Serxweşîya Koma KURMANCÎyê ji bo Ehmedê Dirihî

Serxweşîya Koma KURMANCÎyê ji bo Ehmedê Dirihî

Me bi dilekî pir xemgîn xebereke reş bihîst: Hevalê me yê gelekî delal, kurdperwer, bi qedir û qîmet kek Ehmedê Dirihî -Qasimoxlu- piştî 50 rojên li nexweşxaneyeke Amedê, duh xatirê xwe ji me xwest û serê xwe danî ax û berên sar.

 

Gelê me wê tu caran wî nivîskarî, lêkolîner û siyasetmdarê kurd Ehmedê Dirihî ji bîr neke, em ê kar û xebatên wî hertim bi bîr bînin. Keda wî, xesma di karê Koma KURMANCÎyê ya Înstîtûya Parîsê de pir e, ku gelek caran bi lêkolînên xwe yên bêhempa ve di civînên me de amade bûye û karê me xemilandîye.

 

Kek Ehmed xwedîyê berhemeke delal e: “Ferhanga Navên Nebatan a Kurdî” çap kiribû. Herweha ew ji 20 salan zêdetir e ku li ser navê Gruba Wateyê, ji bo standardîzekirina zaravayê kirdkî/dimilî kar û xebatên xwe berdewam dikir.

 

Kek Ehmed wê li gundê Çilkanîyê (Çewlig, Kurdistana Bakur) bê binax kirinê.

Serxweşîya malpera RIATAZA

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide malbeta Ehmedê Dirihî û tevaya gelê kurd. Emê tu caran wî dilsozê miletê xwe, lawê gelê xwe yê şîrhelal ji bîr nekin, ku bê westan ji 50 salî bêhtir xizmeta miletê xwe yê kurd kir.

 

Di wêne da:

Ev wêneyê endamên Koma KURMANCÎ ya Enstîtûya Parîsê sala 2017an li ber derê Zanîngeha Zaxoyê hatîye girtin. Di wêne da, di nav kesên rûniştî da, Ehmed Derihî ji rastê yê çaran e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *