Gefa herî mezin a li ser Kurdistanê

Gefa herî mezin a li ser Kurdistanê

Arif Qurbanî

 

Gelek dijminên Kurdan hene û her dem gefên cur bi cur li ser wan in, lê niha metirsiya herî mezin ku gefê li siberoja jiyana civakî û pêkvejiyanê dike weke civakeke pêkve ya guncaw, rewşa naxweyî ya xwe ye. Mebesta min milmilaniya siyasî û lihevnekirina navbera hêzên siyasî nîne ku ew beşeke biçûk a sedemê ye. Mebesta min pêkve neguncana civakî ye ku niha bi diyardeya kuştinên rojane derketiye.

 

Ol tenê ji bo nasîna Xwedê, bi ser mirovan de nehatiye sepandin, ol di heman demê de yasa û rêkarên jiyanê bûye daku mirov pabendî nirx û taybetmendiyên xwe yên însaniyetê bike û ji tundî û reftarên dirindane dûr bixe, li hember her tawanekê cezayekî tund daniye. Yasayên ku mirovan ew danîne jî, ji bo rêkûpêkkirina jiyan û rêgiriya çewisandin û zilma bihêzan bi ser lawazan de bûye, cezayê yasa jî weke cureyek bûye ji tola tawankaran. Li her dem û her dera ku ew hikm hatine çespandin, mirov bi bextewarî jiyaye, her serdemên ku ew çarçoveya ol û yasa weke “cezayê diyar û nediyar” ji bo mirovan danîne hatibin paşguhkirin, jiyana mirovan bi tawanên cur bi cur ên dirindane tijî bûye.

 

Niha Kurdistan ber bi qonaxeke metirsîdar ve gav diavêje, ku cezayê diyar û nediyar bandor li ser reftarên takekesên civakê nahêle, ev jî derî li ber tawankarî û refetarên nebaş vedike. Temaşe bikin wan tawanên ku di van çend salên dawî de li Kurdistanê qewimîne, eger em berawirdî hemû dîroka Kurdan bikin, tawanên bi vî rengî di hezaran salên berê yên vî miletî de nayê dîtin. Kur dayîka xwe serjê dike, dayîk agir berdide zarokên xwe, bav hemû goşeyên kezeba xwe bi jehr dike, kur bavê xwe dikuje, bira xwişk û birayên xwe dikuje, jin mêrê xwe dixeniqîne û zilam jina xwe dadileqîne. Tawankar li xwe mikur tê û poşmaniya xwe nîşan nade, heta dibêje amade ye cardin bike. Cîran li ser şerê zarokan, şofêr li ser vêxistina lembeya ronahiya zêde ya otomobîlê, xwendkar li ser kêmbûna puanan, dikandar li ser silav, xort li ser girtina peywendiya telefonê û bi sedan nimûneyên din, hemû hev dikujin. Hincet û sedemên wan çi bin jî, sedema giştî têkçûna şîrazeya civaka Kurdan e ku çavkaniya wê serwernebûna yasayan e.

 

Mirov dema tirsek di dilê wî de hebe dest nabe ser tawan û reftarên nebaş. “Tirsa ji Xwedê, tirsa ji yasayan, tirsa ji wijdana xwe, tirsa ji civakê, tirsa berteka tawanlêkirî”. Gelek mirov hene ku pabendî van tirsan in, derfet derdikeve pêşiya wan ku bikarin wan tawanan bikin, an jî dixwazin encam bidin û dizanin haya kesekî jî dê ji tawana wan tine be, lê ji tirsa Xwedê, xwe ji wê tawanê dûr dixin, an wijdana wan nahêle, an ji tirsa civakê ku weke nebaş lê binêrin. Lê gelek kes jî hene ku tirsa wan ji wan cezayên nediyar tine ye û li ber ti sînor û çarçoveyan nasekinin ku di hinava mirovan de ji bo xweparastina ji tawanan hatine çêkirin. Her civaka ku tirsa wan a ji cezayên nediyar nemîne, divê cezayên diyar ku xwe di cezayê yasayan de bibîne, were tundkirin daku rê li ber têkçûna şîrazeya civakê were girtin.

 

Niha li Kurdistanê hinek kes peyda bûne ku tirsa wan a ji ti bingeh û nirxan nemaye, “ne Xwedê, ne wijdan, ne jî civak” heta tirsa wan a cezayên yasayan jî tine. Ji ber ku di bingehê de yasa li Kurdistanê lawaz e û tenê ji bo kesên lawaz û bêdesthilat in. Lewma hûn dibînin roj li pey roj rêjeya tawan û cureta tawanê zêde dibe, dema yasa jî serwer nebe, berteka tawanlêkiriyan dibe aliyekî din ê tawanê, tolhildana ji malbat û xizm hêdî bi hêdî ser dikşîne bo êl û eşîrên encamderên tawan. Bi vê jî şîrazeya civakê bi awayekî têk diçe ku wateyek ji bo jiyanê namîne.

 

Desthilata li Kurdistanê ji ber rehên milmilaniya siyasî û lihevnekirin û nakokiyên partiyan çav li ber gelek hatiye girtin di encamderên wan tawanên cur bi cur de û ji bo zêdebûn û geşbûna fikrên ku baweriya wan bi kuştin û tolhildanê heye, zemîn xweş kiriye. Heta yasa jî lawaztir be, ev diyarde bêtir zêde dibe. Divê kesên ku xema siberoja Kurdistanê dixwin, di cihekî de sînorek li vê metirsiyê deynin. Dibe ku qonaxa pêş bîrkirin û destbirina bo perwerde, tundkirina cezayên diyar weke hikmê yasayan (peyrewkirina cezayê darvekirinê) giringtirîn kar be ku desthilata li Kurdistanê xwe bispêre wê.

 

Gelek kesên ku tawana kuştinê dikin, em dibihîzin ku berê jî tawanên heman şêwe kirine, lê ji ber ku zindan li Kurdistanê cihê çaksaziyê nîne, dema tên nav civakê tawanên din dikin, ango ji bo ku cezayê tawankar were dayîn û şîretek be ji bo kesên din jî ku encamdana wan tawanan dikin, divê çend salan Kurdistan xwe bispêre darvekirinê. Lê niha kesê ku dixwaze tawanek bike, bawer dike ku, an dê were azadkirin an jî li zindanê dê bi başî were xwedîkirin. Ji bo rêgiriya tawanan, divê tirsa ceza hebe, ku cezayên yasayan rêgirî li tolhildana civakî jî digre.

 

Ez bawer im hinek kes jî bi hinceta mafên mirovan û azadî û çend dirûşmên diyar, li dijî wê yekê ne ku cezayê darvekirinê were cîbicîkirin. Lê bila wan kesan yek çirke xwe bixin şûna wan dayîk û bavên ku termê kurê xwe dibînin û tawankar îtiraf dike ku tenê ji ber cureya telefona wî ciwan bûye kuştiye. An jî eger hin kes di wê baweriyê de ne ku pabendbûna yasa û rêkarên navdewletî û ciyawaz derxistina Kurdistanê ji welatên herêmê ji wê giringtir e, divê ber çavên wan zelal be ku eger ev diyarde bi dawî nebe, bi zêdebûna tawan û bilindbûna hejmara kuştinan, navê Kurdistanê ji wê yekê zêdetir dê bikeve bin pirsyarê ku cezayê darvekirinê bi ser tawankar û kujeran de were cîbicîkirin.

 

http://www.rudaw.net/NewsDetails.aspx?pageid=443892&fbclid=IwAR1pTrNk3e3AtJcgtkYwfu7oOwC6NwQvnDQOfOdYA0U8k2iuTik29XoLEe0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *