de jî yan dersdarên Dr. Qasimlo, yan jî hevalên wî ne. Piştre di sala 1970’an de, Dr. Qasimlo diçe Îraqê û welatên Rojhilata Navîn, wan, pirsên wan û aboriya wan nas dike, îmkana muqayesekirina wan peyda dibe. Hevalên wî yên Çekî li Pragê di bin kontrola Polîs de ne û îmkanên wan ên pêşdaçûyîna di warê zanistê de kêm dibe. Dr. Qasimlo di dawiyê de çû (1977) Parîsê, Swêd û welatên din ên Ewropî. Li Swêdê, li Nemsa û Almanya aboriya Sosyal Demokratan ji nêzîk ve nas dike. Di dema ku înternet tune bû, fax û îmkanên telefonê tune bû, mirov dikaribû zanînê tenê di kaniya wê de nas bike.

Ji ber vê jî teoriya ku Dr. Qasimlo ji bo PDK Îranê pêk anîbû, bê guman baştirîn şeklê aboriyê ye û ne tenê ji bo gelê Kurd. Navê wê cuda jî bibe, ev teoriye roj bi roj dinyaya Kapîtalîst dike nav jiyana xwe. Yanî Dr. Qasimlo bi armanc û ramanên xwe re, deh salan pêşiya teorîsyenên aboriya Ewropî bû. Mînak: her niha hikûmeta Almanya – ku Serok Wezîran  A. Merkel ji Partiya Paşverû ye – biryar stand ku karkeran bike şirîkê şîrketên dewletê û şexsî. Yanî îdî karker dê bibin şirîkê Volkswagen’ê, Mercedes’ê, Siemens’ê û hwd…. Ji ber ku ev bi kêmî 10 sal e aboriya Almanya di tengasiyê da bû, pêşda nediçû û wek çarê dawî aborînasên ku diji “sosyalîzma demokratîk” in jî, mecbûr in – navê wê cûda jî be – van şartan bi cih bînin. Bo domdariya pêşdaçûyîna aboriyê ev pêwîst e, wacib e.

Ev mînaka Almanyayê jî rastbûna teoriya Sosyalîzma Demokratîk a Dr. Qasimlo nîşan dide. Lê maalesef Dr. Qasimlo herdem gellek pêşiya dema xwe de bû û kêm kes rastiyên wî di dema xwe de fahm dikir. Ger Dr. Qasimlo Fransiz, Alman yan Çekî bibûya, zû dê Xelata Nobelê bistanda yan bibû serokê hikûmetê yan dewletê. Lê ew Kurd bû, Kurd ma û hergav nasnameya xwe ya Kurdî dida pêş û bo gelê xwe jîyana xwe da…

Di wêne da: Dr. Ebdurehman Qasimlo bi sêkrêtarê sereke yê YNK Celal Telebanî (ku dû ra bû serokkomarê Îraqê) û wezîrê çandê yê Fransayê Bernard Kouchner ra (ku dû ra bû wezîrê karên der yê Fransayê)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev