Pirsa we û bersîva me – 131

Pirsa we û bersîva me – 131

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Qehremanê Cûlemêrgî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelek kes bi heqî rexne li beşeke kurdên Kurdistana Bakur digirin, ku kurdî napeyîvin, di ser da jî tirkîya qels dipeyîvin. Kesên bi zimanê dayka xwe nepeyîve û bi zimanekî dervayî zimanê dayîkê bipeyîve, qe na gerekê ew ziman bêqusûr be. Gelo ser vê meseleyê fikira malpera we çi ye?

 

Bersîv: – Hilbet, bi awayekî bêqusûr zanebûna zimanê tirkî jî yek ji şertên welatparêzîyê ye. Bi awayekî din, dema kurdek ji gelek tirkan baştir tirkî xeberde, dikare him di nava civaka kurdan û him jî di nava civaka tirkan da xwedî qedir be. Ji ber ku dikare ji tirkan ra îzbat bike, ku ez kurd im, lê zimanê te ji te baştir zanim. Û tirkên normal jî dikarin wisa bifikirin û qîmetê bidine kurdekî wisa. Ango, qedirê miletê me di nava tirkan da bilind dibe.

Her kes zane, ku di her zimanekî da zimanê dervayî zimanê lîtêratûrî qels tê hesibandin. Ango, eger tu tenê bi zimanê tirkî yê kolanan û malê bizanibî û zimanê lîtêratûrî nizanibî, tê wê maneyê, ku tu tirkî baş nizanî.

Rêyek heye ku kurd zimanê tirkî xweş bizanibin: Lazim e zarokên kurd heta temenê herine dibistanê, tirkî qet nizanibin. Wê demê wê di dibistanê da fêrî zimanê tirkî yê lîtêratûrî bibin.  Ango, wê zimanê tirkî yê malê û kolanan nizanibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *