Duriyan

Duriyan

Welat Agirî

 

Saet nîvek-du saet bû, em di rê de bûn. Otobêsa me gihîştibû serê duriyanekê û bona molayê li stasyonekê mezin rawestiyabû. Bi vekirina derî re, du zarok ketin hundur; yekî kulorîk difirot, ê din jî balîfokên rêwiyan. Cara yekem bû ez ji gund derdiketim û cara yekem bû min nizanibû ka ez bi ku de diçim. Ji xeberdana wan zarokan kifş bû, ku ew ciyê molayê jî bajarekî kurmanca bû. Min wek pezeke ber kêrê, ku zanibe xilasbûna wê ji destê qesêb tuneye, hêdîka serê xwe bilind kir û di pacê re bel bel li derdora xwe mêzand.

Du meh ji biharê çûbû û deşt û çiyayên Kurdistanê xwe bi rengê keskahiyê girtibûn. Li gundê me bejna ceh û genim gihêştibû du buhistan, lê li vî bajarî garis serdest bû, herçar aliyên me zevî, zeviyên gêris…

Muawên çente û valêzan çend rêwiyan di baxajê de bi cîh dikir, dengê pîrejinekê dihat:

– Bavê min di kûp de rûnêmala heye, xêra dê bavê xwe rind biedilîne, bira welnegere.

– Xwedêjêrazîyê, rûnê bihele, kelmelê xelkê bilewtîne, ez nikarim rûn bibim.

– Tişte nabe ez qurban, meta te devê kûp baş şidandiye.

– Na wele, qet qisûrê nemêzîne, ez nikarim rûn bibim.

Telefûnekê lêdixist û bi dengê telefûnê re, çend kesên li qoltixên pêşiyê serê xwe vegerandin û bi çavên meraqdar li aliyê me nihêrîn. Zilamê li kêleka min, ji awirên wan aciz bûbû, ku diranên xwe li min qiriçandin û bi destê rastê niçande min. Zilamekî rûçarox, qut, qalind û piştpehn bû. Heya şilika serî por pê ve nemabû, herdu çiçikên wî wek du eyarşîrkan xwe berda bûn xwarê.

Bi niçandina wî re, min awireke bêwate lê firand, ku ev cara duduya çavên min pê diketin. Roja hatibû malê, ciya min bi zorê siniya îskanan dabû destê min, min jî bi destê xwe çay îkramê mêrik kiribû, bi destê xwe bi qelemeke reş qedera xwe xêz kiribû…

Heya du roj berê qet têlefûneke min çênebûbû. Çentekî desta û ev telefûn diyariyên zilêm bûn. Xûşka min nimira diya min qeyd kiribû, ku li gorî wan divê car caran min ji wan re vekira, behsa mêrê xwe, mala xwe û memleketê xwe ê nû bikira.

Nimareke nenas li min digeriya, çavê min li nimarê, lê hişê min li ser ciya min bû. Dû niçandinê, zilam bi tirkiyeke cuda, ku nedişibî tirkiya fîlmên tirka, ji min xwest ku bersîvê bidim telefûnê.

Lê min dikir nedikir şikl û dirûfê dayê ji ber çavê min nediçû. Duh danê esrê heya razana, li ber bavê min geriyabû, lavayê wî kiribû, ku ew jî heta navçê bi me re were. Bavê min jî heya derengiya şevê bi apê min re behsa kirrîna kavira kiribû, ku li gor hesabê wî bi wî pereyî sed û bîst cot kavir dihatin kirrîn û êdî ne hewce bû şivantî û gavantiya xelkê bikira. Di oxirkirinê de, dayê destê xwe bilind kir, lê dest dilerizîn, xwûn jê temirî bû :

“Li min negire qîza min, ji destê min tiştek nehat’’.

Telefûneke nû û ekrana wê jî ji camê bû, ku min bişkoka bersîvdayînê li ser nedît. Zilam tilaya xwe a îşaretê berbi çepê şemitand, dû re telefûn da destê min.

‘‘Elo, dotmam tu li ku yî ?’’

Ev xuy û xeysetê wî bû. Berê jî, dema li min digeriya, li şûna elo, ‘‘dotmam tu li ku yî’’ digot. Min jî hercarê ‘‘xwedêhîşto ka ezê li ku bim, ma ji xeynî gund ciyek heye em herinê…’’, wî jî ‘‘de hinekî sebir bike, hindik ma, em ê gelek ciyan bibînin’’ digot.

Cara sisêya bû, di telefûnê de dubare dikir, dipirsî ka ez li ku me.

‘‘Ez, ez niha li duryanekê me, li îstasyonekê…’’ Piştî bersîva min çend saniya bêdeng ma, dû re:

‘‘Wele hema te xwe xilas kir dotmam. Ê ka li cem me çi heye, em ji her alî ve para mane, hezar sal jî derbas be memleketê me pêş nakeve. Tu diçî bajarekî xweş welle, tu jî dizanî min li wêderê eskerî kir. Wee çi şehr e! Şehrê berrû û sêv û şefteliyan e ha. De êdî neyse, miqatê xwe be, bi xêr û silamet herin. Ji bîr neke, nimara min jî qeyd bike.”

Dengê wî hate birîn, lê zimanê min, bêhemd, bersîva min dubare dikir, “ez niha li duriyanekê me”. Îca çi duriyan! Ji min re herdu rê jî yek bûn, herdu jî di dawiyê de digihîştin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *