KURDISTAN PIŞTÎ ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDAYAN

KURDISTAN PIŞTÎ ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDAYAN

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.Îro me bona we beşa bi sernavê ”Kurdistan piştî şerê hemcihanê yê dudayan” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 168an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye. 

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 183

 

Piştî şerê hemcihanê yê duda destbi dewrana hilweşîna sazûmana împêrîyalîzmê, bilindbûna tevgera miletîyê-azadîyê di temamîya cihanê dabû, di nav wê da li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn jî. Bi wê ra tevayî ew herêm bû darindeke “şerê sar”, dema Yekîtîya Sovyêr hêvîya xwe danîbû li ser tevrabûnên mileta yên ji bo azadîyê, lê Roavayê jî hêvîya xwe danîbû li ser desthilatdarîyên konsêrvatîv û nijadperest. Ev dijderketina himberî hev tesîra xwe li ser rewşa Kurdistanê ya piştî şêr kir.

Dewletên Roavayê, ku dijî “qezaya Sovyêtî” û bilindbûna nasyonalîzmê li Asîya Roava şer dikirin, destpê kirin hevalbendîyên eskerî-sîyasî yên herêmî saz kirin. Înîsyatora ewê yekê pêşî Îngilîs bû, ku di herêmê da dewleta here xurt bû. Di salên 1946-1947a hevalbendîya Rohilata Nêzîk hate sazkirinê, ku Îngilîs, Îraq, Tirkîya û Transûrdin diketine navê. Lê daxaza Îngilîs ew bû, ku welatên ereba yên mayîn jî bike di nav wê hevalbendîyê da, lê ew di wî karî da bi ser neket. Di navbera welatên hevalbendîyê da bilî borcdarîyên tevayî, çend peymanên dualî jî hatine girêdanê. Wek mînak, di navbera Tirkîyê û Îraqê da peymanek hate îmzekirinê, ku dijî tevgera kurda ya ji bo azadîyê bû.

 

Rewşa li Kurdistanê piştî şerê Hemcihanê yê dudan

 

Hela piştî şerê hemcihanê yê yekê li Kurdistanê sazûmana eşîrîyê destpê kiribû hildiweşîya, lê pêwendîyên malhebûnî û civakî wek berê tesîr li ser rewşa civakî-aborî ya kurda dikir û ewê nedihîşt cûrê xebat û jîyanê yên pêşketî li ser axa kurda cî bigrin.

Eşîrên koçer derbazî jîyana riatî dibûn û ewê yekê alî pakkirina şertên jîyana wan dikir (sazkirina pevgirêdana {komûnîkasyon}, qewînkirina qeyde-qanûna, peydabûna aletên, ku avê bi hêsanî ji bîra derdixin), û herweha bîterbûna cûrên jîyanê yên nûjen, wek bikaranîna ereba, ji bo gundîya çêbûna firsenda, ku herine bajara û h.w.d. Îdî destê serokatîya mentîqa digihîşte navçeyên dûr û yên, ku berê rê-pêge lê nediketin, ku di hindava xweda nedihîştin eşîr bi hêsanî ser hevda herin-bên. Piştî şerê hemcihanê yê duda pêvajoya ji holê rabûna eşîra îdî li her dera dihate ber çeva.

Li Kurdistanê qanûneke awa hebû: gundî bi eşîra xwe ra di nav pêwendîyan da bû, lê gundîyê ku ax kirê kiribû û ne ji wê eşîrê bû, bin hukumê milkedar da bû. Ev cudatîya di navbera gundîya da, ku yek endamekî eşîrê ye, lê yê dinê kirêkirî ye û pir-hindikî bin hukumê milkedar da ne, li Kurdistana Îraqê jî hebû.

Li Kurdistana Îranê li her dera xwelîbêcerkirin pêşda çûbû. Dema sal ekindar dibû, ango şilî pir dibarî û hişkî tunebû, kurdên Îranê têra xwe xurekên malhebûna gund didane ser hev û hela ser da jî ji bo firotanê dibirin navçeyên welêt yên mayîn, hela Îraqê jî. Xênji wê, kurd li vira heywan jî xwedî dikirin. Temamîya hasileta ji heywana sitendî li sûka cî da dihate firotan û kurda dewsa şîr, goşt, hirîyê, çerm – alet û îcatên ji bo xwelîbêcerkirinê û şênkirina baxçê xwe distendin. Kêm cara hasileta heywanet dibirine dervayî mentîqên xwe: hinek rûnê zeytê, goşt û hirî dişandine Tewrêzê. Li Tewrêzê û Hemedanê, herweha li Îraqê jî, qîmetekî mezin didane çermê ku kurda hasil dikirin.

Rewşeke usa li Kurdistana Tirkîyê jî hatibû sazkirinê. Lê vira di hêla çareserkirina pirsa agrarîyê da çend hewldan dihatine kirinê. 11ê hezîranê sala 1945a hukumetê qanûna agrarîyê qebûl kir. Lê milkedarên mezin usa kirin, ku hukumet mecbûr bû axa dewletê di nav milet da pareveke. Rêforma sala 1945a di hêla aborî û sîyasî da tesîr li ser milkedarên giregir ne kir. Ewê tenê alî wê yekê kir, ku milkedar bû bûrjûa û çîna gundîyê nû saz kir. Gundîyên dewlemend ji bo pêşdaçûyîna kapîtalîzmê bûn piştovan. Rêforma sala 1945a alî pêşdabirina sûka hundurîn kir, ji ber ku ewê firsend dida ku gundî axa zêde bi destxin û bêcer bikin. Ango, bi saya serê qanûna agrarîyê ya sala 1945a gelek gundîya xwelî sitendin. Lê ji wê rêformê gundîyên kurd hema bêje karê neketin, halê wan wek berê ne tu hal bû.

Rewş li Kurdistana Sûrîyê lap bi teherekî mayîn bû, li ku di salên 1920-1946a xwedî-xudanên vira fransiz bûn. Serketina dewletên hevgirtî yên dijî Hîtlêr tesîra xwe li ser welatên dagîrkirî û bindest kir. Gelên van welata gelekî hêvîya xwe danîbûne ser sozdayînên dewletên dagîrkar û welatên xwedî mandat (di wê herêmê da ew Îngilîs û Fransîya bûn), ku wê azaya sîyasî û serxwebûnê bidine welatên bindest. Gerekê bê destnîşankirinê, ku kurdên Sûrîyê wan dema da di nav rewşeke ne dîyar da bûn. Di hêlekê da, di Sûrîya binmandat da statûyeke wan tunebû jî, ku rewşa wan banîya ber çeva, lê dîsa jî bona pêşdabirina çand û edebîyata kurda çend şertên baş hebûn û ew firsendên, ku di wî alî da bi dest kurda ketibûn, ji alîyê ronakbîrên kurd Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî, Ahmed Namî û yên mayîn da bi adan û kêrhatî hatine bikaranînê. Di hêleke din da jî, şika ronakbîrên kurda hebû, ku nasyonalîstên ereb wê firsendê bidine kurda bona ew di Sûrîya serbixwe da çanda xwe pêşda bibin, lê dîsa jî kurd bi ereba ra tevayî, bi bîr-bawerîyên dijîîmpêrîyalîstîyê dewa serxwebûna welêt kirin.

Wan dema daxaza gel ya sereke ew bû, ku eskerên îngilîsa û fransiza ji Sûrîyê (ji Libnanê jî) derkevin. Û ew yek 17ê nîsanê sala 1946a pêk hat. Lê giring e bidne kivşê, ku wî çaxî hêz û piştgirîya kurda ji ereba ra lazim bû, bona xwe ji desthilatdarîya binmandatîyê xilaz bikin, lê wana tu sozek ne didan, ku wê mafên kurda yên miletîyê-çandî nas bikin.

Bi vî awayî, wek li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn yên mayîn, li Sûrîyê jî hewl didan hemû binecîyên welêt bikine nava şerê bona bidestxistina serbestîya miletîyê û sîyasî, lê bi wê yekê ra tevayî jî heqên miletên bal xwe yên kêmjimar nas ne dikirin.

Piştî ku Sûrîya serbest bû (nîsana sala 1946a) hukumetên, ku zû bi zû ber hev dihatine guhastinê, her cara hewl didan ku gundî piştgirîya wan bikin û di wî karî da sozdayînên vik û vala didan, derew li wan dikirin. Derheqa lazimaya derbazkirina rêforma agrarîyê di konstîtûsîyaê da jî dihate gotinê, ku di îlona sala 1950î hate qebûlkirinê. Lê serokatîya bi bîr û bawerîyên konsêrvatîv demeke dirêj li ser riya guhastinên qenc da dibûne asteng.

Tenê di adara sala 1957a parlamênta Sûrîyê qanûna derheqa derbazkirina çend rêforma li gunda qebûl kir. Wek mînak, qanûn ne dihîşt wan gundîyên, ku erd kirê kiribûn, ji ser axa ku lê kar kirine derkevin, heta ew deynê xwe danedin. Ew qanûn çend pirsên xwelîyê jî hel dikir. Lê dijderketina milkedara nehîşt ew qanûn bi ser keve.

Bi tevayî, di navçeyên kurda yên Rohilata Nêzîk û Navîn da pêwendîyên derebegî-eşîrî hela hê xurt bûn. Milkedarên mezin ne dihîştin, ku gundî deranînê zêde bikin, ji ber ku milkedara axên mezin perçe dikirin û bi kirê didane gindîya.

Pêşdaçûyîna pêwendîyên eşîya-pera rewşa gundîya xirabtir kir, ji ber ku milkedar, ku hewl didan diha zef hasileta malhebûna gundîtîyê derxine sûkê, diha zef gundîya dizêrandin. Milkedara xênji gundîyên bin hukumê xweda, paleyên kirêkirî jî bi kar dianîn. Ber xebata wan va, xurek didane wan. Gundî nikaribûn bûbûna xwedîyê keda xwe ya helal.

Rewşa civaka kurda piştî şerê hemcihanê yê duda ne dihîşt, ku Kurdistanê da tevgera kurda ya hevgirtî saz bibe. Di destpêka salên piştî şêr da, ew civak bi sîyasî sist bû û ji hev ketibû.

Di pêşengîya tevgera kurda ya ji bo azadîyê û rizgarîyê da serekeşîr û serekên olî (şêx) bûn, ku hewl didan hukumê xwe li ser gel biparêzin û bi piranî ji bo berjewendîyên xwe piştgirîya tevgera kurda ya dijî hukumetê dikirin. Di hêla pêwendîyên civakî da wana piranî xwe bi bîr-bawerîyên konsêrvatîv digirtin.

Li Îranê zaneyên kurd, ku piranî ji navçeyên bakûr-roavayê bûn, hewl didan di meclîsê da, civîna wê ya 14a da fraksyona “Eşaîr” ji hev bixin, ku bi bawerîyên xwe nêzîkî partîya “Weten” bû. Bîr-bawerîyên wan di kovara “Kohestan” da dihate ber çeva, ku li Tehranê dihate weşandinê. Îraqê da di wan dema da çend rêxistinên kurda yên miletîyê hebûn, ku dewa mefê xwe dikirin. Komika “Kohestan” wek platforma xwe ya sîyasî bangawazîya damezirandina “Kurdistana Mezin” pêşda kişandibû û gerekê ew hemû navçeyên kurda yên wan welata bi mafê otonomîyayê biketana di nava wê da, ku Kurdistan di nav xweda parevekirine.

Di wan dema da li Tirkîyê serokekî kurda yê pirî-hindikî berbiçev tunebû, lê hinek serekeşîr qayîlîya xwe dan piştgirîya hukumeta Tirkîyê bikin, eger ew serdestîyên wan yê berê, ku ji dest wan hatine hildanê, careke din li wan vegerîne.

Xênji vana, di welatên ku kurd lê diman da, di salên 40î çend rêxistinên mayîn jî hebûn, ku tam piştgirîya daxazên gelê kurd dikirin. Di nav wan da xênji “Kohestan”ê Komela “Lîga kurda” û rêxistina “Xoybûn” jî hebûn.

Di nav “Lîga kurda” ya li Îraqê da ronakbîr, karmend, xebatkarên eskerî yên bi nav û deng yên welatparêz hebûn, ku li Awropayê xwendibûn. Di nav wan da kesên usa jî hebûn, ku di serokatîya welêt û ordîyê da xwedî karên bi derecên bilind bûn. Di nav wan da bûn – Emîn Zekî paşa, Dawud paşa, Tofîq Wehbî û yên mayîn. Di nav wan da hunermend, nivîskar û rojnamevanên navdar jî hebûn (Huseyn Huznî Mukrîyanî, Pîremêrd û yên mayîn). Endamên “Lîga kurda” dewa wê yekê dikirin, ku di nav gelê kurd da ronahîyê bidne belakirinê, edebîyatê pêş xin, dereca xwendina gel bidne bilindkirinê, gel bi kultûra Awropayê ra bikne nas. Bawerîyên wan karmenda yên sîyasî ew bûn, ku di nav gel da hevgirtinekê saz bikin bona bikaribin bi riya parlamêntîyê mafê xwe bistînin. Wana hewl didan bi hurmet û navê xwe va tesîrê li ser serokatîya Îraqê bikin bona hêsakirina karê pêşdaçûyîna çanda kurda, bona kurd li Îraqê bibine xwedî otonomîyayê.

Rêxistina “Xoybûn” li Tirkîyê bi aktîvî kar dikir û endamên wê ew kurdên Tirkîyê û Sûrîyê bûn, ku bîr û bawerîyên wan hema bêje weke hev bûn. Serokên wê daxaza dêmokratîkkirina jîyana kurda dikirin û hewl didan ji nûnerên miletên Rohilata Nêzîk yên bindest pêşenîya şervanîyê saz bikin, bona gelên xwe rizgar bikin.

Di nav hêzên kurda yên sîyasî da, ku di salên 40î da xuliqîn, ev rêxistinên dêmokratîk yên sîyasî berbiçev diketin: Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê (DPKÎ), Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îraqê (DPK-Îraq), Beşê kurda ya Partîya Komûnîstîyê ya Îraqê û koma kurda ya di Partîya Komûnîstîyê ya Sûrîyê da.

PDKÎ di dawîya sala 1945a li ser bingehê partîya “Jîyana Kurdistan” (JK) saz bû, ku hela sala 1942a li Mehabadê hatibû damezirandinê û armanca wê ya sereke ew otonomîya ji bo kurdên Îranê bû, lê paşdemê da jî dewleta Kurdistan bû bi herçar perçên xwe va. Sala 1944a ew rêxistin îdî bi dilê hema bêje hemû kurdên Îranê bû. Organa partîya wê kovara “Niştîman” bû. Lê nerazîbûnên di navbera serokatîya JKê da, ku sala 1945a di pirsên bername û taktîka partîyayê di dema piştî şêr da li hev nekiribûn, bû sebebê jihevçûn û ji holê rabûna rêxistinê. Çend endamên wê yên zîrek û zane hev girtin û rêxistineke nû saz kirin – PDKÎ, ya ku gerekê di nav hemû hêzên pêşverû û yên dêmokratîk yên bakûr-roava Îranê yekîtîyek çê bikira.

Zûtirekê PDKÎ ji alîyê kurdên Îranê da gelekî hate hizkirinê. Gundî, pale, bûrjûazên biçûk, xwelîbêcerkir, kesên sade dibûne endamên wê. Milkedarên Mehabadê û fêodalên zane ketine nava Komîtêya wê ya Navbendî. Rojnama “Kurdistan” bû organa wê. Qadî Mihemmed bû serokê PDKÎ.

Qazî (Qadî) Mihemmed ji eşîra debokrîya bû û ji malbeteke dewlemend û navdar bû, koka wan ji torinan e (arîstokrat). Hukumeta Îranê serwêrê malbeta Qadîya (ji hemû nisleta) kivş dikir wek hakimê bajarê Mehabadê. Piştî mirina apê xwe – Qadî Elî – Qadî Mihemmed bû hakim. Bi wê ra tevayî ew herweha serekbajarê Mehabadê bû jî. Ew bi farisî, erebî, tirkî, îngilîsî, rûsî zanibû, merîkî xwendî û aqil bû, lê dîndarîya wî tesîra xwe li ser bawerîyên wî yên pêşverû, yên di hêla aborî û civakî da, ne dikirin. Ji ber wê jî ew bû karmendekî sîyasî, sîyasetmedar. Kalikê wî – Feyzulle beg di dema tirka di dawîya şerê hemcihanê yê yekê da Kurdistana Îranê zevt kirin, serokatî li alaya binecîyên Mehabadê û kurdên Mukrîyê dikir, ku dijî eskerên tirka şer dikirin.

Di dawîya sala 1945a gelek nûnerên hêzên dêmokratîk ketine nava PDKÎ û destûra her kesî hebû bibûya endam, ji gundîyên dûr-derez bigre, hetanî bûrjûazîya bajêr, ronakbîr û rêvebirên gel.

25-28ê çirîya pêşin sala 1945a li Mehabadê kongrêya PDKÎ ya pêşin hate derbazkirinê. Li wira dêklarasyon hate hazirkirinê û paşê jî hate çapkirinê û ew bû bingeh bona sazkirina bernama PDKÎ. Di meha çileya pêşin sala 1945a bernama ewê partîayê hate weşandinê. Li wir dihate gotinê, ku gerekê şerkarîyê bikin bona otonomîya Kurdistanê ya di goveka dewleta Îranê da. Daxaza kurda ew bû, ku hemû navçeyên, ku kurd ser hev lê dimînin, bikine herêmeke cihê û gerekê statûya otonomîyê bidne wê deverê.

Ji ber ku nûnerên arîstokratîya kurda ya bi xwelîyê va girêdayî ketibûne nava partîyê da, lema jî di bernama PDKÎ da tu tişt nedihate gotinê derheqa derbazkirina rêforma xwelîyê da û derheqa wê yekê da, ku xwelîyê bidne gundîya, zozana bidne heywanetxweykira, û herweha derheqa şênkirina gunda, rêformên civakî û h.w.d.

Bi tevayî bernama PDKÎ pirsên usa danîbû pêşîya xwe, ku bi dilê gelek kurda bû. Evê yekê alî zêdebûna endamên PDKÎ kir. Piranîya zaneyên ji serokatîya eşîra û nûnerên bûrjûazîya kurda ya Mehabadê û bajarên Kurdistana Mukrîyê yên mayîn bûne karmendên partîyê, him di rêxistinên navbendî da, him jî yên cîya da. Ew meriv – zane, serekeşîr, milkedarên navdar – destpê kirin di partîyê da û paşê jî di hukumeta komara Mehabadê da rola sereke lîstin. Zaneyên Mehabadê Qerenî axa Mameş, Ebdulle axa Mensûr, Elî axa Debokrî û yên mayîn milê xwe dabûne milê Qadî Mihemmed û kar dikirin.

Îdî ew çend sal bûn di navçeyên kurda da hukum di dest kurda da bû. Bona wê yekê jî bi pêşdestîya çend endamên PDKÎ biryar hate qebûlkirinê derheqa di Îrana Bakûr-Roavayê da damezirandina “herêma aza”, ku navê Komara Mehabadê lê kirin. Dima tenê hukumeta herêma kurda ya serbixwe li Mehabadê bê sazkirinê û wê xebatê pêşda bibin, ku dihate kirinê seba navçeyên kurda yên cînar, him yên bakûr, him jî yên başûr, bighînine Mehabadê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *