Îro rojbûna Bêlla Stûrkîya me ye

Îro rojbûna Bêlla Stûrkîya me ye

Îro ji her çar qulbên dinyayê pîrozbahî li ser karmenda malpera me a êgin, jîr û zîrek û rêvebira “Radyoya Riataza” Bêlla Stûrkî da dibarin.

Bêllaya me yek ji navdartirîn rojnamevan û bêjera  kurd e di tevaya medya û ragihandina kurdî da. Welatparêzîya wê a bê sînor wisa kirîye, ku ew ne tenê gelê xwe û dewlemendtîya wî ya çandî pir hez dike, lê herwiha karekî mezin dike bona dewlemendkirina wê.

Lewz û akila dengê wê yê batinî bi awazên kurdî yên xweş va dagirtî dilê her guhdarvanekî/e me baristan dike.

Rojnamevan, berpirsyar, rêvebira radyoya “Ronkayî”, berpirsyar û rêvebira “Radyoya Riataza” Bêlla Stûrkî nimûneya wan jinên kurd e, ku bi bedewîya xwe, bi karê xwe yê kêrhatî û kardar, bi dilrehmî û dilovanîya xwe va jîyana me ya kurdewarî xemilandîye.

BÊLLA ezîz! Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA rojbûna te ji dil pîroz dike, ji te ra saxlemîya baş, emirê dirêj, serketinê û gulvedanê dixweze. Wek miletê me dibêje: -Gul bî, geş bî, bira Xwedê me bêy te neke!

Bi hezkirin û qedirgirtin Desteya rêvebir ya malpera Riataza!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *