Nameyên evînî – 80

Nameyên evînî – 80

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Kesên dîndar-bawermend pêşî li vê cihanê dijîn, pişt ra jî dû mirinê ra li ”cihana heq” dijîn. Lê ez li du cihanan bi hev ra, him jî bi zindî dijîm: li vê cihanê û li cihana bi Nura xwe ra.

 

¤¤¤

Te heta niha ez aciz nekirime. Te tiştekî nêzîkî acizkirinê jî ne kirîye. Ez berê roj bi te ra radizam, şev bi Xwedê ra. Niha jî wisan e. Lê ferq tenê ew e, ku niha Xwedêya min tu yî.
Amadekarîya xwe bibîne, rehet be, tu cihana min î. Ez di te da dijîm, bi te dijîm, bo te dijîm, tu di min da dijî.

 

¤¤¤
Cana min, tu zanî ku ez ji te ditirsim. Ne ji şexsê te, lê ji evîna te. Yanî, tu min bikî bin pîyên xwe ne xema min e. Tu evîna min bikî bin pîyê xwe ezê bimirim. Ezê wê êşê nebînim. Ji ber ku mirî me…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *